Hejmar

11

Hezîran

2001

  AVESTA… di xizmeta çand û hunera kurdî de ye… bixwînin… jêre binivisînin, nêrînên xwe bê sansûr têde bînin ziman… nûçeyên hunerî, edebî yên ku hûn dibhîsin, ji AVESTA re bi rêkin, emê jî ji aliyê xwe ve berhemên we li hemû cîhanê belav bikin… hûn li kuderê dibin bibin, bi e.mailekê, di kêliyeke kurt de hûn dikarin bi me re têkevin têkiliyê… *** AVESTA… di xizmeta çand û hunera kurdî de ye… bixwînin… jêre binivisînin, nêrînên xwe bê sansûr têde bînin ziman… nûçeyên hunerî, edebî yên ku hûn dibhîsin, ji AVESTA re bi rêkin, emê jî ji aliyê xwe ve berhemên we li hemû cîhanê belav bikin… hûn li kuderê dibin bibin, bi e.mailekê, di kêliyeke kurt de hûn dikarin bi me re têkevin têkiliyê… *** AVESTA… di xizmeta çand û hunera kurdî de ye… bixwînin… jêre binivisînin, nêrînên xwe bê sansûr têde bînin ziman… nûçeyên hunerî, edebî yên ku hûn dibhîsin, ji AVESTA re bi rêkin, emê jî ji aliyê xwe ve berhemên we li hemû cîhanê belav bikin… hûn li kuderê dibin bibin, bi e.mailekê, di kêliyeke kurt de hûn dikarin bi me re têkevin têkiliyê… ***

 SerRûpel

_Ji Edîtor

_Şahînê Bekirê Soreklî
_Günay Aslan
_Mehmet Uzun
_Selîm Berekat
_Konê Reş
_E. Helîm Yusif
_Anton Çehov
_Z. N. Berwarî
_Berken Bereh
_Nejdet Buldan
_Imer Kalo
_Şûjin
_Nûçe
_Berhemên Nû
 

Arşîva AVESTA niha ne amade ye, di rojên pêş de emê wê amade bikin

 

. avesta@avestakurd.com

 ? Ji Edîtor:    Dilbixwîn Dara

ZAROKTî

 

zaroktî...

jiyan û rojên herî xweş…

zaroktî…

dilsoziya ku di tu temenan de nayê dîtin…

zaroktî…

hezkirina ku tu caran ji bîr nabe…

 

bêriya te dikim zaroktiya min!

 

Tînim bîra xwe zaroktiya li kolanên bajarê di bin têlên tixûb de…

 

Toz û ecaca ku em kor dikirin tu caran ji bîra min naçin. Lê dema ku me xwe li patosan dikir! di dema çinîna zeviyan de, weke ku em li balafiran siwar bibin, ji kêfxweşbûna em difiriyan.

 

Tê bîra min dema ku bavê min diçû Helebê, ez heta Golê li pey Otubusê dibeziyam û digiryam, heya ku bas bi dûr diket û wenda dibûmin xwe di erdê dida, min dixwest ez pêre biçim bajêr. Lê ez bi xwe re nedibirim, ez têra dilê xwe digiriyam û poşman poşman li mal vedigeriyam, min bi girî xwe davête hembêza diya xwe, ku tiliyên di nava porê min re dibir, eniya min radimûsand û digot: “Negirî, wê careke din te bi xwe re bibe…”

 

Wê rojê ez li Hollanda bûm, min ji cem dostê xwe Xalidê Heno kasêta Reşîd Sofî anî. Ew jî xweziya xwe bi zaroktiya xwe tîne, distirê:

 

“Xwezî hêvî pêk batana,

Ew rojên xweş vegeryana

Em zarok bûn, evîndar bûn

Tiştên berê bûn xewn û çûn”

 

Dema ku gotin tê ser zaroktiyê hêstir dikevin çavên min. Ez bi ser sî salî ketime, lê dîsa jî mîna zarokekî bêriya dê, bav, xwişk û birayên xwe dikim, mîna zarokekî ji wan hez dikim, mîna zarokekî li paşeroja xwe vedigerim û serpêhatiyên heya îro roj bi roj tînim bîra xwe.

 

Ez çi bibêjim, çi bikim! Zaroktî min ber bi xwe ve dikişîne, ma di dest min de ye, ez nikarim mezin bibim… Mezinbûn li min nayê, ma hezkirina min jî ne weke ya zarokekî bû!

   

Welat, dayîk, hevalên zaroktiyê, bîranîn, bav, xwişk, bira... ditirsim careke din wan nebînim. Tenê tirsa min ev e. Ev xerîbî ji min re dibe mîna gorekê, dibe kabûseke xewnerojên min. Ji we hey dikim, heykirina we jî ne kêmî evîna min e.

 

Biborînin, nikarim ramanên xwe bicivînim ser hev, weke sazbendekî ku têlên tembûra wî qetiya be, ez li xwe heyirî me, ezê çawa bikaribim we bi vê hezkirinê bihesînim!

Heya careke din...

Bimînin di xweşiyê de  

 

e.mail: dilbixwindara@hotmail.com


Têbiniyek,

eger ku ne zehmet bû ji kerema xwe re suretekî xwe jî bi nivîsa xwe re bişînin. Spas


wMedya Kurdî

wPartiyên Kurdî

wSaziyên çandî

wMalperên KESAN

wNûçeyên Rojane

wMedya Tirkî

wMedya Erebî

wMedya Farisî

wMedya Cîhanê

 © www.avestakurd.com * 2001