|
Hejmar 42, 01 Adar 2003 |
|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
|
|
|
|
Lê civînaên dewletên herême bi taybetiyên xwe bala mirovan dikişînin ser xwe, nemaze ku mirov helwestên wan dewletan dibîhîze û dîroka wan tine bîra xwe. Gelek dewletan nerînên xwe di kêşeya Iraqê de dane xwiyakirin, lê
nerînên dewletên herême yên herî balkêş bûn di nav nerînên dewletan de Emerîka û Birîtanya û dostên wan ji bo bercewndiyên abûrî, berê xwe bi germî dane ber çareserkirina kêşeya
Iraqê. Dewletên herême ji bercewndiyên abûrî dûrtir li kêşya Iraqê dinerin. Emerîka vekirî ji cîhanê re dibêje em dê şrê rijêma dictator ya Iraqê bikin, em nema razîdibin ku rijêmên
diktaror di cîhanê de bi kêfa xwe bilîzin û dest berdayî bimînin, ev rijêmên ku bi hezaran merovên sivîl û bê guneh kuştin, û çekên komkujî li dijî miletên xwe bi kar anîn. Ji ber vê sedemê em dixwazin çekan ji dest wan bigirin û wan bê çek bihêkin, eger bi xwe çekên xwe biruxînin û xwe
jê xelas bikin, başe, lê gava bi xwe nekin, emê bi darê zorê wan bê çek bikin. Em nikarin li benda wan bimênin ta rojekê ji nişkave bi hezaran xelkê me bikujin. Lê tîştê balkêş helwestên dewletên herêmene.Di dema ku dunya bi tev de di çwabûna guhertina
rijêmên diktatorî de mijole, gelo deweltên herêmê bi çi de mijolin. Tevî ku Emerîka xwe wek dost ji dewletên herêmê re dibîne û alîkariya wan dixwaze, lê ev nayê wê wateyê
ku Emerîka wan dewletan, dewletine demuqrat dibîne, vê rastiyê Emerîka dizane, dewletên herêmê jî dizanin, tevî ku mebesta Emerîka ji demuqratiyê çibe jî, lê kêşya demuqratiyê li meydanêye. vê rastiyê tirsek mezin xistiye dilê wan dewletan. Îro sira Iraqêye, siba jî sira wane, ev gotin
vekirî di amêrên ragihandinê de tê gotin. dostên îro dibin dijminê paşerojê, di jiyana siysetê de ev yek ne xerîbe, siyasetmedar û desthilatdar vê yekê baş
dizanin. Lê tirsa ji vê mezintir ewe ku di vî şerîde sînorên dewletan bên guherandin. Ev sînorên ku di destpêka sedsala
bîstan de bi destê Firensa û Birîtanya hatin danîn, îro guman heye ku bi destê Emerîka û Birêtanya bên guherandin. Gava ev yek tê ber çavê wan dewletan, taybet dagirkerên kurdistanê, raste
rast tê bîra wan ku mafê hin miletan di zikê wan de maye, ew mafê ku rojekê Firansa û Birêtanya da wan îro guman heye ku ji wan bê standin. Çi hêza wan heye bi kar tînin û ji Emerîka dixwazin ku tu gehertin nekeve sînorên dewletên herême, ji Emerîka
dixwazin ku erdê Kurdan di dest wande bimîne, amedebûna xwe di her warê alîkariya Emerîka de didin xwiyakirin bê qeyd û şert ( her yek li gor rola xwe )ji bilî çêkirina dewleteke kurdî, vekirî dibêjin:em amedene her alîkariyê bikin, tenê win tu zozî
nedin kurdan.Nimûna herî balkêş ji helwesta wan eve: Di bernameya Bêsînor ( bîla hidûd ) ya ku televizyona Alcezîre di 26 şibatê de hate weşandin, şalyarê
derve yê Turkiyê Yşar Yakiş li ser civîna Stenbolê weha got: Em dewletên herême kum bûn, ne li dijî Iraqê rawestin , em kombûn ji bo parastina yekbûna Iraqê, ji bo paristina axa
Iraqê, divê Iraq bizanibe ku em kombûn ji bo rênedana parçebûna axa wê, ev yek her kes ji kesîre nake, em wek cîran tu carî nahêlin axa Iraqê bê perçekirin. Gerege Iraq kêf xweşbe û spasdarê mebe. Mebesta şalyarê derve yê dewleta Turkî û dewletên herêmê ewe, ku ew tu carî nahêlin dewleteke kurdî di herêmê
de çêbibe. vê yekê rastiya tevgerên wan dewletan da xwiya kirin. Vaye careke din dewletên dagirkerên kurdistanê bi serkêşyîa dewleta
Turkiyê bi hemû hêzên xwe, li hember mafê gelê kurd disekinin.Lê gelo ta kengî wê ew kanibin li hember pêvajoya dîrokê bisekinin ?!! 28-02-2003.
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2003 |