|
Hejmar 28, 15 Tîrmeh 2002 |
|---|
|
|
|
|
|
|
|
DANEZAN BER BI DANÎNA KORDÎNASYONA DEMOKRATÎK A KURDÊN EWROPA Rêxistinên kurdî yên ku li welatên Ewropa di warên
cihê de dixebitin, piştî
civînên Stokholm, Wupertal û Parîsê, di 30’ê Xeziranê li Kolnê
civiyan. Piştî
minaqeşeyên fireh li ser Danezanê, ku paş civîna Parîsê hatibû
amadekirin, beşdarên civîna Kölnê biryara danîna
Kordînasyona demokratîk a Kurdên Ewropa (DEM-KURD) dan û li ser
bingeh û prensîbên wê li
hev kirin. Kordînasyon
çi ye ? Kordînasyon forumeke şêwr û hevkariya rêxistinên
demokratîkên kurdî yên Ewropa
ye. Hemû rêxistinên kurdî yên ku di warên entegrasyona Kurdên
Ewropa bidestxistina mafên wan ên ziman, çand û nasnameyê de û/an
ji bo nasandina gelê kurd û
pirsa kurdî dixebitin û prensîben jêrîn qebûl
dikin dikarin bibin endamên vê Kordînasyonê. Her rêxistina endam serxwebûn û azadiya xwe û statuya xwe diparêze. Armanca sereke ya Kordînasyonê ew e ku rêxistin û
komeleyên endam bikaribin li
ser pirsên ku entegrasyona Kurdên welatekî (xwendina zimanê kurdî, nasîna nasnameya kurdî, amadekirina hin kampanyayên
ji bo berjewendiyên (menfêtên)
giştî yên Kurdên wî welatî) an/û li ser pirsên
giştî yên tevahiya civaka kurdî ya Ewropa bi hev bişêwirin,
bi hevre hin çalakî û
bernameyan amade bikin û bi cîh binin. Prensîbên
Kordînasyonê Komele û rêxistinên ku dixwazin bibin endamên Kordînasyonê
divê ku prensîbên jêrîn
qebûl bikin : 1° Kurdîstanîtî: divê ku her komeleya endam ji Kurdên
her aliyên Kurdistanê re
vekirî be, ji bo nasîna mafên çandî û nasnameya Kurdên
Ewropa bixebite û bi awayên demokratîk û aştî mafê gelê
kurd ê çarenûsê biparêze. 2° Demokrasî: divê ku her komeleya endam di meşandina
karên xwe de riayeta pirensîbên
pluralîzma demokratîk, bi taybetî ya azadiya fikr û baweriyên cihê qebûl bike, ji Kurdên ji her baweriyê (sunnî,
şiî, alewî, kakeyî, êzdî,
Ehlê Heq, ateîst, hwd) re vekirî be.
Komeleyên ji bo serdestiya dîn an mezhebekî hatibin danîn nikarin bikevin nav Kordînasyonê. 3° Wekheviya jin û mêran: divê ku her komelaya endam
di bername û çalakiyên xwe
de wekheviya jin û meran bide pêş çav û ji bo pêşveçûna wê
bixebite. 4° Entegrasyona Kurdên Ewropa di çarçeweya riayeta qanûnên
welatê ku tê de dijîn: divê
ku her komeleya endam bixebite ku Kurdên Ewropa
bikaribin tevî nasnameya xwe ya kurdî di civaka ewropî de bên qebûl
kirin û di warên xwe yên xwendin an xebatê de pêşve herin
û xwe ji her awayî zor û
şîddetê dûr bixin. 5° Şefafiya malî: divê ku her komeleya endam ji alî
hatiniyên xwe yên malî û
xercên xwe ve him ji bo endamên xwe him ji bo meqam û raya giştî ya welatê xwe vekirî û şefaf be, alîkariyên ji
kaniyên tarî qebûl meke. Bi
taybetî, nabe ku ji tu dewleta ku zordestiyê li parçeyek gelê kurd
dike tu alîkariyê qebûl bike. Komela an rêxistina ku ji alî malî
ve bikeve bin gumanê rêz,
îtibar û nifûza xwe winda dike û ziyanê dighîne
doza kurdî. 6° Nealîgiriya siyasî : divê ku komele û rêxistinên
demokratîk ên kurd li Ewropa
ji bo entegrasyona Kurdên Ewropa û piştîvaniya doza kurdî dixebitin û dikarin di vê çarçeweya fireh de Kurdên ji
navçe û baweriyên cihê
bicivînin. Alîgir bûna hin
partiyan an bi hin partiyên din re ketin
polemîkên siyasî ne karê koordinasyon
e û dikare bibe sedemê perçebûn û
bihevketina Kurdên Ewropa. Organên
Kordînasyonê: Ta ku rêxistinên demokratîk ên her welatekî Kordînasyona
xwe deynin, ewê Kordînasyona
Ewropa bi du organan bixebite. 1° Civîna gelemperî : salê carekê dicive, her rêxistin
an komele bi berpirsiyarekî
xwe beşdarê vê civînê dibe. Amanca civînê diyarkirina
çalakî û bernameyên hevbeş (muşterek) ên ji bo
seranserê Ewropa yê ye. Her
komele dikare pêşniyarên xwe yên hevkariyê pêşkêş ke û
rêxistinên ku di warên nêzîk
de (entegrasyon, mafên mirov, pirtûkxane, weşan, hwd.)
dixebitin dikarin bi awayekî serbest li dor bernameyeke salane ya
hevkariyê bi hev re bixebitin. 2°
Sekretarya : Di destpêkê û heta Civîna Gelemperî, ji 5 kesan pêk tê
(berpirsiyarek ji Federasyona kurdî ya Swêdê, yekî ji Komkarê û
yek ji Civata Kurd li Elmanya, yek ji Hoybûn-Danimarqê, yek ji
KOC-KAK-Hollanda). Sekretarya, di navbera
du civînên gelemperî de, gava ku pêwistî hebe dicive ji bo şêwrê
an bicîhanîna çalakiyên hevbeş. Gava ku
komele û rêxistinên kurdî yên her welatî di nav Kordînasyonekê de bicivin ewê berpirsiyarekî kordînasyona her welatekî
bibe endamê sekretaryayê. Ku Civîna
Gelemperî pêwist bibîne dikare ji bo salekî serek û yek an du
cîgirên serekê Kordînasyonê helbijêre. Dîsa ku Civîna
Gelemperî pêwist bibîne Kordînasyon dikare bi îngilîzî û
kurdî bultenek an/û websîteyek pêk bîne. Federasyona Komeleyên
Kurdistanê li Swêdê, HOYBÛN-Berlin, Komela Kurdistan
li Belçîka, Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland, Komela Navnetewi ya
ji bo Mafên Mirov li Kurdistan
(Elmanya), Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya), Kurdish Advice
Centre (Brîtanya Mezin), Hevkar-Elmanya, Civata Kurd li Elmanya (Koln),
Civata Kurd (Giessen), KOMKAR-Frensa, KOMKAR-Danîmarqa, KOMKAR-Swîsra,
KOMKAR-Avusturya, Komelayê İslamiya Kurdistan-IVK (Mainz), HOYBÛN-Danîmerqa,
Dengê Kurdan li Duisburgê, Komela Çanda Karkerên Kurdistan- KOÇ-KAK 09.07.02
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2002 |