Ber
çend rojan serokê îraqî xelateke din girt.
Di kombûneke fermî de “Mertalê Cîhadê” ji bo wî hat
dayîn. Di axiftina xwe
ya di vê kombûnê de Seddam Husên bang li Kurdên Îraqê kir ku
li gel hukûmeta wî beşdare guftûgo bibin.
Li gel ku wî rêxistinên kurdî bi nav nekirin û li gel ku
ev demeke mîdyaya îraqî serokên rêxistinên başûrê
Kurdistanê dîsa wek xayîn bi nav dikêye jî, ev ragîhandina
serokê îraqî di nav Kurdan bi xwe de û di mîdyaya cîhanî de cîhekî
grîng girt. Ji bîr neçêt
ku ev ne yekemcar e desthelatdariya îraqî bang li Kurdan dike ku
dest ji “hevkariya li gel welatên biyanî” berdin û beşdare
guftûgoya li gel wê bibin. Di rastiyê de ragîhandina serokê îraqî ne tiştekî
nû ye, ne jî di siyaseta hukûmeta wî de çi guhetrtinên di
derbarê Kurdan de hene.
Dema
mirov bi şêweyeke rasteqîne û bi çavên objektîv li rewşa
Îraqê û ya li başûrê Kurdistanê binihêre du wêne têyên
ber çavan:
1)
Wêneya li Bexdadê: Di wê wêneyê de tiştek nehatiye guhertin.
Recîma desthelatdar her di dest Seddam Husên de ye.
Hukûmet ew e, partiya Beis ew e û wek li hemî welatên ku
tê de desthelatdarî di dest recîmên stalînîst û faşîst
de ye li vî welatî jî partî, dewlet û hemwelatî di bin fermana
serok de ne û xizmetkarên wî ne.
Her tişt di dest serok de ye û bi serok ve girêdayî
ye. Bêyî serok ne
partî heye û ne jî dewlet. Wêneya serok li her derê ye û dewlet ji gel dipê ku “bi
ruh, bi giyan û bi xwînê” ji bo serok fîdakar be.
Kurd
dikarin ji guftûgoya li gel hukûmeteke wisa ya bi seroketiya
serokekî wisa çi bipên? Guman
tê de niye heke ew li gel Bexdadê bigihên ittîfaqekê xwebêj ê
ew be ku pêwîst e Kurd dest ji danûstendinên li gel rêxistinên
hukûmetî û nehukûmetî yên derve berdin.
Parastina başûrê Kurdistanê ji aliyê firrokên
emerikî û înglizî ve divêt bi dawî bêt û rêxistinên kurdî
dê nikaribin bêyî razemendiya Bexdadê çi gavan ranin.
Bi gotineke din, desthelatdarî dê ji nû ve têkeve dest
hukûmeta li Bexdadê, çiqa desthelatdariya herêmî bi nav di dest
Kurdan bi xwe de be jî. Bi
îmzekirina ittîfaqeke wisa pirsa kurdî dê ji nû ve bi seri û
binê xwe ve bibe pirseke hindirîn.
2)
wêneya li başûrê Kurdistanê:
Di van 10 salên borîn de guhertinên mezin li başûrê
Kurdistanê, li beşên di bin desthelatdariya kurdî de; li gel
hemî aliyên nerênî yên salên borîn jî; cîh girtin.
Li deverên di bin desthelatdariya kurdî de demokrasî,
bazirganî û rewşa siyasî ber bi pêş çûne.
Serokên Kurdan di nav van 10 salan de gellekî hatin
guhertin û ji tecrûbeyên xwe fêr bûn.
Çiqa navê Kurdistanê wek welatekî xwedan dewleteke
serbixwe di lîsteya rêxistina Neteweyên Yekgirtî de nebe jî başûrê
Kurdistanê di rastiyê de wek dewleteke biçûk bi rê ve diçe.
Heke li şûna du hukûmetên kurdî yek hukûmet hebûya
bêguman wêneya dewleteke serbixwe dê bêtir ji rastiyê nêzik bûya.
Lê çawa be jî desthelatdarî di dest Kurdan de ye û
şerê navxoyî ev demeke rawestiyaye.
Wêneya li başûrê Kurdistanê bi gellek şêweyan
ji wêneya hêrêmên îraqî yên di bin desthelatdariya Bexdadê
de cuda ye. Lê tiştê herî grîng ev e:
Li herêmên başûrê Kurdistanê yên di bin
desthelatdariya kurdî de mirov ne neçare ku bibêje “bi ruh, bi
giyan û bi xwînê ez fêdakarê te me serok Seddam.”
Heke başûrê Kurdistanê dîsa têkeve bin
desthelatdariya hukûmeta îroj li Bexdadê ev wêneya dê bête
guhertin, televizyonê, radyo û weşanên pirralî dê
nikaribin karê xwe bêyî wêneya serok û tirsa ji wî bidomînin
û gellek destketiyên di nav 10 salan de ê ji holê rabin.
Heke
wisa bêt, gelo çi hêvî dikare bi cîhgirtina guftûgo hebêt?
Yeketiya her du wêneyên li jor dikar tenê bi encama şertekî
pêkan be: Sîstêmeke
federal ku tê de Kurd bi şêweyeke rasteqîne desthelatdariya
herêmên xwe bikin; sîstêmeke ku tê de Kurd neyên neçarkirin
ku bi “ruh, bi giyan û bi xwînê” ji bo serokê li Bexdadê
canfîda bin; sîstêmeke ku tê de Kerkûk herêmeke kurdî be, ku
tê de istixbarat û hêzên îraqî ji herêmên kurdî dûr bimînin;
sîstêmeke ku tê de siyaseteke pirralî li Kurdistanê hebe...
Gelo
mirov bikaribe ji recîma îraqî ya îroj pejirandina şertên
wisa hêvî bike? Bêguman
na! Heke wisa bêt cîhgirtina
guftûgo jî bêyî xwebêj e.
Her du rêxistinên serek yên başûrê Kurdistanê, PDK
û YNK, vê yekê baş dizanin, lê hêza wan bi sînor e.
Ji aliyekî ve ew haydar in ku ne DYE û ne jî çi welatên
din amade ne parastin û piştgiriya ji bo başûrê
Kurdistanê misoger bikin. Li
milê din, ew naxwazin peywendiya li gel Bexadê bi carekê ve
bibirrin; dixwazin deriyekî her vekirî bihêlin da ku heke rojek
hat û piştgiriya emerikî ji holê çû Kurdistan dîsa tar û
mar nebe û ew neçare jinûvedestpêkirina şerê ser çiyan
nebin, tiştekî ku li gor dem û dewrana îroj nema di cîh de
ye. Her du rêxitinên
kurdî hêvîdar in ku qe nebe rewş wisa bi salan bidomîne da
ku rojên ji bo Kurdan munasibtir têyên.
Heta heke ew beşdare guftûgo bibin jî ew baş
dizanin ku gihîştina ittîfaqeke rêk û pêk li gel recîma
îroj ne pêkan e, ne jî bawerî bi wê dibe.
Hukûmeta
Seddam Husên jî ji rewşê baş haydar e.
Ew ji Kurdan wê daxwazê dike ku li Bexdadê vegerin da ku
ji vê yekê qezencên siyasî, aborî û propagandayî bi dest xe
û hukûmeta emerikî li pêş çavên cîhanê rûreş
diyar bike. Ji ber ku
nikare Kurdan li gor daxwaza xwe wîne ser rê ew carine gefan li
her du rêxistinên kurdî dixwe û wê bizavê dike ku wan bitirsîne,
lê dizane heke ew hêrîşeke mezin bibe ser wan ew ê rê ji
bo hêzên emerikî veke û heye ku Waşington car din hêrîşê
bibe ser Bexdadê.
Ev
rewşa li jor ermeniyekî di rojên zaroktiya min de li bajarê
Kobanî dima tîne bîra min. Wî
digot, “Baba, ew jî ser me da dikene, em jî ser wî da dikenin.”
Yanê, ew û hevalê xwe bi hev re ne durist bûn, lê her du
aliyan jî ji bo berjewendiya xwe, û bi encama rewşê, wisa
diyar dikirin ku ew bi hev re dilsoz in, li gel ku baş dizanibûn
ew hev dixapînin. Bi
gotineke din, Kurd naxwazin li gel recîma Sedam Husên beşdare
guftûgo binin, lê neçar in ta ji dest tê xwe ji bo Bexdadê wek
neyar xuya nekin. Hukûmeta
îraqî li milê din, heke ji dest bêt, ew ê kurdan zindî biguro,
lê ji DYE newêre û wê hêviyê dike ku Kurd rojekê xwe bi xwe dîsa
li wê vegerin. Her
maweyekê carê Bexdad ê ragîhandineke rotînî belav bike da ku
ji herêmê û civata navneteweyî re îspat bike ku başûrê
Kurdistanê “bakurê Îraqê” ye û dê wisa jî bimîne.
Bi kurtî: ragîhandina serokê îraqî ya dawîn ji rotînê
bêtir ne tişt e. Bersîvên
Kurdan di derbarê pêşniyaziya wî de danî her weha ji rotînê
bêtir ne tişt in, û heta heke guftûgo aşkere yan veşartî
dest pê bikin jî, ew jî dê rotînî bin û nikarin çi encamên
rêk û pêk li gel xwe wîne.
(21/07/2001)
vegere
|