Hejmar 41, 15 Şibat 2003

Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî Kurdish Online Magazine

Medya

KURDî

Partiyên kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Nûçeyên

Rojane

Medya

Tirkî

Medya Farisî

Medya

Erebî

 

 

 

HOYÊN NIVÎSKARIYÊ

 

Bavê Nazê

 

 

Lîtêratûra, berî her tiştî hewildana rêxistkirina cîhana raman û hestê, di jiyanê de ye. Nivîskarî jî, diyardek giştî û şamil, bi însan ve girêdayî ye. Berhemên lîtêratûrî, dibin xwedî nirxên hunerî, dema bêje bi bûyerên xwe ve, bi kesaniya nivîskar bi her awayî dibin yek.

Mirov dikare hînî nivîsandinê bibe, lê nikare hînî efirandinê bibe. Efirandin, tabîriyek xwe bi xwe ye ku li devereke din wek wê tune ye. Ev xwe, bi xwiya jiyanî, nikare bibe dubarekirina kesekî din. Ev efiran-dina orîjînal, nîşana serxwebûna stîlê nivîskare. Stîlê taybetî jî, xwiyakirina behremiya nivîskare. Û kengî axavtin tê ser stîlê nivîskar ê cûda, vêga axavtin dikare bê ser reseniya wî.

Heya ku nivîskar bighê vê qunaxê, gerek ew bi tecrîba jiyanî da-girtî be. Bêyî vê xezîna dewlemend, mirov nikare bibe nivîskar. Tenê awirtek ji bo wan kesên ku berhemên fantastîk dinivîsînin, heye. Xwe-diyên berhemên bi vî rengî, pêwîstiya wan bi zaniyariyek têknîk heye. Helbet, ev warê zanebûne ji bo nivîskarên din jî, gereke. Lê belê, dema axavtin ser lîtêratûra ku ji bo rêalîtêta jiyanê, rengvedane, êdî bêyî tec-rîba wî ya kesanî ya dewlemend, ewê nikaribe bi dîlêma xwe rabe. Ber-hemê çi nivîskarê ku heye, jêdera jiyana wî ya derbasbûyî ku rehên wê dighên qunaxên pir dûr. Berhem sêweya xwe ya hunerî distîne dema bûyerên ku ji nivîskar nasin, bi jiyana wî, bi xwe, têne hunandin. Bi goti-neke din, nivîskar hemberî van bûyerên ku bi jiyana kesên jê nas ew nenas, nikare xemsar be. Ji ber vê çendê, êşa wan dibe ya wî û bi giya-nê wî ve derbas dibe û dengê wî bi yên wan kesan ve dibe yek. Ew êşa nivîskar ku bi êşa qehremanan tê cebilandin, dihêle ku bûyer wek ras-tiyê ji xwendevanan bête xwiyakirin. Ji xwe, ev êşa nivîskar û gotina wî ya li ser bûyerê zêdekirî, dibin hoyê duyemîn ji bo nivîskariyê. Di lîtêra-tûranasiyê de, ji vê hoyî re dibêjin fantaziya (xeyal) nivîskar yan jî beh-remiya (ilhama) wî.

Dema em dibêjin jiyana nivîskar, nayê wê wateyê ku em jiyana wî bi ya qehremanên wî re dikin yek. Dikare, di qehremanekî nivîskar de perçak ji jiyana wî hebe û di yekî din de, hêvî û xwesteka wî bêne ser zimên.Erê mirov dikare, di qehremanekî de parçek ji jiyana nivîskar, bi xwe bibîne.Lê tevî weha jî, kesaniya nivîskar û ya qehremanan ji hev cû-da ye.

Helbet tecrîba jiyanî ya nivîskar, ji bo nivîskariyê hoyek girînge. Tenê hoyeke û ev têra nivîskariyê nake. Û kengî ew jiyana kesên ku di rêalîtêta de hene (dibe jê nas bin û dibe wî jî ser wan bihîstibe) bi jiyana nivîskar têne hunandin, vêga hoyê duyemîn peyda dibe. Çimkî bi vê hu-nandinê, nivîskar, ji bilî hesta xwe, xeyala xwe jî bi kar tîne. Û bi alîkariya xeyala nivîskar prototîp (kesê ku di rêalîtê de heye) dibe tîp. Tîp jî, xerektere ku ji yên çend kesan hatine civandin. Avakirina xerek-terê Lîtêratûrî, serkeftina herî bilind ji bo nivîskare.

Nivîskar, kurê civaka xwe ye û heya deng û wijdanê netewa xwe ye. Ji ber vê çendê, jiyana wî bi astengên civakê yên civakî û exleqî girêdayî ye. Ew heqê wî tune, ew xwe ji van astengan bi dûr bixîne. Xemsariya hemberî pirsên çarenûsî ji bo nivîskar, mirin bi xwe ye. Loma jî, ew bi qehremanên xwe re dikeve geriyanê. Geriyana ji bo çaredîtinê.

Erê, nivîskar her tim di geriyanê de ye û her tim jî mijûlî wateya jiyanê dibe. Ev pirsên ku bi qedera mirov girêdayîne, heger ne li ser zimanê wî bêne gotin, eseh wê ev yek li ser zimanên qehremanên wî bên pirsekirin: gelo, mirov ji bo çi hatiye ser rûyê erdê? Gelo, cê dibe mi-rov, jiyana xwe bicû û wek pez kayêjna xwe bike? Gelo, cê dibe, ew hemberî neheqiyê xemsar be yan jî bêdeng be? Û sed û yek pirsên din, têne holê. Ji dîtin an ji nedîtina çarê yan jî bersîvê, dihêle ku qehreman bikeve nakokî yan jî dijberiya xwe bi xwe re ango bi kesên hawîrdorî xwe. Di vê prosêsê de, qehreman dibe xwedî xerekter. Ji xwe, xerekterê taybetî ku ji gelek kesan cûda, dihêle ku ne tenê ew bibe qehremanê berhemê lîtêratûrî, her weha jî bibe sîmbolê demê û heya jî netewê.

Tecrîba jiyanî ya nivîskar çiqasî dewlemand be, heger ew bi hoyê duyemîn ku jê re tê gotin Ilham (behrem, xeyal) û bi haletê nefsî û giya-na yê nivîskar, nebin yek, dê berhemek têkçûyî be. Û xeyala hunerî, eger bi çirûskên êşa dilê nivîskar neyê pêxistin, dê ev hoyê berhemiyê mirî be. Loma jî tê xwestin ku her sî hoyên nivîskariyê, bi hev re hatibin cebilandin. Û bi saya vê yekê, berhem navê berhemê lîtêratûrî distîne û navê nivîskariyê tê ser ê ku ew efirandiye.

Pirê caran, jiyana nivîskara ku bi dijwariya jiyanê tê re, dibe ba-betê efirandina wî. Bi taybetî, ew bûyerên ku bi zaroktî û  nasitiya wî girêdayîne. Erê salên derbasbûyî dikevin bin toza jibîrkirinê, lê kengî surek bayê giyanî li wan radibe, pêre-pêre divejenin û rûh bi wan tên. Û nivîskarek, li ser rûyê erdê tune ku bi vî rengî yan bi rengekî din, jiyana zaroktiya xwe, di berhemên xwe de, bi kar neaniye.     

 

Di vî warî de,  ev piris ji nivîskarê rusî Bonderêv hate girin ; rola dîroka jiyanê ya kesanî, çi di qedera hunermend dilîze? Ewî got: «Erê, ciyê şer, di jiyana min û yên ku di te-menê min de bû, pir mezine. Lê ji her tiştî bêtir rûyên mirovan, bê dawî dêmen û dengên wan têne bîra min. Kesaniya leşker û serbazan, di cengan de zû tê naskirin. Ji bo ku tu qomîtanê xwe nas bike, ne hewcî ye, te elbek xwê pê re bixwe. Tenê têrê dike ku çek di zeviya bi mayîna dagirtî derbas bike, bê deng ew ji te xwiya dibe. Şer, mirov şilfî tazî dike û xerekterê wî dide xwiyakirin. Heger Fîlosof niha dibêjin; gihiştina rastiyê paradokse, lê ez jî dibêjim, şer ji bo min mamostê jiyanê yê herî bêaqil û bêrehm bû. Ev jî absolûte.

Ev hemû; dêmen, deng, dijberî, ceng, windakirin, serkeftin, bilin-dayî û êrîş, batariya hişê min dagirtin. Û vê jî, tecrîba jiyana min bê sînor kir...»

Tecrîba jiyanê, ji bo nivîskar nikare bibe, rojên derbasbûyî û hew. Çi roja heye û ya ku bê jî, bi rojên derbasbûyî girêdayîne. Dîrok, serdem û pêşeroj, nikarin ji hev veqetin. Loma jî, bûyerên dîrokî ku bi sed salan ji me dûrin, dema bi hemû hamên xwe, di berhemên lîtêratûrî de, têne ber çavên me, em jî, xwe di nav wan de dibînin.

Helbet, her yek ji me, yan beşdarî bûyereke balkêş bûye yan jî dîtiye yan jî li ser wê bihîstiye. Ev bûyera ku heye, mirovek an gelek mirov dikarin ser kaxezê. Lê ewê bi vê yekê nebin nivîskar. Heger pirsa nivîskariyê, tenê bi bûyerê girêdayî ba, êdî piraniya me dikarîbûn, bibin nivîskar. Lê ne weha ye. Ji ber vê çendê, tê gotin ku nivîskar bi çavekî din li bûyerê dinere yan dibîne. Mebest, «bi çavekî din nerîn», bi awakî din nivîsandin. Bi awakî din nivîsandin, ango bi karanîna xeyala xwe û nirxandina wê. Nivîskar, di nirxa xwe de, dê wê diyardiya ku di bûyerê de, jê re girînge, veqetîne û beloq bike.

Bi karanîna bûyeran, nayê wê wateyê ku nivîskar xwe mijûlî rûtînên kirinên rojane bike. Qeydekirina rûtînên rojane, nikarin berhe-mên bixemilîne. Beravajî, wê bê cêz dike.

Mixabin, roja îro piraniya kesên ku li Êwropa xwe kirine nivîskar bi vî rengî dinivîsînin. Tenê, ew mijûlî qeydkirina kirinên rojane dibin û şiflî tazî weku roj derbas dibin pêşkêşî we dikin. Yek dikare, bibêje; di nivîsên van kesan de, bûyerê û kesên dîrokî jî peyda dibin. Ji xwe, bi karanîna bûyerên dîrokî, ji alîk van «nivîskaran», bi xeyala derewa girê-dayî, dihêle ew bûyer hejar û bê wate bibin. Loma jî, xwediyên nivîsên weha nikarin bibin nivîskar û berhemên wan jî, nikarin ciyên xwe, di nav rêza berhemên lîtêratûrî de bigrin.

Ez dibêjim, wê di ciyê xwe de be, heger em nimûna çawa nivîskar bûyerê bi kar tîne, pêşkêşî xwendevanan bikin; emê bêjin, di cengê de pêşmergek birîndar bû. Hevalê wî jî, wî di nav dijmin de nahêle û wî di-kişkişîne ciyekî ewle. Lê birîna vî pêşmergî girane û filata wî tune. Hevalê wî serê wî datîne ser kabokên xwe û li ber dilê wî dide. Pêş-mergeyê birîndar, ji ber êşa birîna xwe dinale. Çavên xwe, geh digre, geh jî vedike. Xwe dicivîne ser hev ku biaxive. Û diaxive: «Min ji bîr mekin! Min gelekî dixwest ez tola gelê xwe hilînim... Lê ez çi bikim...» Li vir gotina wî tê birîn û dimre.

Weku em dibînin, tevî ku  ev dîmen şablone jî, lê tabloyek spehî tê de heye. Hevalê wî, çi dît û çi bihîst, wê ji pêşmergên din re bêje. Û dibe, ew mal-beta wî re binivîse. Û çend gotina li ser qehremaniya wî jî zêde bike.

Lê belê, axavtin û nivîsa li ser vê bûyerê, dê wê nexe nav rêzên berhemên edebî. Lê ku nivîskar vê bûyerê bi kar bîne, ewê çawa der-basî berhema xwe bike. Berî her tiştî, nivîskar wê ji xwe bipirse; ev kîna wî hemberî dijmin ji ku dihat? Ji ber xwe nasiya netewî bû yan jî, ji ber ku kesê li ber dilê wî şêrîn, bi destên dijmin hate kuştin, hişt ew bibe şervan? Gelo, berî mirinê, çi hişt ku ew van gotinên xwe ya dawî bibêje? Gelo, çi xwestek ewî bi xwe re bire gorê?

Ji xwe, di geriyana bersîvan de, nivîskar xwe noqî hundirê vî qehremanî dike û xwe dike şûna wî. Û rê li pêşiya xeyala nivîskar vedi-be. Xeyal û bûyerê bi hev girêdide, pêgirêdanek mentiqî. Ji xwe, ew pêgirêdana nêzî rêalîtêta jiyanê, nahêle nivîskar, di xeyala xwe de, li ser ewran bigire. Ev jî, tê wê wateyê ku nivîskar, ne heya dawî, di xeyala xwe de azaye.

Bêguman, berî ku nivîskar li ber masa xwe rûnê û binivîse, pêwîs-te ew gêografiya û rewşa qunaxa bûyerê xweş bizanibe. Bêyî vê yekê, wê heqê wî û nivîsê tunebe. Û nivîskarê ku bi cedî li ser berhemên xwe radiweste, bêyî zanîna babetê, wê vê gavê neavêje...

Dêmek, axavtina me li ser hoyên nivîskariyê ye, wê ne xerab be, heger çend gotin bêne ser laboratoriya nivîskarî jî. Gelo, di kîjan wextê de, ew dinivîse? Gelo, naveroka berhema ku bê nivîsandin, heya dawî jê nase? Çawa fikra romanê yan çîrokê pê re çê dibe? Û gelek pirsên din...

Ez lêbihurîna xwe, ji xwendevanan dixwezim, ji ber ku ezê li ser tecrîba xwe ya pir hindik binivîsim. Di vî warî de, ez dikarim bibêjim, ez nikarim berê xwe bidim nivîsê, heger hevoka dawî ji min nenas be. Gelek caran, weha bûye, berî ku ez dest bi nivîsa çîroka xwe bikim, ez wê hevoka ku gerek berhem pê temam bibe, li ciyekî dinivîsim. Û dûre, ez çawa binivîsim û çend xaçerek bikevin pêşiya min, her ez berê wan hemûyan didim wê hevokê.

Lê belê, ev nayê wê wateyê ku berhem ji serî heya dawî, di serê min de meyaye. Weha ne mûmkine. Xêzên bingehîn ji min nasin. Qeh-remanên ku rolên girîng dilîzin, bi awakî giştî, ji min xweya ne. Lê diyalog û pêşketina bûyeran, di prosêsa nivîsê de çê dibin. Erê babetê diyalogê nase, lê çawa û bi çi kurayê, wê herî serî, ew di destê qehre-man de ye. Bi wan ve girêdayîye, ewê çawa axavtina xwe, bi hev re bibin serî.

Ev yek.

Ya duyem, pirsa hevoka pêşî yan jî movîka pêşî ji têkstê. Li cem min, ew çend hevokên pêşî ji berhemê, dibin jêderên bingehîn ji nivîsê. Hemû şax û bax ji wan diçin. Nehînî, kerbûn, alozbûn û heya fikra ber-hemê – bêhna van hemûyan ji wan çend hevokên pêşîn tên. Ew dibin, xelekek ji xelekên bingehîn ji bo serkeftina berhemê.

Ev du.

Û ya siyem; navê berhemê. Di vî warî de, gotinek Alêksêy Tolstoy heye. Siyemîniya xwe bire serî, wî got: «Niha, tiştê herî zehmet ma – navê berhemê.». Û wî navê «Geriyana li ser êşê» li romana xwe kir.

Erê, nivîskar di gotina xwe de rast bû, nav ji bo berhemê, êlêmêntek pir girînge. Çawa çav neynika giyane, weha jî navê berhemê rengvedana naveroka wê ye. Her çiqasî nav vekirî be, her wiqasî berhem xav û sivik dibe û heya bê wete jî dibe. Gelo, çawa nivîskar berhemê xwe, bi nav dike? Yan jî ew çawa nav ji berhemê xwe re dibî-ne? Carna weha dibe ku berî berhem bê nivîsandin, nivîskar nav lê dike. Û weha jî dibe, ku di prosêsa nivîsê de, çend caran nav têne guhertin. Û hindik caran çê dibe, piştî ku berhem diçe serî, ji bo dîtina navê wê, nivîskar dikeve geryanê.

Gelo, fikra romanê ya çîrokê, çawa bi nivîskar re, çê dibe? Hîç, di vir de qanûnek tune. Ew fena wehyê, ji nişkave, serê xwe radike û teba-tê nade nivîskar. Helbet, ew fikre, li ser erdek hişk û ziha şîn nabe. Hîn berê ku ev fikre bê nivîskar, ew gelek caran, di hundirê xwe de, bi ra-manaên weha xurcilî ye. Çawa ev raman di hundirê bûyeran derbas bin û çawa ev bûyer bibin siyûjêt, car-caran, berî fikre zelal bibe, nivîskar pê mijûl dibe. Bi gotineke din, nivîskar, her tim bi ramanan ducanî ye. Diya-re, dema ramana berhemê tê wî, êdî ew bi hemle xwe qelincî ye. Tam, ew wek jina ducanî ye, çawa jin nizane wê zaroka wê çawa be, weha jî nivîskare. Heger jin bi hêvî ye û bendî ferecê ye, nivîskar, nikare bendî hêviyê be. Pêwîste, ew bixebite. Lê mixabin, ew tiştê ku di serê nivîskar de, dimeye, ne her tim weku dixwaze, tê nivîsandin. Di vî warî de, Dos-toyêvskîy ji braziya xwe re li ser romana xwe ya bi navê «Kawik» weha dinivîse: «Ji dehan yek, weku min dixwest, ez binivîsim, nehatiye nivî-sandin...».

Loma jî, ji bilî hemû hoyên ku dihêlin mirov bibe nivîskar, hoyek din heye. Ew jî, bêetlahî, xebata li ser xwe û li ser berhemên xwe. Çay-kovskîy li ser vî babetî weha dibêje: «Îlham, mêvanek weha ye, ku naçe mêvantiya kesê tembel...».

 

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2003