Hejmar 16, Mijdar 2001

e.mail: avestakurd@hotmail.com                                                            Edîtor: Dilbixwîn Dara

Medya KURDî

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Nûçeyên

Rojane

Medya

Tirkî

Medya Farisî

Medya

Erebî

serrûperl

 


DISELMÎNE

Dixwazim helbesteke binivîsim
Ji giriyên te pêk hatî
Xwêhdanek min digire,sawek min radipêçe
Banga paşîvê dike pîrika min
Roj nîvro
Çar alî qîr û zilmat.

Dixwazim helbesteke binivîsim
Ji janên te pêk hatî
Qermîçek dikevin xewn û xeyalan
Silavên ji dil jî dilerizin
Li ser çavê bajêr êdî tenê toze
Xwîne xwe dişo di gepên min de
Bahoze dimeşe ber bi balgîfan.

Dixwazim helbesteke binivîsim
Ji temenê min pêk hatî
Mindalek porê xwe şeh dike ji qirêjê
Evîn diqefile
Bajar pişta xwe dide xewê
li deverek dûr mexel tê dengê te

dixwazim helbesteke binivîsim
ji çavên te pêk hatî
bi nazenîn diherike xwîn
bi bêhneke binefşî
bi şahî û xweşî
serpêhatiyek nû
bajar ji xew radike
vedike
rê ji ker û qopan re

rûyê te dawerivandina evînê diselmîne!

KEFXWEŞÎ Û QEHR

Dibihîsim pê kêfxweşim
Bihar zîl daye li deşta Omeriyan
Newroz bi hezaran hatiye pîrozkirin
Bi kenê Amedê xemiliye keskesor
Li jêr
Li jor
Bi xwestekên şabûnê diherikin robar
Pora te bayek tolaz dîl girtiye
Û evînê xwe berdaye newalan
Hevalan
Civînek argûnî lidarxistiye
Biryarek hatiye girtin ji bo zimanê me yê birîndar
Aniye li ser sifreya bajargundan daniye.
Li vir
Şevek mir
Gulek çilmisî
Çivîkên nikul zer
Li pey xeyalek ker
Xwe xwarin
Û ez
Dikim bifetisim
dikim biçirim
biteqim...
Ji van bişkulên bi jan bi jehr
Û ji vê jiyana çêbûwar.

ME JIYAN  BI  XWîNA  XWE MEYAND

Me bi destê xwe vekir girêka jiyanê
Çarenûsa xwe nivîsand
Û bi rê ketin.
ne ba yê ziryan karî bi me re bimeşe
Ne siya me karî berxwe bide
Xweşmêrê dîrokê em bûn
Xwişka heft bira û
Birayê heft xişka em
Di berbangên argûnîde
Di asoyên binefşîde
Nerme nerm
Bi nazenîn
Robarên diherikin
Qulingên bask zêrîn
Û eyloyên heft rengîn dîsa em bûn.
Yek  car tenê ne kulî dengê me
Lûtkeyên zinaran ji me şermkirin
Serî tewandin herekol,agirî
Bê gilî
Hê jî dimirin
Xoşewistên evîndar.

Bi nanê tisî
Bi dizî
Roj bist û çar saet
Berfmalka gemariya jiyanê
Hilberîna çîna nûjen
afirand.
Şand
Li çarmedor gerdûnê
Belavkir
Tovê evînê.

Ger hûn dixwazin
Awirek vedin li kelepora dîrokê
Ne gelek dûr,hûr û kûr
Li asoyê rêzeçiyayê zagros binêr
Li deviyên reng e reng  ên Çîpasê
Li Tamîlên reştehlik
An li newal û dehlikên bajarokan
Ku her dilek bû ye agirek
Şuna al wêneyek me di destdaye.

Em kêfxweşin,ferişteyên rû hîv mist didin giyana me
Ji xezal û  nêriyan qewmeke nû çêbûye.

                                     Veger

 

  Mehkûmên Breyîlza Partizeke sizasî ava dikin

Şahînê Bekirê Sorekî

Çend Helbestên

Berken Bereh

Li Brezîlya mehkûman partiyek ava kirin

 

 

 

 

 

 

 

 

 
 
 
 
 
 

©www.avestakurd.net