| Hejmar 35, 15 Mijdar 2002 |
![]() |
|---|
| Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî |
| |
|
Di dawiye xeleka 3yem de, hevalan Sehdûn şandibûn cem Dewrêş da ku ji brayê xwe tika bike ku bila li mal û xwediyan vegerin, lê Sehdûn çi kiribû jî Dewrêş veger nepejirandibû. Dewrêş li serê girekî reşayiyek di çav xwe re kiribû û meraq dikr bizanibe ka ew çi ye, yan kî ye. Her du bra diherin cem hevalên xwe: ŞBS).
Xeleka 4em:
Dewrêş û Sehdûn va hatin cem hevalan sekinîn. Heval gîh rabûne ser xwe. Dewrêş bi dengekî bane hevalan kir, go’, “Gelî hevalan, dilî mi’ liyan e; guhê’ xwe bi ser mi’ din, vê sibê dengî mi’ tê we gîhane ! Ez dikim ji we ra şorekê bibêjim, hema bira tiştek ne’re dilî we kesan! Mebêjin ku hîro Dewrêşê Evdî, kurê Evdoyê Şerqî, rakirî fîncana serbixwûn ji ser sinî û tebaxê zêran, rakirî barê cerd û bêregê’ Tirk û Gêsane, li erdî berrî dajoye serdarî li serî me gîşkane. Na, ew di dilê min da tunê; em hîro li erdî berrî bi hev di ra bra ne. Bira ê di dilan da di dilan da bimînê heta vegera li mal û xwediyane. Ez berê zanim hîro roja sisiyan e em daket’ne erdî berrî, şargê bi guman e. Wûn zanin, taliya biharê ye û koçer di erdî berrî da nemane, gîh daket’ne serî gundane. Çiqasa bîrê erdî berrî hene xalî bûne, av di erdî berrî da nabe xewane. Hîro roja sisiyan e di qursaxê we ra derbas nebî êmegê cotane, kirtînî cê neketî devî va heywanane; xew neketî çavê’ we gîşkiyane. E’ ji we rica dikim, wûn bîstekî serî xwe bid’ne xewa şevan; Hedbanî min nêrî girgîn e; ji gavê din û vir da qirintîke (?) reş ji mi’ va dibê xewane. Ez herim lê bin’êrim, eger ku tiştek tinebê, ez e vegerim, em e piştê xwe bid’ne erdî berrî, berî xwe bid’ne mal û xwediyan; qey barî sî’ û du hezar malî milan neketî bi me duanzde’ hevalan!”
Ku va şora kir, kêfê hevalan xweş bû; dixwazin ku çîkî rakevin. Her kesî xwe ji ser hespê xwe berada, hevsarî hespan li zendê’ xwe girêdan, kurk û ebe li serî xwe gerandin. Dewrêş igala muêlan xar kir, avête çatê biriyan, eba duruziyan li çengan gerand, pozî rumê kuta nêv guhê Hedbên û şabûrê zîvîn bi Hedbên da dagirt. Hedbên xwe ji bin çekir li tertîbê xezalî sor li piştê çiyan; ne go’ gelî, ne go’ zinar e; yek û dudu xwe avête serê wê reşayî. Ku gihîşte ser gir, balê xwe dayêkê cotek qîz ji pêşî rabûn, yeke bi kincê’ kurmancî ye, yeke bi kincê’ erebî. Her du rabûne ser xwe, piştê’ xwe dane Dewrêş û serberjêr bûn, meşiyan. Dewrêş slav li wan her du qîzan da, slava Dewrêş negirtin bi serî zimên, bi kenarê lêvan. Dewrêş balê xwe da wan: A hane bi ilwanê (?) kurmancî taceke li sêrî, yapraxê tacê zêrê sor e, qorê’ mehmûdiyan û zêran bi qulp pê da beradane, xelas kirine morê cênigan, slavê didine li kenara lêvan. Enî kal e, gewr e li tertîba go’bega hîva li çard’an, birî û bijange qemer in, biskê bi rewan şe kirine bûne kevane, xwe dane ser henarê riyane. Pozî teyrîn e, lêve qeytan in, dirane hûr in li tertîba heba pirinca Qerejdaxê li êtega çiyane, qirike zirav e deq û şerab lê kutane, lê hêşin dikine li tertîba sayîkî mabênê du ewrane. Bi navkela kemberan, kêleka himêliyan, bi bejna sewayan, bi newqa helaliyan, bi topikê xilxalan, bi zendê bazinê têlkarî, di dest da gopalekî zêrîne, vediweşînê pozî qonderan, weke zabit û êrkanherbeke li serî gemiyan. A dine di kêlekê wê da bi ilwanê (?) erebî, şareke kêserrewan avêtî ser sêrî û yek li dorê gerandî li tertîba fûta şêxan û Melan. Bi ser xwe da beradayî qapûtê berbişems, di nigan da zoyê çekmane - çekme mînê cûzman bûn -; gopalekî zêrînî di dest dê, vediweşînê pozî çekmane. Herduyan piştê xwe dane kurê Evdoyî Şerqî, berî xwe dane mal û xwediyan. Wexta çavê’ Dewrêş lêket’ li wan her du qîzan, wî di hindirî xwe da kela lêkirin, hilweşandin; go’, “dilo derd vê keto, bisekin ji êtega boş, qefesa vala! Mi’ digo’ belkî çelengî û cemalî’ li dunyayê tune xeyn ji çelengî û cemaliya qîza Paşayê Milan. Mi’ sebe xatirê gulî’ wê mor neçele-neçele pêsîrê xwe da cerd û bêregê’ giran, qurşînê’ heftniçik di pêsîrê mi’ da seqiyan. Mi’ sebe xatirê gulî’ wê mor terikand dîndara bavan û diyan, min konê mezin ji xelkê ra kire kisib û talan. Mi’ sebe xatirê gulî’ wê mor rakir fîncana ser bi xwûn ji ser sinî û tebaxa zêran, mi’ rakir barê sî’ û du hezar malî Milan, cerd û bêregê’ tirk û Gêsan. Mi’ nizanibû çelengî û cemalî’ li dunyayê pirr e, dest ser destan ra hene hetanî bi erşê bilind, qatê ezmanê heftan. Çelengî û cemalî’ van herduyan hezar derbî bimbarek bê li mal û xwediyan.”
Dibê’ wan qîzan, yekê li ser pî xwe ra nihêrî, siwarek li pê wan tê, hespî di bin da padîşakî hespan e, siwarî li ser padîşakî xortan e; li sêri şara keserrewanî, igala muêlî xar kirî avêtî çatê biriyane; di istu da melûl bî qeytana nêrûz û dabanê girane, simêl badane kirine perê ne’imane; ji pêsîrê bişkok filitiyane, di binaniyê de dixewinê çaqê zirxliyane. Bi qapûtê Şamêyî giran, bi şerwelê qeremdîlî, bi zoyê cûzman, şabûrê zîvîn avêt’ne pehniyane. Li hêlekê şûrê qabilme dibrûsê, li tertîba brûskê ezmanan, li kêlekê dibê xewane. Heywan di bin da zirav bî, bî têla qeytane; nehl û bizmar di bin nigê heywên da nemane; geme li aziyan; tenge li parsiyan dikojê damaxa dizgînê polêt û lîwanê. Kêlekê’ heywên ji kutandinê şabûran bûne goştê devî kêran û qîmane. Parsî wî heywanî gewr dikin li tertîba berfa li sirega çiyane.
Herduyan piştê’ xwe dane Dewrêş û ji ser gir daketin.
Dewrêş balê xwe dayêkê, qebîlakê di binî gir da danî, êleke mezine bi çar şopan e, her şopek semtê pênc sed malan e û her şopekê konekî mezinî di pêşî dê, konê serdaran e. Dewrêş balê xwe da wan her du qîzana, a hane bi ilwanê Kurmancî kete binanî konekî kurmancî, bêraqeke herbê tê ra dixewinê (Balê xwe bidê, keç bi kincên kurmancî ye û kon jî konekî kurmancî ye, lê keç tirk e û kon yê serokê êla Tirkan e. Li vir yan dengbêj ketiye şaştiyê, yan keçên koçerên tirk –tirkman?- yên li erdê berrî wê demê kincên Kurmancan li xwe dikirin: ŞBS). A hane bi ilwanê erebî kete binaniya konekî erebî. Dewrêş balê xwe da wê qebîlê; konê’ wan bi ser wan da daketine, navberê konan li erdê dibine xewane, bûne konê’ hêrgiyane (?). Li hêlekê cehnî biçûk girtine ji berî makane, makê’ cehniyan nabine xewane; li hêlekê jinê’ xwê serqot in, gulî’ xwe qut kirine, ji henarê rûyê’ wan xwûn dirjêye; cilên xwe reş in, reş girêdane.
Dewrêş li wê derê kete dalxan; go’, “law ecebe çi bi serî van da hatî, cehnî hene mak tune ne, jin hene peya tune ne, konê’ van bi ser da daketine, jine bi cilê reş in. Ger ez vê meselê pirs nekim, wê ji mi’ ra tew bi kulekê be. Hele ez dakevim pirs kim!”
Dibê’ Dewrêş xwe ji ser gir berda ser qebîlê. Ê çavê’ Hedbên li şênayî ket’, hîro sê ro ne deşe şênayî kirî; dibê deng bi Hedbên ket. Wexta ku deng bi Hedbên ket, dibê ew cehnî hane biçûk, deng bi gîhan ket. Di gironekan da çûn û hatin, dûman û tozê xwe avête qatê ezmanan. Keç û qîzê’ Tirk û Gêsan riviyane xilxalan, li kurê Evdoyê Şerqî dane sêr û temaşan. Dibê wê çaxê Dewrêş hat sekiniya li ber konê hanî erebî. Dewrêş balê xwe dayêkê, ixtiyarek ji bin binanî kon derket û hat li hamberî wî sekiniya, destî xwe avête dizgînê Hedbên, go’, “Kurê min, were peya be li bin konî min, e’ j’ te re qehwakê çêkim; qehwê sibê lezetê xwê zêdê ye û hînga deşe min ke, here.”
Dibê wê çaxê Dewrêş go’, “Bavî kalo, mala te li te bimbarek bê; ez nikanim peyabim. Sibê, ro bilind dibê’, dunya germ e. Ez hatime pirsekê ji te pirs kim.”
Kalê go’, “Kurê min, hindirî min ne sifrê ez vereşînim li her derê û ne xana çarderî ye, meqamê gênim û kêçecî çolan e! Tu were binanî konî min, hînga bin’êr tu çi dixwazî, e’ j’ te ra bibêjim.”
Dewrêş go’, “Bavî kalo, rica min ji te hê, ez nika’m peya bim; wexta min nema, ro bilind bû, dunya germ e. Ez hatim li hamberî te sekiniyam ku tu ji mi’ ra bibêjî ka çi hatiye serê eşîrê we! Ji hêlekê du keç ji serî vî girî rabûn bi ilwanê’ giran, bi qorê’ mehmûdiyan û zêran; yeke bi ilwanê kurmancî bû, yeke bi ilwanê erebî bû. A bi ilwanê kurmancî kete binanî vî konî hanî bêraqê cengê tê ra dibê xewan, a bi ilwanê erebî jî kete binanî vî konî te. Li hêlekê we va cehniyana girêdane, makên wan tunene; li hêlekê jinê we hene, peyayê we tunene; li hêlekê pîrek gîh di yasê reş da ne, porî xwe qut kirine, ji henarê rûyî wan xwûn têye, şîn di mabênê wan da digerê’. E’ li serî gir ket’me dalxan; mi’ go’, “ya Rebbî, eger bata qirim û çora (?) hespan, makê van cehniyana miribin, de çi ra va cehniyana li şûnê diman?!” Mi’ go’, “eger kêmayîne bi serî vê qebîlê da b’atana; erê, jinê vana gulî’ xwe qut kirine, henarê rûyî wane bi xwûn in, va kincê’ reşe li wan in, lê çi ra va her du qîzikana bi ilwanê’ giran in?!” (Mebest ev e: çima ew bi cil û bergên bedew in?: ŞBS). Eger ku b’ata xela mêran û peyê’ we bim’rana, de çi ra va jinana li şûnê’ wan diman?! Ez hatim vê pirsê ji te bikim. Rica min ji te hê, ro bilind bû, wexta mi’ nema, dunya germ e û gerege tu ji mi’ ra bibêjî.
- Ê go’, peyabe, rûne; e’ ji te ra qehwê çê’kim, ez hînga ji te ra bibêjim.
- Go’, na ez peyanabim.
- Tu peyanabî?, go’.
- Na! go’.
- Madem tu zanî va dawiya biharê ye û dunya germ e, mecala pala c’an e, tu li erdî berrî çi digerî?! Tu li çi digerî?! Tu berê ji mi’ ra çîrokê xwe bibêj û Paşê ez çîrokê xwe bibêjim.
- Go’, wella, bavî kalo, çîrokê mi’ çîrokeke bi derewan e. Bes a ku e’ zanim, ar têkeve mala Tirk û Gêsan; cerd û bêregekî xwe daxistine erdî berrî, bi sê hezar û heft sed siwaran, bi duanzde’ zo hirobçiyan, bi duanzde’ defan, bi çar bêraqan, pênce’ qîzê’ serdaran bi xwe ra rakirine, daket’ne erdî berrî, bona sî’ û du hezar malî Milan. Casûsan xeberê vana bela’ kirin, ku cerd û bêregê’ van daket’ne erdî berrî. Em jî koçeber in; xeberê cerdê’ Tirk û Gêsan li erdî berrî bela’ bû, koçerek di erdî berrî da nema. Koçerê’ ereb bi gemiya Meskenê (Li ser çemê Ferêt e, aliyê Sûriyeyê: ŞBS) xwe avêtin dexelê’ berê çeman; koçerê’ Berêz (Beraziyan, ji devera Deyşta Sirûcê ya binxetê: ŞBS) xwe avêtin aliyê deyşta Sirûcê, li qeracê’ Çaq û Nehsî vereşiyan (vereşiyan: belav bûn / “.. aliyê Deyşta sirûcê” ket şûna “... çewlûga ...” : ŞBS). Egîdê’ Berazan xwe avêt’ne derbendê Qeremux (Li nêzikî çemê Ferêt e, rojavayê başûrê Kobaniyê: ŞBS), bûne hemalê’ gulîsorê’ Berazan. Em çend male Kurmancan jî di erdî berrî da hebûn, em jî riviyan. Du hêştire min ji koçan ferqiziyan. Ez hîro roja sisiyane ketime pê wan her du devane. Hesp di bin mi’ da bû têla qeytanê, nehl û bizmar di hin nigê’ heywên da neman. Hîro sê ro ne digerime li erdî berrî. Ne çavê’ mi’ li konekî koçeran ket, ne jî li seyidbaniyekî çolan, qelawizekî cerdan, heywanekî berriyan. Ez li wan digerime; ez niza’m: qanad bi her du devan ketin, firriyane qatê ezmanê heftan; lê ziyareta Wês, rehmetullah lê, kete bal û bîrê wan! (Dihêt gotin ku hin caran hêştir, deve, bi sewdê dikevin, bi çolê dikevin û berên xwe didin ziyareteke bi navê Ziyareta Şêx Wês; ranawestin ta digihên wir: ŞBS). E’ niza’m bûn marê teyar, erd qelişî û tê da wenda bûn! Ez hîro roja sisiyan e, heyirîme li erdî berrî. Vê sibê mi’ dî’ li ser vî girî reşiyak bi mi’ va dibê xewane. Ez hatim li ser gir sekiniyam, mi’ dî’ va her du qîzan rabûn û daket’ne vê qebîlê. Bavî kalo, mesela min va ye. E’ ji te rica dikim, wexta mi’ nema, tu ji mi’ ra olexanê we bibêje, binê’ ka bi serî we da çi hatiye.
- Go’, kurê min, olexanê me jî olexaneke valaye bi derewan e, û şora te rast e, arekî hilolî têkeve ber mala paşeyê Milan, merîkî bêbext e, nizane qedr û qîmeta mêran. Va qebîlê’ tu li ber sekinî qebîlê’ Tirk û Gêsan in (Baqî dibêje “qebîla Tirk û Gêsan e”: ŞBS). Ew her du qîzê’ ku ji serî şikêrê rabûnî yek xweyinga Çîl Îbramê Begdilî, kekê Eyşo, padîşahê Tirkan e; yek jî xweyinga Eferê Gêsî, kekê Utman, ji hestî û heneva bavê te’yî kal, Şêxê Gêsan e (Mebest: Keç qîza kalê bi xwe ye: ŞBS). Va qebîlê’ Tirk û Gêsan in. Sê riyan berê li ber vî konî min bû gurrîniya defan, lîlîniya zilxitan, kûrîniya hirobçiyan. Gêsê’ xerbî û şerqî neman, gîh li ber vî konî min kom bûn û civiyan. Hema arekî hilolî têkevê mala Paşê Milan! Keç û bûkê’ me Tirk û Gêsan hatin sekiniyan li dîwana mêran, li hamberî beg û serdarê’ Tirk û Gêsan, û gotin, “Heriya dunê bi serî we be, zihar wûn jî dibê’n em peya ne! (“dîwana” li şûna “meg’ëda” û “serdarê’” li şûna “reîsê” hatin bikarhanîn: ŞBS). Milan li ser devî bîran namûsê me avêtine binî nigane, wûn jî rûdinin li dîwana mêran û dibê’n, em peya ne! Eger wûn nikanin rakin barê sî’ û du hezar malî Milan, em koma keç û bûk û jinan, em e berdin qebîlê’ Tirk û Gêsan; em e berî xwe bid’ne nêv sî’ û du hezar malî Milan; mêrê milî ji me ra çêtir e ji koma we Tirk û Gêsan!” Li ser şora wa’ keç û bûkana beg û serdarê’ me Tirk û Gêsan bi dev hev da sondek xwarin bi telaqa jinan, ku illeh bajone ser konê Padişahê Milan û bişewitînin; sandiqa zêran, war’data sî’ û du hezar malî Milan, derxînin ji binaniya konê Padişahê Milan. Serfirazê’ qîzê Milan pênc in: yek Beyaza Emo, hîva li çard’an; yek Fetûma Elo Sincar, xezala li çolan; yek Edûla Kîkî, xwedana çelengî û cemaliya giran; yek Gozel Xatûn, xweyinga Çîloyê Îzolî, tercûmana pênc xweyingan; yek jî Edûla Axê, serfiraza sî’ û du hezar malî Milan, dilsaxa kurê Evdoyê Şerqî, siwarê Hedban. Çelengî û cemalî’ vana dunya tiji kirine. Sond xwarin wê van her pênc qîzan wînine qebîlê’ me Tirk û Gêsan, wê qebîlê’ me Tirk û Gêsan li çelengî û cemaliya wan bid’ne sêr û temaşan, heta ku serî xwe did’ne diyarê qebrê, axa kendal û gornan. Ew konî hanî kurmancî, bêraqê cengê tê ra dixewinê, ewaya konê Çîl Îbramê Begdilî, kekê Eyşo, Padişahê Tirkan e. Sê riyan berê, çiqasa kal hebûn li dorê wî kom bûn û civiyan, Çîl Îbramê Begdilî bû serdarê kal û ixtiyaran, Bêraqa sifteh dakete erdî berrî, li bona sî’ û du hezar malî Milan. Ew konî din’î di kêlekê da konê Kose Weys e, egîtê deman. Çiqasa diz û henşelê’ çolan hebûn li dorê wî konî civiyan; bêraqa duduyan, ewaya bû serdarê wan, dakete erdî berrî, li bona sî’ û du hezar malî Milan. Va konî di kêlekê mi’ da konê Eyûbê Mustefa ye, kekê cozan, Padişahê xortan. Çiqasa xort di qebîlê da hebûn destî wana qetandin ji dîndarê bavan û diyan; xortan cotê guliyan bi ser derz û qolincê xwe da beradan, ewaya bû serdarê wan, bêraqa sisiyan, dakete erdî berrî, şargê bi guman. Va konî tu li hember sekinî, konê Ïwêd Begê Kal e, bavê Efer û Utmên, Şêxê Gêsan (Kal bi xwe ye: ŞBS). Gêsê xerbî û şerqî va neman, li ber vî konî min kom bûn û civiyan; bû lîlîniya zilxitan, bû kûrîniya hirobçiyan, li hêlekê bû gurmîniya defan. Ji ber vî konî min siwar bûn hezar siwarî delûlan; cot bi cot siwar bûn li wan, di dest wan da arê fetîlan. Serdarê wana jî bû Eferê Gêsî, biçûkê brayê xwe Utman. Ji bin vî konî min siwar bûn pênce’ qîzê’ serdaran, seroka wan qîzan jî Zihre Xatûn, hestî û heneva bavî te’yî kal e (qîza wî bi xwe ye: ŞBS). Va hîro roja sisiyan e daket’ne erdî berrî, şargê bi guman, li bona sî’ û du hezar malî Milan. Va her du qîzê’ tu pirsa wan dikî, eger royê hezar mêr ji vê qebîlê bim’rê jî, va her du qîzana vê ilwanê xwe xerab nakin. Tu pirs dikî, çirra va jinana rûyê’ wan qetiyane, xwûna narîn li henarê’ rûyê’ wan dixewînê; gulî’ xw’ê mor qut kirine, çekirine çolane, di yasê reş da ne û şîn û girî di nêv wan da ne. Oxil, pê ku vana daket’ne erdî berrî bi çar bêraqan, bi duanzde’ defan, bi duanzde’ zo hirobçiyan, pênce’ qîzê’ serdaran, hezar û heft sed siwarî Tirkan, hezar dusiwarî delûlan; pê wan ra min rakir barî va eşîrê’ nuhîme giran. Bavî xwe’yî kal mehes’bîne bi qelxê gêdig û gêçecî çolan. Ez Hiwêd Begê Kal im, neyî har im, wergî dîn im. Ez ne hemalê va selehan im, siban û hetanî êvaran bi xwe ra radikim û hiltînim. Dihinî va çaxan li dîwana mêran mi’ li serî xwe gerand kurkê hewran, mi’ go’ ez bîstekî serî xwe bid’me xewa şevan. Li nav qebîlê’ me Tirk û Gêsan digeriya dîlana keç û bûkan û qîzan, kêfê wanî xweş bû, digo’ wê talana Milan werê nêv me Tirk û Gêsan, serfîrazê’ qîzê’ wan wê werin, em e li çelengî û cemaliya wan bid’ne sêr û temaşan. Dema mi’ xwazt ez serî xwe bîstekî bid’me xewa şevan, mi’ bala xwe dayêkê, mi’ dî’ ji dengî xulam û ëbîdan ez nikame serî xwe bid’me xewa şevane. Ez qemîşe xulaman nebûm; xulam li tertîbê ewladê meraiyn in. Mi’ dîwana mêran berda, daket’me hêla heremê û li ser textê diya Efer mi’ serî xwe da xewa şevan. Mi’ carekê çavê’ xwe rakir’, di guh mi’ da tê hawar-hawara jinane; alem û dunê hev dibine serî piyane, çiqasa keç û bûkê’ qebîlê hene gîh li dora konê mi’ civiyane; gulî’ xw’ê mor qut kirine, çekirine çolane; ji henarê rûyî wan dibê gujiniya xwûnê; li hêlekê tê dengî zariyan, çekirine nêv nigane. Mi’ serî xwe rakir, aqil di serî mi’ da nema, ez ket’me şûnê dîwane û bodelê çolan. Mi’ bang kir, mi’ go’ “Xêr e we, bi serî we da hatî çi ecêb û olexane?! We aqil di serê mi’ da nehîşt, ez ket’me şûnê bodele û dîwanê çolane.” Hatin li hamberê mi’ sekiniyan, go’, “Axa, qey zihar te hay ji berê dunê tune; vegera peyê’ me kesî nema li mal û xwediyane, wê yekûn serê xwe bid’ne diyarê qebrê, axa kendal û gornane.” Mi’ go’, “Xêr bû, çi bi serê’ wan da qewimî, çi xeber bû ji we ra hat?! He ji mi’ ra bibêjin, sebra mi’ nema.” Go,’ “Em niha di dîlana keç û bûkan da bûn, em di kêf û heneka giran da bûn. Me bala xwe dayêkê, Erebekî rûtenikî serserqotî pişthevalan, xas û bi tenî kerês hat kete nav me gîşkiyan, li hamberê me sekiniya, go’, ‘Heriya dunyayê bi serê’ we bê, zihar kêfê we xweş e, ku vegera peyê’ we hebê li koma we gîşkane.’ Me xwe avête dest û nigê’ wî Erebî, me go’, ‘Law Erebo, hele bibêje çi bi serê’ wan da hatî?! (Bala xwe bidinê, Hiwêd û eşîra wî bi xwe jî Ereb in, lê çîrok wisa dihêt gotine ku mirov dibêje qey yê rêwî Ereb e û yên ji wî dipirsine Kurd in. Li milê din, Hiwêd carine behsa eşîra Gêsan û ya Tirkan dike wekî ku yek êl bin. Heye ku sedem bi wê yekê ve girêdayî be ku di wan deman de hestê neteweyî nebû: ŞBS) Go’, ‘Xwedê deyne mala Paşayê Milan; kurê Evdoyê Şerqî rakir fîncana ser bi xwûn ji ser sinî û tebaxa zêran. Bi duanzde’ siwaran dakete erdî berrî, şargê bi guman, li bona cerd û bêregê’ we Tirk û Gêsan. Kesekî ji ber destê’ kurê Evdoyê Şerqî bifilitê tunê, vegera peyê’ we kesî nema li mal û xwediyane.’ Mi’ go’, ‘Ma bona şora wî Erebî şîn û girî ketî nav wê, we reş bi ser xwe da beradye, gulî’ xw’ê mor qut kirine û çekirine çolane?! Berdin va meselê valaye bi derewan. Eger kurê Evdoyê Şerqî bi Izraîlê Mewtê, mêrê mirinê bê, dîsa nikanê bi cerd û bêregê’ giran; eger bi gurê sibatê bê, di çelî zenberî da, di bîstî çêle da, di hîvê rone da bikevê nav kerî miyan, dîsa xelas nabê cerd û bêregê’ giran.’ Hema aqilî jinanî kêm e, ew şora wî Erebî ketî guhê’ wane, loma va şîn û giriya ketî ortê wane. Lê bavî xwe’yî kal mehesibîn bi qelxê gêlim (gênim?) û gêçeciyê çolan! Ji gavê din û vir da da, ez balê xwe did’me tê; tu neyî tirk î, neyî ereb î, tu kurd î, kurmanc î. Tu daketî erdî berrî, şargê bi gumane; bi te ra dibê’n kurê Evdoyê Şerqî, û va’yî di bin te da jî Hedban e. Tu hatî tesehî min û şorane. Kurê min, tu û Efer va bi hev di’ ra bran e. Gule bavî xwe ke, berde erdî berrî, here vegere li mal û xwediyan, rûne li binaniya konê xwe’yî mezinî dibê’ xan, li huzûra bavê xwe’yî kal, Evdî Mulhim, koma hestiyan û diya xwe, Eyşa Welê; her du kukumê li berî dîwaran. Paşê Milan ji te ra tirbek kolaye, te dişînê ser kendalê tirbane. Kuro, tu nabînî dîndara qîza Padişahê Milan! (Min “Kurê min” û “kuro” xistin şûna “oxil”: ŞBS) Ji sî’ û du hezar malî Milan mek’şîn qeyxan, di pişt te da sekinî pênce’ hezar malî êzîd li sirega Çiyayê Şengalê.”
- Go’, bavî kalo, te ez nas kirim! Vegera mi’ tune li mal û xwediyan, lê ricake mi’ ji te hê: hîro roja sisiyan e daketime erdî berrî, ez û hevalan va hereket di me da nema; tu dikî ji mi’ ra bêjî ka cerd û bêregê’ we li ku ne!
- Go’, kuro, e’ ji te ra dibê’m vegere mal; tu meriyakî şerqî yî. La’ wellah ji te ra tirbek kolaye, te dişînê ser kendalê tirbane; tu ê bim’rî, dikê te bikujê bi destî dostane.
- Go’, ez venagerim.
- Go’, tu venagerî?
- Go’, na.
- Go’, wa serî xwe rake, bin’êre! Ez Huwêd Begê kal im, neyî har im, wergî dîn im. Ez ne hemalê va selehan im, sibê hetanî êvarê bi xwe ra radikim û datînim. Mebê, ‘ez hîro qebîlê’ Tirk û Gêsan bêpeya dibînim!’ Tu dikî çi bikî cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan?! Ez Huwêd Begê kal im, ez e niha derkevime gêdûga bayê xerbî. Ez e Kimêtê ji qeyd û merbendan bifilitînim, çek û seleh û weznan bi ser xwe da berdim; ew her du qîzê’ hane ji serê wî girî daketî, ez e dîsa herim bi ser wî girî gihînim, di navbera te û xwe da deynim. Ez û te va, em e pêsîrê’ xwe bid’ne pêsîrê’ hev di’. Eger ku te ez kujtim va her du qîzan rake û bibe here, tu dikî çi bikî dîndara qîza paşayê Milan! Here rakeve li meqamê horiyan heta roja tu serî xwe didî diyarê qebrê, axa kendal û gornan. Na, eger mi’ tu kiujtî, zati tu nabînî dîndara qîza Paşayê Milan, wê bi te ra herê diyarê qebrê, axa kendal û gornan.
Li wê şorê, dibê Dewrêş serî xwe lê rakir, go’, “Bavî kalo, dilî mi’ liyan e; te bi vê şorê berada dilê min xurî, pêt û arê darane. Tu dikî lekakê li daw û êtega mi’ xînî, ji daw û êtega mi’ na’rê heta roja serî xwe did’me diyarê qebrê, axa kendal û gornane. Alem û dunê wê bibê’n, kurê Evdoyê Şerqî terikand cerd û bêregê’ Tirk û Gêsan, çû quweta xwe cêriband li kalekî heftê û du salan. Ê ne bi ça’ min ez û Efer va bi hev di’ ra bra ne, tu mîna bavê min î û vaya hane ku tu dikî ütba deynî, ew jî xweyinga min e (“ütba” wek peyveke erebî xuya dike; mebest bi peyvê berdêla şertê kalê ye, rehîn e). Rica mi’ ji te hê, bavî kalo, ji mi’ biger û ji mi’ ra bibê’ ka cerd û beregê’ we hîro li kêderê ne, ku e’ bi rihetî piştê xwe bi te dim û berî xwe bid’me hevalan.”
Huwêd Begê balê xwe dayê ku vegera xwe tunê. Go’, “Kurê min, mademe tu venagerî mal û xwediyan, tu ille dixwazî ka cerdê’ me hîro li ku ne; e’ ji te ra bibêjim, hîn ku keç û bûkê’ me bi te nehisiyane. Ku pê bihisin tu Dewrêşê Evdî, Siwarê Hedbên î; tema ew şora pêşiyan e, dibê: Du kêseg li serî kevirekî dibin bela! Wê bi te kevin û mabênê min û te jî wê xerab bibe. Eger ku tu cerd û bêregê’ me dixwazî, hîro li ser girê Ûzun Alçanê kemîna wan e.”
A Dewrêş go’, “Bavî kalo bi xatirê te.” Ji cem Huwêd Begê bi rê ket.
(Didomîne…..)
* Wekî ku ji aliyê dengbêj û çîrokbêj Baqî Xido de hatiye gotin ji aliyê Şahînê Bekirê Soreklî de hatiye nivîsandin. Bo bêtir agahdarî li pêşgotina di destpêka xeleka 1em de vegere (Arşîva AVESTA).
|
| ©www.avestakurd.net 2001-2002 |