|
Hikûmeta
Swêdê 4 hezar Kurdên başûr li Kurdistanê vedigerîne...
Bi behaneya ku êdî li
başûrê Kurdistanê şer nemaye, hikûmeta Swêdê dest pê
dike ku 4 hezar Kurdên başûr li welat vegerîne. Wezîrê
Penabera Can Okarlson, di axaftineke di meclîsê de diyar kir ku ewê
di demeke nêzîk de dest bi vegerandina Kurdan li welatê wan bikin.
Wezîr dibêje ku li başûrê Kurdistanê ewlekarî heye ku tehlûka
jiyana mirov nemaye. Ji ber vê yekê jî êdî tu sebeb tune ne ku
Kurdên Başûr werin li Swêdê mafên penaberiyê bistînin.
Grupa Lîberal û Çep jî di parlamento de piştgiriya wezîr
kirin û daxuyaniyeke wiha dan:
"Eger ku rewşa Iraqê weke
ya Filistînê ba, wê demê mafê penaberan hebû ku mafê rûniştinê
bistînin, lê belê rewşa Kurdan gelekî baş e, ev jî dibe
sedem ku em biryareke wiha bistînin.
| Spas
ji bo nivîskar û rojnamevanên ku di amadekirin û pêşkêşkirina
vê hejmara AVESTA de alîkarî kirine:
Şahînê Bekirê Soreklî, Salihê Kevirbirî, Berken
Bereh, Adar Jiyan, Mihemed Mela Hemdî, Mustefa Reşîd,
Mehmet Boncuk, Husein Muhemmed, Sîrwan Hecî Berko, Lokman
Polat, Sedat Yurtdaş, Meşal Temo, Bozan Yaman,
Serkeft Botan, Sîmar Masîcanik
(Dilbixwîn Dara)
|
|