|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
Se´îdxan Homayun,Yadgarekî din yê Komara Kurdistan (1946
Mihabad), wefat kir…
Kakşar Oremar
Se´îdxan
Homayun di sala 1923an de li gundê( Yekşewe ) yê herêma Bokanê ji
dayik bû. Ew kurê Ebdulrehmanbegê Homayun û neviyê Feyzullabegê bû ku
pêkhêner û serokê êla mezina Feyzullabegîyan bû. Dayika wî jî Xedîce
Qazî keça Qazî Elîyê bavê Pêşewa Qazî Mihemed bû.
Se´îdxan
Homayun xwîndina xwe ya destpêk û bilind(heya dîplomayê) li bajarê
Mihabadê bi dawî anî.
Çaxê
damezrandina komara Kurdistan Se´îd lawekî 22 salî bû û di piraniya
serdenanên Pêşewa Qazî Mihemed bo Tewrêz, Tehran û herêmên bakurê
Rojhilatê Kudistanê( Urmiye, Selmas, Mako, Xoy û…) pêre bû.
Herwiha
Se´îdxan Homayun, bi Rehîm Leşkerî û Rehîm Ciwanmerd Qazî re li
defter(biro)ya taybetîya serokkomarê Kurdistanê da, mijûlî kar û xebatê
bûn.
Se´îdxan
Homayun bi rêya xwîndina kovara Gelawêj ya ku ji aliyê E´laeddîn Secadî
ve ji başûrê Kurdistanê bo Pêşewa Qazî dihat şandin, xwe
hînî xwîndin û nivîsandina zimanê Kurdî kir. Bi rêya Pêşewa
Qazî Mihemed bîr û ramanên Kurdayetiyê zû di mejiyê Seî´dxan
Homayun de bişikivîn.
Se´îdxan
Homayun di sala 1944an de bû endamê Komeley Jiyanewey Kurd(J.K) û navê wî
yê nihînî jî (Agir) bû. Piştî têkçûna komara Kurdistan, Se´îdxan
Homayun jî hat girtin û piştî du salan bi efûya giştî ku ji
aliyê rijîma Îranê ve hatibû îlamkirin, hat berdan.
Se´îdxan
Homayun, sala 1969an di hilbijartinên encumena bajarê Mihabadê de mîna cîgirê
serokê encumena bajar hat hilbijartin. Piştre ji sala 1973an heya
1977an bû bi serokê encumena bajarê Mihabadê ku xizmet û keda wî ya
wan salan, hê jî ji bîra gelê emekdarê Mihabadê neçûye.
Sala
1982an ji ber sedemêm siyasî û şerê di navbera Hizbî Dimokratî
Kurdistan(KDP.I) û rijîma Îslamîya Îranê de, hejmareke pir zêde ji
malbat û kesayetiyên bajarên Mihabad û Bokanê sirgûnî bajarê Damxan
li herêma Simnan kirin ku malbata Se´îdxan Homayun jî yek ji wan
malbatan bû. Sala 1985an piştî hewldanên berfireh, wan karî ji
jiyana sirgûnê vegerin ser milk û malên xwe li Kurdistanê.
Se´îdxan
Homayun, ji mêjdabû ku bîranînên xwe dinivîsandin û berî çend mehan
pirtûka bîranînên wî ji weşandinê re amade bûye ku niha di bin
çapê deye.
Pêwîste
bê gotin ku piştî têkçûna komara Kurdistanê hejmareke zêde ji
serok û mezinên eşîreta Feyzullabegî ji ber beşdarî û piştigîriya
wan ya ji komara Kurdistanê, hatin girtin û î´damkirin. Ji wan:
Fermandarê hêza pêşmegre li Bokanê: Elîbegê Şêrzad(Yekşewe)
ku mamê Se´îdxan Homayun bû, Ehmedxan Faroqî, Ebdullahxan Metîn,
Hemexan Danişwer(Her sê bira bûn),
Mihemmed Xan Feyzullabegî, Hesen Xan Feyzullabegî, Elîxan Fatîh, û
Ehmedxan Şecî´î
ku ev heşt şehîde bi Elîbegê Şîrzad
re (ji êla Feyzullabegî) û tev bira û pismam û bi Pêşewa Qazî re
jî xizimên nêzîk bûn.
Têbînî:
Hevpeyvîneke dirêj bi Se´îdxan Homayun re hatiye çêkirin ku di
demeke nêzîk da yê di nava medya Kurdî de bê weşandin.
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2004 |