Hejmar 39, 15 çile 2003

Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî Kurdish Online Magazine

Medya

KURDî

Partiyên kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Nûçeyên

Rojane

Medya

Tirkî

Medya Farisî

Medya

Erebî

 

 

 

Pirsgirêka Kurd,

wê çawa bê çareserkirin?!...

 

Evdile Koçer 

evdilekocer@yahoo.com

 

 

Ez çiqas dibêjim, wilehî bilehî tilehî silehî ez wekî qoriciyên me jî ji vê pirsgirêkê fêm nakim, lê dîsa jî ev pirs, weke pirseke axiretî, tê dikeve stûyê min!

 

Tu dibêjî qey, mifteya ‘pirsgirêka kurd’ di destê min de ye, ez girêka wê venakim û çareser nakim.

 

Min beriya çendekê digot, ‘mirîşka Emîn Çolaşan bikujin, bikevin girtîgehê û fêrî çand ziman û edebiyata kurdî bibin,’ lê xelet hate fêmkirin. Hin canik û camêr tu dibêjî qey ji ernê min re, çûn fêrî ‘ziman û edebiyat’a mirîşka Emîn bûn. Paşê bû qidqidak û tûtûtûtûûya wan...

 

Bi serê mirîşka Emîn kim, ez êdî ji xwe jî ditirsim! Yanî ku ez vêga, 40 mîlyon mifte bidim kurdan û bibêjim, biçin deriyê pirsgirêka kurd vekin, ez ditirsim ku dîsa xelet bê fêm kirin û biçin deriyê Çîn û Viyanayê ji mirîşkên Emîn Çolaşan re vekin!!

 

Bi izna hin canik û camêran û bi destûra qoriciyên eşîra min, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ezê formûleke nû pêşkêş bikim, lê ez hêvî dikim ku dîsa xelet neyê fêm kirin.

 

Formûla nû ev e:

 

Ku ji zimanê kurdî tîpa “S” bê derxistin, pirsgirêka kurd dê sê rojan de bê çareserkirin!

 

Nebêjin, çawa? çilo? bi çi awayî?

 

Hema ji vê (s)aetê û pê ve, tîpa “S” bi kar neynin û vêca kar û zerara wê bibînin! Vêca bibînin, ka di navbera pirsgirêk û (s)irsgirêkê de, çi heye!?..

 

Bi her sê telaqê bêfito, ez rast dibêjim. Ne tenê ‘pirsgirêka kurd’; ku ji ya min bikin, belkî sih rojan de pirsgirêka SAM Û SADAM, sêsid rojan de pirsgirêka Kibrisê û sêsid salan de ‘PIRSGIRÊKA TIRK’ jî bê çareserkirin.

 

Bi (s)erê xwe û we kim, ez henekan nakim! Pirsgirêka Kurd, çiqas ku ji seyên Silo zerar dîtibe, ewçend ji “S”yên Kurdî jî êş û elem kişandiye.

 

Ez lê dinêrim, gelek gotinên ku em wekî îmana xwe bi kar tînin û JI XWE RE DIKIN SÎWAN!, bi tîpa “S”yê dest pê dikin. Ez dibêjim qey, kerametek di vê “S”yê de heye! Nexwe minê xwe gunehkar bikira û minê bigota, îmana Zimanê Kurdî bi van “S”yan kêm dibe û diçe helakê!

 

Em wan gotinên ku bi tîpa “S”yê bismila dikin, çiqas ku bi kar tînin û dicûn, ewçend xira dibin; em çiqas ‘çîk’ dikin û dimijin, ewqas stewr dibin û ji maneya xwe dikevin. Û xwe berdidin ser sergoya Girê Neçareseriyê!

 

Vêca gotinên ku xira û stewr dibin û xwe berdidin ser wê sergoyê, nikarin derî û şibakek şkestî jî ji pirsgrêka kurd re vekin.

 

Belkî ez koçer û evdalê Xwedê, gunehê “S”yên Kurdî jî hildidim. Belik heşîn nabin, lê belkî “S”yên Kurdî, ji ber xwe ve, wekî camêran ji ferhengên me jî îstîfa bikin û di yên nû de cihê xwe jî negirin, lê ez vê yekê baş nizanim!

 

An jî, dibe ku tîpa “S” bi komployeka Şêx Gazî Mustafa Kemal Ataturkê (S)elanîkî jî ketibe nav zimanê me.

 

Lê ez dîsa jî dixwazim çend ji van gotinan bînim bîra we jî:

 

Sînor

Serkeftin

Sazî

Serok

Spas

Silav

Semokrasî (pardon)

Serseran

Sor

Soz

Sond

Simbêl

Serhildan

Serfirazî

Serserî

S...

 

Mereq nekin, hûn dikarin heta ser sînorê Sêrt û Swêdê jî vê lîsteyê dirêj bikin û bidomînin. 

 

Lê ji kerema “S”yên xwe re, wekî Sim Smaîl wan gotinan zêde bi kar neynin.

 

Zêde neheqiyê li van “S”yan nekin: Ji ber ku em tajî û kuçikekî jî li “S”yên xwe zêde nakin. Paşê, eyarê wan teng dibe; di devê me de dipeqe û dibe qajikek qewlborî.

 

Yanî ku em bi ziman, zarava û pidûyê gel biştexilin: Em paspasekî li spasekê, kulavekî jî li silavekê zêde nakin û wan nabin cineta Xwedê.

 

Ji bo kesên ku li ser serê ‘Pirsgirêka Kurd’ bûne bar, ez dikarim hê zelaltir, vekirîtir û spehîtir jî binivîsim: Em çiqas ku dibêjin, “Selamûnaleykum ya Pirsgirêka Kurd!!!”, ez dibêjim qey berê xwe nade me, di rêya xwe de dimeşe û dibêje, “Weyyy ne eleykumselam, ya Piştkurmiyoo!”  

 

Ma ferz û sinetên Xwedê wilo ye, yabooooo!

 

An jî ka bifikirin, ma orf û adetê dinê wisa ye, pîrika min!

 

Çima “S”yên me, mîna pismam û dotmaman, dil(?) berdidin hev, bi hev re dizewicin û eynî hevokan saz dikin:

 

“Sînor, ji Saziyê re Serkeftin dixwaze..”

“Serok, ji Slavê re Spasek dişîne...”

“Serserî, Soza xwe Sor dike...”

“Simbêl, bi Serê Serhildanê Sond dixwe...”

“Û Sêrt û Slêmaniye ji hev re Serfiraziyê dixwazin...”

 

Gelo em bi şixulandina van gotinan, bi ser dikevin û paspasek datînin ber devê deriyê kurdewariyê, an wekî misilmanê ku nimêj neke, mîna keşeyê ku neçe dêrê, em xwe dixapînin û grêkek din jî datînin ser serê ‘Pirsgirêka Kurd!’

 

Ez gelek caran ‘Pirsgirêka Kurd’ û wan gotinên ku bi tîpa ‘S’yê dest pê dikin, dixim kefiyên mêzînekê; ez lê dinêrim ku gotinên bi tîpa ‘S’ wekî simbêlên me girantir dertên! Yanî barê van “S”yan giran û pir giran e.

 

Min li ser wan gotinan jî sêkolînek kir û gihîştim vê serencamê:

 

‘Sînor’ên mêjiyê me gelekî ji xwe qayil in; di nav hêlekana ‘Hema Xwedê(Godot) çi da!’ de diçin û tên; di wê navberê de grêkek din jî dikeve ser ‘Grêka Kurdî’...

 

‘Serkeftin’ ji sînorê kar û emelê me direve; lê em wekî hin hezkiriyan li kar û şxulê xwe nanêrin û xwe davêjin ser pişta ‘serkeftin’ê. ‘Serkeftin’a ku wê me bibe ber devê deriyê Kurd û Kurdistanê, mixabîn di bin me de diperçiqe...

 

‘Sazî’ hêviya xwe ji me biriye; ji ber ku em xwelîdanka mêjiyê xwe, wekî saziyeke pîroz û bimbarek pêşkêşî hev dikin. Em dibêjin, bila pirsgirêka kurd bê saziya min...

 

‘Serok’ bû paşnavê me; lê tişta ecêb û sosret navê me jî ‘serok’e. Bi kurt û kurmancî: nav û paşnavê me li hev nakin; rê ji hev re venakin, li ser nav û paşnavê Semokrasiyê rêçikek jî venakin. 40 mîlyon serok, her ‘grê’kek danîn ser rêyên hev. Pirsgirêka Kurd ma li erd û beyaran û li 40 mîlyon serokî nihêrî...

 

‘Spas’ bû mêvana me! Kir ku grêkên dilê me veke û ji me re çarekê bibîne, lê me destê wê grê da û ji bo paspasên ‘navran’a xwe bi kar anî. Paşê, me ew avêt rex ‘Pirsgirêka Kurd’...

 

‘Silav’ di devê me de rih da, bû lavlava wê. Qet nebe me zikata wê jî neda û me fatîhayek jî li ser nexwend...

 

‘Semokrasî’ ji min re got, ‘Dînooo! Wekî hin siyasetmedaran, kirasê min vajî neke û min aciz neke! Ji bo nivîs û espîriyên xwe bi kar neyne!’ û ji nav vê nivîsê derket...

 

‘Serseran’ em danîn ser çavên xwe. Lê me wekî pirsgirêka kurd, çavên wê grê da!...

 

Sor’, li me dihat. Me pênc qurîş jî zêde didanê, lê me di nav pirsgirêka xwe de rengê wêêêêêêê çilmisand...

 

‘Soz’ ji me reviya, heta gundê Pirsgirêka Kurd me da dû...

 

‘Sond’, bû prezevatîva gotinên me; lê niha sondika me dixwe...

 

‘Simbêl’, li ser devê me weke kelheyekê sekinî, lê ji pirsgirêka me re nebû hespek Trûvayî...

 

‘Serhildan’, gazî me ‘Berxwedan’ê kir, lê em neçûn hafê jî...

 

‘Serfirazî’, kulek bû di dilê me de. Û wê her kulek be...

 

Serserî’, kartvîzîta ‘welatparêzî’yê bi kar anî! Li ser serê xwe li pirsgirêka kurd nihêrî. Carna bû ‘macerapererst’, carna jî ‘jakoben’...

 

‘S...’, welatparêzek baş bû, wekî sê niqteyên ber xwe di halê xwe de bû; rast û dirust bû; lê bû qurbana nezanîna niqteyên xwe: Mixabîn, ji yên din re bû pî û piyon; an jî, bû sîrrrr û simaqqqqq...

 

Ssssssssssssstt!!! Malavawoooo!!

 

Xwe sist û pist nekin; “S”yên xwe veneşêrin! Bêhna sîr û pîvazan ji xwe neynin! Hema hûn jî rast bibêjin.

 

Îmana xwe deynin ser sêla sor û bi dilê safî bibêjin: Hemû emr û şixulê me, bi bikaranîna wan gotinan ve derbas dibe, ma emê çawa pirsgirêk mirsgirêka xwe hal bikin heyran.

 

Lê dîsa jî Xalê Pirsgirêk bi kêfa xwe ye!

 

Yê ku ji vê formûla min bawer neke jî ez ji wan re saxî û silametiyê dixwazim; lê qet nebe bila sê rojan ev formûl jî bê ceribandin. Hûn jî dizanin, jixwe hemû formûl û ‘mast’ên din jî hatin ceribandin.

 

 

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2003