|
Hejmar 35, 15 Mijdar 2002 |
![]() |
|---|
|
Rojnameyeke
Çandî, Hunerî û Wêjeyî
|
|
|
Baraj
Bênav
Min got were Kezîzera min Emê di
ava çemê Munzurê de melevaniyê bikin.
Bila refên qulingan di ser me re bifirin
bi me şabibin, li me binirin Te got na! Ezê bi xeml û xêzên xwe ve xwe bavêjim nav çemê Qîran, ew xêr û bêra welatê me ye. Min got were Nazenîna min Emê kenarên çemê Qîran bikolin.
Ew tijî petrol e.
Bila xêr û bêra welatê me li gelê têkoşer noşîcan be. Te got na! Ezê van bombeyan ji ber nava xwe bikişînim kaniyên çemê
Munzurê biteqînim,
Ew tijî zêr û mirarî ne
Ezê gerdenê xwe jê çêbikim
Û zendên xwe bixemlînim. Min got were Porzerîna min Ezê te li bajarên Ewropayê seranser bigerînim
Bila
kurmanciya gewr derkeve der Bila ew jî bedewiya Kurdistanê nas bikin
bi çavên serê xwe bibînin. Tu hatî Lê tu
bi cilên gerîllayan hatî
Û hên li balafirgehê tu wek terorîst hesibandin
Tu birin, wan gawiran tu birin
Û destên me negihîştin hev Min ew çavên belek nedîtin ne jî ew lêv û dev. Min got were Xezala min Emê li kuntara zozanên Şerefdînê;
bi gundiyên wê herêmê re
şahiyan li dar xin
û govendên Mûşiyan bigerînin. Tu hatî Lê tu
bi cilên artîstên Tirkan hatî
û te bi hêrs gazî kir û got:
Kanî
dike? kanî sehne?
Emê li kû semayê bikin
û awayên dîsko şanî gel bidin. Min got were Şepala
min Emê li
herêm û navçeyên Kurdistanê seranser bigerin
û bigazin
ji gelê xwe bixwazin,
ew deng bide me,
da
em bejna xwe ya zirav li şahî û govendan bihejînin. Tu hatî Lê te
bi tirkî sirûdên înternasiyonalê gotin.
Bi rastî awazên te gelek xweş
bûn,
lê gelê reben tiştek jê fêhm nekir
û gava em çûn metropolên Tirkan
te
bi kurdî gazî kir û got:
Bijî Kurdistan, bijî gerîlla! Wisa te
nehişt
em di ava çemê Munzurê de
melevaniyê bikin wisa tu di bin barajê de mayî; te em tev di bin barajê de hiştin.
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2002 |