Hejmar 74

Malpera şehîd  

Uğur Kaymaz vebû

Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî Kurdish Online Magazin

Chefredakteur: Dilbixwîn Dara avesta@avestakurd.net P. O. BOX: 1403, 53004 BONN-GERMANY

Medya

KURDî

Partiyên

kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Medya 

Tirkî

Medya

Farisî

Medya

Erebî

arîv


 

Hejmar 74, Kanûn (2004)


Pirtûkeke Nû ya

Evîn çîçek

"Ararat Yolcuları

İnsan Tacirleri, Göç ve Mültecilik"

(Rêwîyên  Araratê, 

bazirganên merîyan, 

koçberî, penaberî)


dîsa jî medyaya 

dinyayê bêdeng e

Bi hezaran kes li dijî cînayeta cendirmeyên

Tirk û kuştina Ugur Kaymaz (12) û bavê wî

meşiyan li Qoserê meşiyan… 

lê dîsa jî medyaya dinyayê 

bêdeng e


Birêzan Eyub Kiran û 

Eskerê Boyîk

Berhemên xwe yên dawiyê 

diyarî pirtûkxaneya 

AVESTA kirin, spas


Di şeva PSK de 

Nilûfer Akbal bi teqlîdkirina 

Yildiz Tilbe xwe ji çavên hezkiriyên xwe xist


NAVENDA PENa KURD 

(ELMANYA)

Û STATÛKO

 Eyibê Milî

>>>


Dosya 

Baran Kendeş

»»»


 

 

 

 

 


Hollandiyê ku jehr firotibû 

Seddam Husein û ew li Helepçe

hatibû bikaranîn  li Hollanda 

hate girtin

Dîndar Koçer

 

AMSTERDAM- Piştî 14 salan koçberî li komara Iraqê û di demê firokên USA li ser Bexda di firîn û bomba-baran dikir, Frans van Anraat biryara vegerandinê da û ber bi bajêrê Amsterdam hat, lê Van Arnaat nedizanî kû kelepçên zindanê li benda wî bon... berdewam


di hejmara 11 de 

Tîroj mijara sînema 

û kurd nîqaş dike

AVESTA-Tîroj, Istenbul:

Mijara dosyaya Tîrojê ya meha Sermawez û Berfanbarê (11) rewş û tengasiyên sînemaya kurdan e, ku tê de tevî derhêner û lîstikvanên kurd ên li Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê, derhêner û... berdewam


Leyla Zana : 

"Em Tirk, gelekî mêvanperwer in "

Istenbul-AVESTA

Parlamentera DEP'ê ya berê Leyla Zana, li bajarê Stenbolê xwarinek pêşkêşî serokê Parlamenta Ewrupa Josep Borrell kir.   Xanim Zana di destpêka xwarinê de gotin anî ser meseleya tirkîyebûnê û wiha got,” Em tirk, gelekî mêvanperwer in. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye ku em mazûbaniya we li bajarê Tirkiyeya xwe yê mîna xewnekê, li Stenbolê dikin... berdewam


Yekîtîya Ewrûpayê û Tirkiye 

li ser pirsa kurdan (1-4)

Tirk çima dibêjin ”kurd unsurê eslî ê

Cumhûriyetê ne”?

Mûrad Ciwan (Stockholm)

 

Ji bo ku peywendiyên navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewrûpayê(YE) ketiye qonaxeka ciddî ya gavavêtina berbiçav a ber bi endametiya Tirkiyê de ya ji bo YE, li gel hin pirsên bingehîn ên aborî, huqûqî û siyasî ên Tirkiyê, pirsa kurdan jî ji her demê germtir hatiye rojevê. Di 17ê meha 12ê de 25 welatên Yekîtiya Ewrûpayê ê biryarê bidin ka prosesa berendametiya Tirkiyeyê a YE dest pê bike an na. Heke endamên Yekîtiya Ewrûpayê bibêjin ”erê” Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê ê rûnên peymanekê îmza bikin ku ew peyman li...  berdewam


Rêwiyên Araratê -1-

Bazirganên mirovan, koç û penaberî

(Awirek li ser pirtûka Evîn Çîçek)

Ahmet Önal

Serdarek ji artêşa Osmanî û dûvre jî şirovekarê Komara Tirkiyê Şevket Sureyya, bûye şahidê reva xelkên sivîlên şerê navbera Osmanî – Rûs û nivîsandiye. Navê wê li ser e « şer ». Gotinên wêranî, qirkirin, mirin û koçê bangewaz dike. Ji wê rojê û heta niha, Kurd ji vê « rêwîtiya dawînehat » an jî ji encamên wê rizgar nebûne. Bi nivîs û şahidiya Şevket Sureyya tarîfa koçberiyê: berdewam


Partiya Welatparêzên Demokratên 

Kurdistan PWD cînayet şermezar kir

5 endamên Kongra Gel-PYD 

(4 ji wan Kurdên Suriyê ne)

di navbera Şengal 

û Musil de hatine kuştin

 

Navenda Nûçeyên AVESTA

Hate ragihandin ku li ser riya di navbera Şengal û Musilê de li başûrê Kurdistanê, pênc berpirsiyarên Kongra Gel-PYD, ji aliyê hêzên nenas ve hatine kuştin. Kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane ev in: Meysa Baqî (Şîlan, Kurda Suriyê ye û ji bajarê Kobanî ye, ew endama komîteya birêvebir ya Konga Gel bû, foto), Zekeriya Ibrahîm (serokekî PYD), Hikmet Tokmak (Fuat, ji Muşê bû û berpirsiyarê PYD bû li Suriyê), Hecî Cumalî (Ciwan Kobanî, ji Kobanî bû), Nebo Elî (Cemîl Kobanî, ji Kobanî bû). berdewam


 

40 Kurd di çemê Dicle de fetisîn

 

(Zaxo-Avesta) Hejmareke mezin ji Kurdên ku ev demeke li ser sînorê di navbera Iraq û Suriyê de, li benda derbasbûna başûrê Kurdistanê bûn, 40 kes ji wan di kelekeke biçûk de, di çemê Dicle de binav bûn û serê vê sibehê (30.11.04) fetisîn.

Xwedî û nasên kesên di çem de jiyana xwe ji dest dane dibêjin ku, hejmarake mezin ji kesên ku ev bi mehan in, li bendê ne ji bo ku biçin welat, bi kelekeke biçûk derbasî nava avê bûn, di navê de pêleke xurt ew dane ber xwe û binav kirin. Kesekî ku xwe ji mirinê xelas kiriye ji ajansa AFP re diyar dike ku, çar kes ji wan xelas bûne, û çend kesên din jî mirî ji aliyê milet ve hatine dîtin.


Leyla Zana bû berdevka 

Tevgera Civaka Demokratîk

 

Tevgera Civaka Demokratîk, ku berî demekê dest bi ragihandina damezirandina xwe kir, parlamentera DEP ya berê Leyla Zana ji bo berdevkiya wê hate hilbijartin. Di nava vê tevgerê de parlamenterên DEPê yê berê cih digirin û ji aliyê komîsyoneke ji 14 kesan ve tê birêvebirin.


Wecîh Barzanî xelata Legend of Mirite ji destê 

cîgirê Wezîrê Parastinê yê Amerîka girt

Cîgirê wezîrê parastinê yê Amerîka Paul Wolfowitz xelata Legend of Mirite da Wecîh Barzanî (33). George Washington, serokê Amerîka yê yekemîn ev xelat derxistibû. Xelata THE LEGİON OF MERİT ji bo kesên ku di şerê azadiyê de qehremanî kirine tê pêşkêşkirin. berdewam


 

Qîrîna Reşad

Seyid Feysel Moctevî

 

Reşad Kaymaz evilîn kes nine ku ji zilm û sitem û bêbextiya berdevam û rijandina xwina bira û birazayê xwe dike qîrîn û hawar û yê axirê jî nine çinko perper kirna gulên gulîstanê tev mêjûya wan re cemik bûye. berdewam  


26. salvegera Damezirandina 

Partiya Karkerên Kurdistan PKK

 

Li seranserê welatên Ewropa 26. salvegera damezirandina PKK tê pîrozkirin.

 

Bi vê munasebetê berpirsiyarên Kongra Gel bang li Tirkiyê dikin ku ji bo aştiyeke daîmî ew amade ne û tenê ji hikûmeta Tirk tê xwestin ku hebûna Kurdan nas bike û mafên wan yên rewa bide.

 

Weke tê zanîn PKK di 27 mijdara 1978 de li gundê Fisê li Diyarbekirê  bi armanca serxwebûn û azadiya Kurdistanê hatibû damezirandin û di 15 tebaxa 1984 de dest bi şerê çekdarî kiribû. Piştre di kongreyeke awarte de navê xwe kiribû KADEK, piştre jî bûbû Kongra Gel.


Di çilrojiya koçkirina 

Seyd Remezanê Berzencî de

Konê Reş

 

îro(21/11/2004) çil roj di ser koçkirina dawîn ya buhiştî Seyd Remezanê Berzencî re derbas dibe.

Seyd Remezan yek ji navdarên melayên kurd yên welatparêz û bi rûmet bû di nav kurdên herêma Cizîrê de.Ew ji mele Ebduqudusê Cemîlê Seyda û Cegerxwînê Hesarî fêrî kurdewariyê bûye,û di bin bandora helbestên Cizîrî û Cegerxwîn de xwe berdaye nav cîhana tore û wêjeya kurdî û daye pey... >>>


 

Daxuyaniyek ji serokê PENa Kurd 

Zerdeşt Haco:

 

Ez, Zerdeşt Haco, yê ku di vê qonaxa 

xebata Navenda PENa Kurd de serekatiya wê dike, 

ne endam û ne jî sekretêrê ti partiyên siyasî me...

berdewam


BÊDENGIYA ME

Hêvîdar Zana  

Em civakeke bêdeng in. Mezinên me, rêber û rêzanên me, rewşenbîr û şareza, gundî û bajariyên me, em tev mîna hev in. Li çar hawîrên me xwîn dirije. Zarokên 12 salî li ber deriyê malan, li pêş çavên me têne gulebarandin. Em bi hewar hewar bi ser mala rehmetî de digrin, li gel malbatê rondikan dibarînin, bi rojan reşê girêdidin. Lê piştî ku em ji wir derdikevin, em bêdeng dimînin. Weke ku zimanê me hatibe birîn, weke ku em fêrî xwîn û cenazeyan bûbin. Ez behsa bûyera Qoserê dikim. Ma gelo em careke din li salên 1991-1992 an vedigerin? berdewam


Bûka baranê

Ezîz Xemcivîn

Rewanê ew bayê

ji ber basikên evîna te tê,

çavê min

li leylana naziya te dikin av

û datînin li bin

sînga te Betê..!!berdewam  


Cînayetên hovîtiya cendermeyên 

Tirk sînoran nas nake

Cendirmeyan bavek û kurê wî yê 12 salî li kolanên Qoserê dane ber guleyan... kuştin û dinya bêdeng e

Di operasyoneke leşker û polîsên Tirk de li Qosera girêdayî Mêrdînê, Ahmet Kaymaz (31) û kurê xwe Uğur Kaymaz (12 sal, foto) ji aliyê hêzên dewletê ve têne kuştin. Birayê Ahmet Kaymaz, Reşat Kaymaz bûyerê wiha şîrove dike: berdewam


Di romana Bûbê Eser de  "JIYANEK"E BALKÊŞ
 Lokman Polat

 

Weşanên "Bajar" gelek pirtûkên hêja weşandiye. Yek ji wan pirtûkan jî romana  Bûbê Eser ya bi navê "Jiyanek" e. Pirtûk 251 rûpel e û ji 51 beşan pêk tê.
 Ev berhema edebî bêtir behsa xebat û çalakiyên 25 salin berê dike.  Serborîyên lehengê romanê Serdar bi şêweyeke balkêş tê vegotin. Roman ji
 hêla form, vegotin, ziman û mijarê ve serketî û xwedî naverokeke taybetî
ye.
berdewam


Li şûna bebekA xwe ya 2 mehîn,

kûçikê xwe dimêjîne

 

(AVESTA-Servîsa Magazînê)  Roja 29 Tebaxê Kura Tumanako (34, ji New Zelanda) zarokek anî dinyayê. Piştî ku dît bebeka wê ya keç êdî şîrê wê namije, biryar da ku kuçikê xwe yê du mehîn bimêjîne. Ew dibêje, ji bo ku şîrê wê vala neçe wê biryareke wiha daye. Kura Tumanako diyar dike ku ew bi kêfxweşî û ji dilê xwe, weke ku zarokê wê be memikên xwe dixe devê kûçik û dimêjîne...


Kurmê darê ne ji darê be, 

dar kurmî nabe

Serhildan û firotina filiman

Qado Şêrîn  

Di dema ku gelê me li rojavayê kurdistanê rabû ser pêyan û bi mêranî bi serhildana xwe ya pîroz rabû, mexabin hin kesan ew serhildana pîroz ji bo berjewendiyên xwe yên kesane pêk anîn. Di her tevger û serhildan û şoreşan de kesên wisa ji bin hîmên giran û bi qirêj derdikevin û ji xwe re dibêjin; ev derfeta min e ko ez ji xwe û jiyana xwe re tiştekî bikim...berdewam


 

* 30 saliya damezirandina PSK bi beşdarbûneke 

girseyî hate pîrozkirin

* Nilûfer Akbal bi teqlîdkirina 

Yildiz Tilbe xwe ji çavên hezkiriyên xwe xist

>>>


Nûçegihanê televîzyona Al Jazeera Teysîr Allûnî careke din

li Spanya hate girtin

(Avesta- El Pais-Medrîd)

Li gora Al Jazeera, nûçegihanê wê li Spanya Teysîr Allûnî, ku berî niha ew ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, bi sûcê ku têkiliya wî bi rêxistina El Qaîde re heye hatibû girtin, careke din li başûrê Spanya hate girtin. Weke tê zanîn Teysîr Allûnî, di dema şerê li dijî Talîbanan de li Afganistanê nûçegihaniya Al Jazeera dikir û bi belavkirina kasêtên vîdeo yên Bin Laden deng dabû. 


“Pêwîstiya me bi avakirina Ajanseke Nûçeyan heye”

Ezîz Xemcivîn Dilbixwîn Dara

Hevpeyvînek ligel rojnamevan û nivîskar Dilbixwîn Dara,

berpirsê rojnameya AVESTA
Amadekirin: Ezîz Xemcivîn

Malpera Tîrêj hevpeyvînek ligel edîtorê AVESTA belav kir


De were û dîn nebe?!

şûjin

 

Ez duh ji nexweşxana dînan derketim. Ez 

jî weke hinekan bi çolê ketibûm, min 

kincên xwe çirandibûn, şilf û tazî 

derketibûm ziqaqan û bûbû hawar û 

hahoya min… berdewam


 

Pirtûkxaneya Kurdî

li Swêdê seveke helbestan

ji bo Nazand Begîxanî

û Dilawer Qeredaxî 

amade dike

>>>


Daxuyaniyek ji 

Qado Şêrîn

"Ez ne Qeşmerok û ne jî Bavê Qeşmerok im "


SBS-RADIO


ev reklamek e

Şivan Perwer ligel 

hunermend Fatê, 

Neşenur Aktaş, Issa 

sersalê li Parîsê pîroz dike


SBS-RADIO


Serokê PENa Kurd 

Zerdeşt Haco: 

Ez ne endam û ne jî 

sekretêrê ti 

partiyên siyasî me...

berdewam


Ji ber ku "terorîst" bû,

Tirkan Ugur 

Kaymaz (12 salî) 

kuştin berdewam


hejmara 12 ya

Peyama Kurd derket


 

©www.avestakurd.net 2001-2004