Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî      Kurdish Online Magazine   

Chefredaktuer: Dilbixwîn Dara    avesta@avestakurd.net  

 

 

 

 

EZIM YILMAZ GUNEY

ÇÎROK

KERÎMO

(Diyarî jibo hêja Azad Mihdî)

Îro jî ji dibistana xwe ma,  careke din li hemberî wê firoşgehê wek her roj rawestiya, bi ramanê xwe û bi hemû hestên xwe kete wê firoşgehê, ew kamera ku li qorzîkekê bi cîh bi bû himbêz kir, û mîna çûkekî firiya, bi hezaran wêne kişandin.Çem.Tenûr.Sûlav. Bapîrê xwe.Dapîra xwe. Xuşik. Bira, Dayik, Bav û û û û û û,  hema çavê wî çi dît di kamera xwe de bi cîh kir.Dema ku berê kamera xwe da wê keçika 13 salî ku bi wîre ye di dibistanê de, yek ji rêwiyan ku li dora xwe temaşe di kir, li wî likomî ew pekand, dûrî firoşgehê ket, bê hemdî xwe destê xwe avête sînga xwe jibo parastina kamera xwe.Lê dengê wî mirovî ew tirsand dema ku got. Hey belqityo tu li vir çidikî, wek singekî li nîvê rê sekinî ye, bi van xeber û gotinan re riya xwe berdewam kir. Li dû wî rêwiyê han temaşe kir û ji xwere got, hema bi xwedê min wêneya te ne xiste kamera xwe de, cardin hate ber deriyê firoşgehê.Û birayar da, piştî go nenûkê her pênc teliyên xweyî destê rastê di nav diranê xwede çûtin, mîna ku deh kes wî bavêjin hundirê firoşgehê, bi wê helkehelkê, ji xwediyê wê pirsî. Apo ev kamera bi çendaye. Xwediyê firoşgehê ji nenûka wî heta biê serê wî temaşe kir, kurekî rû zer mîna ku deh rojan bê xew be, kurekî 10…12 salî, bi hemû hêza xwe, mijek li çixara xwe da, ne hişt, piçek dû ji dermana re ji nav lêvên wî yên hatine daxdan bi çixaran biflite.Ma perê te hene kuro …

 

Piştî wan awiran û ew dengê ku xirexira tirênekê ji qirika wî derdiket ew lerizand, li paş xwe nerî, mîna ku ji kamera xwere bêje ez te bi tenê nahêlim, bi wê lerizandinê re pirsa xwe du car kir. IIIIII ma nirxê çende. Jibo go çixara xwe bi serîkî rihet bikşîne, bersîv da. Bavê apê xwe ev kamera bi 15 dirava ye, lê divê bavê te bi tere were, ez yê mîna te nas dikim, hûnê herin peran ji bêrîka bavê xwe biçilfisînin, û paşê wê ew jî werin, şerekî bi av û agir bi min re bikin, 

 

Dema ev şert danî hinekî bê zar bû ew bavê xwe xweş nas dike, go qet û qet ew tiştekî wiha na pecirîne, lê pêre pêre çareserî ji xwere dît, wê xalê xwe bi xwere bîne dema were kirînê, bêyî go xatir bixwaze ji firoşgehê derket, û tûj berî da malê, serê wî di berde, qurûşên ku her roj dayika wî dide wî di serê xwe de dide ser hev, her roj 20 qurûş, gelo çend rojin çend mehin. Lê cejin hatin bîra wî. Cejna qurbanê nêzîke, xalê wî dide wî. Apê wî,  vê carê wê here mala metika xwe jî tevî go ji mêrê wê qet hiznake lê wê here, ji wê rojê de bû mîna zîzokê, dema ku dayika wî dixwest yek her, firoşgehê jibo kirîna, tiştekî ew mîna bayekî diçû, geh qurûşek du qurûş go diflitîn bê destûr di berda berîka xwe, êdî wî tema, şekirên qulqlî û şuqulatan ûûûû tev jibîr kirin, rojê deh caran dikete kadînê de ku bûye banka wî, qurûşê xwe bi deh caran dijmartin. Bi vî awayî gelek roj derbas bûn lê bê silav di ber kamera xwe re derbas nedibû, êdî roj nêzîk dibin. Her û hera lava wî ji xwedê ku ew bala kesî nekşîne, ewî nizanî bû ku deh kamereyên din, li hundir hene ew mînake jibo firotinê.

 

Îro roja dawî ye tenê bîst qurûş mane, berî dema dibistanê bi gelekî şiyar bû, dayika xwe ji xew şiyar kir, bi tirs ji wî pirsî. Xêre Azadê min çima tu wiha zû şiyar bûye dereke te dêşe law here nav livînê xwe, ezê xeberê bigînim mamostê te go tu nexwşî. Mîna ku dayika wî tasek ava sar bi ser wî dake.Na yadê na ez ne nexwşim ezê herim dibistanê, îro zû dest pêdike.De başe kurê min ezê taştê bo te durust bikim, her dest û riwê xwe bişo ta ez amade bikim.Dest da riwê xwe min şûştî ye lê, û ez taştê naxum, di dema bêhin danê de ezê werim malê bi van gotinan re çavê wî li destê dayika wî bû ku destê xwe bavêje hûçikê xwe û 20 qurûşê wî bide, lê dayika wî xewê zora wê biribû mitêlik kişande ser serê xwe û got. De here kurê min oxir be law hayê te ji te hebe û li mamostê xwe guhdar be.Vê helwest çogê wî sist kirin bi dengekî tije şerim, çimkî ewî tucaran pere ji wê ne dixwestine her wê ji xweber dida wî, lê îro ne weke her roje, perda şermê çirand û got. Yadê pere bi tere hene ezê ji xwere pênûsekê bikirim, ev pirs ducar kir. Diya wî bi çav girtînkê destê xwe li hûçikê xwe peland, ewî bilez kirasê wê da dest, qurûşê wî dane wî, mîna çûkekî ji malê firiya, berî ku bigêje firûşgehê gotina xwedî hate bîra wî ku divê hinek bi wî re bin. Dema were kirînê vê bîranînê ew hinekî sist kir, mijûl bû gelo kî heye, ku bi vê çalakiyê rabe. .

 

Erê ya herî baş ku ez Ehmed Wetenî bi xwere bibim lê çawa? ezê çi jêre bêjim, hîn di serê xwe de di bir û tanî hema dît ku li ber deryê Ehmed Wetenî ye. Ew jî nizane bê çawa hate ser zimanê dema jêre got. .

 

Xalê Ehmed ez dixwazim kamerakê bikirim, û bavê min çûye kar, lê ji min re got bila Xalê Ehmed bi tere were da ku tu neyê xapandin, bavê min got xalê Ehmed ji kirîn û firotinê fam dike.

 

Ehmed anya xwe xurand û got lê min bavê te nas ne kir? Ez Azad im kurê cîranê te Hesen Mihdî..Bi simbêlê xwe lîst Heseniiiiiiiiiiiiiiii weleh ne hat bîra min lê cardî jî ser çavan, ka firoşgeh li kuye?Piştî vê pirsê bi deh gavan li pêşya, Ehmed dimeşiya. Wax çi bûye firoşgeh gitî ye, xwest bi hemû awayî xwe bi xapîne û xwediyê wê di hundirû de bibîne, çimkî rojeke din pir zore ku xalê wî Ehmed wetenî peyda bibe.

 

Xwarzê ka tu kes li vir tuneye, heydê heydê em herne malê, heta careke din.

 

Xwe nebihîstî kir û xwest hinekî demê qezenc bike, li hemû rûçikan temaşe kir çavê wî mîna tîrekê. di nav rêwiyan de di çû.Xalo xalo wa hat, heta ku Ehmed çavên xwe gerand, bê silav xwediyê firoşgehê deriyê wê ve kir, çawa li paş xwe nerî hema dît ku zilamek û kurekî biçûk li hember wîne, bê silav pirsî keremkin daxwazîk we.

 

Ez hatime kamera xwe bibim, bi dengekî matmayî kamera te li vir çi dike? Jibo ku ev narkokî bi dawî bibe Ehmed xwe avête nav gotinê, yabo em hatne kamerakê ji vî cwamêrî re bikirin.

 

Ser çavan lê ezê tiştekî ji were bêjim kirîn heye lê vegerandin tune ye, xweş lê temaşekin berya ku hûn ji vir derkevin. Ehmed wetenî ku nizanî bû berê kamera bide ku, pêş û paşiya wê ji hev nas ne dikir, mîna pisporan ew qulipande viyalî û wiyalî berê xwe da Azad, eve ya ku tu dixwazî heyran. Kîsikê peran da destê mêrik û got erê erê ev bi xweye.Mîna ku dayikek zaroka xwe himbêz bike kamera himbêz kir û pirsî, ez nuha dikarim wêneyan bikşînim, bersîv ne bi dilê wî bû. Divê tu filmekî bikirî. Bi tirs ew bi çened diravan ye?Yê rengîn bi du diravane û yê reş û sipî bi diravekî ye. Evê gotinê hişt ku ji firoşgehê derkeve bêyî ku sipasiyekê jî pêşkêşî Xalê xwe Ehmed bike  bi riya malê ket.Gelo wê ji ku nirxê filmekî peyda bike.Hate bîra wî ku roja înê here gond mala bapîrê xwe ji sedî sed wê bapîrê wî wek hercar 50 qurûşî berda berîka wî, lê wê kengî roja înê were, hîn îro çarşembe. Bi jimartina rojan re kete deriyê malê, dayika wî ya ku li ser bîra avê ku di orta hewşê de bi cih bûye. Ha kurê min tu hatî law, bersîv neda û kete hundirê malê, bi deh çavan li malê temaşe kir ka wê vê delala xwe li ku bi cih bike, cihekî ku destê du biran û sê xşkan neghêjê, bi lez kursiyê bavê xwe anî û kamera xwe bi sînga xanîve daleqand, lê pirsa dayika wî ew tevlî hev kir dema pirsî. Kurê min ev ya kêye te anî ye ? Bi dengekî tije bawerî got, ev ya min e ma ya kêye. Beriya ku diya wî pirseke din ji wî bike got, min perê xwe dan ser hev û ji xwere kirî.  Bersiva wê ew gelekî dilşad kir dema ku got,  hayê te jê hebe kurê min sed pîroz be, û divê wêneyê pêşî yê dayika te be, ne kurê min wêneyê pêşî tê yê dayika xwe bikşînî. Hîn dayikê bersîv ji Azad ne bihîsiti bû hema dît ku li hewşa wê bû dawete.  Ji zarokên heft salî û heta hivde salî li hewşêne tev hatine li kamera Azad temaşe dikin, lê şertekî wî heybu ku tev ji dûr li kamera wî temaşe bikin.  Her yekî dixwest bi awayekî sozekê ji devê wî bigrek ku wê wênekî ji wîre bikşîne, li hemberî wê  ew jî carekê bihêle li piskilêtê wî siwar be, yan jî bi topa yê din bilîze. Wihaye jiyan dan û standin e. Bi gelek sozan ji hev bela bûn,  êdî li malê bû padîşah kî mêra yan jine ku bi ya wî neke, gotina na jibo wî tê wateya ku çav û dêmên xwediyên na nakevin kamera wî de. Lê wê kengî bibe sibe û xwe bighîne gund, nizane bê çawa xewa xwe berdane nav çavê wî û cardî jî çavê wî ma li dîwarê ku kamera wî hildigire.

 

Bi roj hilat re ew li ser lingan bû,  berya ku ji derî der keve dengê dayika wî ew rawestand. Bi kude kurê min? Ma ne min got ezê herim gund mala kalikê xwe, ez dizanim lê hîn roj hilnehatî ye law. Yadê berya ku dunya gerim bibe, lê kanî ew tiştê go te amade kiri bû da ez bi xwere bibim. De başe law waye di sarinê dene û gelek silavan bighîne tevan, hayê te ji te hebe li gund tûpişk gelekin ha. Ji xwere got ma ji ku dem heye ku ez û pismamê xwe herin  nêçîra çûkan, hîn dayika wî li çarika serê xwe di geriya ew ji derî derket …

 

Beriya ku roj bibe bejnek ew li gund bû. Roja zarokên tije bû ji pesnê kamera Azad,  êdî soz hew têne jimartin, her zarokekî wêneyê xwe bi awayekî xwest. Yekî di xwest û bi berxika xwere be, yê din dixwest ku ew û mamostê gund bi hevre bin, yê din di got dema ez xwe ji ser latê bavêjim tu wêneyê min bikşînî ha, lê ya girîng ewe ku nirxê filîm pêşî bi dest keve. Dema ku Leylo got ezê ji bavê xwere bêjim jibo nirxê fîlim bi de te, rihetî ê şahiyê xwe berda riwê wî. Ji lewra wê wêneyê pêşî yê Leylo be, lê divê her kes mîna wî bike.  Kincên bedew por şehkirî û devê bi ken. Tu kes nizane bê Azad wê şevê çawa li gund raza û bi çi lez û bezê giha firoşgehê fîlmê ku di xwest kirî, erê fîlmekî rengîn û bêhtir ji 70 qurûşî jî di berîka wî de ma.

 

Silava pêşî li tarika xwe da bû Ehmed Wetenî û jê xwest ku xwe amade bike çimkî wêneyê pêşî yê wî ye, pêre pêre Ehmed simbêl badan û li mirêka xwe geriya, xalo ezê herim kamera bînim û bêm.

 

Mîna ku tu tîrekî ji kevan berdî ew kete deryê malê, û bi dengekî bilind got, va min fîlim kirî.

 

Bê dengî mîna ku hewşa wan kavilek be,  ji xwere got yek caran wêneyên xemgîn jî di bîranîn de pêwîstin, lê qet bawer ne dikir ku wê ew xemgînî li ser riwê dîwarên malê jî peyda bibe. Wax xwîna damarên wî tev di serê wî de civiya,  çav li çar aliyê xanî geriya. Kamera bi kude çû ?Mîna xanî bi ser de were xwar dema ku perçeyê kamera xwe dît li qorziyekê, bi çaveke xemgîn li wî temaşe dike, bi kêferatî çogê xwe bi xwere kişkişandin derve, li riwê tevan meyze kir tu bersîv ne dîtin, tenê li hêla çepê ji aniya dayika wî jêre got ku, beriya ku tu bi kamera xwe wêneya min bikşînî, mîna latekê li nav serê min ket, dema ku bavê te tiştek li ber destê xwe dît ku bavêje min ji wê pêve.

DAWÎ

 

 VEGERE

 

 

©www.avestakurd.net 2001-2004