|
Hejmar 20, ADAR 2002 |
|---|
|
|
|
|
|
Maşella Özkurd û xurifandina Siyasetvanan
Hûn
dibêjin ziman… bi
qurbano ziman, bi heyrano ziman… ziman ha ziman, lê ji bo ku hûn bi vî
zimanî qunuşmîş bibin, qampanya berî her kesî bi we lazime,
kuroooooo De werin ji vê cumlê annamîş
bikin: “ROJEVA KURDÎ YA CÎHANÊ” ev
navê programeke MEDYA TV ye. Bi serê we be, hûn çi jê fêm
dikin. Oxlimo, oxlimê, ne tenê gotineke, navê programê ye, lawo… em
rezîl bûn…
Neyse,
merheba arqadaşlar,
hemşerîno merheba, Qampanya zimane û çok
onemlîye ku em bi ana dîlê xwe qise bikin. Zimanek zilamek
e, anjî jineke, ew ne pir muhim e. En onemlî tişt ewe ku em bi vî
zimanê ku di devê me de bûye weke kulavekî qunuşmîş bikin. Neyse. Tabî neyse…
hem jî hezar û 500 car neyse. Kî dikare ji we qarşî “neyse”
derkeve! Ne kesek Aha, oyle îşte. Eger ku siyasetvanên
me bixurifin, wê çi tofan werin serê me?! Hûn zanin, na! Ê, tabî hûn
nizanin. Ezê ji we re vê
soruyê anatmîş bikim. Wê rojê min xwe şaş kir û li televola MEDYA – TV seyr kir. Alimekî bi navê Maşella Ozkurd, pardon Ozturk li ser hinek sorunên di gundemê de deng dikir. Heya ku sunucu xatirê xwe xwest jî min nikaribû ez tiştekî ji Ozturk fêm bikim, li dora gotinan çevirmîş bû, çû û hat, xwest ji dîrokê hinek ornekan bîne, lê kete nav û nikaribû ji bin derkeve. Ê oxlum ma tu tarixçî yî ku xwe dixî meseleyên tarîxî?!
Yanî feqîrî kir nekir nikaribû ji bin gotina SOMERan derkeve. Lê tiştê onemlî
ne ev e. Ez di sonucê de pê
hesiyam ku Maşellah jî tevlî hev kiriye, û dest bi xurifandinê
kiriye. Ez çend ornekan
bidim: - Li şûna ku
bibêje Qomploya 15 Sibatê, dibêje: Kongra 15 Sibatê. - Û dîsa ji
Qomploya 15 Sibatê re, dibêje: Qomploya 15 Tebaxê - Li şûna
Dewleta Somer dibêje dewleta SOREM û hîn gelek xeletiyên
din. Hahooooo, dema ku
siyasetçî tevlîhev bikin, wê Şûjinên wekî min çi halê wan be. Xurifî ye kuro, bi
xwedê Maşella Ozturk xurifî ye. Mizgin Şen
jî (ew jî siyasetçî
ye) wanî di Ozgur Politika de yazmîş dike: "gotina Metqab ji Mekap (markeke
solan) tê Dîsa di eynî qezet ê de wiha tê yazmîşkirin:
Suriye Kürt İlerici Demokrat Partisi
Başkanı Hamide Hacide. Oxlum we ev soyadî ji kuderê peyda kir.
Navê wî Hemîdê Hec Derwêş e. Navê
Gulistanê jî dikin Gülistan
Pêrwer
Hozana me ya şêrîn, şekir û şerbet Canê
jî di programeke qaşo Qampanyavanên, zimanê kurdî de, di Eyda Qurbanê de, -cejna we pîroz be!-
li şûna ku bibêje “Ez cejna qurbanê li Alema Erebî pîroz
dikim” radibe û dibêje “ez cejna remezanê li ereba Alemê pîroz
dikim” baş bû ku negot “trêna alemê” wê demê emê
di Elîşarê re derketina…. Birazê min Seydxan anî bîra wê ku
ev eyda qurbanê ye, lê ew ji ereba Ereban peya nekir.
Xwedê satilek mast bi ser serê wede ke
yawrum. Dev ji van tiştan berdin û de ka
ji min anlatmîş bikin, kurmanciya min çilo ye?
Ez jî dikarim qatilmîşî
qampanya zimanê kurdî bibim? Kuro, berî her tiştî lazime
xebatkarên Ozgur Politika û Medya Tv li cem xwe dest bi qampanyayê
bikin. Wesselam
|
|
|
©www.avestakurd.net |