|
Hejmar 31, 01 îlon 2002 |
|---|
|
|
|
|
|
|
|
Li balafirgeha Frankfurtê ez
li benda Hêvîdarê bûm. Ew ji Kobaniya min dihat. Bajarê ku ez di nava toz, ecac,
talîzok û şîn û şahiya wê de mezin bûm. Bajarê ku bi salan
hatibû ji bîrkirin. Bajarê ku sînor ew mîna sêvekê perçe kiribû û avêtibû
binê xetê... Kobaniya ku di rojên qutbûna
avê de mîna gulekê diçilmisî û serî lê xwar dibû… Kobaniya min, ku ev 12 salin bûye
agirek û xwe li bedena min pêçaye. Ez li benda wan wêneyan bûm,
wêneyên ku min dikir nedikir ji bîra min nediçûn, wêneyên zaroktiya
min, wêneyên kolanên ku me lê bi gulle û delemeyan dilîst, wêneyên
riya gundê me, riya ku di ber xeta tirênê re dihate Kobanê… Wêneyên
ava Çemê Ferêt ku me bi traktorê diçû ji wê derê qûm dihanî… Ez li benda gelek tiştan
bûm. Ev ji 12 salan zêdetir bû, ku ez bi hesreta dîtina wan bûm. Min xwest ez bi tenê biçim pêşwaziya
Hêvîdarê, û cara yekemîn di çavên wê de sûretê dayîka xwe, bav,
xwişk û birayên xwe, dost û hevalên xwe bibînim… min dixwest ez
bi tenê ji xwe re di nêrîn û dîtinên wê de hewşa mala xwe bibînim,
ew hewşa ku diya min bi zorê bi me dida şûştin. Min dixwest
ez di çavên wê de odeya ku min lê dixwend, maseya ku min li ser dinivîsand,
ew maseya ku bavê min ji min re ji Helebê bi posta (otobus) Hec Hesen anî,
hîna di bîra min de ye, bi rojava re posta gihişte ber deriyê hewşa
me, min weke birûskê xwe gihand wê û bêsebir me bi hev re mase xiste
hundir odê, wê rojê belkî min sed carî destê bavê xwe ramûsand, ji
şabûnan çend rojan xewa min nedihat. Piştre min çend sûret
û hinek nivîsandin xistin bin came, wê demê ez nû fêrî nivîsandina
kurdî dibûm, - Hêvîdar dibêje hîna
maseya te li cihê xwe ye û nivîs û sûretên te jî di bin camê de ne- Min dixwest ez bizanibim gelo,
mitêl û doşega ku ez têde radiketim hîna hene, hîna weke berê
diya min her serê sibê tê wê odê û gazî min dike: “de
rabe kurê min ro çû ava, here mektebê…” Gelo weke berê dîsa tê
lihêfê ji ser serê min radike û dibêje: “ji
te re pere here ji firinê nên bîne!!!” Wan sibehên biharê xew
gelekî bi mirov xweş dibû, ez bi zorê ji nava nivînan derdiketim û
min bi çavên neşûştî berê xwe dida firina li kêleka mizgefta
Mezin. Ew mizgefta ku di rojên înan de bi dehan solên nimêjvanan jê
dihatin dizîn. Min dixwest Hêvîdar ji min
re, ji Kobanê, ji Qereqo bi xwe re zaroktiya min bîne, ew zaroktiya ku bîranînên
wê heya niha jî di dilê min de bûne agriek û dikim nakim nikanim vemirînim. Balafir dadikeve, em hev dibînin.
Ez bi xêrhatina wê dikim, çenteyan dixim erebeyê. Dipirsim: “Çi
di vî çenteyî de heye, wiha gelekî giran e?” Hêvîdar bersiva min
dide: “Diya te ji te re xwarin
şandiye.” Belê ji Kobanê diya min ji min re xwarin çêkiriye
û şandiye, piştî 12 salan ezê cara yekemîn xwarina ji destê
diya xwe bixwim. Bi rê ve, ez pirsekê bi ya
din ve girê didim û dipirsim, fersendê nadim Hêvîdarê ku bersiva min
bide. Sebr nakim guhdarî bikim. Ez dixwazim serpêhtiyên 12 salên derbasbûyî
bizanibim. Dilê min weke daholekê lêdide. Gelo ev lêdana tirsê ye, ya
şabûnê ye, ez jî nizanim. Em têne mal. Dibezim çenteyê
xwarinê, xwarina ku diya min taybetî ji min re şandiye û xwestiye ez
têr bixwim “binêre Hêvîdar qîza
min! Dilbixwîn biçûke, zaroke, dema ku li mal bû pir xwarin nedixwar,
bila têr bixwe…” wisa tembiya xwe kiriye. Di çavên wê de ez hîna
zarok im, mezin nebûme. Destê te sax be anê. Daiya min ya şêrîn, ku
tu rojan dilê min ji tiştekî nehîşt û ez ji germaya hembêza
xwe mehrûm nekirim. Diya min, ya ku di her şîneke
xelkê bajêr de hazir dibû, nas bikiria, nas nekirira, reşa xwe girêdida
û berê xwe dida cihê şînê. Qet ji bîra min naçe, min rojekê xwe
avête hembêza wê û jê pirs kir: “Anê, hema kî li kuderê dimire tu
kincên reş li xwe dikî û diçî bi ser de digirî, çima tu ewqasî
kelogirî dibî?” kesreke kûr kişand û got: “Her
kes li ser miriyê xwe digirî kurê min…” Hûn dizanin çi ji min re
şandiye diya min? SOGILME.
Raaaa ji Kobanê belkî bi qasî 10 kîlo bacanên reş kirine Sogilme,
di çenteyê Hêvîdarê de bi cih kirine û ji bo min şandiye, gotiye “bila
ew û hevalên xwe bixwun”. Ez nizanim gelo hûn dizanin Sogilme çi
ye?! Xwarineke pir xweş e. Eger ku rojekê riya we bi vî alî ket, min
agahdar bikin ji bo ku em bi hev re li ser rûnin û ji nêzîk ve wê nas
bikin. Çenteyê din vedikim, ew jî
giran e, di wî çenteyî de Kulurê Eydî, Penêrê bi Hebreşik, Danê
Kutayê -ji bo ku em şorba dên pê çêkin-, Bîber, dimisê Îsotan,
Burxul, Darçîn… û gelek tiştên şandine. Li kamerayê dinêrim, kastên
ku ji bo min hatine dagirtin dibînim. Dixim video û lê temaşe dikim.
Çavên min tijî hêstir
dibin. Xemgîniya di rûyê diya xwe de eşkere dibînim. Dema ku qala
min dike bêhna wê teng dibe û bêhemd hêstir ji çavên wê têne xwar. “ditirsim bimirim û careke din wî nebînim” di ber xwe de dibêje.
Ez di cihê xwe de sar dibim, mala xerîbiyê bişewite, ezê nikaribim
xwişk, bav û birayên xwe bibînim. Ezê nikaribim careke din bi wan
re li ser sifra taştê rûnim û mastê Qulî bixwim, ezê nikaribim
careke din di şefaqa rojên cejnan de destê bav û diya xwe ramûsim
û bibêjim “eyda we bimbarek be!” Hemû mirov û dostên min li mala me hazir in, hinek ji wan
digirîn, hinek dikenin, lê belê hemû jî xemgîn in, hemû jî li çavên
min dinêrin û bi yek hêviyê dibêjin „Were
berî mirinê em careke din hev bibînin“ Heya serê şefaqê ez li kasetan temaşe dikim. Li dîmenan
dinêrim, agir bi kezeba min dikeve. Kobaniya min miçiqî ye, bajarê ku berê di navbera her gav
û gavekê de kaniyek hebû, niha bi hesreta dilopek av dijî. Qinê,
tu caran ji bîra min naçe. Ew Qinêya ku ava wê zelal, mîna ava zemzemê
bû, şêrîn û paqij bû, Qinêya ku jinan kincên xwe dibirin û di
ava wê de bi şonikan pê diketin û dişûştin. Ew Qineya ku
bi darên hêjîr, goz, tû, mişmiş û canhîrikan dor hatibû
girtin, Qineya ku me di bin darên wê de xwe dirêj dikir û li ber xuşexuşa
ava wê diketin xew. Qinêya ku cineteke dinyayê bû, niha xemgîn e, bi
ser halê xwe de mîna sêwiyan dihonije. Lê Gola min, Gola
Kaniya Mirşidê. Ku min ji tirsa diya xwe newêribû xwe nêzîkî
ava wê bikim. Gola Kobanî, ku
canê gelek xortan biribû, gelek kes têde fetisîbûn. Ew jî bi darên
Qewaxê hatibû dorpêçkirin, darên ku heya ezmanan bejna xwe bilind
dikirin. Darên ku xelkê di bin siya wan de çîgê goşt çêdikirin,
misînê çayê dadanîn ser agir û diketin suhbetê. Min çiqas car di bin
wan darên Qewaxê de, li kêleka Golê çay vexwaribû û çîgê goşt
xwaribû! Ez çiqas car di bin wan daran de rûniştibûm û min çend
pirtûk xwendibûn! Min çiqas caran ji ber ku xwe xistibû ava gola li kêleka
wan daran, lêdan ji dest diya xwe xwaribû!!! Ez xemgîn dibim, ji ber ku ew Gol, niha bûye meydana topê,
xortên ku berê li wê derê masîvanî dikirin, niha têde bi topê dilîzin.
Çavên min tijî hêstir dibin û ji girî dixeniqim. Darên ku me berê di bin de dixwendin û xwe ji imtîhanên
dibistanê re hazir dikirin, niha yek jî nemaye. Xemgîn im, lê dîsa jî pir ji te hez dikim, Kobaniya min. Weke ku min ji ava Qina te, ji Gola te hez dikir, niha jî
her wiha ji bêaviya te, ji miçiqîna te hez dikim. Lê gundê min! Gundê ku ez lê hatibûm dinyayê û min ji wir dest bi
jiyanê û vê riya dirêj kiribû bûbû wêran, kevir li ser kevir nemabû.
Ew gundê ku heya niha şopên bîranîna wê li ber çavên
min in. Weke ku duh be, qet ji bîra min naçe, şeveke zivistanê
bû, mîna lehiyê baran dibariya, nizanim çima û sedem çi bû, lê tenê
min dît ku deng û hawara jinan hat hinek digiriyan, henekan şelt û
nivîn diavêtin trêla traktorê. Diya min, ya kinik û çen bi deq, diya
min ya şêrîn û her demê devliken,
xwe avête hundir û bi dengekî kelogirî qêriya „hawar...
hahoooo em xwînî bûn.“ Min tiştek fêm nedikir, ez zarok bûm, yan hef yan jî
heşt salî bûm. Min bi tirs xwe avête hembêza diya xwe û ez jî bi
wan re giriyam, çima digirîm, xwînîtî çi ye, em vê şeva kor ku
çav çavan nabînin bi ku ve koç dikin, emê bi ku ve biçin... pirsen bêbersiv
bûn ku tevlî giriyê min dibûn. Şeva ku herî zêde ez tê de tirsiyam ew şev bû,
belkî ew giriyê min yê herî bi şewat bû di jiyana min de. Tevî ku
min nikaribû bizanibim çi qewimiye jî, lê heyecana ku ez têde bûm,
heft caran bi qasî temenê min mezin bû. Ez bêhtir li ser odeya me digiriyam, ew odeya ku me nû çêkiribû
û em hîna neketibûnê. Ez li ser wan keviran digiriyam, ew kevirên ku
min bi destên xwe yên biçûk dihanîn û didan bavê xwe ji bo ku dîwarên
odê lê bike... ez li ser deriyê odê digiriyam, ew deriyê dema ku min
xwest mîxekî têde bikutim, çakûç bi şaşî di tiliya min de lêket
û ji ber êşa wê ez bi saetan giriyam. Ez zêdetir li ser cewrikê
xwe digiriyam, ku heya niha bez û livbaziya wê li ber çavê min e, ew
cewrikê ku min gelekî jê hez dikir, qet ji min bi dûr nediket, bi min re
heya Qereqoya Jorîn dicû, ew gundê ku bi qasî nîvseetekê ji gundê me
dûr bû, min li wî gundî heya sinifa diwemîn xwend. Heya niha jî dema
ku çavên min li cewrikan dikevin, ew cewrikê min yê zaroktiyê tê bîra
min, ez bi xemgînî nêzîkî wan dibim û bi hezkirina rojên berê destên
xwe di ser seriyê wan re dixuşînim. Bi her du çokên sistbûyî, bi bedena xwe ya westayî, bi
zimanê ku nikare bigere, bi milê çikestî û çavên tijî hêstir
radibim û kasêta Nizamettin Ariç didim ser, li strana ku Şahînê
Soreklî nivîsandiye guhdarî dikim û bi hêviya ku berî mirinê careke
din malbat, dost û Kobaniya xwe bibînim, li ber vê stranê dikevim xewê... Li vir hebû gundekî şên hemû dar û ber li navînê çavîkek çûk av jê dihat der
|
|||||||||||||||||||
|
©www.avestakurd.net 2001-2002 |