|
Hejmar 23, 22 Nîsan 2002 |
|---|
|
|
|
|
|
104.
salvegera rojnameya KURIDSTAN
pîroz be! |
||||||||
|
|
||||||||
|
Kapîtalîzma nevneteweyî di sedsala me de dirûv û
teşeya xwe guhertiye û gihiştiye asta xwe ya herî bilind û
hov. Ev hovîtî gihaye radeyeke wisa ku dike mirov ji xwe û ji mirovahiyê
dûr bikeve û bibe dijminê mirovahiyê. Ji bo ku mirov bikaribe xwe li
hember vê hovîtiya kapîtalîzmê biparêze, divê mirov xwe bispêre
dengbêjan. Xwe bi kilam û stranên wan ku bi haveyna mirovahî û evînê
hatine afirandin bipêçe. Heger hûn bixwazin bê ka ev kilam û stran li ser
jiyana civak, netewe û şexsiyetê bandoreke çawa erênî pêk tînin,
divê hûn berê xwe bidine erdnîgariya Mezopotamyayê ku ji sedsalan û
virde ye bûye qada êş, jan, kul, berxwedêrî û evînên bêhempa.
Em dibînin ku gotin li ser vê erdnîgariyê bûye hingiv, şekir û
hêza herî bibandor û rê li ber her cure hovîtî û pişavtinê
girtiye. Dîsa em dibînin ku her peyveke kilam û stranekê bûye tovê
mirovahî, şaristanî û serkeftinê. Her peyv; karesat, têkçûn û
serkeftinên li vê erdnîgariyê qewimîne wisa xweşik û aniye zimên
ku mirov dibêje roj û jiyan kakil û şewqa xwe jê girtiye û bûye
çavkaniya ronîdariyê. Beramberî vê jî yek car bi tenê hespê gelên
berxwedêr ne kuliye, tim bi çargavî meşiyaye. Sedema vê jî aramî,
hostatî û afrîneriya dengbêjan e. Lewre dengbêj ne tenê êş,
kul, karesat û janên gelekî; di heman demê de dîrokekî jî dinivîsin.
Lewre ew bi her peyveke xwe, bi aramiya pêxemberekî diramin, difikirin
û diafirînin. Nemaze ew zimanê ku pê stranan diafirînin hatibe
qedexekirin, wê gavê werin rol û giringiya vê yekê jî hûn bifikirin.
Pirtûka nû ya Rojnameger Salihê Kevirbirî ya bi navê “Bîr Çigligin
Yûzyili: Karapetê Xaço (Qêrîna Sedsalekî: Karapetê Xaço)” ku çendek
berê ji nav ‘Weşanên Sî’ ronkahiyê dît, ji bo van gotinên
me mînaka herî berbiçav e. Helbet ev dengbêjên hêja ne tenê di şevbihêrkan
de ji civat û caqiyan re demên xweş dane afirandin; di heman demê
de ev camêrên hanê bi kilam û stranên xwe xwestine civat û mirovahiyê
li hember zilm û zordariyê hişyar bikin, rakin ser piyan û hest û
dilînên bi nirx bi laş û gewde bikin. Bi saya serê wan dengbêjan
zimanek ji mirinê nizgar bûye û dabûnêrît û kelepora neteweyekê ji
qirqirinê parastine. Dengbêjan ev yek bi şarezayî û hostatî bi
cih anine. Bêguman Karapetê Xaço yek ji van dengbêjên pîroz,
berxwedêr, afirîner û xwedî dengê taybet e. Di 102 saliya xwe de jî
bi rik û coş, hê jî berdevkê neteweya me ye. Apê Karapet di
heman demê de bûyê dengê hemî gelên rojhilata navîn û bûye
sembola sedsala 20-21’an a gelên bindest jî. Wî, qîrkirin, şer,
karesat û evînên erdnîgarekê li ser bêndera aştiyê bi hêviyeke
bêhempa meyandiye û gihandiye îro. Mîna xaka xwe ya bi êş û jan,
jiyaneke xizan û bikûl jiyaye. Ji ber wê ye di stran û kilamên wî de
mêrxasî û hogirî neqşa herî berbiçav e. Hozanê kurd Ciwan Haco ji bo wî wiha dibêje:
“Karapêt, flemenko tîne bîra min. Lê tiştek kêm e. Ritm û gîtar
tuneye. Karapêt hema bêje bê enstrûman dibêje. Ew tam dengbêjek e.
Ji bo min ew îdol e….” Romanûsê kurd Mehmed Uzun jî ji bo wî wisa dibêje:
“Ev mirovê ku dewlekmendiya wî bi tenê peyv in, xwezî bizanibûya ku
zimanek, çandek û erdnîgarek çiqas deyndarê wî ye! Xwezî Bizanibe
ku em çiqas dayndarê wî ne! Bizanibe Homerosê dinyayê ye ku niha jî
dijî...” Ji pirtûka Salihê Kevirbirî em pê dihesin û hîn
dibin ku dengbêjî saziyek e û xwediyê taybetiyên xweser in. Dengbêj
dema dest bi kilam û stranan dikin destê xwe dibin ber guhên xwe. Em hîn
dibin ku destên wan ji wan re peywira monîtorê pêk tînin. Dîsa em hîn
dibin ku yek ji taybetiyên dengbêjan jî taybetiya ‘Sewta Serî’ye.
Kesên ku bi vê sewtê distrên hem dengê xwe yê xweş diparêzin,
hem jî kilam û stranên xwe jibîr nakin. Di kurdî de “xulxulandin”
girîng e. Karapêtê Xaço xwediyê van taybetmendiyan e. Ji ber wê ye
Karapêtê Xaço di 102 saliya xwe de jî wekî dema pêncî saliya xwe
stran û kilamên xwe bi dengeke bi bandor û nazenînî dibêje. Dîsa em
ji pirtûkê hîn dibin ku her kesê ku dengê wî xweş be nikare
bibe dengbêj. Dengbêj dibin du bir. Yek; kesên mîna Evdalê Zeynikê,
Karapetê Xaço ku bûne ekol; yên din jî ew in ku bi dengê xwe yê xweş
didin pey şopa wan û şagirtî ji wan re dikin” Di pirtûkê de ligel çîroka jiyana Karapêtê Xaço
ya trajîk, beşin ji dîroka stranbêjiya kurdan jî hatiye vegotin.
Ev jiyan di heman demê de dîroka kurdan a fermalûbûn û bi êş jî
radixe ber çavan. Bi vê berhema hêja ya Kevirbirî em hîn dibin ku
Karapetê Xaço yê ermen, çand û kelepûra me ya ber mirinê bi dilgermî
û dilsozî parastiye û gihandiye neviyên Evdalê Zeynikê û Feqiyê
Teyran. Ew tovên ku îro tovê neteweyeke hemdem diçînin! Pênûs xweş Salihê Kevirbirî, destê te ter
bin…! Tu her bijî Mamê Karapêt!... Deng li dinê be!...
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2002 |