Hejmar 35, 15 Mijdar 2002

Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî KURDISH ONLINE MAGAZINE

Medya

KURDî

Partiyên kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Nûçeyên

Rojane

Medya

Tirkî

Medya

Farisî

Medya

Erebî

Serrûpel

Hevpeyvînek ligel 

BARAN KENDEŞ

- Imer Kalo

»»»

DEWRÊŞÊ EVDÎ - 4 -

- Baqî Xido

»»»

Hinek dikin,

Ereb dixun

Qilçixa:

Qado Şêrîn

»»»

wendabûna 

keda rewşenbîr

- Salih Cafer

»»»

Mirina Xerîbiyê

- Receb Dildar

»»»

Ez Kurd im

- Hemreş Reşo

»»»

Ez helbestekê çêdikim

- Ebdulrehman Efif

»»»

 Ez nizanim istîfa bikim

Heval!

- Evdile Koçer

»»»

 Kurd û Magazîn

- Dilbixwîn Dara

»»»

 Pîroz be Zarokên Kurd

Pirtûkeke nû 

ji bo we derket

 »»»

 Jina Sibê

- Cemîl Hetmil

Wergerandin :

Bêzar Kobanî

 »»»

  Min nedizanî

- Sitêrê Çelo

»»»

  Rewşa Helbestvan û

Nivîskarên Kurd

- Sebrî Silêvanî

»»»

Cih ji bo me nema

- Mehmet Boncuk

»»»

KOVARA

HEYWAX

ŞÛJIN

»»»

 

Hevpeyvînek ligel  HUNERMEND BARAN KENDEŞ

 

 

BARAN KENDEŞ:

 

 

"Divê Zanebûna hunermend

ji mûzîkê re

zanebûnek zanistî be

"

 

Hevpeyvîn

Imer Kalo

Gava ku çav li cîhana hunerî bişkivîn, dest bi berxwedanê kir, dijî qonaxa demeke tarî û bê dilovanî, hemî êrîşên tengasiyan di dilê Xwede vemirandin, tiştekî nikarîbû xwe bi sînorkira li hember asoyên dûr û dirêj yên behreya wî ye mûzîkiye hêzîn, bi ravajtin gav avêtin û pêşve çû, lê hema hêvî û dilxwestin roj bi roj di dilê wîde mezin dibin, ji ber wan di ferehiya sawêra xwede navê Tora nêçîrê li tembûra xwe kir, û tamarên dilê Xwey xemgîn jêre kirin têl, da ku pê bibe nêçirvanekî stiranan di derya rastiya giyanê Xwede, hestên xwe dugvêşê dikê Gotinekê, navê êş û janan lê dike, pê zenguloka xweya jîr û jêhatî di qêrîne, wisa dest bi simfoniya jiyanê dike û dibêje : xweşe jiyan ku pir caran gul dibarin, û reşe jiyan ku pir caran derd dibarin, û ji evîn û mirovaty û kurdistanê re distirê û dinalê, bi rastî barana stiranan li stirana kurdî barand, di gelek berhemên xweye tomakirîde : baranê Bibar – ez baranim – di tariyê – mem û zîn – jiyan – lo lo bira – dunyayê – meger li min – meygero – heso – wax – jiyana reş û tarî - dilber – eyşa îbê – lê lê xerîbê - û ji bilî berhemek bi koma nohilat re - û yek bi xalid sofî re - û dudu bi koma zîwa re tomar kirine - û hin din. Hozanê çênî konfoşiyos dibêjê : Ger te xwest şaristaniya gelan nasbikî, bibe guhdarê Mûzîka wan. Vaye emjî dergehekî ji huner û nêrînên hunermend BARAN KENDEŞ vedikin, da ku têre şaristaniya bajarê Kobanê Werê Xuyan, di vê hevpeyvînê de :

 

AVESTA: Hêvî dikim di destpêka vê hevpeyvînê de, ku tu bi destê min û xwendevanan bigrî, û me bi xwere bibî nav gulîstana nasnama xwe ya kesîtî û hunerî?

 

Baran Kendeş: Navî min Feyade lawê Xenî Kendeş im, di sal 1969 an de li bajarê Kobanê  hatime rûyî cîhanê, di çûkaniya xwede min li dîlok û lorîkên pîrika xwe baş guhdarî dikir, û ez li ser wan dihatim razandin, wisa behreya mûzîkî di dilê Minde hate çandin, û di piştre min li filiklor û stranên gelêrî guhdar dikir, û hêdî hêdî min bi xwere distira ta sal 1985 an, ez û hunermend Ehmedê çep gîhan hev, me dest bi amedekirinê Tomarekê Kir, ta sal 1986 an min berhema xweya yekemîn tomar û belav kir, bi navnîşana baranê bibar, bi alîkariya hunermend Ehmedê çep û Mistefa kendeş, wisa ez ketim jiyana xwe ya hunerî. di wê demêde zanîna noteya mûzîkî ji min re bibû tiştekî balkêş, min ji xwere di go divê Zanebûna hunermend ji mûzîkêre zanebûnek zanistî be, da ku rêç li pêş wî vebin û di pêşeroja xwede bi serkeve, ji ber wê baweriyê di sal 1990 î de li bajarê şamê min xwe gîhand mamuste Ehmed hisên, û liber destên wî camêrî ez hînî notê û mûzîkê bûm bi rengekî zanistî, û min berdewam kir di hunerêde] 

 

AVESTA: Bi çI rengî tu stirana xwe dibêjî, û strana te bi çi tê nasîn û cuda kirin di nav baxçeyên strana kurdîde?

 

Baran Kendeş: Min di destpêka xwe de baş li folklor û strana kurdî guhdarî kir, bi taybetyî li yên bi zarava soranî, di piştre min li mûzîka erebî û turkî û farisî û hindî û bi rengakî giştî li ya cîhanî guhdarî kir, bi sedema wê guhdarîkirinê romansiyetek kete hindir û hinavên min, û min pê stira. di warî nasîn û cudakirinêde, divê Hunermend razerkî kesî neke, û stranên xwe ji gelek newaz û kêşan bin, û tim nûjenbin ji hemî aliyande, di pêre pîvanokê nirxandinê di dest mûzîkzanan daye, di pê wan re cemawer tê, helbet ez jî xwe wisa nas û cuda dikim ji bilî xwe.

 

AVESTA: Hunermend Baran kendeş rengekî nuh û taybet bi xwe ava kiriye di stirana kurdîde, û nav lê dibe Strana baranî, tu çi dibêjî?

 

Baran Kendeş: Hêviya min ewe, ku bi rastî min rengekî taybet bi xwe avakiribê, lê  ez xweş dizanim ku dengê min negihiştiye tevahiya gelê Kurd, ji ber nîrên jiyanêye çetin û bê dilovanî nahêlin ku mirov bi pê dilxwestinên xwe keve, û pêşve here, û bi kêmanî dengê xwe bi gelê xwegîne, ji ber wan nîran ez bes li rojavayî kurdistanê Xwebitîm. û nav lê kirina navê rengê Baranî di strana kurdî de ustûbariya nirxinvan û nivîskar û mûzîkzanên gele.

 

AVESTA: Têkliya di navbera strana hunermed û guhdaran de zor pêwiste, lê têkliya di navbera te û cemawerê Tede çiye?

 

Baran Kendeş: Berî her tiştî ez mirovim, û ez zor ji mirovan hezdikim, û jiyana civakê bi hevde girêdayî ye, derd û kul û êşîgên me yekin, ez reşî û xweşiyên jiyanê di stranan de werdigerînim, dikim peyamekê diyarî dil û wijdana gelê Xwe dikim, heger ku ew nepejirîne, ked û xebata min bê sûdeye, û dibê têkliya di navbera hunermend û cemawer de têkliya dan û standina rastiya hestan û çêjê nazikbe.

 

AVESTA: Gelo ji gotin û awazên kê stiranên xwe dibêje, û kî ji tere li hevbelakirina Mûzîkî çêdike?

 

Baran Kendeş: Berî her tiştî mixabin ji ewên ku navên wan nayên bala min, hemî kesên ku alîkarî bi minre kirine, çi di awaz û helbest û sazbendî yê de. di warê Awazan de, min ji awazên hunermend Ehmedê çep û mistefa kendeş stirane, û jimara pir ji stranên min ji awazên minin, û di warê gotinê de, ji helbestên helbestvan Cegerxwîn û Bêbuhar û Salihê Heydo û Deham Ebdulfetah û Jan dost û Bargiran min gotine, û pir caran ez derd û kulên xwe dinivisînim, tevî ku ez ne helbestvanim, gelek ji stranên min ji gotinên minin, wek jiyan û dunyayê.]]]]]] h]d. li hev belakirinê mûzîkî kesekî taybet tunne, lê di gelek berhemên minde, min û Ehmedê çep û kardox beyro û zeîm kendeş me bi hevre alîkarî kiriye.

 

AVESTA: Dibêjin ku mûzîk neynika çand û şaristaniya gelane, tu li ser vê gotinê çi dibêjî?

 

Baran Kendeş: Erê raste, û zor pêwiste ev gotin, lê ne bes mûzîke, ji bilî mûzîkê wêje û şano û filiklor bi tevde.]]]]]h]d. mirov karê bêje hemû hunerên gelan dibin neynik ji ber ku çi hunermend be, an jî nivîskar be, jîwarê gel wêne dike, û dike nameye kê ji hemû gelên cîhanê re dişîne, bi wê hunerê an jî wêjeyê, gel têne bîrkirin û nirxandin, di nav rûpelên dîrokê de.

 

AVESTA: Di nerîna tede mûzîk û strana kurdî gihiştiye çi pêpelokê û kîjan warî di nav mûzîk û strana cîhanêde?

 

Baran Kendeş: Mirov kare bibêje, stran û mûzîka kurdî hîn cîhanî ne bûye, an jî nuh li ber dergehên mûzîka cîhani ye, ez naxwazim giringiya mûzîka gelê xwe kêm bikim, belê ez dixwazim tiştê ku ez pê dihestim bêjim, ez rastiyan bidim xuyan, ji ber ku gelek navên zor mezin bi navên  Hunermend û mûzîkzanên kurd tên nasîn di nav gelê Kurd de, lê mixabin gava ku mirov wan datîne ser terazûnên ekadîmî yên zanistî yên mûzîkî, û wan dinerxîne, pir bi çûk û kêm derdikevin, û nên pejirandin di nav mûzîka cîhanî de, û tiştê mezin di wan de dimîne bes navê mezin. sedemên vê kêmasiyê vedgere Ser rewşa gelê mey parçekirî, û qedexkirina zimanê mey kurdî, û tunebûna ekadimiyên zanistî. lê ji me her yekî tê xwestin ku em mûzîka xwe pêşxin ta ya cîhanî, di vê dema ku cîhan bûye gundekî bi çûk. 

 

AVESTA: Di nav gelên cîhanê de dibistanên mûzîkî hene, di mûzîka kurdî de tu xwe di kîjanê de dibînî?

 

Baran Kendeş: Her hunermendek di jiyana xwe de di xebite, û pir ked û tengasiyan dibîne, ta serencamekê dide, û tê nasîn bi berhemên xwe yên serkeftî û bedew, di pê re dîrok wan di nav rûpelên xwe de himbêz dike, û nav li wan di ke, her yekî gor taybetiya wî,  navî dibistanekê lê di ke. lê di mûzîka kurdî de, wek Feqê Teyran bi dengê Xwey qebe û hêzîn strana wêneyî bi rengekî saxlem dibêje, mirov karê nav lê bike Dibistanek ji mûzîka kurdî, û ji bilî wî Tehsîn Taha û Elî Merdan û Mezherê Xaliqî û xwediyê gotina şoreşî |ivan Perwer. Lê ez xwe dibînim ku ez pir werêç bûme bi soraniyan, ewên ku ez wan dibînim pir ji mûzêka kurdî re pêşkêş kirine.

 

AVESTA: Her mamusteyek di destpêka xwe de li ber destî mamusteyekî fêr û perwerde di be, kîne mamusteyên te, û tu mamusteyê Kêyî?

 

Baran Kendeş: Bersiva vê pirsê çimkî biyane li cem min, ez him şagirtbûm û himjî mamustebûm, min di destpêka xwe de pir sûde ji hunermendê mezin Reşîd sofî girt, di warê nasîna meqaman de, wek wî Ehmedê çep sûde li min kir, wek wan min jî sûde li wan kir di warê mûzîka kurdî de, min ewana bêtirî berê Girêdan û kaşî penava mûzîka kurdî kirin, û mamusteyê minî zanistî, û yekem mamuste Ehmed hisêne.

 

AVESTA: Di nêrîna te de çi ne tuk û kelemên di rêça weya hunerî de, bi taybetî di nav hunermendên kurdan de?

 

Baran Kendeş: Ev dozeke pir mezine, ji ber ku hunermendên me him hunermendin û him jî karkirin, bi sedema tunnebûna destgeh û beşgehên hunerî yên kurdî. Gava ku em berhemeke xwe amede dikin, em pir ked û çetiniyê dibînin, ta em tomar û belav dikin, ji bilî tinebûna komên mûzîkî. pir caran em diwestin ta em stranekê tomar dikin, û gava ku tomar di be[ dijî xwesteka me derdikeve, tev di be şaşî û nexweşî, ji kêmaniya sazbendan û nebaşiya dezgehên tomarê, bi kurtî hunermend nikare ji hunera xwe bije.

 

AVESTA: Çine berhem û çalakiyên te yên dawîn, û dilxwestinên te di pêşerojê de?

 

Baran Kendeş: Di vê demê de ez  CD yakî teve wêne amede dikime, bi rengekî nav lê dibe erabêsk, an jî giran, wê nêzîk bê belav kirin, û hîsal telefizyona mezobotamiya xwe gihand min, û bi min re du hevpeyvîn çêkirin, dengê me gîhandin cîhanê, û me gelek şevbuhurkên mûzîkî li bajarê kobanê çêkirin, di gelek rojnamayên kurdî de hatin bîrkirin, dilxwestinên min di pêşerojê de ku ez karibim xwe bi komeke mûzîkiye kurdî ye mezin gînim, û cihekî ku tê re dengê Xwe bi hemû gelê Kurd û cîhanê Gînim.

 

AVESTA: Di dawiya vê hevpeyvînê de zor sipasî û rêzgirtin ji min de, û ji te de gotina dawîn?

 

Baran Kendeş: Silav û rêz ji hemû radyo û telefizyon û rojname û kovarên gelê meyî kurd re, dibe gel giş bixebite, û bi hev re alîkariyê bike, û dest bi hev de, ta doza gelê me bi serkeve, û gelek sipas ji xortên wek te re...

 

Kobanî, 5 – 6 - 2001

  

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2002