|
Hejmar 23, 22 Nîsan 2002 |
|---|
|
|
|
|
|
104.
salvegera rojnameya KURIDSTAN
pîroz be! |
||||||||
|
|
||||||||
|
Bexçeyê
Peyamber Xelîl
Cibran Almustafa, yê bijartî û hezkirî, yê
ronahiya nîvroya gelê xwe, li tişrînê ango meha bibîranînê
vegerî warê lêbûna xwe. Dema ku keştiya wî nêzî bendergehê bû,
ew di pozik û pîja keştiyê de bû û deryavanên wî jî li dor wî
bûn. Û vegera malê di dilê wî de bû. Ew peyivî û derya di dengê wî de bû, got:
Binerin, girava lêbûna me. Li vir erdê em welidandin, stran û metelok;
stran ji esman û metelok jî ji erdê re. Ma li ser rûyê erdê ji bilî
hezkirina me tiştek din heye ku stranê bilorîne û metelok û têderxistinokan
çareser bike? Derya dê vê carê jî me bide van peravan. Em jî
di nav pêlên wê de tenê pêl in. Ew me dişîne daku em dengê wê
bidin vedan û olandan lê ma eger em qalibê hişkiya dilên xwe li
ser zinaran û li nav xîzan neşkînin, em ê çawa bikarin wisan
bikin? Ji ber ku ev e zagona deryayê û deryvanan: Eger azadiyê bixwazî,
divê tu bibî mij. Yê bêtişe û û bêşikil hertim li tişe
û şikilekî digere mîna ku xumam û moran bibin roj û heyv. Divê
em, ên ku pirr gerîne û niha vegerîne, dîsan carek din jî bibin mij
û moran û ji yê berî me heyî fêr bibin. Ma tiştek wisan heye ku
bijî û hilbikeve jor lê li ber hezkirin û azadiyê neşkê? Em ê bi abadînî li perav û qeraxan bigerin daku
em bikarin lê bistrin û bên bihîstin. Lê çi ji wan pêlan, ên ku li
van deverên kes lê tine dihejin û bihêz in lê dîsan jî nayên bihîstin?
Loma di me de bi rastî tiştên nebihîz herî baş kûrtirîn
xemên me vedirevînin. Lê dîsan jî, heman tiştên nebihîz teşe
didin giyanên me û serkêşiya feleka me dikin. Paşî yek ji deryavan derket pêş û got:
Mamoste, te serkêşiya bêrîkirina me ber bi vê giravê de kiriye
û binere ku em gihane bineciya xwe. Lê dîsan jî tu ji me re basa xeman
û dilan, ên ku bişewitin û bişkên, dikî. Wî bersiva deryavan da: Ma ez ji azadiyê û mijê,
ya ku mezintirîn azadiya me ye, nepeyivîm? Lê dîsan jî ez têrxem
vedigerim vê girava lêbûna xwe, mîna canê yê kuştî ku vedigere
daku xwe li pêşberî kujerê xwe bitewîne. Û deryavanek din peyivî û got: Binere, çawa
girseya gel li pindan û benda avê civiye. Di pêwîstiya xwe ya bêrîker
de ew ji nav zevî û rezên xwe hatine, di bêdengiyê de civîne û li
benda te ne. Almustafa li girseya mirovan temaşe kir, dilê
wî hest bi bêrîkirina wan kir lê bêpêjn ma. Dû re ji nav mirovan qîrînek, qîrîna bîranîn
û lava û duayan rabû. Wî li deryavanan nerî û got: Ma min çi ji wan
re aniye? Ez li deverên dûr û xerîb nêçîrvan bûm. Min tîrên wan
dayî min bi şan û şoret avêtin lê min ti nêçîr bi xwe re
neaniye çimkî ez li pey wan tîran neçûm. Dibe ku ew tîr niha di baskên şeqandî yên
qertalan, qertalên neketin erdê, de li ber perrên esmanan difirin. Û
belkî serikên tîran ketibin destên wan kesan, ên ku pêwîstiya wan
ji bo xwarinê û meyê pê heye. Nizanim ka ew li kû firîne lê vê yekê dizanim:
wan kevaneya xwe li esmanan kiriye. Çawa dibe bila bibe, destê hezkirinê hê jî li
ser min e û hûn, deryavanên min, hê jî bi dirêjiya bînahiya min
diseyirin û hê jî ez lal nebûme. Destê demsalan qirrika gewriya min
bişidîne jî, ez ê biqîrrim, û pêtên agir lêvên min şewitandibin
jî, ez ê dîsan jî strana xwe bistrim. Bi van gotinên wî jan ket dilên wan tevan.
Yekî ji wan got: Mamoste, me hemûyan fêr bike û ji ber ku xwîna te di
demar û cegerên me de heye, belkî em tê bigihin. Dû re wî, ba di dilî de, bersiv da û got: Ma
we ez, ji bo ku bibim fêrker, anîm girava lêbûna min? Niha hê nîrê
awezmendî û aqilmendiyê nebûye barê min. Ez hê ciwan û cahil im û
nikarim ji bilî xwe bi xwe ji tiştek din bipeyivim. Yê ku dixwaze
awezmendiyê bibihîze û bibîne, bila ji nav gulên mêrg û çîmenan
an jî ji nav lepek axê lê bigere. Ez
hê stranbêj im. Ez hê ji xwezayê û ji xewna di navbera şevê û
rojê de wendakirî distrim. Ez ê berê xwe bidim deryayê. Bi wî awayî keştiya wî giha qerax û
bendergehê û carek din jî ew di nav gelê xwe de li ser piyan bû. Qîrînek
mezin ji dilên wan radibû û bêkesiya vegera li şûnwaran di wî
de dilerizî. Her kes bêdeng bû û li hêviya peyva wî bû lê
wî tiştek negot çimkî xemgîniya bîranînê di wî de bû û wî
di dilê xwe de digot: Ma min gotiye ku ez ê bistrim? Na, ez ê nestrim,
ez ê tenê lêvên xwe ji hev vebikim daku dengê jiyanê derbikeve, bi
ba re belav bibe û bibe kêfxweşî û bisteyîdan. Paşî Kerîma, ya ku di dema zaroktiya xwe de
li nav bexçeyê diya wî pê re lîstik kiribûn, peyivî: Diwanzdeh
salan te rûyê xwe li me veşartiye û diwanzdeh salan em tî û birçiyên
dengê te bûne. Wî bi dilek tijî diltenikiyek bêsînor li wê
nerî çimkî ew Kerîma bû ya ku çavên dayika wî danîn ser hev dema
ku baskên spî yên mirinê hatin vê bibin. Wî got: Diwanzdeh salan? Te
got diwanzdeh salan, Kerîma? Min stêr wek pîva bêrîkirina xwe
nexebitandin û kûratiya bêrîkirinê jî bi wan ranegihand çimkî di
hesta xerîbiyê û bêrîkirina welat de evîn di ser hemû pîvan û
dengên demê re ye. Hin bîsk hene ku tijî veqetîna ji hev in. Lê
dîsan jî veqetîna ji hev ji bilî westîn û kerrixîna dil ne tiştek
e. Dibe ku jixwe em qet ji hev veneqetîbin jî. Almustafa li mirovan nerî û ew hemû dîtin, yên
pîr û ciwan, nazik û qelew, ên li ber ba û rojê qelî û qijqijî û
yên rûyên wan spîçolkî; û pirs û bêrîkirin li ser rûyên wan bûn. Yek ji wan peyivî û got: Mamoste, jiyanê nehiştiye
ku hêvî û daxwazên me bi cî bên. Dilên me xemgirtî ne û em fam
nakin. Ji te lava dikim: xemên me vebirevîne û mebesta xemgîniya me ji
me re diyar bike. Dilê wî tijî heyf û berketin bû û wî got:
Jiyan ji her tiştê jîndar kevnartir e; mîna ku çawa bedewî bû
xwedîbask ji berî ku ti tiştek bedew li ser rûyê erdê çêbûbû
û mîna ku çawa rastî rastî ye ji ber ku ew hatibe bilêvkirin jî. Jiyan di bêdengiya me de distre û di bînvedana
me de xewn û xeyalan dike. Jiyan li ser textê xwe yê bilind e. Dema em
digirîn, Jiyan li rojê dibişire û dema em nîr û zincîran li pey
xwe radikişînin, Jiyan azad e. Pirrî caran em navên tal li Jiyanê dikin lê
tenê dema em bi xwe tal û reşbîn bin. Em gazin û lomeyan dikin ku
Jiyan vala û bêxêr e lê tenê hingê ku giyanên me li çolistanên
xalî bêser digere û dil jî ji xwe bi xwe tijî û mişt e. Jiyan berz, kûr û dûr e; û tevî ku tenê
dilê fire dikare xwe bigihîne tenê binê piyên wê, ew dîsan jî nêz
e; û tevî ku tenê nefeskişandina canê te dikare xwe bigihîne dilê
wê, siya te rûyê wê diniximîne û qelstirîn banga te jî di bersînga
wê de dibe bihar û payiz. Evîn
jî mîna eziya te ya gewretir hatiye niximandin û veşartin. Lê dîsan
jî dema Jiyan dipeyive, hemû ba dibin peyv; û dema ew dîsan dipeyive,
bişir û rondik li ser lêvên te jî dibin peyv û bêje. Dema Jiyan
distre, kerr dibihîzin û kêfxweş dibin û dema ew bi piyan dimeşe,
kor wê dibînin û diheyirin û matmayî û ecêbgirtî didin pey wê. Werger:
Husein Muhammed Pirtûka Xelîl Cibran “Bexçeyê Peyamber” (The Garden of the
Prophet) bi wergera Husein Muhammed ji alî Weşanxaneya Helwest de bû
malê zimanê kurdî. Ta niha ev pirtûka sêyem a heman nivîskarî ye ku
ji alî eynî wergêrî de tê kurdîkirin û ji heman weşanxaneyê
derdikeve. Bo xwestina yekê yan zêdetir ji van pirtûkan an jî bo
agadariyên berfiretir di warê van pirtûkan de, têkilî bi weşanvan
Lokman Polat re deyne: lokmanpolat@hotmail.com
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2002 |