Hejmar 23, 22 Nîsan 2002

      e.mail: avestakurd@hotmail.com                                                                                Edîtor: Dilbixwîn Dara

104. salvegera rojnameya KURIDSTAN pîroz be!

Medya KURDî

Partiyên kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Nûçeyên

Rojane

Medya

Tirkî

Medya Farisî

Medya

Erebî

 

 

BERMAHIYÊN MEZOPOTAMYA 

ZANYARIYÊ SERÛBIN DIKE

 

Serkeft Botan

 

 

Di jiyana me ya rojane de, her yek ji me kar û xebatekê dike, ji vê kar û xebata xwe sudwerdigrin û behr (yetenek) distînin. Ew kar û xebata ku em dikin, kedek jê re divê, li dijî vê kedrijandinê, dirava (pere) distînin. Bi wan dirava debara xwe û malbata xwe dikin. Mîna xwarin, vexwarin, kinc,pêlav, xanî, tirimbêl, qûtê salê û hwd. Ev bazirganî, sûkvanî ku diravê mirov hebin, karekî ji rêzê hêsanî, bêşik ji jiyana me ya ku diherike nava jiyanê.Bi rastî, di roja îro de, parîk ji jiyana me dagir dike.

 

Ev şêwaz teşeya jiyana ku bi hazarsalan wêdetir, ji heyama PALEOLÎTÎK û NEOLÎTÎK  ve ji bav û bapîre mirova ve ji me re mîrat maye. Cîhan wan li gora, dem û dewranê xwe, pîvan û şêwayên xwe şîrove kirine.Bê gûman ji bo tevayê jîndara, herî pêwîstî adane (besîn). Tevahiyên teyr û teba adana xwe bi riya nêçîrvaniyê, bi xwarina qîr, qîvar û birêşa, çi tiştê li gorî derfetê xwe bi dest xistine xwarine. Lê mirova,nivşkî pir mezin xwarina xwe wan hilberandiye. Helbet ev hilberînvanî, bi rehetî nehatiye mazatê. Bi hezarsalan dem û heyamên cur bi cur bi pêvajoyan ve hatiye afirandin.

 

Li gorî zanyariya ku hatiye rîstin,gerstêrka ku em lê dijîn berî niha bi 4,5 milyar sal cemidiye. Tahtê ku herî kevn in temenê wan 3,8 milyar sal e. l milyar sal wêdetir ti şop, pelge(belge) û  zanyarî di derheqa cihanê de bi dest neketiye. Mirov beri niha bi yek-du milyon sala ve rûderî gerstêrka ku em lê dijîn bûye. Li gor ku zanyariya erdnas û dîroknasiyê ku dîsa dibêjin, deşt û beriyen Mezopotamyayê, Anatolyayê, Êran û nîvdorgeha Erebistanê derya bû ne. Li çiyayên Mezopotamyayê, biçûk û mezin gol hebûne. Di nav daristanê van çiyayan de, celep bi celep ajal bi awakî hovanî jiyana xwe domandine. Gelo, cih û derê din di çi rewşê de bu ne? Bi tevahî qir, qeşa û cemed bûne. Cihên ku reşayî lê hebûn, mirovan jiyanek nîv hovanî domandine, kêm zêde heta beriya deh-diwanzdeh hezar sal e. Ji diwanzdeh hezarsal wê de, mirovan tiştekî berbiçav ku li pey xwe hiştibin, nehatiye dîtin. Zanyarî di derheqa wan de an ceribandin û nûvedanê wan de  tiştekî nabêje. Ev nayê vê vateyê ku ti qir û qaf an navgînê dêrin ê parastinê û nêçîrvaniyê ku ne afirandine. Helbet çîroka dîroka mirovahiyê dûr û kur e. Hêla ku li ser lêgerîn, lêkolîn û hûrbûnî bibe, jixwe zanyariya dîrokî di pey şop û pelge, hacet û nûvedana dikeve, li gorî van şopan dîrokê şîrove dike.

 

Di derheqa nûvedanê ku li ser erdnîgariya Başûrê Kurdistanê  hatine pelgekirin, li Rojavayê Bakurê Kerkuk û Silêmaniyê li herêma Barda Balqa ye, di şikeftê de hacetê ku ji keviran çêkirî hatinê dîtin. Li gorî hûrnêrîna van hacetan, B.Z. sed an sedûpencî salî ve hatine afirandin. Ev hacet naşibin tu hacetên ku li ser erdnîgariyen cîhanê bi cure bi cure hatine dîtin. Bikaranîna van haceta ji bo nêçîra dêw, fîl û koviya bu ye. B.Z. li Başûrê Kurdistanê herêma Sanîdarê de îskeleta mirovekî hatiye dîtin, piştî hûrnêrîna vê îskeletê beriya niha şêst an çil hezarsal ve jindar bûye.

 

HEYAMA PALEOLÎTÎK BERXWEDANA JIYANA MAN Û NEMANÊ:

 

Despêka heyama Paleolîtîk, bi kêm û zêdeyi B.Z‘ê  50 hezer sal heye. Morganê Antropolok, ji vê heyna re dibêje a hovane. Ev heyam heta despêka kir, qeşa û cemeda ku li ser gerstirka me hatiye helandin domiyaye. B.Z’ê  bi panzdeh an bîst hezar sal wêde ye.Ji diwanzdeh hezarsal û hetanî panzdeh an bîst hezar salî ve heyama Mezolîtîk domiya ye. B.Z’ê jî ji diwanzdeh hezarsal û vir de heyama Neolîtîk hatiye dest pê kirin. Lê ev angaşt (tez) ji bo na her dever û erdnîgariya cihanê mirov nikare bi vî awayî birame. Ji ber ku şert û mercên avûhewayê li her erdnîgariya gerdûnê ne wekhev e, ji hevûdin cuda cuda ne; jiyan û behr jî ne wek hev rû dane. P.Z’ê  li gelek dever û heremên cihanê civak hatin keşif kirin. Jiyana wan civakên kevnare, hacet û navgînên ku dixebitandin dişibiyan ê heyama Neolîtîk ê.

 

Bê guman li gerdûnê jiyana mirova, yek-du milyon sal heye ku  derketiye rûderê cihanê. Ji milyon sal vir de jî, şopên jîndariya mirova hatiye selmandin. Destûra jiyana man û nemanê û çarenûsa xwe wî bi xwe çareser kiriye. Û navgînên ku ji kevira afirandine,bi wan navgînan nêçîrvaniya Dêw û Fîla kirine. Wekî din jî tu derfetê jiyanê jê re tune bû ye. Têgihişt ku jiyan bi wî ve, ew jî bi neçîrê ve girêdayiye. Li ser neçîrvaniye baş hur bûye. Navgînên ku afirand pir nirx da wan û bi ser wan ve ricifiye. Gava zikê xwe têr kir, xof û tirsa sibê ket dila. Mîrkutê xwe danî ber xwe û li ser punijî, bi alîkariya tercûbên dibistana hezarsalan û karê xwe ê rojane, mîrkut kir kevirbivir. Çand û zanyarî ne yek mirovî bi ked û taba xwe afirandiye, tab û keda bi milyonan mirova ye. Ê ku mirov ji dêrindîtî û ji  hovîtiyê wî xelas kiriye, jiyana bi hev re, nêçîrvaniya bi hev re û hacetên ku bi hevdûre afirandine. Ji bo na nêçîrvaniya yek dêwî bi deha dest, bi deha ling, hewqas jî sêrî û mejî hatine xebitandin. Nêçîrvanî jiyanek azad da mirova. Ji bin bandora gelaş û pincarên xwezayê û jiyana ku pêve girêdayî bu guhert. Kar û barê çêrandinê ji ajala re hişt.Her guhertinek; yeke din bi xwe re aniye. Êdî tirsa mirova, ne ji ajalê hovane û ne jî ziktêrkirin bû ye. Fikar ji sermayê dikirin û ji bo na xwe cîhanek germ ku karibe serê xwe têxê bin kolikekê diramiya. Çareserî ku derdora xwe bi kat û guliya rapêçe û xwe têxe hundurê kozikê. Lê nebû, baran û şilope bi serde bariyan.Sitar di holikê de dît. Sitûn, sexme, mirdiyaq û navgînê wê sitara xwe afirand û damezirand. Hêdî hêdî xweza naskir. Sitar û hewîn ê xwezayê li gora berjewendiyên xwe bikaranî.

 

Çi qas ku xweza nas kir, hacetê xwe jî dewlemend kir. Çanda kevira afirand. Dirb û rûwên kevira teşe dayê. Ji holikê bi ewletir, kokele afirand. Ji kevirên hestemî(çakmak taşı) bivir, kêr û dewlemendiyên hacetên kevirhestemî afirand. Wargehên şikeftî bi rengîn kirin. Pêdiviya rexistin û çanda malbatiyê, zemîna wan danî. Rêxistina Qilanê û tegîniya malbatê xist rê.Rê û rêzikê rêxistinê, malbat û civakê danîn.Tîgînên bav, dê, kalik, pîrik, ap,xal,metik û hwd. di demen pêş de sererast kirin. Ferasetên qedexe û pîrozweriya çanda xwedawendarî bi xwe re afirand. Çanda pereztgehî û çêkirina wargehan bi wê teşeyê damezirandin.

 

Ev tespîtên jorîn vê bi me dide fêhmkirin ku, çiyayên Kurdistanê hewandinek bingehîn ji mirovan re kiriye. Mirov di nava daristanê Kurdistanê de mirovdariya xwe nas kiriye. Helbet jiyana mirova wê ne mîna heyama Neolîtîk be. Beriya derbasî Neolîtîkê bibin jiyanek nîv hovane bûhurandine. Hêza wî  negihiştiye xwezayê, lê ji bo na jiyana xwe bidomîne, wargehên xwezayî bi kar anîne, mîna şikevt û berqefan. Dewlemendiyek rengîn û pir bi hêl a berqefên xwezayî û şikevft li ser erdnîgariya Kurdistanê ne. Kem zêde ê ku vê erdnîgarê nas dike, hay û bala wan jê heye." Gava xortê Kurdistanî ku diçûn leşkeriyê belaheq ji wan re ne digotin Kurdo hejmara şikefta te çend e". Sudwergirtina van wargehên xwezayî, çanda şikevtên bidest çêkirî aniye. Ramana cih û warbûnê pê re zaye. Kevirên hestemî  li hev xistiye, çîrka ku avêtiye pîşoyên şaristaniye li ser vê erdnîgariyê ye. Agîrê pîşo, gur û hiloş bû ye. Cîhan bi germî û ronehiya agir, şoreşa jiyanê kiriye. Mirovan nankorî nekirine, ji çi tam û lezet wergirtine û nûvedanê ku di jiyana wan de guherîn pek anîne, remzên pîrozwerî û çanda wan jî afirandine. Ew çanda agir heta roja îroyîn hîn a jî di nava civakên Aryanî û bi teybetî di nava civaka Kurdan de ne tepisiye. Ji vê çanda dêrind (antik) pir mînak hîna jî di nava civaka Kurdan de jîndarin; yek jê jî pîrozweriya nan û xwê ye. Li gorî civak nasa, " Qilan " rêxistina mirovan a herî nûewil e. Despêka meşa bi aqilane ye. Ji rexistina Qilanê dorfirehtir, rêxistina tîreya(qabîle) û eşîrtî ye. Rabûna cemedê li ser gerstêrka me beriya niha bi panzdeh-bîst hazarsal vir de ye. Deryayê li dor çiyayên Kurdistanê Anatoliya navîn, li deşt û rastên Êranê, nîvdorgeha Erebîstanê miçiqîne. Di despêka miçiqandina avê de wan erdnîgariya ji bo hilberînvaniyê mercên baş dane. Lê di demên pêş de bi bandora avûhewayê ve hin bi hin bûne çol. Ji bo jiyanê şert û merc li ser wan teng bûne.Deryayên ku ava wan miçiqîne, li şûna xwe çolên bi xwê hiştine. Hilberînvanî, jixwe teqabûlî piştî rabûna cemedê û pê ve ye.

                 

HEYAMA  NEOLÎTÎK DEMA CERIBANDIN, NÛVEDAN Û ÇANDINIYÊ YE:

 

Piştî ku  qir û qeşa  qediya ye, heyameke nû dest pê kiriye. Di jiyana tevayê jîndara de guhertin çêbûne. Van guherînan derî li ber jiyanek nû vekiriye. Mirovahiyê êdî mejiyê xwe xebitandine.Bi derdora xwe re ketine nava keft û leftê û pêwendiya. Bi xwe re li hev û bi xwezayê re guncanî (uyum) bune.

 

Heyama paleolîtîk kêm zêde 50 hezarsalî hetanî B.Z’ê 20 salî domandiye.Piştre heyama Mezeolîtîk dest pêkiriye û heta B.Z’ê bi donzdeh sala bi dawî bûye. Mirovan heta B.Z’ê12 hezarsala cih û wargeh, şikeft û berqefên xwezayî bi kar anîne.Postê ajalên ku bi nêçîrê bidest xistine li xwe kirine.Ji dar,ber û guliya, holik kirine sitar ji xwe re. Bi hişkberê kokele çêkirine. Ji bo ku çavkaniyên adanê ku bidest bixin, herdem neçar ma ne ku cih li xwe biguherîn in. Heyama paleolotîkê mirov nikare bêje ji vê dirokê heta vê derê ye û  ji vir û pê ve ji despêka Neolotîkê ye. Ji ber ku şert û mercên her erdnîgariyê cuda cuda ne. Jiyan û behr jî ne wek hev rûda ne. Li gelek deverê cihanê P.Z’ê jî gelek herêm hatin dîtin, jiyana wan a kevnare, hacet û navgînê ku bikardianîn dişibiyan ê heyama neolotîkê.

 

Mirov kare bêje Mezopotamya û çiyayên Kurdistanê berbanga diroka mirovahî û şaristaniyê ye. Lê çima heta roja îro ev herêm û deverê ku şaristanî û tirêjê ku jê diîsiyane bêkes û xûda ma ne. Gelo sedem çi bû ye, kîjan berjevendiyê nehiştiye ku ev kar û barê pîroz, bingeha şaristaniya ku hatiyê danîn, heta roja îro bîr û bahsa wê nehatiye kirin.Bermahiyên ji şaristaniya mirovahiyê re ku dayiktî  kiriye, gelo çima terpela deman ji ser çavê wan nedane alî ku rastiyan vebêjin."Rast" navê  xwedawendekî Kurda ye.Ez bawerim ji nifşên ku bên, wê xwedavendên-"Rast" ji wan derên û vê diroka rûxandî, ku ne li gora rastiyê hatiye honandin,  li gor berjevendî û bîr û baweriyên oldarî, ku çewto mewto  hatine honandin, wê sererast bikin û li keda bav û kalên xwe li bermahiyên xwe xwedî derkevin. Gelo; sedemê vê yekê ol, ramyar an dewlemendiyên sererd û binerdê ne?Hîna  mirovahî nizanîbû qir û qafan çêbikira û di heyama nêçîrvanî-bihevdanê  de dijiyan, Şarastaniya Kurdistanê ev heyam buhurandibu (Mezolîtik) û  heyama  Neolotîk dest pê kiribu. Wargeh, ecinandina heriyê, dîwar û avahiyên bi heriyê lêkirin û bingeha mîmariya îroyîn avetine. Çandinî, kedîkirina ajala û tamadina darûberan pêkanîne. Bingeha çand û hunerê danîne.

 

Çewa lêkolînvanên rojavayî heta roja îro li van berhemên girîng rast ne nehatine?  Di pirtûkên pîrozwerî de (Tewrat) bi awayikî vekirî bahsa bihûşta Edin tê kirin. Girîngiya avê û jiyana ku jê dertê bahsa şetê Dicle, Firat, Işon û Gîşon dike. Di Încîlê de bahsa welatê pîroz tê kirin. Ev zanyarê rojava ji ber ku oldariya wan xaçperestiye, tiştê ku di Încîlê de bahsa wan hatiye kirin, bi hêrseke pir mezin ew kevneşop şopandine û bi awakî bêserî li wan geriyane. Lê bahsên ku di Tewratê derbas dibin ewqas guh nedanê û di paş guh re avêtine. Van zanyarê lêkolînvan, li gorî agahdariyên Încîlê hinek rê û rêçik şopandine û li dîwarê Erîha (jerîcho) rast hatine. Ev wargeha dîrokî li Filîstînê ye. Ev bermahî ji teref van lêkolînvanan ve, bê nîqaş û virde wêde, bi lez û bez weke despêka şaristaniya rjhilata navîn hate îlankirin. Li gora hacet, macet, qir û qafên ku ji wê bermahiyê, ji bin erdê derxistine, biryar dan ku ev wargeh (Erîha) destpêka şaristaniya mirovahiyê û diroka kevnare ye. Ev jî heyama Paleolîtîk, Mezolîtîk û Neolîtîk ê ye. Ev zanistî li tevahiya dibîstan û zaningehan de têne xwendin. Jêre te gotin zanistiya Erîha.             

 

Heta vê sedsaliya dawîn, ku berî bermahiyên li Kurdistan bêne dîtin û bêne vedan, Erîha (filistîn) û Çatalhoyûka di nav sînorê Qonya yê de weke despêk û gavavêtina çand û şaristaniya cîhan di hat dîtin.

 

Piştî ku bermayiyen li Kurdistan hatin dîtin, ev angaştên (tez ) di derheqên Erîha û Çatalhoyûkê de pûç kirin. Bermahiyên Kurdistanê berî bermahiyên Erîha û Çatalhoyûkê  bi 4 -5 hezarsalan ve hatine damezirandin. Bermahiya ku li Êlihê, (Batman) li Çemê Helanê, ku pê tê bi navkirin B.Z’ê  xwediyê temenê 8000 sala ye. Di vê bermahiyê de, tiştê herî çavdêr û balkêş avahiya parezgehê û bi hezaran hestiyê ajalên ku ji bo dêlindeziyan (ayîn) hatinê qurbankirin. Bermahiya ku li navçeya Amedê, Erxenê (Berçem  -çay önü)  hatiye dîtin, tê gotin temenê wê jî B.Z’ê  7200- 6500' de. Ma Pirtukên pîroz di qala bihûşta Edin de destnîşanî çiyayên Kurdisanê nakin? Olên Samiyan jî didin nîşandan ku jêderka mirovahiyê li erdnîgariya Kurdistanê dest pêkiriye. Mînaka mîtolojiya Nuh jî vê rastiyê nîşanê me dide.Baxçeyek  bi navê Edin ku hatiyê avakirin û Reb mirov (Adem) tê de afirandiye. Ji bu ku dar û berên wî bexçî hişk nebin çar şet afirandine. Şetê Dîjle, Firat, Îşon û Gîşon in. Navên du şetan ku Dîjle û Firat in em dinasin, lê Îşon û Gîşon; li gorî pêşbîniya min ew jî Aras (Îşon) û Zap (Gîşon) e.

 

Lê ji van jî bi kevnarî qir, qaf, kaxik û mîmariya xwe ve bermahiyên hîn balkêştir Newala Çorî û Girê Gobekliyê ne. Bermahiyên mezopotamya jorîn pir bala arkeologan kişand û arkeologê Elman Harald Hauptmann li Mezopotamya jorîn dest bi ger û lekolînê kiriye.     

 

Newala Çorî ku girêdayî bajarê Semsûrê ye, di sala 1992' de di bin Bendava Atatûrkê de hate fetisandin. Tiştê, ji wê bermahiyê hatine xelaskirin wê bibiriqin û dê kiryarên wê jî ji hêla xwedawendên vê tab û kedên ve rûreş bibin. Di vê bermahiyê de B.Z’ê 10500 salan de avahiyên rûniştinê hatine çekirin. Di van avahiyan de qulikên (şibak)  ronahiyê di banî de vekirine. Ji bo ku qutên xweyên salane ku tê de bicî bikin, çal bikaranîne û  riyên hewayê di wan de hiştine. Perestgeha ku lê hatiye çêkirin, di sitûnên wan de wêneyên mirovan hatine kolandin. Di mîhraba perestgehê de, ku bi xwe ji kevir çêbiye, wêneyên mara hatiyê kolandin. Peykerê ku dirûbê mirova pê dikeve hatiye dîtin. Li Newala Çorî di wê demê de, mirova miriyên xwe dixistin bin avahiya ku têde rudiniştin. Hîna mirovahiyê tekoşîna man û nemanê dida, nêçîrvanî-bihevdan dijiyan, li vê bermahiyê heyama Mezolîtîkê bû,  qir û qaf pêk dianîn û dest bi avahiyên hêşkberê kiribun. Bingeha niştecîhiyê mîmarî, peyker û wêne li ser dîwar û sitûnên wargehên xwe kolabun, bîr û bawerî bi dest û bi pê kirine. Li gora van baweriya dêlindez (ayin) pek anîne.

 

Heta demeke nêzîk, li Erîha Filîstine û Çatalhoyûka  Qonya yê, gav avêtina cih û warbûna mirovahiyê û despêka şaristaniyê, çand û hunerê dihat zanîn. Û nûnertiya vê zanyariyê dikir, an jî bi vî awayî dihatin nasîn. Di heyama Neolîtîk de, çandînî - çotkarî, xwedîkirin û kedîkirina ajalan, avakirina wargehan û damezirandina gundan, tev bi çotkariyê ve dihatin girêdan. Têkiliya niştecihbûnê, jî bi sedemên û encamên aborî an Ekolojiyê ve dihatin danîn.

 

Mixabin ev zanyariya heta neha bi vê teşeyê dihat dîtin, lê bermahiyên Kurdistan, ev angaşt tev ser û bin kirin. Bermahiya nêzî navça Bozova (Ruhayê) ku jê re "Girê Gobekliyê" (gobekli tepe ) tê gotin, hîna xebatên lekolîn û legerîne lê berdewamin. Ji sedî bîstupenc (% 25) aqara gir hatiye kolan. Û di erdnîgariya Kurdistan de bi sedan mîna vî girî hene. Girîngiya "Girê Gobekliyê" hîna di 1960' de hatibû fêmkirin, lê jiber sedemên nediyar dest nedanê û di texirandin. Kolanzanyarê (Arkolog) Elmanî birêz Schmîdt dema ku di sala 1994' de gir dibîne û li hawîrdora gir digere, wuha dibêje: "diroka murovahiyê di bin vî girî de razayiye." Schmîdt di despêka kolanê de, rastî diwarên kevnare ku bi şêwaya "T" hatine lêkirin tên. Ev jjî ji bo Schmîdt û kolanzanyaran re serkevtin û dilşadiyyekê hate qebul kirin. Bermahiyên vê girî bi pêşnûmayi (taqrîbî) B.Z’ê 11000' hazar Salî ne. Heyama nêçîrvanî  - bihevdanê ku jê re heyna teşe kirina kevira (taş çağı) tê gotin. Ev bermahî ji wê demê de hatî ye damezirandin. Ev civakên hovjiyan di heyna Seydvanî-bihevdanê de tenê jiyanek yekraste ne domandine. Ne tenê ji bo zik têrkinê jî jiyane. Hunerên peykerî ku yek ji ya dine hînê balkeştir afirandine. Peykerên cure cureyên ajalan li ser dîwarên wargehên xwe kolane û afirandine. Ev jî tê vê wateye; jiyan di wê demede jî pir bi renk bûye. Di van bermahiyan de, gelek marîfet, feraset û hunerên destan û behreyîn bi dest xistine. Ev pêşketina huner û hunermendiyê mizgîna çandeke bi aqilî û bingeha şaristaniyeke nutir daye. Birêz Hauptman vê mijarê bi vî awayi şîrove dike: Belkî Xudawendên mirovan, ê heyama Neolîtîkê, ku B.Z’ê 4000-3000 hezar salan ew xudawendên li Şaristaniya Mezopotzmya jêrîn kêm -zêde mîna hevudin bûne. Çand û hunera Newala Çori û Girê Gobeklyê bingeha çand û hunera Sumeriya bi xere avêtiye. Ev jî tê vê wateyê; ku xudawend bi tevahî li cihane namir in, bes durûvguherînê (başkalaşim) dikin.              

 

Heta roja iro li Girê Gobekliyê, Zanyarêkolanas, sê cihên pazdeh di pazda de tesbît kirine. Şanzdeh sutun û li ser zemîna wan sutuna, wêneyên kolayî, ê şêran, maran, ga, beran, rovî û qulungan hatine wênekirin. Ji bilî vana ve, wêneyên van ajalan li ser rûzemîne keviran hatine kolandin. Wahşê hovane, req û sîsarkên gurî li ser peykeran hatinê neqişandin. Peykerekî mirova, ku li Newala Çori hatibû dîtin, yek jî mîna wî li Girê Gobeklîyê hatiye dîtin. Ev jî tê vê wateyê, di navbera herdû bermahiya de girêdanik xurt, a çand û hunerê hebûye. Gava ku arkeologan, bermahî kolan; berê avahiyên kovikî, şunde avahiyên çarqozî peyitandin. Duvre jî li perestgeheke pir mezin qelibîne. Zanyarên kolanas ji bo vê peresgeha bi heybet û taybet wer şîrovekirine: Gelê ku li heremê dijiya, salê carekê ji bo dêlindeziya xweya olî pêk bînin, li vê perestgehê, bi wateya qutbê lihev diciviyan û dêlendeziya xweyi olî, bi civakî pêktanîn.

 

Piştî ku Reb, li bajarê Ûrê (Kela Şêrga) tê xewna Hezretî Brahîm û jêre emir dike ku here welatê Kenanê (Filistîn) jê re dibêje: here wur, ezê ewladekî salih û civakek bi exlaq bidim te, te ji şer û belaya vê civakê xelas bikim. Birhîm, tevî malbata xwe berê xwe dide Kenanê. Lê ji dêvla Kenanê ve, ki li Heranê bi cîh dibe û demeke dirêj li wur dijî (Tewrat Tekvîn:11 bab/32) û bavê Birahîm Terah (Qurana pîroz, suretê En'am, ayeta:74 de navê bavê Birahîm weke "Azer" bi nav kiriye) li Heranê dimire (Tekvîn; bab/32) Li ser vê bicîhbûnê Birahîm fêrî bîr û bawerîyên olî û vê çanda Mezopotamyaya jorînî dewlemend dibe. Lê dîsa Reb dikeve xewna Birahîm û dibêje: Welatê Kenanê ne ev dere. Û cara diduya Birahîm radibe kar û barê xwe dike û berê xwe dide welatê Kenanê. Digihêje Welatê Kenanê. (Tekvîm:12- bab/6).

 

Birahîm dema ku dighêje, cihê jêre tê gotin, Reb lê dîsa xuya dibe û Birahîm li wê derê qurbangehekê (Mala Xwedê  - Quts) ava dike. Ev pîrozwerî ji bo tevahiyên olên Samî derbasdarin. Sixletên ol û çanda Gobekliyê ji bo hemu olên Asya û Rojhilata Navîn bûne bingeh û mînak. Bingeha olên Samî serûbin tev Sixletên Birahîm in. Û ol û ferasetên Birahim jî bi bîr û baweriyên Aryaniya hatine nexşandin û mezin bûye. Mirov dikare bibêje ku çand û olên Cuhutî, xaçperestî (filetî) û Misilmantiyê jî bingehên xwe ji sixlet û çanda Girê Gobekliyê girtine.

 

Yek ji şertên mislimanan, salên carikê peşdarî dêlendeziya olî bibin. Ku Jê re, tewafa mala xwedê (hec) tê gotin. Qurana Pîroz, sureyê Beqer, Ayeta: 125 de weha dibêje: Me Beyt (Kabe) heremek jibona ku hun lê vehewin afirand. Qebîle û Eşîrên Samîyan ji ber ku koçer û koçberbûn, jiyan û çanda konvaniyê hîn zêdetir diecibandin. Avakirina gundan û cîhên wargehîn ne pêwist bûn ji bo wan. Debar û ebora wan seydvanî, xwedîkirina ajalan û talankirina kerî û devan bû. Ev feraset jî, ji çanda seydvanî û bihevdanê tê. Ev xislet û feraset ji bo tevahiyên civakên koçer derbasdarin. Ev reman, ol û xisletên Gobekliyê ji bo Birahîm baldar e; ji ber van sedeman dema ku gihiştiye Kenanê tev bi kar anîne û xistiye jiyanê. Kevneşopa navê  "Beytullah" ê jî ji Mezopotamya jorîn aniye. Û ev kevneşop, ji bo civakên Samiyan ku tev ji hev belawela, bê tor, wargeh û nîzam bûn, pir bi kêr hat. Jînenîgariya an mîtolojiya Birahîm bi sere xwe babetik lêkolîneye. Kesayeta wî, ola wî, nîjada wî, çand û finasetên wî hwd. 

         

                          

ANÎNÊN JIYANA NIŞTECÎHBÛN Û PEYITANDINA ŞARITANIYÊ

               

Wek ku hat dest nîşandayin, bermahiya Erîha heta vê dema nêzik jî, weke desbêka mirovahî û şaristaniyê dihat nasîn. Dihate gotin ku Şaristanî ji Erîha û ji çiyayên Urdunê dest pêkiriye, çûye Mezopotamya jorîn, Anatolya û rapeliqiye çiyayên Zaxrosê. Piştî bermahiyên li Kurdistanê hatin dîtin ev angaşta Erîha têk çû. Lewre rastî di xwe de ne dihewand.

 

Piştî kolan û lêkolînên Mezopotamya, hate fêm kirin ku mirovahî û şaristanî, ji quntarên çiyayên Zaxrosê dest pê kirîye û pêl bi pêl herikiye Mezopotamya jorîn û di navserên çiyayên Torosê re çûye Anatolya navîn û xwe berdaye Filistîn û çiyayên Urdunê. Ez bawerim dê navenda çand û şaritaniya mirovayê ji nûvde bê peyitandin. Bermahiyên navendî ku li Kurdistan in û heta roja îro bi serwan vebûne evin.

 

Bermahiyên li Kuntara çiyayên Zaxros weke Nemrik, Makzeliyê û Kermez in. Bermahiyên ku li Mezopotamya jorîn in û weke navenda şaristaniye têne hesibandin: Çemê Helanê, Berçem ( çayönü ) Newala Çolî, Girê Gobekliyê, (gobekli Tepe) Cafer û Rihayê ye. Bermahiyên Anatolya Navîn Aşiqlî Hüyük û Çatal Hüyük un. Bermahiyên ku li başûrê Kurdistan dikevin Mûreybet, Dîbsî Faraj, Eyn Xazal, Erîha û Besta ne. Bermahiyên Anatolya û başur, di pey bermahiyên Kurdistanê re hatine damezirandin.

 

Destpaka pêgava guherînê, bi nûvedana agîre, ku di jiyana mirovahiyê de weke şoreşa yekemîn e. Nuvedana agir li jiyana rojane bi kurayî bandor kiriye. Ji bilî goştê kezidandî êdî goştê biraştî jî dixwarin. Di vê seredemê de, fêri hêrandin û xwarina dexl, zad, (genim, ceh, nîsk, nok, kizin, şolik hwd)  bi destar hêrane celebên xwarinê ji wan çêkirine. Tifik, tenûr, hewdikên ji kevira, ji axa bi kîl qir û qaf çêkirine. Jiyana niştecihî û çanda civakî afirandine.

 

Heyama Neolîtîk, ji 2 heyna pêk te. Neolotîka bê qir û qaf û Neolîtîka bi qir û qaf. Pêvajoya bi qir û qaf, şoreşa çand û hunerê, damezirandina civakên gundîtiyê, mîmarî, fêrbûna lazimiyên bingehîn û pênasiya gelek tiştare bûye bingeh. Pênasa erdnîgariyê, herem û zeviyên bi ber, bi berhem û bê ber, bê berhem hatiye kirin. Fêr bûn ku kîjan herem, an zevî ji bo  çandiniyê bi berin û bi berhem in. Veya jî ramana arzîbûn, taybetiya hereman û neqandina çîh girtinê bixwere aniye.

 

Çandiniya bi ber û bi berhem, tedarika qutê sibê ... Vê jî bingeha çanda hilberiniya zêde, (arti ürün) bi van nîrxan ve girêdayi, zayina bazirganiye destpê kiriye. Bi van peşveçunan mirov tê digihîje, ku xak li her devere ne mîna hev bi bere û berhem e. Mirov dîsa tê gihîşt; ku ji bo hacet û macetên qir, qaf û kaxikan ku biafirênin, madenên xam li her deverê peyda nabe. Vê rewşê jî nîrxandina û lê xwedî derketina hereman û çîn (sinif) anî holê. Ev têgînên nû, di heyna Neolîtîkê de, B.Z’ê bi 12000' sala li Kudistanê ramiyane. Sereteya, afirandina bajarvaniyê, di bingeha van têgînan de razaye. Ji bo dêlindeziyên olî, perestgeh di van serdeman de hatine damezirandin. Weke Berçem (çayönü B.Z ‘ê  7200-6500) Çemê Helan ê, ( B.Z’ê  8000 ) Newala çolî, (B.Z’ê 10500) Girê Gobekliye (Gobeklî Tepe (B.Z’ê 11200)

 

Her nîrxik li ser nîrxên raboriyên xwe qor bi qor ava bûye. Huner, di despêkê de hewldaneke texlîtkirina xwezayê ye. Şunde ji vê xwezayî bûnê dûr ketiye. Buye texlîtkirina rabori û yekî  yê din texlît kiriye û şopandiye. Astengên olan qedexe û bend giritnên li hember mirov, mirov ji xwezayê û xwezabûna xwe dur xist. Vê bandorê xwe ne tenê li ser huner û hunermendiyê kir, civak jî ji xwezaya xwe dur xist, xiste qeyd û bena. Û gelek civak ji holê rakir. Gelek civakên kevnare, ked û taba wan  di roja îroyîn de heye, lê mixabin an li ber mirinê ne, an jî navê wan hene lê ew bi xwe tunene. Her mirov, malbat, civak, kêmnetev an netew, xweşî, şahî û teng û tahlîyên wan hene. Pêşeroja cureyên ku bi pey wan de tên jî bi van nîrxan ve girêdaye. Her civak bi berhemên û nîrxên  xweyî raborî ve dipesin in. Heger civak ji van nîrxên xwe dur bibe, navbirk di nava nirx û civakê keve, wê ew civak tekeve tengezariyê. Dê mêjîyê civakê şolî û ji xwe dûr û biyan bibe. Ev rewş wê civakê bibe helak û tunebûnê. Ji ber van sedeman, giringiya bermahiya, çand, huner û çi nîrxen ku hene, derdikeve holê. Lêxwedî derketin ji wan re dibê. Divêt ji nuv de bêne edebkirin û bibin delaliya wêje û şaristaniyê.

 

CİVAKA COTEMENÎ (Tarim)    

 

Mijûlbûna bi çandinî û despêka karê çotkariye, bi xwe re jiyana niştecihî anî ye. Lê ev nayê vê wateyê, ku jiyana niştecîh bi xwe re cotemenî zayendiye. Tê zanîn civakên cotkar ku bi axê re mijûl dibûn hebûn, lê ne xwedî cîh û war bûn. Di serê despêka heyama Neolîtîkê de, bi belavbûyi, karê cotemeniyê bi azînê mer, pîjik û navgînên hêsan bûne. Jê re çanda bexçevaniyê dihate gotin. Ev rê û dirb, bi xwe re navgînên hîn hemdemtir anî ne. Zayina halet û cotkariyê di van heyna de ye. Rêbazên (Metoden) heyama Neolîtîk ê Mezopotamya jorîn, bûye bingeheke nimûneyî, hem ji derdora xwe re hem ji tevayê cihanê re.

 

Ji B.Z.’ê  7000 salan ve genim, ceh, nîsk, nok, nokreşik hwd hatine çandin û hilanîne. Bi destaran hatinê kutan û herandin. Nan, şorbe, serbizêr (savara bi nîsk) û celebên xwarinên dîtir jî hatine çêkirin. Ev pêşketin mirov ji gera ziktêrkirinê xelas kiriye. Bi cîh û warbûneke ebedî (bê dawî) peşkêşî mirovahiyê kiriye. Lê belê di van dem û heyna de tirs û xof û xew revandina wanî herî mezin, hişk derbasbûna demsalê bûye. Bi sal û zanan baran ne bariyaye, erd û ber tev hişk û zuwa mane. Li hemberî vê rewşê, ji bo ji nêza û birçînbûnê nemrin; fêrî zad embarkirinê bûne.

 

Anînên heyama Neolîtîk, di dîroka çandê de şoreşeke çandî, hunerî ku mohra xwe li tevayê dezgehên civakî xisitye da. Hilberîna ji zeviyên bi berhem qat bi qat zêde bû. Hatin ji lêçûnê (xerçkirin) qat qat zêde tir bû. Û bi xwe re encamên anîn. Têgînên bazirganiyê; dan û sitendin, mazat û mal bi maldan anî holê. Ji ber ku her tişt li her derê ne dihat û çêned bû, di navbera qilan an eşîran de ji bo ku pêdiviyên xwe çareser bikin, lazimiyên xwe peyda bikin; pêwestî bi dan û sitendina bi hev re çê bû. Vê jî têgîna dan û sitendinê, remana

 

tedarika lazimiya ku li cem cîran peyda bike anî holê. Gelo bi çi awayi û azînê ev kar çareser kirine? Du rê û dirb tên bala mirov. Yek pêkarî û çav sorî, a din jî guherîna mal û tiş bi tiş danê ye. Gelo berî serî li kîjan azînê dane? Ferq nake heta roja îro ne ceng rawestiya ne û ne jî bazirganî.   

 

Her ku serî pirbûn, destên ku biçêne jî zêde bûn. Zar û zêç jî ketin nava hilberinê. Civakên cotkar keda zarokan li gorî berjevendiyê xwe bi kar anî; lê civakên nêçîrvan zarok weke bela serê xwe didîtin. Yek ji sedemên ku civakên Samiyan zarokên xweyî qîz, bi saxî dixistin bin qûmê ev bûye. Lewre zarokên keç heta zewicê tu fêde ne dida malbatê. Malbatê ew ji xwe re weke belayê dit. Lê belê di civakên cotekar de, karê her zarokê hebû. Weke nahtorvanî, karwanî, berhevdan û hwd. Ku ew xislet heta roja îro, jî têne bi kar anîn.

                 

HEYNA NEOLÎTÎK Û BI XWERANÎNA ŞÊWAZA ÇAND Û BAZIRGANIYÊ

 

Mirov, di nîvên heyema Paleolîtîk de êdî miriyê xwe feşartiye. Remana axretê hildaye dest. Di heyna Neolîtîk de miriyên xwe xistine binê avayihên ku lê rudiniştin. Mirî di xisitin rewşa zaroka di malzarokê de û ruwê wî ber bi erdê vedişartin. Bi piranî mirîyên xwe dixistin selikan, gulî û hejik tavêtin ser wan. Ev jî bû bingeha çanda tabûtê.

 

Deyndariya mirovhiyê ji heyama Neolîtîkê, yeke din jî mîmariye. Her ku çiqas di hayama paleolîtîk de holik, kokele hatine çekirin jî, dîsa wargehên esasî berhemen Neolîtîkê ne. Nûvedana kelpîç, di avayiya de guherîn anîn. Ji xanîyên kovikî derbasî xaniyên çarqozî bûne. Ev nimûnê di bermahiyên Kurdistan de hatine peyitandin.

 

Heyama Neolîtîk çandek guherînên bingehîn bi xwe re afirand. Damezirandina gunda, cotkarî, pêkanîna qir û qafan, bazirganî û serbiser (mal bi mal) danê. Teknolojiya navgînan û fêrbûna rîstina mû û hirîye, caw, tiştên li xwe kirinê û tiştên li ser rûniştinê bûn. Şehkirina keviran û qulkirina wan jî bû despêka teknolojiya firaqên kevirî. Bazin, morikê kevirîn, xişr û zînet, ji tahtikên reş kevir ê arbeşkî (bazalt) destar û di pêş de ferên kevirên aşa afirandin. Ji ber ku Kurdistan ji vê hêla madenê xam dewlemend bûye, bazirganiya kevirên hestemî (kevirên çeqmaqî) ji heyama paleolîtîk de dest pê kiriye. Lê belê şêwaza bazirganîya bi pergel, di heyama Neolîtîkê de bûye. Kolanas bazirganîya herî giring, weke bazirganiya kevirên camînî (obsîdiyen) nîşan didin. obsîdiyen Ji ber xweşikbûna xwe di wê heynê de weke madenkî giranbûha di hate hesibandin. Nav û dengê Obsîdiyena ku li Çewlikê (Bingol) derdiket, ji xen û xeyalên Filistîniyan heta xewna Samîramîsa Asurî jî di xemiland. Li dor tonekê Obsîdiyen ji bermahiya Berçem’ê hatiye derxistin. Çanda kevira bi xwe re pîrozbaweriya wan jî anî. Gelek kevirên ku sembolê pîrozweriyê li wan hatibû barkirin, buhayê wan zêde bûn û giyanepenî dan wan. Vê jî çanda nivişta bi xwe re anî. Ev nepenya tiştan bû sembola zedebûn, berhembûn, bext vekirin, bext reşî, bizdandin û tirsandinê. Remana xudawendiyê jî li cîhhanê rûder kir. Bi rastî mirovan çi afirand, nîrx dan wan û ew bi tacên zerînî xemilandin. Vê çand û nîrxê heta roja îro jî di gelek civakan de tê jiyandin. Weke pîrozweriya nan, ku zikê xwe bi çi têr kirine, jiyana xwe bi çi domandine, direwşên pîrozwerî û xwedawendiyê dane.

 

Gelo ev kar û  barê dan û sitendina bazirganiyê bi kîjan rê, dirb û rêbazan meşandine? Ev dan û sitendin û pêwendiyên bazirganî hewceyî bi tegînên wezn û pîvanê kirin. Reqemên jimarê gava sereras hatiye kirin, firotana tişta yek; yek kirinê. Paşê tê gihiştine ku ji yekê wêde tir pirbûn jî heye. Têgîna pir û hindik; tê gihîşitin ku pirbûn; ji çend perçayên wek hev pêk tê. Vê jî têgîna wezn û pîvanê zayandan.

 

Bazirganiya nu, li gorî van rê û rêbazan meşiya. Weke kulmik xwê, bi du kulm genim, panzdeh buhust verîs bi heft elb garis, ritilek rûnê nivîşik bi kerekî dane. An jî tişt serbiser guherîne. Li hemberî kulmê: dibe ku navgînê pîvanê tilî, buhust, anîşik, erîn, gaz an ling û gav jî be. Heger navgînên weznê hebin û navgînên pîvanê tunebûna; garis bi werîs ne dihat guhertin (taqes) kirin. Loma kulm, tas, ribik,elb, olçek û kêl jî afirandine. Têgîn bê hemdê xwe, lê ji lazimiyê, xwe bi xwe di nava bazirganiyê de hatiye afirandin. Di hundurê heyna de, ev wezn û pîvan hîna bêtir rengîn bûn, ta serê vê sedsaliya derbas bûyi. Ger lêkolîn li ser têgînên wezn û pîvana heta sedsala borî, bêne kirin, dê bi qasî giraniya keviriên kela amedê giranbûna wan û bi qasî ber û dirêjiya kelehê  jî fireh û dirêj bin.

 

Ev wezn û pîvanên roja îro, di nava netewen pirahiya cihanê de ku derbasdarin, pergela pîvana navnetewî (SI, Systême International d'Unitês) hatiye pejirandin.

 

Mirov bala xwe bidê, rabirdûya diroka diwanzdeh hezar sal, kevalê (tablo) dîmena ku derdikevin ev in. Welatekî xwedî giranbûha, aştîxwaz, milahîm, lorînvan, lê çi heyfe netewak koma şikêra û tarûmar war dunde ma ye. Li Theokrîtos binihêre weha dibêje: "Ji bo yên dijîn hevî, ji bo miriyan jî bêhêvîtî heye." Ez bawer im ku hêvî li ser vê xaka pîroz berî niha bi duwanzeh hezar salan, ku çewa ji çiyayên zaxrosê têrêj da û cîhan ronî kir, dîsa weke dewranan şewq dibe û cîhanê ronî bike. Bawerî û xwedî lê derketina bermahî û nirxên ku hatine danîn dê hîna me bêtir bi coş û ronî bikin.

 

VEGERE

 

©www.avestakurd.net 2001-2002