Hejmar 77

 

Di Belengazî û Jiyaneke tejî êş û elem da

Dengbêjê Efsaneyî KARAPÊTÊ XAÇO Wefat Kir...

Kakşar Oremar

>>>

Rojnameyeke Çandî,  Hunerî û Wêjeyî Kurdish Online Magazin

Chefredakteur: Dilbixwîn Dara avesta@avestakurd. net P.  O.  BOX: 1403,  53004 BONN-GERMANY

Medya

KURDî

Partiyên

kurdan

Saziyên

çandî

Malperên

Kesan

Medya 

Tirkî

Medya

Farisî

Medya

Erebî

arîv


Hejmar 77

çile (2005)


Şîna Hemze Ehmed

Mihemedê Seyid Husên

(Qamişlo)

>>>


Li ser mîrê dengbêjan Karapêtê Xaço

Brusk Chiwir RESHVAN


Grafîkên Serhad Bapîr 

yên nû di AVESTA de 

têne weşandin


Dîtinek ser gotara hêja

Hasan Kaya

”Ji me re Napolyon, 

Bismark û Garîbaldî

lazim in”

S. Sulêvanî

>>>


Yekîtîya Ewrûpayê û Tirkiye

li ser pirsa kurdan (3-4)

Ma kurd ”unsurê eslî” yê Cumhûrîyetê ne?

berdewam


Sala 2004an sala

vîrûsan bû

Hediye Dag


Civîna Tevgera Referandumê 

li Kurdistanê li bajarê Bonnê

pêk hat

Fewzî Etruşî:

Dema ku behsa federasyonê

tê kirin canê Ereban dilerize


ÇÛNA BÊVEGER

Hasan Kaya-Stenbol


ji sala 1995 de

WENDA YE


beşek ji destana 

Dewreşê Evdî


Şahiya piştgiriya Bîroya 

PEN’a Kurd li Stenbolê


gelek malperên kurdî

ji aliyê hêzên 

taybetî yên Tirk ve 

hatine girtin

 

 

 

 


Şûjin: Mehdî mêvanê televîzyonê ye

 

Ring…. Ring … Ring … deng dîsa bi vê quzulqurta telefonê dikeve..

- Alo… kî ye?

- Mehdîme apê Şûjin… Mehdî …

- Mehdî kî kuro, tu kîjan Medî yî? Lawê Ezîzo yî?

- Zeman tune ye Apê Şûjin… zû xwe bigihîne televîzyonê…

- Kuro te aqilê xwe xwariye, televîzyona çi?

- Ezê derkevin televîzyonê Şûjin abî… zemanê min tune ye, 

ecele bike…

- Kuro tuyî Mihdî… waaa min niha tu nas kirî… kuro ez dengê te baş nabihîsim, wê tu li televîzyonê çi bikî, tu heya niha navê xwe ji bîr dikî û solên xwe çareçep dixî lingê xwe… qey wê tu li wir di metbexê de bixebitî... berdewam


Şaîr û siyasetvan Merwan Osman 

kete greva birçîbûnê

Merwan Osman, li dijî kiryarên hikûmeta Suriyê li hember Kurdan, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dikeve greveke birçîbûnê ya vekirî. Em li jêr daxuyaniya wî diweşînin berdewam


Ezmûna wergerandina 

bernameyekê bo zimanê kurdî

Kajîn – Ji Efrînê dinivisîne >>>

 


102 Salên qêrînekê (*)

Karapêtê XaÇo

Dilbixwîn Dara

 

Apê Karapêtê: “50 mîlyon Kurmanc li min xwedî dernakeve… ev 95 salin ku ez bi kurmancî distirêm, ez ji bo Kurmancan stranan dibêjim, li welatê Kurmancan bav û diya min kuştin, li pêşiya çavên birayên min… ev 56 salin ku ez li Êrîvanê me, dîsa jî ez ji bo kurdan û bi Kurdî distirêm… tu dibînî, tevî ku ermenî zimanê min yê daykî ye jî, dîsa nikarim baş bi ermenî biaxifim… min ji bo kurdan gelek tişt kir, min bi zimanê wan stran gotin ma ne bes e?!… ...  berdewam


Bavê Lawkê Metînî 

Karapêtê Xaço 

çû ser dilovaniya xwe

1900-2005

 

Dengbêjê bi eslê xwe ermenî û efsaneya dengbêjiya kurdî Karapêtê Xaço, di nava feqîrî û belengaziyê de, di 105 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. 

Ew di sala 1900 de li bakurê Kurdistanê li Diyarbekirê ji dayîk bû û li Ermenistanê li Kolxoza çaran wefat kir...

bila serê malbata, dost û nasên wî sax be... (AVESTA)


 

Kurdistan TV studyoya xwe li

Almanya vedike

Navenda Nûçeyên Avesta (14.01.05)

Di 6. salvegera damezirandina xwe de, Kurdistan TV li Almanya studyoyekê vedike. Studyoya roja duşemê (17.01.05) bi şahiyeke mezin tê vekirin. Di şahiyê de wê gelek hunermend û rewşenbîrên Kurd beşdar bibin. Wê ev şahî ji Studyoya Almanya bi awayekî zindî di Kurdistan TV de belav bibe.

Wê şahî ji aliyê Hêvîdar Zana, Dana Alî Seîd û Xalid ve were pêşkêşkirin.

Program saat 18.00 li gora dema Ewropa zindî derbasî weşanê dibe.

 


Serokê Şaredariya Amedê:

“Em nahêlin tu kes daristanên

Amedê jêkin”

AVESTA- Peyamnêr

Li Amedê, hinek karbidest dixwazin ku daristanên hêla Tepeyê Mastfroş û Tepeyê Talav jêkin û di ciyên wan de xaniyên pirtebeq lêkin. Şaredariya Amedê û gelên Amedê jî ji ber vê yekê ne razibûna xwe diyar kirin... berdewam


Şêxmûs

Enwer Karahan

 

Min ji bona çend çîrokên xwe tu kirî qahreman, ji rêzên helbestan re kirî mêvan û ji romanan re kirî mijar. Min bêyî hedê xwe tu li kaş û zinaran, li qîş û terîşan, li bajar û kolanan gerandî. Min tu li derekê needilandî û yek jî ji pêlikên wan qonaxan li bejna te nedihatin. Min xwe da tengala te û me çirrek li wê deştê xist û yek li wê berriyê; me yek li vî çiyayî xist û yek li wî beyarî. Tu erdên Xwedê em nehebandin, ji ber bivik û tirseke... berdewam


Xebatkarê Roj-Tv, rojnamevan 

Bahattin Karakütük intîhar kir

 

Navenda Nûçeyên AVESTA:

Xebatkarê televîzyona Roj TV Bahatttin Karakutuk  duh (10.01.05) li Îskoçya, li bajarê Glasgov, intîhar kir û dawî li jiyana xwe anî.

Ev demeke dirêje Karakutuk (foto), li Tirkiyê û li Ewropa di nava medya û çapemeniya Kurd de weke rojnamevan dixebitî.

Ji sala 1995 de ew li Ewropa dijiya û ji rojnameya Ozgur Politika re weke nivîskarê koşeyê dinivîsand.

Heya roja koçkirina xwe wî di televîzyona Roj Tv de programa Rojname pêşkêş dikir.

Karakutuk ji televîzyona Med-Tv li Ewropa dest bi xebata televîzyonê kir.

Ew di sala 1966 de li Tirkiyê bajarê Mêrsînê ji dayîk bûbû, zewicî bû û bavê du zarokan bû.

Em ji malbat, dost û hevalên wî re sersaxiyê dixwazin. (AVESTA)


240.000 Dolar bertîl xwariye

Rojnamevanê Amerîkî Armstrong Williams ji bo ku piştgiriyê bide projeya George W. Bush ya perwerdeyê ya ji bo kêmnetewan 240.000 Dolar bertîl ji Qesra Spî standiye.

Armstrong Williams beşdarî programeke CNN bû û eşkere kir ku wî ruşwet xwariye.

Armstrong Williams di programa CNN de lêborîna xwe xwest.


Serokê PKK Abdullah Ocalan:

“- Nijadperestên Kurd li başûrê Kurdistanê

dewleteke Siyonîst ava dikin”

"- Avekirina dewleteke kurdî wê li dijî îran û

Tirkiyê were bikar anîn"

Navenda Nûçeyên Avesta

Serokê PKK Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re hewldanên avakirina dewleteke Kurdî li başûrê Kurdistanê weke ziyaneke mezin nirxand û diyar kir ku, li wê derê milletperest û hevkarên dijmin dixwazin “weke Siyonîzmeke diwemîn dewletekê ava bikin”... berdewam


Di nav xelkê herêma Deyşta 

Sirûcê de jî va adeta hebe?!!

 

SBS RADIO / Beşê Kurdî

Sunnetkirina jinan di nav Kurdan de jî heye.  Li gor lêkolîneke li herêma Germiyan li başûrê Kurdistanê cîh girtî, 60% ji jinên wê herêmê hatine sunnetkirine.  Berpirsiyarê rêxistina almanî ya nehukûmetî WADI va encama wek yeke veciniqandinê dît.  Thomas von der Osten-Sacken got, “Me dizanibûn ku radeya sunnetkirina jinan li herêma Germiyan bilind e lê nedizanibûn ku ta vê radeyê ye.”...berdewam


Bi qasî xweziya te

Xelat Ehmed

Gulên min îsal geş bûn

Peyîza min têr ber

Ma tu di vir re derbas nabî?

Da libên xwe

Memik bi memik

Ji te re vedim

ü ba bi bihna te gêj bibe... berdewam


Wê êrîşên nijadperestên Tirk AVESTA ji parastina

nirxên me yên netewî bi dûr nexînin

 

Nivîskar, Rewşenbîr û Mêvanên hêja,

di van çend rojê borî de e.maila dilbixwindara@hotmail.com û avesta@avestakurd.net û webmaster@avestakurd.net ji aliyê kesên nenas ve hatine Hakkirin. Kesên ku di vê demê nivîs û name ji navnîşanên jorîn re şandine ji kerema xwe re careke din bişînin  ser avesta@avestakurd.net Yên ku di van du rojan de bi navê Dilbixwîn Dara name ji wan re hatibin şandin, ew ne ji aliyê min ve hatine rêkirin.

Ji niha û şun ve e.maila dilbixwindara@hotmail.com nayê bikaranîn, ji kerema xwe vê adrêsê yek car ji cem xwe bavêjin

Ligel rêz û silavan Dilbixwîn Dara


 

Şemdîn Sakik pirtûkek 

bi navê APO derxist

Di vê pirtûka xwe de Sakik li ser li têkiliya Abdullah Ocalan ligel jinan radiweste.

Medyaya Tirk radigihîne ku serleşkerê PKK yê berê -niha di zindanê de girtiye- pirtûkek nivîsandiye û di wê pirtûkê de li ser jiyana serokê PKK A. Ocalan diaxife.

Ev pirtûka ku navnîşana weşanxaneyê ne diyar e, di internetê bû manşeta gelek rojnameyên Tirk.


Serleşkerê Hêzên Hevalbend li Musulê

Kurdistan ziyaret kir û lêborîna xwe xwest

Navenda Nûçeyên AVESTA:

Di serdana xwe ya lêborînê de, serleşkerê Hêzên Hevalbend li Musulê General Hanz Ham (foto), ji serokê PDK Mesûd Barzanî re diyar kir, ku ew ji ber êrîşa li ser taxeke Hewlêrê lêborîna xwe dixwazin.

Ham got: “Kurd hevalbendên wan in, û ew gelê Kurd weke gelekî dost dizanin…” General Ham diyar kir ku di dema pêş de ewê bi hêzên Kurd re çalakiyan plan bikin û hikûmeta herêma Kurdistanê agahdar bikin. 


Wezîrê hundir yê Kurdistanê

Kerîm Sincarî

"Divê Amerîka ji hikûmeta Kurdistanê

sedema êrîşî eşkere bike... 

em ji encamê nerazî ne" berdewam


 

 

AVESTA-PEYAMNÊR:

Duh piştî nîvê şevê balafir û helîkopterên leşkerî yên Amerîkî, li paytext Hewlêrê êrîşî taxa Seydawe kirin. .. berdewam


Şahînê Bekirê Soreklî

 

Sal 2004 bi bûyeran mişt bû, saleke ku tê de bi sed hezaran mirov hatin kujtin, ji Afrîkayê bigir, di Îraqê re derbas be û ta Îndonêzyayê û Çînê.  Mîdyaya cîhanî, bi taybetî ta encamên hilbijartinên emerikî diyar bûnî, xwe bi şêweke berfireh da ber ragîhandina bûeyrên terorî li Îraqê.  Bi zanibûn yan bêyî zanibûn mîdyaya erebî, ya ewropayî, û heta ya emerikî jî, bûn deriyên propagandayeke, çiqa ne rasterast bû jî, ji bo alî û komên li dij Emerîka û Îraqa nû. berdewam


Tirkiyê û Demokrasî!

Siyasetvanê bi kurdî biaxife: 

20 sal ceza

 

Navenda Nûçeyên AVESTA:      

Ji bo ku Tirkiyê xwe bigihîne civîna bilind ya yekîtiya Ewropa, bi lez hinek guhertin di zagonên xwe de pêk anîn. Meclîsê çend qanûnên nû yên ceza erê kir.

Li gora zagonên nû yên cezayê, siyasetvanê ku bi kurdî biaxife, dikare heya 20 salan cezayê zindanê bixwe. .. berdewam


HEVKARÎ (Hevpeymana Rêxistinên Kurdistan li Almanya)

Semînarekê bo Andamên Komîta Bilind ya Rêferendumê li Başurê Kurdistanê li dardixe...berdewam


 

 

Serhad B RÊNAS (AMED)

Saleke din jî kotayî bû. Her destpêk û dawiya salan de gelek gotinên klasîk tênekirin.  Wek “Bila sala nû bo her kesî xweşî, şadî, kêyfexweşî, azadî, demokrasî, serkeftin û nizanim çi çi çi bîne…. . ” an jî “Bawer dikim ku sala nû bo gelê me salake encam girtinê, ders girtinê û hwd… be”...  berdewam


Zimanê me mezintirîn desthilata me ye

Xewna Dîrokê – Pirtûka Dr. Zorabê Bûdî Aloian

Husên Düzen

Carnan navê pirtûkekê ji danasîna herî biserketî jî çêtir wê dide nasîn. ”Xewna Dîrokê” jî yekî wisa ye. Pirtûka Dr. Zorabê Bûdî Aloian berî çend hefteyan derket. Wek ku ji navê wê jî diyar e, pirtûk bi agahiyên dîrokî, xewnên dîrokê dest pê dike. Di ber re nivîskar 10 rawêjan rêz dike. Rawêjên di vê pirtûkê de li ser serê xwe hatine çikandin: ”Gava neyar qira gelê te biîne, biratiya wî bixwaze.”,“Rê nede xwenda û zanyaran; bila ramana azad geş nebe.” ... berdewam


“Biryarên dîrokî kesên dîrokî didin”

Çend renexneyên objektîv derbarî başurê Kurdistan

S. Sulêvanî

 

Ger bikarim naveroka vê nivêsînê bi çend peyvan bidim nasîn, wî demî bawer dikim ev peyvên han: Intelektuel, rexne, şaşî, zanîn, paşeroj, PUK/KDP, kurd, başurê Kurdistan, serbixwe, helbijartin, dagirker û Iraq wê di cihê xwe de be ez wan bi nav bikim. Rexneyên di vê nivêsînê de derbarê başurê welat e û bi taybetî jî bo rêveberîya wî beşê welatê me ye. Rexneyên me xwe dirêjî intelektuelê kurd jî dike jiber... berdewam


 

KARAPETÊ XAÇO:

‘50 MILYON KURMANC

NIKARE LI MIN XWEDΠ

DERKEVE!..’

SALIHÊ KEVIRBIRÎ


SBS-RADIO


Hejmara nû ya 

PEYAMA KURD derket


malpera Rizgarî careke 

din dest bi weşanê kir

www.rizgari.com


Bangewaziyek ji bo 

azadiya nivîskarê kurd 

Ebdulselam Darî

>>>


Jibo Kurdistaneke

Serbixwe

S. Sulêvanî

berdewam


Rojnamevan û hunermend 

Sîrwan Rehîm li

rojhilatê Kurdistanê 

bûyereke trafîkê 

derbas kir


Lokman Polat 

kurteçîroka xwe ya nû

Gulîzar diyarî

pirtûkxaneya 

AVESTA kir... spas


Malpera NEWROZ. COM

jî ji aliyê hêzên Tirk yên 

tarî ve hate girtin

Em weke AVESTA wan

 êrîşan şermezar dikin


Vejîna sedsaliya têkoşer

û helbestvanê mezin

Osman Sebrî li Hollanda

>>>


Fîlma Qedrî Zana

Malxerabûn


Hejmara nû ya

PEYAMA KURD


Birêz Nejdet Buldan pirtûka

xwe ya bi navê "eger ku mirov

di nava PKK de jin be" diyarî pirtûkxaneya AVESTA kir

... spas

 

©www. avestakurd. net 2001-2004