Çalakiyeke nû ya PENa Kurd
Hevdîtina nivîskarên
Kurd û Alman
ji 22.-24.11.2002 li bajarê Dresden/Almaniya
Mijar:
Ji bona hilanîna bend û astengiyan di navbera gelan de,
ji bona hevnasîn û pêkanîna aştiyê".
Nivîskarên Alman û nivîskarên Kurd ji her çar perçên Kurdistan li bajarê Dresden, paytextê eyaleta Saksen ya Almaniya, hevdîtineke wêjeyî bi rê ve dibin.
Hevdîtin ji 22.-24.12.2002an de li "Ballhaus Watzke, Kötzschenbroder Str. 1, 01139
Dresden" pêktê.
Destpêk: 22.11.2002 li saet 19:00an.
Birêvebirên vê hevdîtinê Navenda PENa Kurd û sê şaxên nivîskarên almanî ne; ew jî ev in:
1. Förderkreis für Literatur in Sachsen e. V. in Dresden.
2. Unabhängiger Schriftstellerverein e. V. in Dresden.
3.
Verband der Schriftsteller OWL (Ostwestfalen-Lippe), Bielefeld.
Armanca hevdîtinê ew e, ku nivîskarên ji çandên têvel û cawaz berhemên xwe pêşkêş bikin. Herweha ev hevdîtin ji bona nivîskarên ku li welat dijîn û ewên ku ji ber sedemên zordestiyê neçar in li derveyî welat bijîn û binivîsînin bibe rê û derfet. Divêt ji nivîskaran re platformek bê vekirin, hevdu nasbikin, bîr û baweriyên xwe û nirxên wêjeyî û çandî yên alman û kurdan bi hev biguhêrin. Mijara hevdîtinê di çaçewa xwe ya fereh de xema hevbeş ji bo parastina aştiyê cîhanê ye. Di hevdîtinê de hatiye plankirin, ku gengeşî, dan û standin di navbera beşdaran de pêkbê û bi hev re bi keştiyê li herêma "Sächsische Schweiz" biçin seyranê û herweha bi serdanî wargehên çandî yên bajarê Dresden nasbikin.