Hejmar 41, 15 Şibat 2003

Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî Kurdish Online Magazine

Medya

KURDî

Partiyên kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Nûçeyên

Rojane

Medya

Tirkî

Medya Farisî

Medya

Erebî

 

 

 

Şêx Adî, Êzdatî û Kurdewarî

 

Dr. Zorab

 

 

Navê Şêx Adîkurê Musafir (Şêx Adîbin Musafir) ji bona æzdiyan û hemû welatparêzên Kurd girîng e. Rista wî ya dîrokî ji ber gelek sedeman bala me dikişîne.

 

1. Berî her tiştî, di serdema Şêx Adîde siyaseta der-dora Xaka Pîroz (dijberiya Xaçparêz û Misilmanan) pêwendiyên çandî di navbera Ewropa, Asiya û Afrîka de xurt kirin. Kurd bi serdariya Selaheddînê Eyûbî di wan bûyeran de beşdar bûn û bi jiyana navneteweyî ve hişk hatin girêdan.

 

2. Bingeha îdeolojiya Şêx Adîfelsefeya Rojhilatê û Sofîzma hestidar (hesas) in. Di dema xwe de Sofîzm zengîn û pêşveçûyî bû, û bi saya Şêx Adîbandora wê li ser çanda æzdiyan jî maye.

 

3. Şêx Adîû paşiyên wî ola æzdatiyê ligor gaziyên Dema Navîn reform kir. Wek encam, dîwareke mezin dijî Îslamkirina seranser hate avakirin.

 

4. Ji serdema têkoşîna Adî de gelek Xaçparêz, Tirk û Ereb di nav æzdiyan de heliyane û bi vî cûreyî nîgara demografiyê li Kurdistanê guhartine.

 

5. Xwedênasiya Şêx Adîherweha mînakeke felsefeya Kurdan e.

 

Ji ber van xalan gotina æzdiyan rastûdirûst xuya dike:

 

Adiyo, Musafiro, Herçi te kir, kesa nekiro

 

Heyf û mixabin, ku ji ber sedemên derdeseriya me ya îro nirxandineke şaş cih girtiye: gelo Şêx Adîkurê Musafir Zerdeştî bû yan jî dagîrkerekî Ereb û Misilman bû û bi armanca xerabkirina dînê Kurdan hatibû welatê me? Pêwîst em vê pirsê zelal bikin, çûnke di wêneya gerdûnî ya Kurdên æzdî de Şêx Adîristeke navendî dilîze. Gelek dîroknasên Dema Navîn (Ereb, Kurd, Asûrî û yên din) basa Adî kurê Musafîr dikin wek Îbn Teymiya, Îbn el-Esîr, Îbn Xellîkan, Îbn el-Fûtî, Îbn Kesîr, Îbn el-Werdî û ez-Zehebî. Wusa jî qewl, beyt û payîzokên æzdiyan bi firehî basa Şêx Adîdikin. Bêguman, lêkolînerê babetî (objektîv) pêwîst e çavkaniyên nivîsî (piraniya wan bi Erebî) û devikî (bi Kurdî) bide ber hev.

 

Daxuyanyên li ser koka Adî

 

Hem hevçaxên Adî, hem jî zargotina Kurdan dibêjin, ku berwelatê Şêx Adîşama dîrokî ye:

 

Şêx Adîşamê hate,

şerqê kire xebate,

Xoş mala bavan e,

Şêx Adîxweyî nûrêrayî xelat e,

Nûr e ji mala şêxan e.

 

Navê wî bi dirêjayî ev e: şerefeddîn Ebû l-Fezayîl Adî bin Musafir bin Îsmayîl Mûsa bin Merwan bin el-Huseyîn bin Merwan. Eger em li ser navên kal-bavên Şêx Adîjî rawestin, emê hizra wan dîroknasan bipejirînin, yên dibêjin, ku Adî kurê Musafir ji malbata Benû Umeyîa bû. Helbet, lewma jî navên Yezîd bin Muawiya û æzdîdê Sor di nav æzdîxanê de teklihev û pîroz bûne. Eger wusa be, ne behetî ye, çima pêwendiyên æzdiyan tev ola Merwaniyan hene.

 

Piştî têkçûna desthilata Emewiyan (xelîfên ji malbata Benû Umeyîa), beşek ji wan di wê baweriyê de bû, ku serkêşiya Xelîfetê gerek e di destên paşiyên Merwanê Duwem bimîne. Li Dema Navîn tiştekî normal bû, ku armanceke ramyarî li bin kincên dînî xwe vedişart. Wusa, desthilatxwaziya piştgirên Merwanê Emewî bi nêrînên dînî ve hate xemilandin.

 

Ligor akademîkê Rûs Bartold, heta destpêka sedsala 20an jî li Badihşanê (herêma di navbera Afxanistan û Tacîkistanê de) cemawereke dînî ji koka Merwaniyan bi navê Yezîdiya hebû. Ne tenê ew, dîroknasê Kurd şerefxanê Bîtlîsî bawer dikir, ku hem şêx Adî, hem jî hoziyeke (eşîreke) Kurdan Ð Sulêmanî - digihîştine malbata Merwaniyan. Lê girêdana heregirîng di navbera Şêx Adîû Merwaniyan de ew e, ku Merwanê Duwem, pêsiya bibe xelîfê hemû Misilmanan (740-750), serokatî li Ermenîstan, Azerbecan û Mezopotamiya Bakûr dikir. Bêguman, li wan herêman Kurd niştecihên hezarsalan in. Em wusa jî dizanin, ku dayîka Merwanê Duwem Kurmanc bû.

 

Belê, wusa diyar e, ku Şêx Adîkurê Musafir ji şamê, ji malbata Benû Umeyîa Ð yan Emewî - bû, lê di tamarên wî de xwîna Kurdan jî dikişiya.

 

Sala jidayîkbûna Adî di navbera 1073-1078an de ye. Ew li gundê Beyt-Farê, nêzîkî bajarê Baalbekê, li deşta Biqayê hatibû dunyayê. Ev herêm Lubnana îro, lê parçeyeke şama dîrokî ye.

 

Paşwextiyê, serpêhatî û çîrokên curbicur li ser jidayîkbûna Adî hatibûn afirandin. Mebesta wan ew e: hên berî jiyana Adî dihate zanîn, ku ewê bibe mirovekî mezin û navdar. Ji bo nimûne digotin, ku bavê Adî, Musafir kurê Îsmayîl, çûbû daristanê û 40 salan li wê derê mabû. Rojekê ji rojan, dengek hate ber guhên Musafir, ku gerek e ew vegere mala xwe, xwe nêzîkî jina xwe bike û wê zarokek jêre çê bibe. Go, nav û dengê vî zarokî wê li Rojhilat û Rojavayê bela bibe. Rastî jî Musafir kurê Îsmayîl wusa kir: wusa Adî û 313 yarên Xwedê hatine cîhanê.

 

Bêguman, Yarê Xwedê (bi Erebî, Welî ul-Lah) gotineke mecazî ji bo kesekî Sofî ye. Li vir, 313 helbet jimara şêxên dostên Adî ne. 40 sal jî gotineke giştî ye: wateya wê demeke dirêj e. Wek encam, legenda di jor de şirovekirî mesajeke girîng ji xelkê re dişîne: Şêx Adîbi biryara Xwedê hatiye û Kurd pêwîst e peyvên wî bipejirînin.

 

Li Bexdayê

 

Adî xortekî 15-20 salî bû, dema çûbû Bexdayê, daku xwendineke dînî bistîne. Li wê derê, Adî têkiliyan digel zanayên bi navûdeng çê dike û agahdariya xwe dide dînnasiya Sunnî.

 

Lê di sala 1111an de mamostayê wî el-Xezalî emrê Xwedê dike. Di wî çaxî de Bexda êdî bûbû meydana lihevketinên hersal di navbera Sunnî û şiiyan de; mîlîtanên bi navê Eyar (el-eyarûn) qaçaxiyê dikirin. Herweha di warê aborî û ramyarî de jî rewşa Bexdayê xerabtir dibû. Hêdî-hêdî navenda çand û aboriya Rojhilata Navîn derbasî paytexta Misrê - Qahire Ð dibû.

 

Adî bi xwe ji dînnasiya Sunnî dûr dikeve, bi Sofîzme ve mijûl dibe û dixwaze cihekî xamoş, ker û lal ji xwe re peyda bike. Ne dûr e, ku têkiliyên kese (dîrekt) di navbera malbata Adî û Kurdan de hebûn: Kurdên ji Ebbasiyan westiyayî bi dil û can endamên binemaliya Benû Umeyîa qebûl dikirin. Wusa, ji sala 1111an û heta dawiya jîyana xwe Şêx Adîli Kurdistanê dijî. Ji Hekkariyê ew car-caran dûr dikeve û serî dide Musil û Bexdayê.

 

Em dizanin, ku li Bexdayê Adî kurê Musafir çar pirtûkan li ser dînê Îslamiyê nivîsîbûn û wusa jî çar-pênc qesîdên Sofî jî afirandibûn. Navên çar kar-nameyên teologî ev in: I'tiqad ehl es-sunna (Baweriya Sunniyan), Kîtab fîhî zîkr edeb en-nefs (Pirtûka perwerdeya giyanî), Wesace eş-şeyx Adî bin Musafir île l-xelîfa (Mesaja Şêx Adîkurê Musafir ji Xelîf re) û Wesace lî murîdîhî eş-şeyx Qayîd we lî sayîr el-murîdîhî (Mesajek ji şêx Qayîd û mirîdên din re).

 

Li Hekkariyê

 

Herêma Hekkarî di wextê xwe de li bin destê Merwanê Duwem bû. Ew ji parêzgeha Hekkariya îroyîn gewretir bû û hinde herêmên din jî hembêz dikir. Sînorên Hekkariyê di serdema Şêx Adîdigihîştin Musil û şengal li Başûr, Gola Wanê li Bakûr û Kurdistana Rojhilat.

 

Çawa baş tê zanîn, di sedsalên 12-13an de zorbeya Kurdên jêhatî di şerên Xaçparêz û Misilmanan da beşdar bû. Lewma ne behetî ye, ku 7 ji 14 serleşkerên Selaheddîn Kurd bûn. Lê dilê welatê Kurdan Ð navçeya Hekkariyê Ð di serdema karûbarên Şêx Adîde bêdeng û bêkartêkîn mabû. Jêderên dîrokî basa 1000 malbatên Kurdan li wir dikin: havînê ew diçûne zozanan, zivistanê jî vedigeriyane der-dora Musilê. Pir balkêş e, ku dokûmentên dîrokî dînê Kurdan jî bi nav dikin û dibêjin: Şêx Adîhatibû nav Kurdên Teyrehiya, Teyrehiya jî oleke Zerdeştî bû. Belê, dîroknasên sedsala 12-13an (piraniya wan Ereb) dinivîsîn, ku li herêma Hekkariyê Kurdên Zerdeştî diman.

 

Bêguman, kes nikane red bike, ku gelek parestgeh û hêmanên şaristaniya Behdînî (Zerdeştî) li Kurdistanê hatine xweykirinê. Heta koka navê Behdînan jî Behdîn e: Zerdeştiyan ji xwe re digotin Behdîn yanê Vehdîn, çûnke bi hizra wan, dînê wan ji hemûyan çêtir bû.

 

Di destpêkê de, Adî kurê Musafir jiyaneke bi tenê derbas dikir: ewî malek ji xwe re şên kir, bi rojan xwe birçî dikir, nivêjan dikir û xwe dûrî xelkê digirt. Lê Şêx Adîhez nedikir, ku li ser wî gotin dirêj bibin. Carekê ewî bihîst, ku Kurd dibêjin: "Adî ne dixwe, ne vedixwe". Piştre, ewî li ber çavên gişkan pariyeke xwarin kire devê xwe.

 

Bi zûtirekê, Adî êdî kiriyametan dikir û bi Kurdî dipeyvî. Di çavkaniyan de, reng û rûyê Adî jî tê nîgarkirinê: ew mirovekî ne bilind, qemer-esmer bû, axaftinên wî jî dilên xelkê germ dikirin. Kurd û niştecihên din - Asûrî û Misilmanên cîran - bi coseke mezin dibûne mêvanên mala Adî û şêwra xwe dikirin. Lewma navên ne-Kurdî, bi taybetî, navên Asûrî (Barisîqî), Erebî (Xeymat) û wusa jî navê Ecemekî (Ebdillah Ebd el-Mesîh) di çavkaniyan de der dikevin.

 

Li wir, Adî terîqetek bi navê Adawiya damezirandibû. Bi dû mirina wî, ev terîqet bûbû du parçe: parçeyek gihîşte Kurdên æzdî û endamên Adawiya bûbûne şêxên wan, parçeya din jî li Sûriyê û Misrê dabûnerîtên Sofiyan berdewam kirin û aram-aram di sedsala 16an de wunda bûn. Lê tê zanîn, ku hên di sedsala 13an de têkiliyên Adawiya û æzdiyan xurt bûn.

 

Di sala 1116an de, Şêx Adîji Kurdistanê cara duwemîn çûbû hecê (yekemîn car ew ji Bexdayê çûbû). Dibêjin, ku dema heca Adî, Tawusî-Melek nîgara wî ji xwe re hildabû û serê bawermendên Kurd xapandibû.

 

Helbet, di 90 saliya xwe de, yanê nêzîkî sala 1162an, Adî kurê Musafir çû rehmetê. Ligor biryara Adî, braziyê wî Ð Ebû l-Berekat Ð ji Beyt-Farê hat û dewsa wî girt. Piştî, kurê Ebû l-Berekat - Şêx Adîel-Kurdî (yan Şêx Adîyê Duwem) Ð bû serokê æzdiyan û ji bona bixudankirina Lalişê dijî Xaçparêzan şer dikir. Carnan navên Şêx Adîkurê Musafir (der-dora 1073-1162) û neviyê birayê wî Şêx Adîyê Duwem el-Kurdî (1194-1246) ji hevdu cudah nakin. Ev şaşiya han dibe sedema hizrên nerast li ser kesayetiya Şêx Adîkurê Musafir.

 

Reforma æzdatiyê di serdema serokatiya şêx Hesen, kurê Adî yê Duwem, hate kirinê. Beşek ji reforma şêx Hesen ew bû, ku ewî navê Şêx Adîji naveroka Îslamê der xist û kire sembola xwezanîna æzdîxanê. æzdatiya rasteqîn jî bi armanca Kurdewariyê ve bi ser dikeve. Lewma kurê şêx Hesen, şerfeddîn, êdî li bin ala Kurdistanê eskerê æzdiyan reşbigîr dikir. Ev yek di "Sirûda şerfeddîn" de belî ye:

 

Ciwabê bidine Kurdistanê,

Bila qayîm kin îmanê,

şerfeddîne Mîr e li dîwanê,

şerfeddîne ji dînê min e.

 

Cihê gotinê ye, ku wextê emîrê Musilê, Bedr ed-Dîn Lulu, di sala 1216an de dijî Kurdan şer kir û goristana Şêx Adîkurê Musafir şewitand, Kurdan dilêşana xwe bi legendekî ve derman kir. Niha Kurdên æzdî bawer dikin, ku Şêx Adîçûbû ezmanan û miliyaketekî şandibû Lalişê. Ev miliyaket peyabû û daxwaza Adî anî, go: ev cih bila mîna goristana Şêx Adîbê parastinê.

 

Zincîra malbata Şêx Adîû serkêşên æzdîxanê di sedsalên 12-13an de bi vî awayî tê nîgarkirinê (digel salên mirin yan kuştina wan):

 

Musafir kurê Îsmayîl

 

Şêx Adîkurê Musafir (nêzîkî 1162)

Sexr kurê Musafir

Ebû l-Berekat kurê Sexr

Şêx Adîyê Duwem el-Kurdî (1246)

şêx Hesen kurê Adî el-Kurdî (1254/55)

şerfeddîn kurê Hesen (1257/58)

 

Sofiyên bandora xwe li ser Şêx Adîû æzdiyan hîştine

 

Wusa xuya ye, ku li Bexdayê Şêx Adîxwe gîhandibû Sofîzmê. Piştre, li Kurdistanê jî danûstandinên Adî bi Sofiyan re nehatibûn birîn. Helbet, lewma pirtûka "Meshefî Reş" miliyaketan di bedena Sofiyan de nîşan dike. Herçend pirtûka æzdiyan ya pîroz di sedsala 19an de hatiye nivîsandinê, buha û rûmeta wê kêm nabe: Tewret, Încîl û Quran jî pey mirina Mûsa Pêxember, Îsa Nûranî û Muhemmed Pêxember hatibûn nivîsandinê.

 

Hinek Sofiyên din di "Meshefî Reş" de tunene, lê li ba æzdiyan bûne xwediyên navên nemir. Gelo ew Sofî kê bûn û bandora wan li ser Adî û civaka æzdiyan çi bû? Bêguman, ev pirseke dûr û dirêj e. Lê emê bi kurtahî li ser wan kesan rawestin.

 

El-Hesen el-Besrî (642-728), wek paşnavê wî jî eşkere dike, xelkê bajarê Basra li Başûra Îraqa îroyîn bû. Ew wek bavikê Sofîzmê tê nasîn. Ne dûr e, ku rista el-Besrî di avakirina cîhanbînîna Şêx Adîde êpêce mezin bû. Balkêş e, ku Kurdên æzdî navê Hesenê Besrî dane şêx Hesenê kurê Adî yê Duwem, yê di sedsala 13an de dijît. Dîroknasên biyanî di wê baweriyê de ne, ku bikaranîna navê Hesenê Besrî rê neda Misilmanan, ku Lalişa Nûranî wêran bikin.

 

Rebiya el-Edewiya (nêzîkî 710-801) şagirteke el-Hesen el-Besrî û yekemîn Sofiyeke jin bû. Rêza wê hem di Sofîzmê de, hem jî di dabûnerîta æzdiyan de bilind e. Zargotina Kurdan jêre dibêje "Rebiya Ereb" û çawa xudana kiriyametên giranbuha nîşan dike. Ligor æzdiyan, Rebiya naseke Sofiyên payebilind - şêx Cinêd (el-Cuneyd el-Bexdadî), şêx Bazîd (Ebû Yezîd el-Bîstamî) û Merûf el-Kerxî Ð bû û Şêx Adîkiriyametên Rebiya dipejirand.

 

El-Hellac (858-922) karîgariya pir-pir mezin li ser dîroka Rojhilata Navîn bi giştî û civaka Kurd bi taybetî hîştiye. Gotinên di derheqa wî de di nav Kurdên Sunnî, Alevî û æzdî de bela bûne. Gelek belge hene, ku bandora wî li ser Şêx Adîjî bêsînor bû.

 

El-Xezalî (1058-1111), bi gotina dîroknasan, "aştiyek" yan "lihevhatinek" di navbera Sofîzma nivîsî (aqlî) û Sofîzma hestidar de pêk anî. Zargotina æzdiyan qed basa wî nake, lêbelê xebata Adî "I'tiqad ehl es-sunna" vejînek dide hizr û ramanên el-Xezalî.

 

Di baweriya xelkê de, Ebdilqadir el-Gîlanî (1077-1166) terîqeta Qadiriyê damezrandbû. Lê bi rastî, ev terîqet bi dû mirina wî çê bûye û heta niha jî karûbarên xwe li Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn didomîne. Mîna gelek Sofiyan, el-Gîlanî bi koka xwe Zerdeştî bû. Têkiliyên Ebdilqadir digel Şêx Adîpir bi hêz bûn: karîgariya wî jî di qesîdeke Adî de xuya ye. æzdî wusa dizanin, ku goristanên Ebdilqadir û Hesenê Besrî li Lalişa Nûranî ne.

 

Ji heleqeta Ebdilqadir û Adî dîsan çendik-çend Sofiyên Kurd hebûn, yên ligor æzdiyan kiriyametkar in: Uqeîl el-Membîcî (Eqîl Muneccî), Ebdilqadir eş-şehrezûrî, Ahmed bin er-Rîfayî, Ebû l-Wefa el-Hulwanî û Qadîb el-Ben.

 

Dînnasiya Şêx Adîû æzdatî

 

Dînnasiya Adî, ya di pirtûk û karûbarên wî de eşkere dibe, gelek rengîn û zengîn e. Em dikanin ronahiyê biavêjine wan hêmanan, yên pey mirina Adî bi cûrekî teze hatin têgeyîştinê.

 

Şêx Adîdinivîsî, ku Quran refleksyona Xwedê ye, lê cîhana li ber çavên me refleksyona avakirina Wî ye. Lewma her tiştekî em dibînin belgeya siyaneta Xwedê ye. Di helbesteke xwe de Adî dide xuyakirin, ku mêzekirin ji Beheşt û horiyan xweştir e:

 

Meramên me ne cinnet, ne jî horî ne,

Merama me mêzekirin ji bo xatirê mêzekirin e.

 

Zargotina æzdiyan vê hizra Adî dubare dike. Di qewlekê de Şêx Adîdibêje mêvanên xwe, ku bi rêya mêzekirinê bendeyê Xwedê dikane xwe pakij bike:

 

Şêx Adîxoş Siltan e,

Deng dike bi nihêne,

Hewceya me bi avê nîne,

Destnivêje ji meyzîn e.

 

Şêx Adîjêmayiyeke (mîraseke) din jî ji æzdîxanê re hîştiye: cemawera Feqîran. Hên li Bexdayê, Adî dinvîsî, ku eger em dixwazin zelaltir Xwedê bibînin, em jî ligor şîreta Îsa Nûranî gerek e xwe birçî, tî û azar bikin. Ev hêmanên "feqr"a Sofiyên hestidar in: mirov daxwazên xwe dikuje, daku xwe pakij bike û bi vî awayî berbi Xwedê ve here. Kesên bi "feqr"ê ve mijûl in, dibine Feqîr. Belkî, kok û armanca Feqîrên æzdiyan jî ji wir hatiye?

 

Dema Şêx Adîtê Hekkariyê, Kurd ji "feqr"a wî çavşaş dimînin. Ebû l-Berekatê braziyê Adî çîrokeke nihênî ji me re hîştiye:

 

Carekê 10 Feqîr hatine mala apê min. Wana lava kir, ku ew li ser Heqê biaxife. Apê min axifî, ew heliyan û dewsa wan av ma. Paşê 10 Feqîrên din hatin û viyana wan ev bû, ku apê min li ser Mehebbê (Hezkirinê) biaxife. Apê min axifî û ew mirin. Paşê 10 Feqîrên dawî nêzîkî Şêx Adîbûn, ku li ser Feqrê biaxife. Adî axifî, Feqîran cilên xwe qelaştin û bi rût û tazî derketine derê malê.

 

Were em vê meteloka ciwan şirove bikin. "Heq" navekî Yezdan e, yek ji 99 "navên bedew" ji Quranê ye. Tê zanîn, ku Hellac ji bo gotina "Ez Rastiya Xwedê me" (Ene el-Heqq) jiyana xwe teslîmî dijminan kir. Yanê pirsgirêka "Heq" meriyan dighîne tunebûnê. "Mehebba" (yan Hezkirina) Yezdan jî tiştekî dijwar e. Lêbelê, herçend zanebûna kûr meriyan dikuje jî, mirin ne di destê me de ye. Lêwma Feqîrên bi sax dimînin û "feqr"ê qebûl dikin, ji hemuyan hêjatir in.

 

ædî hatibû destnîşankirin, ku Şêx AdîSofîzma hestidar berdewam dikir. Li Bexda û Hekkariyê ewî qesîdan jî diafirandin û mijarên mecazî dida xebatê. Ji bo nimûne, Adî dinivîsî: piştî vexwarina şeraba raz, Sofî ji erdê hildikişe jor û nêzîkî Xwedê dibe. Ew bala xwe dide xwarê: cîhan û bilindtirîn çiya li bin lingên wî dimînin, miliyaket jî dorê difirin. Wusa Sofî xwe li ser asta Xwedê dibîne.

 

Pey mirina Adî û êrîşên Misilmanan, dînguhastina æzdiyan gihîşte qonaxeke wusa, ku Şêx Adîcihe Nûr - mînakeke Xwedê - girt. Wek encam, baweriya Kurdên æzidî bi xwedavendiya Şêx Adîbû beşeke kosmologiya wan:

 

T'emametî şêx Adî,

Em kêm in, Şêx Adîtemam e,

Em evd in, beşer in, behra gunan e,

Sibê heta êvarê hezar cûre xeber devê me der dikeve.

 

Paşgotin

 

Nimûnên bandora felsefeya Şêx Adîli ser bîr û bûçûnên Kurdan gelek in. Belê, hêmanên Sofîzmê carnan rind xuya dikin, carnan jî pêdviya lêkolînan in. Lê serî ev e, ku Şêx Adîû cihnişîniyên wî - yên Şêx Adîkiribûne navenda pîroz - rêya reformkirin û zengînkirina æzdatiyê fireh kir. Eger mercên Rojhilata Misilmankirî ji æzdiyan re sert û dijwar bûn jî, reforma sedsalên 12-13an dînê wan parast û bi pêş xist.

 

Îro her welatparêzek hêvîdar e, ku æzdatî koka xwe wunda neke, lê ligor jiyana modern bimeşe. Serboriyên nîvdewelta Kurdan li Başûr û şoreşa Bakur destnîşan dikin, ku herçend Kurd bi ser dikevin, æzdîxane qazanc dike. Lewma geşbûna hizra neteweyî li Kurdistanê garantora xweşbextiya civaka æzdiyan e.

 

Pirsa mezin ev e: gelo berpirsyariya rêvebirên æzdiyan (di serî de, Meclîsa Rûhanî) têrê dike, ku ew bîranîna şêx Adî, ola xwe û welatparêziya Kurdistanê bi hev re bidirûn? Bi hezkirina Xwedê, ewê xwe bispêrin sê prensîpên Zerdeştî, yên di nivîseke Şêx Adîde jî hatine dubare kirin: "hizra pak, peyva pak û karê pak"!

ji kovara HÎWA hatiye girtin.

 

VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2003