|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî
Chefredaktuer:
Dilbixwîn Dara
|
|
|
Gotina nivîskarên Kurd li Suryê, ya liber gora nemir Ciwanê ABDAL xwend. Di
derbirîna oxir û şîniyê de.. Gotin
Têrî Min Nakin, Hêsir
têrî min nakin, wax û wax bavê: Lorîn.. Ciwanê
ABDAL
Îro
mixabin.. çewtbûna çerxa felekê, weke hercar, stêrek geş ji ezmanê
me rijiyand, û gulek xweş ji baxê me dizît, stûnek ji konê wêje
û çanda kurdî daçikand, ezmanê me reşbû, dema me tev tewşbû,
erê.. erê çiqasî bêjim ziman û tîpên xwe têra min nakin, xwezîyê
bi gewriya min girtiye bi pencin kirêt, raserî vê bûyera mezin, hêsirê
sar û germ dubar dibarin, lê dîsan têrî nakin, ku tevî yê we nebin..
hêsir û xwezî û axîn.. Çima
destê çewt çinî gulek beyaz, û diyarî kir gurzek stirî.. çandin li
dil û mejî sed neyaz, nexeme çerxa felek.. nexeme da em bik'şînin
şînî û xemgîniyê bo yê hêja: Ferhad û Ferhad, çimkî li dil çapbû
wêne û evîn û pêşeroj, qet nayê jibîrkirin awaz.. Lê..
ji dilekî namire li dila û dem nake winda, çimkî nama rewşenbîrî
ew dikir pêxemberî, çend nêzîkî min çinîn gulê min, li gorî demê,
xweda vejandî, her dibêje min: Min ew hilbijartî.. Ji
mêjve li nav heyv û stêra şewq dide bana, bi hest û helbesta
bax dixemland , çira şeva me bû li Mîdyan hila, û her wî bimîne
şiyar li du hêla.. Min
ne girîye ku ew rêwî ye, jiyan û mirin bi hev cêwî ye, her wiha ye jîn,
raste mirin, lê çi li dû xwe hiştiye.. welat-parêzekî çeleng û
rewşenbîrekî disoz, ne tenê ev .. lê bi germî hildigirt barê wêje
û hunera kurdî, bi destekî spî û pêvdanek bê dawî.. Raste
em pir xemgînin, lê sersaxî ji me tevan re, ji malbat û êlê re, ji
heval û dostan re, ji tore û çandê re, ev miletê ku Ferhad jêye, tev
dibin Ferhad.. dikarin hezkirinê hilgirin dewrana. Belê,
rewşenbîrekî rewşenbîr, rojnamevanekî çeleng, helbestvanekî
nûjen, çîroknivîsekî pêşketî , ta xelata wê wergirt,
wergervanekî şek, belê.. gotin û ziman têra min nakin.. Ne
westandin û ne gilî û gazin dikir rojekê di derbirîna tore û çanda
xwede, hêvî ew bû bi pêşde bibe û bigihîne asoyin tund û bilind,
ne hindike gava xelata mihrecana deha wergirt payiza 2002, û ew xelat diyarî
zarokê xwe kirin.. Dawî..
Bûyer ne raste çimkî Ferhad wê bijî bi mere, bi hizrê gotarên xwe, bi
hestên helbestên xwe, bi afirandina çîrokên xwe, gava bi-rê-ve-dibir
kovara: Gulîstan û Bihar û berî wan herdiwan kovara: Zanîn, an
berpisyarê mehrecanê helbesta kurdî dikir, ew jîr û jêhatî dilpak, yê
temenê xwe tev, tev çalakiya xwe xistibû pêşveçûna tore û çanda
kurdî, û her digot : -
A min xizmeta gele, ne bû ezezîtiya xwe dikim..!! *
* * Û
di pirtuka xwe de, ya bi navê "Yara
Min" wiha dibêje : YARA
MIN Nekeve
metalan de Li
payiza temenê
min
meze neke Şîniyê
nekişîne Bo
salên minî çûn buhirtin Û
ne pirse Çawa
min derbaskirin ...
Tenê Li
bihara gotinê min bipirse
U
..
û ..(
dûrî hevalan ) Li
wêneya Di
dilê min de
Temaşe bike..
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2004 |