|
|
|
SerRûpel
|
|
_Ji
Edîtor
|
| _Gülten
Kaya |
| _Berken
bereh |
| _Ziyad
Berwarî |
| _Cîhan
Roj |
| _A.
Melle Mohemmed |
| _Peyamber
(Xelîl
Cibran) |
| _Xwedayên
Nemrûdê |
| _Xelata
Musa Anter |
| _Beşîr
Botanî |
| _Sabah
Kara |
| _Mîrata
Selaheddîn |
| _Lokman
Polat |
| _Nûçe |
| _Şûjin |
|
Gülten
kaya:
"soza ku min dabû Ahmet,
min pêk Anî!"

|
Gülten
Kaya (navîn) li gel
Akin Birdal |
Amadekirin:
Hêvîdar
Zana *
-Ahmet Kaya her demê di nava gel de bû. Gelo gel çiqasî lê
xwedî derket. Wî digot, "yên ku ez muhtacî silaveke wan bûm,silavek
jî nedane min."
Ez
nikarim li vir gel sûcdar bikim. Ji ber ku gel nikare raste rast pê re
bijî. Gel tenê dikare xwedî li berhemên wî derkeve, dikare bi vê nîşan
bide ku jê hez dike, nirxê dide wî. Di dema dawî de, ev hate kirin
an na? Li gorî agahiyan ev
jî li gora ku dihate xwestin, nehate kirin. Lê dîsa jî ez gel sûcdar
nakim. Ev encax di demokrasiyên rasteqîn de çêdibe. Ez bawer nakim
demokrasiya ku em dixwazin û bêriyê dikin li Tirkiyeyê hebe. Gava ku
mirov li hemwelatiyên li kolanan binêre, rojev wisa bi lez tê
guhertin ku mafê wan yê lêpirsînê jî namîne. Ji ber vê rojevê,
gel ji pirsigirêkên xwe yên rojane jî bi dûr dikeve. Di kanalên
televîzyonan de çi pêşkêşî gel bibe, gel wê wekî rojev
ji xwe re digire. Ji ber ku şansekî wanî din nîn e. Yên ku
Ahmet di kaseta xwe de behsa wan dike û dibêje, 'Silavek jî nedane
min' ne gel e. Rewşenbîr, entelektuel, sazî, heval û dostên wî
û hunermend in. Di nava vê de kesên ku mûxalefeta civakî temsîl
dikin tev hene. Ez jê wisa fêm dikim.
-Ka hinekî ji me re behsa çîroka vê berhema dawîn û stranên
tê de bikin...
Di sala 1998'an de amadekirina vê kasetê dest pê kir, ku ev mêjû di
nava periyoda derxistina kasetên Ahmet de bû. Dema ku xebata sazkirina
vê kasetê temam dibû, hûn jî pê dizanin şeva xelatdayîna
Komeleya Rojnamegerên Magazîner pêk hat. Li wir ji bo spasiyê her
kesî axaftina xwe dikir. Ahmet jî bi awayekî normal got, "Min
albûmek amade kiriye, di nava vê albûmê de, ji ber ku eslê min kurd
e, min cih daye straneke kurdî". Ev jî ji bo rojnamegerên magazînî
nûçeyek e. Wê rojê qiyamet rabû. Ahmet Kaya ew yek ne ji bo reklamê,
ne jî ji bo propagandayê kir. Riya ku ew li ser bû ev bû; kurd hene,
zimanê kurdî heye kes nikare vê yekê înkar bike, divê înkar neke
jî. Ev repertûar wê demê hatibû sazkirin. Li wir gotina bi sir,
gotina kurdî bû. Çawa gotina kurd ji devê Ahmet derket, heqaret
bariyan. Derdoreke ku li çepikan dida jî hebû. Bêtehamûlî û
reaksiyon ji bo wê gotinê bû. Li wir kesên ku xwe hunermend dibînin hebûn, rojnameger hebûn, yanî kesên elît
hebûn. Heger elîtên civakekê bi vî awayî li birayên xwe binerin,
ma mirovên li kuçeyan wê çawa lê binêrin?
Di nava van stranên kasetê de tiştê ku ez dixwazim balê bikişînim
ser, ev e; bi van diyar dibe ku hunermendek çiqasî pêşbîn e.
Gava li vê albûmê bê guhdarîkirin, wê bê dîtin ku Ahmet Kaya çiqas
pêşbîn e. Gava ev bûyer pêk hatin Ahmet Kaya straneke bi navê
"Memleket Hasretî (Hesreta Memleket)" çêkir. Ji ber ku
straneke bi kurdî xwend li DGM'yan hate darizandin; straneke îronîk
"Hadî Bîze Gîdelîm (Hadê Em Biçim Cem Me)" saz kir. Di
hin stranan de rastiya girtîgehan heye. Gava bi awayekî giştî
mirov li kasetê dinêre, yek stran jî bi tesadûfî nehatiye
hilbijartin. Tenê stranek li vê repertûarê hatiye zêdekirin, ew jî
strana yekem ya bi navê "Sîz Yanmayin (Hûn Neşewitin)"
e. Ew jî li studyoya televîzyonê, bi lêdana tembûrê hatiye gotin
û qeydkirin, me hema bi vî awayî girt û xiste kasetê.
-Weke ku strana Karwan bi taybetî hatiye hilbijartin.
Wî, ji bo ku ji gelê kurd re ku bi tenê hatiye hiştin, bibe
moral, ji bo ku nîşan bide ku zimanê kurdî heye biryar da ku
straneke Kurdî bixwîne. Wê çaxê em ketin nava lêgerînan. Dostên
me yên ku bi çanda kurdî dizanin, li ser daxwaza Ahmet
hin stran ji bo me anîn. Karwan ji nava wan hate hilbijartin.
Sedem jî muzîk û gotinên wê li derveyî stranên kurdî yên ku têne
zanîn bûn, te digot qey hinekî din jî di warê muzîkalê de bi pêş
ketiye. Ya yekem ev bû; ya duyem jî aliyên wê yên henûnî hebûn.
Ya sêyem gotinên wê hinekî kêm bûn û wî digot, "Ez li ser vê
bixebitim, ezê bikaribim bixwînim" Ya çarem jî gotinên stranê
bandor lê kiribûn. Wî gotinên stranê kûr dîtin. Got
bila tiştekî nû be. A rast heger şensekî wî hebûya wê
straneke din jî li kasetê zêde bikira, yan jî wê ev stran bida
sekinandin, yeke din lê bikira. Li Ewropayê wî dixwest straneke din
bi navê 'Hewlêr' bixista vê kasetê. Gelekî dixwest wê stranê bixwîne
lê mixabin çênebû.
-Ev stran bû sedema vê pêvajoyê. Niha jî klîba vê stranê
çêbûye û we ji bo televîzyonan şand. Wê vê stranê biweşînin?
Min pêkanîna vê yekê ji wesiyetê wêdetir wekî wezîfeyekê dît.
Ji ber ku wî dixwest ji bo strana xwe ya bi kurdî klîbekê bikişîne
û bi vê yekê dixwest di vî warî de rê li pêşiya Tirkiyê
veke. Heger mekanîzmaya ku Ahmet Kaya darizandin, hinekî erênî
tevbigeriya, wê hem ev pêvajo pêk nehata, hem jî wê pêşiya
Tirkiyê vebûya. Wê Tirkiyê bi vê yekê qezenc bikira, ne ku winda
bikira. Lê mixabin ev rewş hê jî didome. Helwesta nepejirandina
zimanê kurdî û Ahmet
Kaya, hîna jî didome. Ev jî li gorî min rê li pêşiya Tirkiyê
digire. Ji ber vê yekê min got hilgirtina vî barî ji wesiyet wêdetir
êdî bûye wezîfeyek. Her kesê ku bi hebûna vî zimanî bawer e, divê
vê yekê bike. Dibe ku televîzyon klîbê neweşînin, lê ev wezîfeyeke
û divê em bikin û ev ziman heye. Belê rast e, wan klîb neweşand
lê di nûçeyên xwe de cih dane hin beşên klîbê. A rast ez
bawer im ew di nava xwe de dibêjin, 'Ma di vê stranê de çi heye,
jixwe jêrnivîs jî hatiye nivîsîn xwezî pêşiya me nehatina
girtin û me ew biweşanda' Ahmet jî ev destnîşan kiribû, 'Ez
dizanim kesên dilpola ku wê bikaribin vê klîbê biweşînin hene'
Ez jî bawer im, kesên ku vê klîbê biweşînin hene, lê di wir
de mekanîzmayeke din a ecêb a navendî jî heye. Divê ev mekanîzma
ji holê bê rakirin.
Em ji ber vê stranê ketin nava pêvajoyeke wiha û ev bedel jî ji ber
vê yekê me da. Ev ji bo min hem wezîfeyeke dîrokî bû, hem jî me
got ji ber ku ji ber vê stranê em ketine pêvajoyeke wiha divê em vê
klîbê heta bikaribin bigihînin derdoreke fireh. Ev ji bo min
armanceke bingehîn bû. Me lêkolîn kirin, ka mirov dikare çawa bike
û di dawiyê de me ew klîba bi kurdî jî xiste CD'yê ji bo kesên
xwedî kompûter bikaribin lê temaşe bikin. Niha kurdî qedexe be
jî wê ew têkeve her malê. Di dawiyê de, niha ew ketiye her malê jî.
-Heger birêz Ahmet Kaya bijiya, wê ev klîb bi awayekî cûda
bikişanda. Dibe ku motîfên girêdayî dîrok û çandê li klîbê
zêde bikira...
Bêguman, bêguman. Ji ber ku wî derhêneriya klîbên xwe dikir û di
vî warî de xwediyê perspektîfeke berfireh bû. Ji ber ku wî bi xwe
stran şîrove kiriye, ew dizane çi hîs dike, bêguman wê tiştekî
delal derxista holê lê ji destên min ev hat. Şansekî minî din
tûne bû, tenê min dîmenên wî yên arşîvê bi kar anîn.
-Her dema ku Ahmet Kaya behsa kurdan kir, gotina kurd anî ser
ziman, bi ser wî de kevir bariyan, rastî êrîşan hat. Niha her
kes behsa kurdan dike. Em vê yekê çawa şîrove bikin? Gelo dîrok
wî mafdar derdixe?
Bê guman, gotinên Ahmet rast derketin. Tu pêvajoyeke dîrokî, tekelên
ku wê bi rê ve dibin bi paş ve nazivirîne. Mecbûr e ku wê bi pêş
ve bibin. Di demeke nêzîk de emê bibînin ku wê di televîzyonan de
stranên bi kurdî jî bên weşandin. Wê bi her zimanî stran bêne
weşandin. Divê wiha be. Ev
li Tirkiyeyê tê. Tiştê ku pêşiya Tirkiyeyê vedike jî ev
e. Mecbûr in vê yekê bikin. Ev ne qenciyek e. Wê heta kengî çanda
bi milyonan kesên ku li vî welatî dijîn tune bê hesibandin.
-Em dikarin Ahmet Kaya ji bo mirovên kurd yên ku girîngiyê
nadin kurdî wekî mînak jî nîşan bidin.
Bêguman. Ez dikarim vê jî lê zêde bikim. Wî di dema dawîn de, di
warê xwe de dest bi lêkolînê jî kiribû; kîjan zarave di warê wêjeyê
de zêdetir dewlemend e, peyvên wê zêde ne û hwd. Piştî ku
çû Ewropayê dest bi standina dersên kurdî jî kiribû. Me
mamosteyek girtibû û gelek bi lez jî bi pêş diket. Carinan
hevalên wî yên kurd bi wî re bi tirkî diaxivîn lê wî digot, 'Kurmancî
bêje, kurmancî bêje.' Ger niha sax bûya, di van heft mehan de ez
bawer im gelekî wê pêş biketa. Xwezî wiha bûya! Ji bo fêrbûna
kurdî gelekî dilxwaz bû.
-Cihê mixabinê ye ku gelek projeyên Ahmet Kaya jî nîvco mane...
A rast min hîna dest bi ji hev derxistina wan nekiriye. Ka çi heye, ji
wan çi tê derxistin. Ev kasêt ev sê sal in sekinî bû, diviyabû me
derxista. Albûm hazir bû, hatibû xwendin, lazim bû di hin merheleyên
teknîkî re derbas bibûya. Di rêza yekem de ev bû. Piştî vê wê
çi bibe ez nizanim lê tiştê din ku ez bikim û divê di cih de bê
kirin; ji bo wî sazkirina abîdeyekê ye. Ji ber ku 16'ê SERMAWEZ
salvegera mirina wî ye, divê di wê tarîxê de abîdeyek jê re bê
çêkirin. Hedefa min a duyem ev e.
Lê ez dixwazim ji gel re bibêjim ku ev zêdeyî taqeta min e,
dibe ku ez tenê nikaribim ji bin vî karî rabim. Ez dixwazim hezkirên
wî û gel tevî vê xebatê bikim. Hê zelal nebûye lê dibe ku
kampanyayek bê lidarxistin. Ez dixwazim tiştekî sembolîk jî li
wir hebe, yanî ji her aliyên welêt kulmek ax, an jî kevirekî biçûk
hebe. Dibe ku em hesabekî li ser navê wî vekin û bikin sembol. Wê
çawa be hê ez nizanim.
-Berî ku Ahmet Kaya wefat bike li ser fîlmekî jî xebat dikir.
Ew proje çi bû?
Projeyeke wî ya cidî li ser fîlm hebû lê kar û tempoya wî ya vir
destûr nedida vê yekê. Gava çû Ewropayê zêdetir li ser vê yekê
sekinî. Herî zêde ez li ber vê projeyê dikevim. Projeyeke tam li
gorî vê pêvajoyê bû. Çîrok û senaryo amade bû. Prototîpên kesên
ku wê tê de bilîzîn pir hindik di serê xwe de diyar kiribû. Ji bo
vê yekê çû herêma Baskê, li wir nerî û cih diyar kir. Wê
li herêma Baskê bikişanda. Di vî warî de ez dikarim çi bikim,
ez nizanim. Ji
ber ku li wir kêmasiyeke mezin heye. Li wir Ahmet Kaya nîn e, çavên
ku pê lê nihêriye nîn in. Ez nizanim ezê çi bikim, û ya herî girîng
jî Ahmet Kaya bi xwe nîn e. Wî wê hem derhênerî bikira, hem jî
bilîsta. Niha ev proje di valahiyê de ye.
-Ahmet Kaya helbest jî dinivîsandin. Heta niha helbestên ku wî
nivîsandine û nehatine weşandin an xwendin hene gelo?
Bila helbestvan lê negirin, ne helbest, helbestên ceribandî hene. Ji
ber ku ew li gora wî hê neqediya bûn. Hin helbestên wî yên
ceribandinê hene. Hin ceribandinên gotinên stranan jî hene ku nîvco
mane. Heger ev di nava demê de bêne berhevkirin û weşandin ez
naxwazim wekî, 'Helbestên Ahmet Kaya' lê bê nêrîn. Ew jî dilnizm
bû. Wî jî wê tiştekî wiha nexwasta. Lê dibe ku ev ceribandin
di nava demê de bêne berhevkirin û wekî têkiliyeke germ ji bo gel bêne
pêşkêşkirin.
Vegere
|
|