|
Hejmar 11 |
|
|
Hezîran 2001 |
|
Wergerandin:
Mem
Mîrxan
(Ji
Diyarbekirê)
Ber êvarek gelek xweş e. Çerwiyaqovê ku bi xweşengiya
xwe ji bedewiya êvarê ne kêmtir e. Li rêza duyem rûniştiye,
li Opereta "Çamên Qornevîl" temaşe dike. Dema ku temaşe
dike xwe li ser lûtikê zewqê dibîne. Lê
belê bicarekê...
Dibe ku hûn gelek caran di çîrokan de rastî peyva "lêbelê bi
carekê..." hatibin jî mafê nivîskar e. Jiyan bi tiştê ku
mirov napê dagirtiye... Belê bi carekê rûyê wî quncivî ser hev, çav beloqî
bûn û bêhn lê çikiya.... Bi semtika dûrbîn danî erdê, xwe daqûl
kir û pişkiya. "hepşûûû ûû..!" Belê pişkiya.
Pişkandin li tu derê li tu mirovî nehatiye qedexekirin. Mûjîk jî,
serokê Polêsan jî dipişkin. Heta yek caran rawêjer (musteşar)
jî dipişkin.Herkes dipişke. Ma di destê mirov de ye?... Çerwiyaqov
tew jî di ber xwe de neçû. Bi destmala xwe dev û pozê xwe paqij kir.
Wek mirovekî maqûl li derdora xwe nihêrî
hela bê ka kesek jê
aciz bûye yan na. Şermezariya wî jî tam di vê kêliyê de dest pê
kir. Çerwiyaqov dît ku mirovek serzelût û destlepik di
destde bi baldarî serê xweyê keçel û paşstûyê xwe paqij dike û di ber xwe de jî dike pile pil. Kaloyekî
naskirî bû. Ew
generalê Siwîl Birîzjalow* bû. Di Wezareta Ragihandinê de dişuxulî. Fikirî
û got: "Pekiya ser wî" Gerçî ne fermandarê min e. Lê bila
nebe disa jî tiştekî ne baş e. Pêwiste ez lêborîna xwe jê
bixwazim. Çerwiyaqov bi kuxte kuxt û bi hemî gewdeya xwe ya qeraşe
ber bi guhê general daqûl bû devê xwe kir guhê generalê û got:
"Ezbenî ji kerema xwe re li
min negire, min ser we lewitand... bêhemdî..." got. "Tişt
pê nayê..." "Ji bo Xwedê hûn ê min bibexşînin? Ez ...
ewk... min nexwest lê mîrata..." "Ji kerema xwe re rûnê. Dev jê berde. Ka
bisekine ez piçek behna xwe berdim." Çerwiyakov gelek di xwe de şikiya, xav xav bişirî û disa berê
xwe da dikayê. Erê temaşe dikir lê ew ta'm û lezeta berê ew dilfirehiya nema bû. Bêaramiyêmêjiyê wî dikojand. Di
navbera perdeyê de ber bi Birîzjalov ve çû, piçek li dora wî geriya,
pişt re tirsa xwe revand û got: "Ezbenî min ser welewitand....
min bibexşîne... Belê ez... min ne dixwest bila ewk bibe..."Generêl
got: "Xwedêyo ev çi evdalî ye? Min bi zorê ev ji bîr kiribû. Lê
tu tim dugîsin (du bare kirin)dikî û dev li lêva xwe ya jêr kir. Çerwiyakov di bin çavan re li Generêl
dinihêrî. "Dibêje min ji bîr kiribû. Tu wê ji kumê min re bêje.Mirov
newêre li çavê wî binêre agir jê dibarin, agir." "Kuro
naxwaze bipeyive jî. Ê bi Xwedê min ew li ser vê avdestê nehişt...
Dive ew jî bizanibe, pişkandin zagoneke mirovane û xwezayî ye.Belê
ez wiha difikirim. Lê ew... ew ê nebêje bi zanebûn tifî ser min kir?
Aniha nefikirî jî wê paşê wisa bifikire." Çerwiyaqov dema ku vegeriya malê ev rûreşiya hanê
ji jina xwe re jî got. A rastîn jina wî tew guh nedayê. Piçek tirsiya
lê dema ku hîn bû General Birizjalov mirovekî "biyan e" bêhna
wê hat ber. Ji mêrê xwe re got: "Disa jî biçe lêborîna xwe jê
bi xwaze. Bila nebêje wek hirçan e, nizane di nav mirovan de tev bigere.
" "Jixwe pirsgirêk
jî ev e. Min lêborîn jê xwest lê ew bi awakî seyr.... tu dibêjî
qey devê wî kirê dixwaze, tu peyvek bikêr jî ji devê wî derneket.
Gerçî dema ku em dipeyivîn jî tunebû. Dotira rojê Çerwiyaqov, çû porê xwe kur kir, unîformaya
nû li xwe kir. Disa rûyê xwe da bin lingê xwe da ku biçe ji nû ve
meselê rawe bike. Dema ku Ket hoçika (odeya qebûlê) General, dit ku
ode tije xwedî xwestek in. General Jî daxwaz û xwestekê mêvanan
guhdarî dikir. Piştî ku çend xwestek guhdar kirin bala xwe da Çerviyaqov.
Çerwiyaqov got: "Ezbenî bînin bîra xwe li <Arqadyayê*>,
pişkiyabûm û... bêhemdî.... min ser we lewitandibû... min
bi zanebûn..."
Generêl
got: "Çi
tiştekî tewş! Bêtûte! " got û vegeriya
xwedî xwestekê di rêzê de: "Hûn çi dixwazin? Tu
çi dizwazî?" Çerwiyaqov: "Himm ,naxwaze bipeyive ..." Rû û rûçik lê
bû wek zerika hêkê. "Bila biqehire, ez dev jê bernadim. Ez ê jê
re rawe bikim." General hevdîtina xwe ya bi xwedî xwestekê dawiyê
re jî qedand. Berê
xwe da hundir. Çerwiyaqov jî da dû wî û bi pişte pişt got:
"Ezbenî heger ez diwêrim cenabê
wek we nerehet bikim, sedem gişk poşmaniya min e. Dive hûn
jî bizanibin bê hemdî çêbû. Generêl berî ku dipişt derî de
winda be, destê xwe bi awakî kelogirî li ba kir û got: " Hûn
tinazê xwe bi min dikin?" Çerviyaqov xwe bi xwe got:"Di vê
yekê de çi tinazî heye ez tê nagihîjim. Tu carî tinaz minaz tune ye. Lê
general naxwaze fêhm bike. Ger wisa ye, êdî ez tu carî ji vî mirovê
serhişk lêborînê naxwazim. Bila
rûyê wî ji min re heram be. Ez ê jê re nameyêke bişînim. Lê
min edî pel sêmûga wî nekir û ez neçûm ber deriyê wî. Dema ku
vedigeriya malê wiha difikirî. Li
wî name nenivisand. Da ser hev, da berhev nizanibû dê çawa binivîsîne.
Dotira rojê disa bi rê ket, belê çû ku rewşê ji nû wî serwex
bike. Dema ku Generêl awirên xwe yê têr pirs vegerandin ser wî; Çerwiyaqov
bi pile pil: "Duh weke cenabê we jî got, min tinazê xwe bi we
nekir. Ez ji bo ku pişkiyam ser we... min xwest ku ez lêborin a...
tinaz derbaskirin tew di ber hişê min re derbas ne bû. Ku ez bi we
tinazê xwe bikim êdî wê dinya xera bibe...çima Xwedê canê min nastîn
e. Generêl reş xeriqî, destê wî mina destar çûn û hatin û bi
carekê de got: "Bicehime:" Çerwiyaqovê şewşî bi
dengekî nizm got: "Çawa..?" General lingên xwe li erdê
xistin: "Ez ji te re dibêjim bicehime!" Ji nava dilê Çerwiyaqov
wek tiştek biqete. Êdî
ne dibihîst ne jî didît. Bererepaş bi deriyê ve berebaş vekişiya.
Derket derve .Tekel mekelî, bi lukumîn meşiya(sendeleyerek) û wek
mirîşka şewşî vegeriya malê. Tevî uniformayê xwe, xwe li ser sedrê (diwan) dirêj kir û... mir. Arkadya:Şanoyek ku bexçê wê ji heye û li Petersbûrgê ye. Generalê sivîl:Li Rusyaya çar Peyeke
sivîlî ya gelek bilinde. Çamên Qornewîl:Ev operet Compozîtorê Fransewî ji bûyerek ku bi
rastî jî li
Sanoya Bolsoy derbas dibe ilham girtiye û nivisandiye.
|
|
|||||||||||||||||||||||||||||
|
© www.avestakurd.com-2001 |