|
Hejmar 24, 15 Gulan 2002 |
|---|
|
|
|
|
|
|
|
Min ne bawer e ku li raserî cîhanê
weşangerek wekî wî laqayî daw û dozên wîsa giran hatibe. 10 salên wê
aktîf, li dora 25 sal in ku di nav rojnamegerî û weşangeriya kurdî
de ye. Jixwe yekem car di sala 1976’an ango di 20 saliya xwe de gava ku
li Gêxiya Çewlikê rojnameyeke çep belav dike, tê binçavkirin û bi
dozger û girtîgehê re nasraw dibe. Ew roj ev roj e, têkilî û pêwendiyên
wî ji dadgeh, girtîgeh û dozgeran qût nebûye. Bi qotineke qerfî em
dikarin bibêjin; heger ji çûyîna Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM)
fersend û mecal bibîne, tê deriyê weşanxaneya xwe vedike, heger mêvanên
wî tunebin li ber kompîtûra xwe pal dide û amadekariya xebat û pirtûkên
nû dike. Temenê wî hêj 46 e. Lê ji 46 salan 7 salên xwe di ‘Qula
Tarî’ de ango di girtîgehê de borandiye. Di sosreta giran a sala
1980’yî de 150 roj di bin çav de maye û rastî îşkenceyên
giran hatiye. Ji sala 1992’yan û vir ve, ji
ber dozên ku lê hatine vekirin, 9 sal û 4 meh cezayê hepsê wergirt,
ev ceza li 10 milyar lîreyên tirk hate wergerandin. Rawestin! Ji ber dozên
ku hîn berdawam dikin jî, ji bo vî ciwamêrê hanê ji 26 sal heta 45
salan cezayê hepsê tê xwestin. Belê ez behsa Weşanxaneya Pêrî û xwedî û berpirsiyarê wê Ahmet Onal dikim.
Kekê Ahmet, heta niha wekî weşanger
û edîtor mohra xwe li bin 120 pirtûkên kurdî-tirkî xistiye û ew li
dîrok û edebiyata kurdî zêde kirine. Di nav van pirtûkan de soranî jî
di nav de, pirtûkên kurdî ji 3 zaravayan derçûne. Di vê merhaleyê
de, rewşa Ahmet Onal dişibe rewşa Rojnamegeriya Kurdî ya
piştî salên 1990’î. Çawa ku piştî girtin, bombekirin û
qedexekirina her rojnameyeke kurdî, yeke din şax vedaye û bi
awayeke berztir derketiye; heta pêvajoya Weşanên Pêrîyê jî, ‘Weşanên
Med’, ‘Weşanên Zêl’ û
‘Weşanên Nûjen’ vebûne û nesîbên xwe ji van girtin û qedexekirinan
wergirtine.
Îro çend weşanxaneyên me kurdan hene ku em mecbûr
in bi wan serfiraz bibin û piştevaniya wan bikin: Weşanxaneya
Avesta, Weşanxaneya Sî, Weşanên Înstîtûya Kurdî, Weşanxaneya
Aram, Weşanên Welat û Weşanên Jiyana Rewşen. Her çiqas
ji ber nebûna derfetan Weşanên Welat, Weşanên Jiyana Rewşen
zêde berhemdariya xwe kifşe nekirin; Weşanên Aram jî zêde
guh neda weşanên kurdî, dîsa jî pêwîst e em cihê van saziyan
li ser serê xwe çêbikin. Weşanên Avesta, Weşanên Pêrî û
her çiqas xwedî temeneke zor kurt be jî, Weşanên Sî ji bo weşangerî
û edeba kurdî karên pîroz pêk anîne heta niha. Ji weşanxaneyên navborî her yek ji wan, şayanî
nivîsarên bi serê xwe ne. Lewre jî em vegerin ser mijara nivîsara xwe.
Bi taybetî jî em vegerin ser portreya cihêreng a Ahmet Onal. Weşanên
Pêrî ji bo wî her tişt e. Gelek caran ez dibim şahid ku ji
kesên derdora xwe re gilî û gazincên xwe rave dike. Wekî diyaloga çend
roj berê: “Ez carinan bi rojan jina xwe, bi hefteyan jî jina xwe
nabînim. Karê weşanxaneyê, çûn û hatina dadgehê û amadekirina
paraznameyan nahêle ku ez li mala xwe gezek nanê rehet bixwim…!” û
berdewam dike: “Ez ji vê yekê ne xemgîn im û ne jî aciz dibim. Lê…!”
‘Lê’ya wê çiye? Naxwaze berdewam bike. Lê ez bibêjim; ew ji xwedêgiravî rewşenbîr,
rojnameger û nivîskarên tirk û kurd bi gilî û gazinc e. Piştî
ku em zorê didinê, ligel kesereke kûr dilê xwe vedike:“Heta niha
ji 120 pirtûkên min 30 heb ji wan hatin berhevkirin û qedexekirin. Bi
dehan doz li min hatine vekirin, hewçend sal jî cezayê hepsê û cezayê
peran. Ceza,
hepis û doz li ser her du çavên min. Min bêşerefî nekiriye, bi
şan û şeref piştevanî ji doz û edebiyata kurdî re dikim.
Di vê riyê de serê min jî here, mineta min ji kesî tuneye. Lê tiştê
ku ez pê diêşim ew e ku berhevkirin û dozên li ser 30 pirtûkên
min, wekî qedexekirin û mehkemekirina pirtûka ‘Noam Chomsky’ û
‘Randal’ deng neda… Ka li ku derê ne rewşenbîr û nivîskarên
me ku her roj ji bo demokrasî û derbirîna ramên fortên xwe diavêjin… !?
” Dilê
xwe bi van gotinan rehet dike Ehmedê Cûnî! Baş tê bîra min. Par di nava vê mehê de ango di
meha gulanê de, wekî nivîskar Mehmed Uzun; wekî weşanger jî
Ahmet Onal ‘Xelata Azadiya Demokrasî û Ramana Derbirinê’ (Demokrasî
ve Îfade Ozgûrlûgû Odulu) wergirtibûn.
Xelata sêyemîn jî pirtûkfiroşekî tirk wergirtibû. Çiqas xweş
bû. Du xelat bûbû para kesên ji gelê min. Wê rojê em gelek dilşa
bûbûn. Em hemû ketibûn milên hev û dîmenên xweş û baş
derketibûn holê. Li ser wê rojê û hevnegirêdana rewşenbîrên
kurdan em dîsa guhên xwe bidin gotinên Kekê Ahmet: “Mehmed
Uzun ji bo min mirovekî ezîz e. Ez wî ji bo xwe wekî dostekî hêja
dibînim. Min
gelek dixwest biçim dadgehên wî. Lê kekê Mihemed yek ji wan kesan bû
ku min zêde dixwest wî li cem xwe, li dadgehên xwe bibînim. Ji ber vê
yekê ez hinek xemgîn im. Dil dixwest ku bihata weşanxaneyê. Helbet
çayeke ku me bidayê hebû. Wê bi hatina wî, serê me bigihîşta
ezmanê heftan….” Her
dibişire, rûkeniya wî dike ku gelek kes xwe li dora wî bigirin.
Carcaran wisa bi teql dikene ku hema dimîne avahiya çar qatî ya ku weşanxane
lê ye, birûxe û were xwarê. Di destan de kaxezek, her dikene. Dixwazim sedema vê yekê hîn bibim. Dibêje:“Çeteyên
Susurlukê bi dehan kes kuştin, 6 sal ceza li wan hate birîn. Min
pirtûka çeteyan weşand (Behsa pirtûka rehmetiyê Mehmûd Baksî ya
bi navê:Teyrê Baz ya da bîr Kûrt Îşadami: Hûseyîn Baybaşîn
dike) 6 sal û 4 meh ceza dane min. Cezayê min, 4 meh ji cezayê ku li çeteyan
hatiye birîn zêdetir e. Sedema kena min ev e.....!” Vê carê jî, kesên li hûndir bi van gotinên Kekê
Ahmet ji kena piştoziko dibin.... Belê, ev bû çîroka me ya li ser Weşanxaneya Pêrî
û Kekê Ahmet Onal. Heta nivîsareke din, bimînin di nava xêr û xweşiyê
de....
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2002 |