|
Hejmar 23, 22 Nîsan 2002 |
|---|
|
|
|
|
|
|
|
Ez poşman pûm ku min
e.maila xwe nivîsand. Gelllllllllllllllleeeeeeeeeeeek mektub ji min re
hatin. Derdê milet pir e. Her kes ji min derman û şîretan dixwaze.
Yek ji min re wilo dibêje: Name 1: Apê Şûjin merheba.
Ez keçeke 17 salî me, min ji xortekî hez kiriye, ez bi ser de dimirim,
wî her şev di xewna xwe de dibînim, lê bavê min naxwazin ez bi wî
re bizewicim. Ez destê te radimûsim, şîretekê li min bike, ka ez
çi bikim? Pir rihete qîza min, madem bavê te te
nadin wî, pêre bireve. Dema ku hûn reviyan jî ji bîr nekin ku hûn
strana „Yabo welle ez mêran nakim“ bibêje. Eger kesek tunebû we li
cem xwe veşêre, werin cem apê xwe. Name 2: Merheba Şûjin ber
dilê min. Ez gelekî ji te hez dikim, dixwazim bi te re bizewicim. Ka te
çi got: Merheba ji te re jî, derziya kezeba
min. Ez gelekî ji te hez dikim, lê mixabin ez nikarim bi te re bizewicim,
ji ber ku te heqê iltîcayê nestandiye. Min heq nestandiye ez dixwazim
bi yeke bi pasport û oturum re bizewicim. Name 3: Diranê min pir dêşe
ez çi bikim? Here tixtor, yan jî qehweyê bixwe. Name 4: Mêrê min ji jineke din
hez dike, tu dibêjî ez çi bikim? Tu here ji mêrekî din hez
bike. Name 5: Xortek ji Swêdê
dipirse: Ezê çawa bibim nivîskar? Pir rihete oxlim, nivîsên
Evdile Koçer bixwîne, piştre jî serî li PENA KURD bide, wê dîploma
nivîskariyê bidin te, pîroz be. Name 6: Ez û mêrê
xwe em li hev nakin, emê çawa hev berdin? Ma ji vê rihettir, bi 3 telaqên
bêfitû hev berdin. Heya careke din bimînin di nava
kundiran de
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2002 |