|
Divê
idareya Kongra Gel xwîna min jî birijîne
Dem
7ê cotmeha 2004 an roja pêncşemê ye.
Min vê sibehê bihîst ku endamê PWD Sîpan ji aliyê çeteyên Kongra Gel
ve hatiye kuştin. Kongra Gel ya ku ketiye nava lepên bi gemar yên
serleşkeriya Tirk û dewleta kûr xwîna wî rijandin.
Berî
çend rojan bi armanca ku ez weke kesayeteke serbixwe xizmeta gelê Kurd
bikim, ji Kongra Gel veqetiyam, ji ber ku berpirsyarên herî bilind yên vê
rêkxistinê bi awayekî stratêjîk ketine bin emrê dewleta kûr û veşartî
ya Tirk.
Ne gengaze ku ez çavên xwe li ser êrîşa li hemberî Sîpan û hevalên
wî bigrim, ku sucê wan bi tenê xwegihandina rastî û durustiyê ye.
Êrîşkirina van mirovên ku ji ber cûdabûnên ramanî ji Kongra Gel
veqetiyane û tevahîya wan di dema borî de bi kar û xebata xwe rûyê
tekoşînê spî kirine, bi yek gotinê faşîsti ye û faşîstiyeke
di ser wê re nîne. Gotina faşîstan ya ku digotin: yê ku dest ji vê
doze berde bikûjin: tîne bîra mirovan.
Min berê jî pevçûneke ramanî li gel van hevalên cûdabûyî kiriye û
ezê vê pevçûnê bidomînim. Lê heger Kongra Gel dest ji van êrîşên
xwe bernede, ezê mil bidim milên van hevalên PWD yî û ezê bibim alîgir.
Dema ku ez di nava refên Kongra Gel de bûm jî min ji wan re gotibû,
heger pozê yek mirovê cûdabûyî bi xwîn bibe ezê ichê xwe li gel yê
mezlûm bigrim. Niha ew roj hatiye
Ez niha bi vî awahî difikirim: Ez bê sîleh im û li bajarên Kurdan bê
parastin digerim. Bela idareya Kongra Gel ya ku êdî dijminatiya
kurdan dike, xwîna min jî birijîne ku êdî ev gel hinekî bi xwe bihise.
Ez bejna xwe li pêşberî bîranîna şehîdê Kurdistanê Sîpan
bi rêz ditewînim. Serê malbata wî û gelê Kurdistanê sax be.
Huseyin Kaytan
(Kurdistan)
VEGERE
|