|
Hejmar 28, 15 Tîrmeh 2002 |
|---|
|
|
|
|
|
|
|
destkuje gerrîneka reşbîniyê ji nîşev ta nîşev xûnrija dûriyê di kovanêd te da dilop dilop diniqute... bi çi rengî jînê dibînê ji te dûrim xerîbo çav te nabînin... tirkinî bi dilê te dikeve... rû li rû tu û Stokholm demjimêra oda te ye di brînêd tey nêmgirtî da digere jê dizîvire û lê vedigere... zengilêd Kenîseya di mejiyê te da lêdikevin wêran û kizotêd canê xa hildigrê
li hevala digerê bi xemin perestgehêd te welato bêxudîne... nimêja min jî ne wek ya hemû ola ye wê çi biba xudêyo ku dem paşda vegeriya wê çi bibe ku ez ne ez bim tu jî ne tu bê Stokholm tu çi dikê bi serê
biyaniyêd xa sare libendêmayina di kolanêd te da xûnrija bîranînêd welatekî reviyayî siwarekî desthefsarê hespê ji dest xa berdayî û koçberin bênavnîşan ji nîşev ta nîşev destpêdike... min bîriya te kiriye û di vî welatî xemgîn û tarî da ketime tayeka saregermî... bi ku va dere roya te ya demdemî Stokholm xewn û pêkenînkêd zaroktiyê bidarvedibin... tirkinî bi dilê te dikeve rû li rû tu û Stokholm... di serê te da çi heye û çi tineye xerîbo berve hêvarêd qedera te ya bêbext derin ev rojêd miçiqî gelo di kîjan quncikêd tariyê da ezê te ji xa bikim Stokholm bêpar mame ji arama nefel û giyayê rûyê te welato ji şevbêrkêd havîna ji çîrokêd çîrokbêjê gund]] bêpar mame ji te ji yara çav li rê di kîjan
destlibakirinê da tê min hemêzbikê welato ez jî axa te silav li we Efrîn Amûde Dihok Amed û Wan... ji Stokholm ta Stokholm destê xa didim wêneyêd te welato bi çi rengî jînê dibînê xerîbo destê xa didê wênedêmêd xa dişewitê şevgêra şeva li te westiyaye ji te ra nabêje ev qeder bû de binoşe Stokholm ji êşa min derdkêşê te
me... noş noş noş noşa biyaniyekî dîîîn û yekî din noşa peyalek av û yeka din vala]] noşa te Stokholm]] semaya çopî bi min ra direqisê... ji nîşev ta nîşev bila destpêbikin stiranêd te]] bi çi rengî jînê dibînê xerîbo ji te dûrim çav te nabînin bê aramin şevêd te ji sawîr û şevpestan ra bêbendin xewnêd te]] bêpar mayê ((ji yara çav li rê)) ji arama sosin û pêçekêd vê biharê gelek biharê din çûn û hatin û tên... tu venegeriyayê gerrîneka pirsa ye Stokholm destkuje bêarama stiranêd te û ji Kurdistan ta Stokholm min jî bîriya te kiriye xerîbo
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2002 |