Hejmar 32, 01 Cotmeh 2002

      e.mail: avestakurd@hotmail.com                                                                                Edîtor: Dilbixwîn Dara

Medya KURDî

Partiyên kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Nûçeyên

Rojane

Medya

Tirkî

Medya Farisî

Medya

Erebî

Serrûpel

Hunermend

EHMEDÊ ÇEP:

"Mûzîka kurdî

heye, lê hîn di

destpêkê de ye"

-Hevpeyvîn Imer Kalo

»»»

DEWRÊŞÊ EVDÎ

- Şahînê Bekirê 

Soreklî

»»»

HOZAN  Dilgeş 

li ser textê

nexweşiyê ye

- Bexşî Gunay

»»»

 Mijara 

daçekê (II)

- Mustefa Reşîd

»»»

 Danasîna ferhengên kurdî (xeleka II)

 -Ebdulbaqî Huseynî

»»»

 "Sibe în e Navê Xwedê bîne"

- Sebrî Botanî

»»»

Deynkirine 

an Xerakirine

- Meşal Temo

»»»

De Niro 

daweyek bi 1 Milyon 

dolar vekir 

»»»

koçka 

dengên azad 

di paltak de vebû

»»»

Pena KURD 

Mohammad Khatami û Dr. Bashar al-Assad re name şandin

»»»

Li Herêma Xerzan

SERHILDANA 

ELÎYÊ ÛNIS

 - Lokman Polat

»»»

Nexweşiya zimanzaniya Kurdî 

û Herêmayiya Kakşar

- Hassan Îrandost

»»»

Evîna min

- Mehmûdê Akko

»»»

Windows a 

bi zimanê kurdî

- Demhat

»»»

Nirxandinek li ser pirtûka  El wehil   

- Henîf Yûsuf 

»»»

Gel û dûgel

  - Adar Jiyan

»»»

 

  Demhat

 

Li vir roj bi roj dengûbas û nûçeyên li ser Windows û Internet tê avakirin. DEMHAT giranîya xwe dide ser programkirin (html & JavaScript) û windows xp  here ser DEMHAT

 

DEMHAT ONLINE

 

 

Kovara Demhat ( Demhat PC Magazîn ) ew meh bi meh carek mezin fireh xwe ava dike. Ew ewil tenê bi rêya Internet Online derdikeve. Giraniya xwe dide ser Windows XP û Programkirin. Ew hêjmarên xwe û xebatên xwe bi forma exe ava dike û belav. Me ewil pir tişt nenivîsand, çimkî em hêviya yeggirt-bûna ew ferheng e. Ew ferheng xarek li şûna xwe rûne , em dikarin frehtir xebatên xwe bikin. Em dikarin ji her alîyê INTERNET binivîsin û Windows bidin nasandin. Here ser DEMHAT ONLINE

  

BANG !

 

Me ferhengek ava kiriyi, ew ferheng bo peyv û gotinên internet û windows e. Zimanzan û nasên kurdan alîyê me bikin, em ew ferheng bike yekgirt ( standard-default). Em dixwazin xebatên xwe firehtir bikin, lê mixabin, hinek gotin û peyv em nizanin ( em dizanim, em naxwazin ji serê xwe derînin, em naxwazin, zimanê kurdî nezan nezan bilewitînin bi gotinên nerast, bo ew, em dixwazin ew ferheng ji destê zimannasên kurdan carek be xwendin). Eger ferhengek hebe, ew ferhenga me bi gotinên bijartî ava kiriye, ew cihê xwe rûne, em dikarin êdî li     gor ew ferheng binivîsin. Ew ferheng hûn dikarin ji malpera www.demhat.de dakişînin û bixwînin.

 

DEMHAT hajmar yekemîn derket !

 

Ew carek derket, demhat dest pê kir. Hêjmara yekemîn de ev hene. Hûn dikarin ji navnîşana www.demhat.de bixwazin û dakişînin (online & offline).

 

  1. Ferhengek bo Internet & Windows

  2. Nasîn û nasandina Windows

  3. Hinek dersên taybet li ser Windows

  4. Nasîn û nasandina Internet Explorer

  5. Hinek dersên taybet li ser IE

  6. Fontên kurdî & tastatûr ( klavîye) KURD IT GROUP

  7. Du programên navdar wek IrfanView û Windows Commander hatin vegerandin ser kurdî bi awayek zana.

  8. Hinek nivîs li ser bang û hêvîyên DEMHAT

  9. Hinek Kodên Windows XP jî hatin vegerandin bo nimûne.

 

 

DEMHAT DEST PÊ KIR

 

Ez dixwazim çend gotinan li ser DEMHAT bêjim, ji bo çi ev malper hatiye vekirin, kar û xebatê DEMHAT çi bibe. Ev malperek teknîk e, em giraniya xwe didin ser înternet û windows. Em dixwazin înternet û windows bidin nasandin û bi taybetî em kar û xebatên xwe bi zimanê kurdî-kurmancî tînin ser ziman...

Bi rastî hûn jî dizanin ev heştî sal in, piştî bindestbûna kurdan , zimanê me, kurdî, ew jî ket bin destê dijmin û me nikarîbû bi zimanê xwe rojnaman û kovaran derxînin , çap bikin. Îro belkî nîvê kurdan zimanê xwe yan qet nizanin, yan jî kêm dizanin...Ew roj be roj bi taybetî li bakurê kurdistan bin destê kemalîstan xerab dibe..

Ev rewşa me ye, me ev ne xwast, lê ev rastî ye û em nizanin, ev bindestbûn çend salên din jî dewam dike. Em hêvîdar bin, kû, roja azadî û serxwebûn nêzîk be....

Niha em werin ser mijara DEMHAT. Ew çi bibe û çi rê DEMHAT dide ber xwe. Bi rastî ew çiqas dûr jî be, çiqas nêzik be, derketina Windows a bi zimanê kurdî bo zimanê kurdan gavek mezin dibe û belkî bi xêra windows, zimanek taybet a nivîskî û devkî a yekgirtî ava bibe û kurd jî xwedî zimanek yekgirtî bin û nav xwe de bikaribin bi yek dengek , bi yek devek mijûl bibin..

Derxistina Windows a bi zimanê kurdî grêday kurdan e, kurd bixwazin, ew dikarin derînin, ew tenê mijarek xwastin û gihandin e, gotinek heye, kî bixwaze bi dil, ew digîhe bi can, ew çiqas gotinek rast e, em’ê bibînin..

Niha ev tenê gavek piçûk e, belkî kevirek destpêk a avakirina xanîyek e, lê kevirek gihiştî ye, ez dikarim vê yekê bêjim...

DEMHAT, ew’ê ewil tenê bi rêya înternet ( online) derkeve û xebatên xwe pêşkêşî wan kurdan bikin, ew ên li ser windows û internet dişxulin û bi awayek gihiştî beşdar dibin. Em dikarin bêjin, bi her dengek, bi her kurdek, keverik were ser xanî û belkî em dawî da xanîyê xwe ava bikin û windows a kurdî derbikeve.

DEMHAT, li ser zimanê kurdî jî dixebite û xebitiye, rêzmana kurdî xwendiye û dengûbasên li ser zimanê kurdî jî dişopîne...

Em dizanin, du astengên mezin hene, ên ku li pêş me, yek ziman e , yek jî beşdarbûn e. Ziman zimanê kurdan e û her kurdek dikare zanîna xwe li ser zimanê kurdî bi me re par ve bike... Beşdarbûn jî dîsa girêday kurdan e, kurd çiqas giranîya xwe bide ser van xebatan, em ew qas dikarin zûtir pêş kevin ....

BI XÊRHATINEK DILÎN WE SILAV DIKE, DEMHAT û hevalên wî

Ev tenê gavek e, hêvidar bin, em demek nêzîk bikaribin birêbikevin li ser armanca Windows A Kurdî

KURD hewl bidin , ew dikarin derînin, tenê bixwazin û li dû bisekinin...

 

RAST E,  eger kurd bixwazin, MICROSOFT dikare Windows bi zimanê kurdî jî derîne, ew tenê girêday xwastin û bikaranîn e, eger kurd bêjin, em xwedî zimanek e, em dixwazin bi zimanê xwe ê dê û bavan Windows bişxulînin, ew dibe, ew bikirin , ew dibe....

KIRÎN rê vedike, eger kurd lîzans bikirin, ew bêjin, em kurd in, em dixwazin windows a xwe bi zimanê xwe bişxulînin...

Ew rêxistin û sazîyên kurdan jî beşdar bin, ew bikevein nav danûstandin bi microsoft, ew dibe, MICROSOFT vedigerîne ser her zimanek , eger KIRÎN bes be, eger derxistin xwe bifroşe....

Bo wî, em bank li hemû kurdan dikin, eger pêşîya me de gavek serkeftin hebû, hûn jî serkeftinek din bikin û xwedî derkevin.....

Bawer bikin, derketina Windows bi zimanê kurdî gavek dîrokî bo kurdan e û zimanê kurdî jî dibe xwedî cîhek.

Ewil hewldanek bo zimanê kurdî hebe, zimannasên kurdan ferhengek yekgirtî ava bikin û bo nimûne hinek gotinan ava bikin , ew ên kêm in....

Ew kurdên li ser erdê EURO dijîn, ew jî dikarin , eger MICROSOFT got erê, ew dikarin lîzans bikirin û bikarhêner bes be , wê çaxê tiştek namîne ber derketin....

Em jî xwedî zimanek yekgirtî dibin

KURDÎ ZIMANEK GIHIŞTî YE

Windows îro bi dehan zimanan derketiye û sal bi sal bi zimanên din jî derdikeve. Ne tenê ev, Windows jî her sal bi teknîkên teze xwe belav dike û îro WINDOWS XP derketiye, ev a dawî ye û bo înternet serkeftinek mezin bûye û roj bi roj zêdetir dibe…

Em werin ser zimanê kurdan...

Zimanê kurdan jî ev deh bîst salên gavên mezin avêtine û îro alfabeyek yekgirtî heye. Nivîskar û xwendekarên kurdî roj bi roj zêdetir dibe ( wek ez
J)

Ez dixwazim li ser KURMANCÎ bisekinim, em jî dizanin %50 kurd bi kurmancî mijûl dibin û ev baskê zimanê kurdî li çar alîyên kurdistan bin destê dagirkeran dijîn..

Em zimanê kurdî-kurmancî û windows bidin ber hev, em dibinin ku, yek ji yekî kêmtir-zêdetir nîne. Windows dikare bi zimanê kurdî jî derkeve, zimanê me gihiştî ye û xwedî alfabeyek yekgirtî ye...

Me du programan vegerand ser zimanê kurdî û me dît, ku, problemek dernakeve, zimanê kurdî bo gotinên windows gihîştî ye û bi zimannas û zanên kurdan bêasteng dikare windows derkeve.

Windows jî programek MICROSOFT e û tê firoştin. Eger bikarhêner hebin û Windows xwe bifroşe û ew dikarin vegerînin ser zimanên din....

Bo wî:

» Zimanê kurdî îro gihîştî ye.

» Bikarhênerin kurd jî bes hene

» Îro li başurê kurdistan desthilatdarîyek jî heye.

» Û windows dikare xwe bifroşe, çimkî, îro nêzikî 1 milyon kurd li EURO-ZONE dijîn, ew dikarin alîkarîya ekonomîk bikin û ew bi zimanê kurdî ji derkeve

» Rêxistin û karsazên kurdan hene, ew dikarin bi microsoft bixebitin û firoştina Windows a Kurdî bikin

SERKEFTIN

HÊVÎDAR IN; EW bi zimanê kurdan jî derkeve û ew’ê derkeve...

  

VEGERE

 

©www.avestakurd.net 2001-2002