Hejmar 21, Nîsan 2002

Serrûpel

Medya KURDî

Partiyên kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Nûçeyên

Rojane

Medya

Tirkî

Medya 

Farisî

Medya

Erebî

 

Şerbet Gula 

piştî 18 salan

Şerbet Gula (30 Salî) Şerbet Gula (12 salî)

 

"Ev sûretê ku di dinyayê de gelek xelatên navnetewî standine, bûye wêneya berga gelek kovaran, weke kartpostal hatiye belavkirin û li seranserê cîhanê hatiye naskirin.

 

Berî 16 salan fotografê Amerîkî yê şer Steve McCurry ev sûret li Pakistanê li kampeke penaberan kişandibû. Lê belê keç bi eslê xwe Afgan bû.

 

Li gora ku Steve McCurry dibêje wê demê temenê keçikê 12 sal bûn, yanî niha bûye 28 salî.

Steve McCurry, tu şer nehîştine ku sûretê wan nekişandibe, ji şerê Îran û Îraqê bigir heya bi Fîlîpîn, Yemen û Keşmîrê sûret kişandine.

 

Xweşikiya van çavên ku kêm têne dîtin ji wan rojan heya îro di dilê Steve McCurry de maye, ew niha li keçikê digere, lê ditirse ku ew niha di dest Talibanan de be"

 

Nûçeya li jor di AVESTA (hejmar 12, Tîrmeh 2001) hatibû weşandin. Niha jî rojnamevanekî Frensî keça Afganî dît. Temenê keçikê niha 30 sal in. Lê hîna jî tevî zora ku ew û hemû jinên afganî têde dijîn, dîsa jî bi xweşikiya xwe gelekî balkêş e!

 

Keça ku bi xweşikiya çavên xwe dinya li xwe heyirand û heya berî demekê navê wê nedihate naskirin Şerbet Gula, careke din piştî 18 salan hate dîtin.

 

Steve McCurry ku suretê wê kişandibû û bi salane lê digere li dawiyê dît, wî ew ji çavên wê ew nas kir.

 

Şerbet niha 30 salî ye û diya 4 zarokan e. Ji bo ku Steve McCurry emîn bibe çavên wê kişandine û di bin gelek testan re derbas kiriye û li dawiyê dîtina wî rast derketiye.

 

VEGERE

©www.avestakurd.net