|
Hejmar 16, Mijdar 2001 |
|---|
|
|
|
|
|
Doktorekî pispor di zanistiya kopîkirinê de
diyar kir ku derfetên berfireh li cem zanyaran peyda bû ye ku di dawiya
salê de însan bi rihetî werin kopîkirin. Dr.
Banayoutis Zavous (bi eslê xwe Qubrusî ye) ku bi doktorê Italî
Sivirino Antonyori dixebitî re dixebite, daxuyaniyek da Ajansa Rueter û
got ku „wan nêzîkî li kopîkirina însanan kirine, lê belê ew
meraqa reakisyona raya giştî dikin...“ Banayoutis
Zavous berdewam kir û got “di nava sê çar mehan de emê bikaribin însanê
yekemîn kopî bikin.“ Zavous
dibêje ku tiştekî ne exlaqî di vê xebata wî de tune ye. Li
gora ku dibêje, armanca Banayoutis Zavous ji vê xebatê ewe ku alîkariya
kesên ku zarok ji wan re çênabin bike,
Banayoutis
Zavous, ku li Amerika dijî, dibêje ew hewl nade ku şexsiyatên meşhûr
kopî bike, yan jî yên mirî. Weke
tê zanîn di sala 1994 de alîkariya jineke 62 salî kiribûn ku zarok jêre
cêbibe. Banayoutis
Zavous diyar kir ku wê xebata wan re alîkariya bi hezaran kesên ku
zarok ji wan re çênabin bike. |
|||||
|
|
|||||
|
|
|||||
|
|
|||||
|
|
|||||
|
|
|||||
|
|
|
©www.avestakurd.net |