Hejmar 23, 22 Nîsan 2002

      e.mail: avestakurd@hotmail.com                                                                                Edîtor: Dilbixwîn Dara

Medya KURDî

Partiyên kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Nûçeyên

Rojane

Medya

Tirkî

Medya Farisî

Medya

Erebî

 

PENa Navnetewî  

li Nivîskar Salihê Kevirbirî û pirtûka wî 

xwedî derket

 

Wekî tê zanîn roja 14’e Gulanê pirtûka Salîhê Kevîrbîrî ya bi navê 
‘Bîr Çiglign Yuzyili Karapetê Xaço’ 
ji hêla DGM’ya 4’an a Stenbolê ve hatibû qedexekirin û berhevkirin. Ji ber ku Kevirbirî endamê 
PEN’a Kurd e, bi pêşengiya Serokê PEN’ê Zerdeşt Haco ve kampanyayeke piştgiriyê hatibû 
destpêkirin û li ser qedexekirin û berhevkirinê gelek hêl û lay hatin agahdarkirin. 
 
Yek ji van hêl ango derdoran jî PEN’a Navneteweyî 
(WiPC, International PEN) bû.Piştî hewldan û nameya PEN’a Kurd, roja 14’ê Tîrmehê 
derbarê qedexekirin û berhevkirina pirtûka Salihê Kevirbirî de, 
PEN’a Navneteweyî ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Bûlent Ecevît re nameyeke protestoyî şand.

Nameya ku ji hêla rêvebera PEN’a Navneteweyî Katy Nicholson ve hatiye nivîsîn,
 ji bilî şandina navnîşana Ecevît a bi rengê Basbakanlik, Cankaya, Ankara, Turkey 
Fax: + 90 312 417 0476 ji tevahiya endam û rêveberên PEN’a Kurd û PEN’a 
Navneteweyî re jî hatiye şandin.

PEN’a Navneteweyî di nameyê de diyar kiriye ku pirtûka navborî li ser dengbêjekî ermenî ku bi 
tenê bi kilam û stranên xwe piştevaniya çand û hûnera kurdî kiriye bixwe ye û 
divê di zûtirîn katê de qedexekirin û berhevkirina  li ser pirtûka Kevirbirî bê rakirin. 

Her wiha tê gotin ku Tirkiye mohra xwe li binê Danezana Gerdûnî ya
Peymana Mafên Mirovan xistiye lewre  jî bi vê kiryara xwe ketiye nava şermezariyekê.

Çendek berê jî Endamê Parlamentoya Ewropayê, parlamentera kurd a PDS’ê Feleknas Uca jî
piştgiriya xwe bo Kevirbirî diyar kiribû û gotibû ku heger ev biryar paşve neyê avêtin ew dê li 
parlamentoyê der barê Tirkiyê de daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe.

 

 

VEGERE

©www.avestakurd.net 2001-2002