|
Berevkirina
Amed û Zînê
- Huklo
(yeklo), duklo, dumpazê. ·aşo, quto, repazê. Kêçê, mêçê hilqêçê.
Qereqotik, fis pirçik (E )
-
Epelem, depelem, kêz li berber, fincik mincik, l'ubê cucik (E).
-
Evelim, develim, kêz li berber, hincik, mincik, la'bê cu'cuk (E).
- Hiklê,
diklê, çarŞem belê, arevingê, bîst qulingê, hestiya kewa, kewa
firrî, bîstek (E)
- Mêşê,
mêşê, çepil kuda, nav mala da, mala kê da. (E)
- Bişkol,
bişkol, temam bişkol, ava zengî, xol-xol bengê, Morî canê,
gulfîncanê, çûme şikeftek tarî, min dît kewek dinalî, min go:
kewê te xêr e? Go : pî-qanadê min şikestî. (K )
-
Kebaniya, ya eslan, patatên, ya Xwedê (K).
- Lîr,
lîr, dêya te kir e'lora (xwarinek ji ard, av û rûne) şîr, para
filanî ji bîr. (K) ji bo lîstika çav-qurçonekê ye)
-
Balbortan, xweş balbortan, salek duduyan, çûm çiyan, çiyan
vegeriyam ketme ciyan, anê, bavo, sol û gorê min qetiyan, sêla sorê,
xwe pê meke, sêla sorê xwe pê bike (K). (Lîska ku zarok xwe di ser
hev re çedikin).
- Hêkekê,
hêlanekê, deqdaşî, bêlî başî nelvî, kete vî. (K)
- Kodê,
kodbarûdê, zengilzava, mîr Mustefa, lipka tirî, li te xendirî, du
mara reş, mîr xatûnê, gula ges, ez û tu xweş (C )
-
Yeklo-duklo, dompazê, quto-şaşo repazê, kêçê-mêçê hilqêçê,
qere-qotik, fispirçik (E).
- ïnê,
înê, ûçê dînê, bêlbêlanê, qirşêdanê, çadir e, gêdir e,
mançik e, qazîx e, qurenfîl e.
- Metê,
metê, ser-sepetê, ji kerê de ketê, ker fetisî, met reqisî (E).
- Besê,
Besê dûv meqesê, kêvir gêr ke, bane mêr ke, mêr Hecî ye, tivangcî
ye, kew kuştiye, para Besê ne hîştiye, Besê xwe bi kutekê kuştiye.
- Sekê,
sekê, sêranekê, hilpizan e, dapizan e, gunê çepê çeplemizê, ana Gûzê,
serkişkînê, gû peçîne.
- Yeklo,
duklo, dumpazê, şemso, quto, repazê, kêçê mêçê, araqçê,
qereqotik, fis birçî.
- Artûtik,
berbertûtik, çagdîlanê, berbertûtik, ne livî, kete vî.
- Zarok
hevdî ditirsînin, dibêjine hev : beh! ê dinê lê vedigerîne : kêzik
metika te!
- Gava
zarok kêsûyan (kêsefis, kênefis) dibînin, wisa li ber distrên : Kêsufis
çîçkê ji min re bireqis, qiçkê mêra bi heft zincîra hatine te,
bireve.
- Heso,
Hiso, Weyso, Remo, lawê Rema-rûtê, Reme-rût li xwe, kurik, perik,
Qasimê Dirsim. (E).
- Tî-tî-tî-tî,
berefîtî, zavê Mila ket bin cila, hûr û pişt veqelişt.
- ·epê,
reşê, Erebanê, xûlxûlanê, istê kewê, da ber mêwê, mêw a tirş
e, pêle (pêlêkê) fişefiş qetandî, gû pecandî, paçê bi
zelq, li dêv bû melq, paçê bi rêx bi dêv da bû mêx, paçê bi gû
bi dêv da bû dirû.
- Pîzil,
pîzil, dankê ber gulanê, gula min qamûş e, suware fîşefîş
e, kekê min çawîş e, çawîşê biçûk e, jê re bûk anîne,
bûka Hesendêran, sêva sorik li fekê, ûç bi qurban serî kekê.
-
Malkek, du malik, sê malik 'El bi lêw va, ev jî bi ber xwedê va (E). (lîskeka
bi kevira ye).
- Çîrok,
çêrok, Me'mkê gêrnok , paçê zelq, devê filanî bû melq (E).
- Dema
ku çîrok kuta dibe tê gotin : çîroka min li deştê, tîr-kevan
li piştê, rehme li vê cime'tê (E). Yan dibêjin : çîroka min li
deştê, kete binê teştê
- Zarok
dema ku dixwazin bi tirqiya bi hev kevin dibêjin : ï birçî bibeze kêlekê
çêrçî, î tî bibeze misînê qelincî. (E).
- Dema
zarok bi hev re dilîzin di ber lîzkên xwe re dibêjin : Ê paşiyê
cilka tajiyê, ê ortê sila kortê, ê pêşiyê Rîsê.
- Dema
zarok kêsûfisekî dibînin, dibêjin : "Kêsûfis, kêsûfis,
Çîçkê ji min ra bireqise, Ezê qîzê metkê xwe bi te dim". Yan
jî dibêjin : "Kêsûfis, kêsûfis, Çîçikê ji min ra bireqis, Kûçikê
dela hatin te, Metirs ez î li barî te, Tev zincîrê radim te".
- Çîroka
zariyên Kubaniyê : Çîrokê, çîrvenokê, çûm henara, da kenara,
çûme gozan, da tîzan, çûm gêris pê perpitîm, çûm tirî pê mirim.
(K)
- Li
Kubaniyê dema baran ne dibarî, zarokên gund li pêş malan dicivîn
û digotin : ·ûlkê, şûlkê, tasek avî zehmanê, berda binî
leganê, legan qul bû, av tê çû, tasa Hecê bin va çû.
- Dibêjin
berê Kurda rojî digrtin û digotin : ïşev bi nêtim, sibe berhêtim,
tît Remedan, min dênê Xwedê da ! (C)
- Lîskeka zarokan e, du kom zarok
li hev vedigerînin :
«A» «B»
1- Hêştir, hêştir bangê?
1- Textê te rewangê
2- Hêştirê
te ku de çû ? 2- Çû ça û baniya
3- Çi
dixwe ? 3- Kakilê gûzê
4- Çi
dirî ? 4- Zêr û zîv
5- Daweta kîjan kurrî ? 5- A vî
kurrî
vegere |