Xwendevanên
hêja merheba,
Bi
vê hejmara 13 re, em navnîşana AVESTA ONLINE diguherin. Ji niha û
şun ve hûn dikarin li ser navnîşana (www.avestakurd.net)
rojnameya xwe bixwînin û nameyên xwe bişînin ser vê navnîşanê
(avesta@avestakurd.net). Her
roj vîroseke nû derbasî nava xetên internetê dibe, hinek vîros bankên
dewletan tevlî hev dikin, hinek xwe dirêjî nava arşîv û belgeyên
dewletên weke Amerîka mezin dikin. Lê tu vîros weke vê vîrosa ku
derbasî nava e.mailên kurdan bûbû ne xerab bû. Hinekan vê dawiyê
nameyên ne exlaqî û ji prensîbên mirovahiyê dûr belav kirin, ew
nameyên bê esil û bê bingeh, bi naverokên xeyalî, mixabin grupa bi
navê ROJNAMEVAN rabû ew name careke din belav kir. Ew grup bi xwe jî
nayên naskirin. Hêviya min ew ku em bikaribin internetê ji bo xizmetekê
bikarbînin, bila internet bibe aleteke xurtkirina hezkirina di navbera me
de, bila nebe kîn û nefret, û me ji hev cuda neke. Ji
kerema xwe re xwe ji wan vîrosan biparêzin... Li
gel rêz û silavan Heya
careke din bimînin di xweşiyê de
e.mail: dilbixwindara@hotmail.com
|
|
|||||||||||||
|
© www.avestakurd.net * 2001 |