|



Hevpeyvînek ligel
sernivîserê
rojnameya Peyamî
Kurdistan
li Mehabad Nasir Babaxanî

Hevpeyvînek
ligel
Yaşar Kemal

Hevpeyvînek
ligel
Behman
Qobadî
Hevpeyvînek
ligel helbestvan
Xelat
Ehmed

Hevpeyvîna
li gel
hunermend
Fatê

Hevpeyvîna
ligel Çîroknivîs
Hesenê
Metê


Hevpeyvînek
ligel sernivîserê
rojnameya EVRO Behcet
Hirorî

Hevpeyvînek ligel
sernivîserê
rojnameya
Medya
Ako Mihemed
serokê
PSK yê berê
Kemal
Burkay
di
hevpeyîneke taybetî de


Wezîrê
Rewşenbîrî yê
Hikûmeta
Kurdistanê-Hewlêr
Samî
Şoreş ji bo Avesta:

Hevpeyvînek
ligel Serokê
Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok
Hesen
Silîvanî:

Fermandarê
Giştî yê Pêşmergeyên
Zêrevan General Ezîz
Weysî:

Ji
bo kesên ku di sînorê
Hecî
Omran re derbasî başûrê
Kurdistanê
dibin:

Musteşarê
N. Barzanî yê
rewşenbîrî
û berpir.
Dezgeha Aras
Bedran
E. Hebîb

Berpirsiyarê
Komelgeha Sînorê
Îbrahîm Xelîl Hemîd Elî ji
bo AVESTA
axifî:

Hevpeyvînek
ligel rojnamevan
Farûq Hecî Mistefa
Dilbixwîn
Dara
Sernivîserê
AVESTA serokê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan
Barzanî ziyaret kir
|
|
|
Karayilan: Em ji serdana Barzanî ji bo
Emerîka memnûn in |
|

AVESTA: Serokê
Konseya Koma Komelên Kurdistanê (KKK) Murat Karayilan,
serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Washington bi awayekî
erênî û bi memnûniyet nirxand. Karayilan diyar kir ku ev
"sedan bi navê Kurdan pêk hatiye, ev jî cihê memnûniyetê
ye..." Murat Karayilan, got "pirsa Kurdî pirseke
giştî ye, pirsa hemû gelê Kurd e." Karayilan, daxuyaniyek da
ajansa Firat ku nêzîkî PKK ye, û got, „çareseriya pirsê li
perçeyekî Kurdistanê pir dewam nake…“
Karayilan ji bo Barzanî û Talabanî daxwaz kir ku di
çareserkirina pirsa kurdî de bi awayekî giştî rolekê bilîzin. |
|
-
Serokê Herêma Kurdistanê gihişte London
- Vê carê jî Tirk ji Şal û
Şapikê Barzanî aciz in |
|
 
AVESTA-
Li paytexta Brîtanya
Londonê wê serok Barzanî ligel serokwezîrê Brîtanya li ser
rewşa Kurdistanê û Îraqê hvdîtinekê pêk bîne.
Di
şandeya Barzanî de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
û wezîrê Plankirinê yê Iraqê cih digirin.
Li aliyê
din Cîgirê serokê CHP
Onur Öymen
(Sûretê
biçûk,
li hember pêşwazîkirina serokê Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî weke Serokekî ji aliyê G. W. Bush ve li Qesra Spî li
Washingtonê, bi pêşniyarnameyekê nerazîbûna xwe ji meclîsê
re pêşkêş kir.
Öymen pir aciz e, jiber
ku Barzanî bi kincên kurdî yên netewî çûye Qesra Spî.
CHP ku xwe partiyeke Sosyal Demokrat dibîne,
li gora şîrovegerên siyasî di van demên dawiyê de ew bêhtir
nêzîkî rastgiran bûye û êdî bêhna nasyonalîzm û
nijadperestiyê jê tê. berdewam |
|
Serokê herêma Kurdistanê
Barzanî li Emerîka Xelata Aştîyê girt |

AVESTA-PNA-
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Washingtonê
li Otela bi nave Ritzê de xelata aştîyê girt. Bi
merasîmekî, Unîversîteya Emerîkayê a Washingtonê xelata
Hîmdarê aştîyê da Serok Barzanî.
Serok Barzanî bo
xelatê axaftinek kir û wiha got têkoşîna gelê Kurdistanê
û yên Iraqê ên din a li hember Dîktatorîyê û niha jî
xelasbûna terorîzmê û avakiran demokrasîyê kir. Herwiha
birêz Barzanî axaftinên xwe berdewam kir û got:
alîkarîya kû Emerîka ji me ra kir dê dîroka Kurdistanê
de xwedan cîh be. Serok Barzanî di derbarê herêmê de jî
wiha got: Ji bo jîyaneke azad û belavkirina demokrasîyê
û ji bo terorê gaveke baş bê avêtin, wê herêma
Kurdistanê bibe navendek...
|
|
Neviyekî Qazî Mihemed di qezayeke trafîkê
li Mehabadê mir |
|
Îro
roja Înê (28.10.05) Fetah Seyf Qazî kurê Heme Hisên Xanî
Seyf Qazî, neviyê Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Mehabadê di
qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Em
ji malbata Qaziyan re sersaxiyê dixwazin. |
|
Rojîn ligel
Ciwan Haco di fîlma Hiner Salim de dilîze
|
|
AVESTA:
Stranbêja Kurd Rojîn Ulker ku bi navê Rojîn tê naskirin û bi
bedewiya xwe û dengê xwe yê xweş balak gelek guhdarên xwe
kişandiye û di demeke kin de deng daye, xwest fîlmekê bi
zimanê kurdî çêbike, lê belê nikaribû destûrê bistîne.
Rojînê helwestek stand û dev ji şanoya dewletê berda.
Li
aliyê din di hevpeyvîneke bi Bianet re ku Ayşe
Durukan bi Rojînê re çêkiriye, ewê bi Ciwan Haco re di fîlma
Hiner Salim ya nuh de cih bigire.
Weke tê zanîn Rojîn,
ji sala 1988 û vir ve di nava şanoyên dewletê de cih digire.
Şanoyên dewletê li dije ku endameke wê di fîlmeke kurdî de
cih bigire, û ji ber vê yekê Rojîn ji wir istîfa kiriye. |
|
138 şîrketên Tirk bertîl dane
Seddam |
|
AVESTA:
Di raporeke 600 rûpel de, ku di derbarê rêjîma Seddam Hisên
de hatiye pêşkêşkirin, û têde diyar dibe ku di dema
ambargoya li dijî Îraqê de (1996-2003) bi sedan şîrketan
bertîl ji Seddam standine, navê 138 şîrketên Tirk derbas
dibe.
Di dema programa bi navê „Xwarin
li hember petrolê“ de ku di navbera (1996-2003) ji aliyê NY
(Neteweyên Yekbûyî) ji bo Iraqê hate amadekirin, bi riyeke
ne rewa wan şîrketan ruşet ji Seddam standine.
berdewam |
|

Îbo ji bo konsertên li başûrê Kurdistanê
2 mîlyon
dolar distîne
Pişî
Îbo dora
Sîbel Can e
AVESTA-(başûrê Kurdistanê):
Ji bo konsertên li başûrê Kurdistanê Îbo 2 mîlyon Dolar
distîne
Li gora hinek çavkaniyên taybetî
stranbêjê Kurd Îbrahîm Tatlises ku wê di roja 2. ya cejna
Remezanê de li başûrê..
berdewam |
|
Hevdîtina
Serok Barzanî û Serok Bush li Washington |
|

Barzanî bi kincên kurdî derbasî
Qesra Spî
bû û di
civîna çapemeniyê
de bi
kurdî axifî
AVESTA:
Roja 25.10.2005 li paytexta Emerîka Washington, serokê
herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û serokê Emerîka G. Bush li
hev civiyan (foto: CNN). Di vê hevdîtinê de
li ser rewşa Iraqê, referendum û hilbijaritnê hate
rawestandin.
Bush bixêrhatina
Barzanî kir û bi gotina “serok” xîtabî wî kir. berdewam |
|
Ji bo demokratîzekirina Tirkiyayê û Yekîtiya
Ewropayê Nimûne: |
|

Tirkiya ne xwe, reqeman digûherîne;
Ji bo qanuna cezayê; reqemên weki 159,312 û 3713/8an avêt,
Lê belê di dewsa wan de 216,301 û 302 bi kar tîn e..
Amadekar:
Av. Erhan ASLANER,
Av. Ümit TİMUÇİN
Wergêr: Ehmed ONAL
Berpirsyarê giştî, xwedî û xebatkarê Weşanên Med, Zêl,
Nûjen û Pêrî;
Navê ku di alema weşangeriyê de tevî komkirin, qedexekirin,
doz û dadkirin, parazvanê azadiya ramanê, ji aliyê kurdewarî
û helwesta xwe ya mafên mirovan bê tawiz e, bes ji
rasteqîna tarixe re giredayiye û hîn jî ceza li ser cezayê
digre û tê nasîn: Ehmed ONAL(
foto)
berdewam |
|
3 parêzgehan gotin: Na! dîsa jî destûra
Iraqê bi
dengdaneke giştî hate pejirandin:
%78,59 belê |
|

Avesta: Konseya Bilind ya Hilbijartinê ragihand ku
destûra Iraqê, tevî redkirina 3 parêzgehan jî, piraniya gelê
Iraqê ew pejirandin û dengê xwe bi “Erê!” dan
Endamê
Konsey Ferîd Eyar di civîneke çapemeniyê de got: “9 mîlyo û
852 hezar û 291 kes beşdarî dengdanê bûn. Parêzgehên ku
dengê xwe bi “na” dan ev in: Musul, Tekrît û Anbar… Eyar
berdewam kir û got ku %78,59 gotine “belê” ji bo destûrê û
%21,41 dengê xwe bi “na” dane.
Destûrê herî zêde deng bi “belê” li
Kurdistanê û herêmên Şîîyan bir. |
|
Serokê Kurdistanê Barzanî li Emerîka ye |
|

AVESTA-
PNA: Îro serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser
vexwandineke fermî ji aliyê hikûmeta Emerîka ve gihîşte
Emerîka. Li balefirgeha Ormi Airport li Washingtonê ji alîyê
berpirsên Koşka Sipî û wezîra derve ya Emerîka û karmendên
palyozxaneya Îraqê li Washingtonê û nûnerê hikûmeta
Kurdistanê li Emerîka û berpirs û karirên şaxa Emerîka ya
Partîya Demokrata Kurdistanê û kesayetîyên sîyasî û
niştimanî û ekadîmî û cemawerên
berdewam |
|
Êrîşeke terorîst li dijî Mele Bextiyar li Silêmaniyê |
|

Silemani-Avesta-PukMedia: Îro (25.10.05) li
başûrê Kurdistanê li Serçinar nêzîkî Hotêla Ibin Sîna li
Silêmaniyê terrorîstan otomobîleke bombakirî bi otomobîla
endamê polîtbîroya YNK Mele Bextiyar (foto biçûk)
ve teqandin.
Tu ziyanek negihişte Mele Bextiyar, lê belê 4 zêrevanên wî
birîndar bûn.
Li aliyê din piştî saatekê (10.45 li gora dema Hewlêrê) ji
êrîşa li dijî Mele Bextiyar, li pêşiya wezareta pêşmergeyan
li Silêmaniyê, otomobîleke bombakirî teqeiya û di encampê de
gelek hemwelatî birîndar bûn. |
|
Navê zarokê xwe kire
Google
|
|
Stockholm-AVESTA: Li
Swêdê bavekî libnanî nave zarokê xwe yê nûhatî kire Google.
Bavê bi
navê Walid Elias Kai, roja 12 Îlonê zarokek jêre çêbû. Navê
zarokê xwe kire Google. Navê zarok yê fermî Google Kai ye.
Walid Elias Kai bi xwe ji sala 1998 de li Swêdê weke
pisporekî computerê dixebite. Heval û dostên Walid Elias
Kai, weke “Abû Google” yanî bavê Google gazî wî
dikin. Ji xanima wî re jî dibêjin: Umm Google, yanî
diya Google. Li Almanya endezyarekî computerê li Almanya
naverê zarokê xwe kire Oliver Google.
Berpirsiyarên Google nameyek ji bavê Google şandin û zarokê
wî yê nû pîro kirin û temenekî dirêj jêre xwesitn. |
|
Îbrahim Tatlises piştî cejna Remezanê li Kurdistanê ye |
|
AVESTA: Stranbêjê Kurd Ibrahim Tatlises ragihand ku
ewê piştî cejna Remezanê biçe li başûrê Kurdisranê konseran
bide.
Tatlises got: Piştî cejnê ezê biçim herêma aram. Li wê derê
bi hezaran heyranên min hene.
Wê Tatlises ji Hewlêrê dest bi pêşkêşkirina 4 konseran bike.
Weke tê zanîn şîrketa Rojîn van kosnseran organîze dike. |
|
Celal Talabanî: “Tenê 8.000 Dolar miaş
distînim” |
|
AVESTA:
Di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Kiwêtî Al Siyase,
serokê Iraqa Federal Celal Talabanî got ku, "miaşê
wî her meh
8.000 dolarên emerîkî ne."
Li ser pirseke rojnameya Al Siyase: Tê gotin
ku hûn pereyekî pir weke miaş distînin, her meh
50.000 dolar.
Talabanî dibêje: Weke serokê komarê
ez 8.000 dolar distînim. Lê belê di bin destê min de bi
mîlyonan dolar hene, ez wan li gora pêwîstiyê xerc dikim...”
Mam Celal diyar dike, ku ew ne mihtacî miaşê
serokomarîyê ye, YNK pêwîstiyên wî pêk tîne. Celal Talabanî
dibêje ku wî heya niha, dolarek jî ji bo kesên ji xwe nêzîk
mesref nekiriye, lê belê ji bo hemû gelê Iraqê wî mesref
kiriye.
Li aliyê din, Talabanî ew
kes û dewlet rexne kirin ku, di derbarê têkiliyên bi Îsraîlê
re, ji Kurdan dixwazin ji Ereban Erebtir bin.
(Al Siyase, 20 Cotmeh) |
|
“Fermana kuştina Hikmet Fidan PKK da me” |
|
Diyarbekir-AVESTA:
kesên ku bi sûcê kuştina serokê DEHAP yê
Diyarbekirê yê berê Hikmet Fidan, hatine girtin, dibêjin,
emrê kuştina Hikmet Fidan PKK daye wan.
Hikmet Fidan piştî girtina HADEP tevlî DEHAP
bû û li Diyarbekirê berpirsiyariyeke bilind di partiyê de
girt, piştî ku di navbera wî û PKK de dubendî derket, çû
başûrê Kurdistanê û ligel PWD pêwendî danî.
Piştî vegera wî ji bo bakurê Kurdistanê, ew
di 6 Tîrmehê de li Diyarbekirê li kolaneke taxa Baglar bi
sîlehê hate kuştin.
Li dû kuştina Fidan, PWD daxuyaniyek belav
kir û got ku PKK ew înfaz kiriye. Piştre jî yek ji
berpirsiyarên PKK Murat Karayilan daxuyaniyek da televîzyona
Roj û got ” me ew nekuştiye, lê belê gelê me li hember kesên
xayîn bêdeng namîne”.berdewam |
|
Semînerek li ser Enfala reş li Hollanda
bajarê Arnheimê
|
|

ARNHEM-AVESTA:
24/10 2005 — Piştî înana 513 termên şehîdên Barzanî bo axa
Kurdistanê Kurdan li Kurdistanê û hemî cîhanê çalakî kirin û
careka dî Enfala reş protêsto kirin, roja yekşemê li bajêrê
Arnhem lijna navça Hollenda ya Partîya Demokrat ya
Kurdistanê û Komela Brayetî li bajêrê li Arnhem rabon bi
sazkirina sêmînarekê li ser kampanya Enfala reş bi giştî û
8.000...berdewam
|
|
JI LOZANÊ HETA ÎRO REWŞA ZIMANÊ KURDÎ LI
TIRKIYÊ |
|

GOTARA JI BO FESTÎWALA YEKÎTIYA
NIVÎSKARÊN KURD-DUHOK (22-23 ÎLON 2005)
HASAN KAYA-STENBOL
Destpêk
Di dema Osmaniyan de rewşa ziman- Medreseyên
kurdî:
Beriya ku ez werim ser mijara bingehîn û
dabaşa siyaseta Komara Tirkî ya zimanê kurdî rave bikim,
pêwist e hinekî bi nav kûrahiya Dirokê de biçim û behsa
împeretoriya Osmanî bikim, ka wê demê dewleta Osmanî bi çi
rengî li zimanê kurdî dinêrî.
Di dema Osmaniyan de, li medreseyên mîrekên kurdan perwerde
bi
...berdewam |
|
Halbestên Nûjen |
|
Ciwanê
ABDAL
BÎRANÎNÊ JIBÎRBÛYÎ
Hey hê..
Bûyer û
rêbûrîyên
Nû û kevn
Tevde çûn
û firîyan
Û
Li ser
ristên bîranîna danîn
Mîna çûk
û çivîkan lusiyan,
Çendîn
dêw û lawirên
Rojane û
hercarî û wekberê...
berdewam |
|
Baskên Şikestî |
|

Cibran Xelîl Cibran
Ji bo
kurdî: Salih Demîger
Dilzariya lal
Gelî
mirovan, hûn berbanga xortaniya xwe tînin bîra xwe û wêneyên
wê bi şahî vedigerînin, û mixabiniya derbasbûna wan tînin
ziman. lê yê min ez wek yekî azad î serbest ku dîwarên
zîndana xwe û giraniya bendên xwe tîne bîra xwe, tînim bîra
xwe.
Hûn
wan salên di navbera zarokî û xortaniyê de wek rojgareke
zêrîn bi nav dikin, ku qerfên xwe bi astengî û kederên demê
dike, di ser serê stûbarî û xemên wê re difire wek mêşa
hingiv ku di ser koncalan re dibuhure û diçe nav baxên bi
gul. lê yê min, ez nikarim wê qonaxê bi nav bikim ji bilî
qonaxa janên lal û nehênî, di dilê min de dijiyan û di
keleka wî de wek bahozan gur dibûn û pir dibûn bi
bixwehatina wî re, û rê nedidîn ku jê derkevin cîhana zanînê,
ta ku evîn ketê û deriyên wî vekirin û qorzîkên wî ronî
kirin.berdewam |
|
Li rojnamevan Faruq Hecî Mistefa derketina ji welat hate
qedexekirin |
|

Avesta-
Rojnamevanê Kurd û peyamnêrê rojnameya El Musteqbel ya
libnanî Faruq Hecî Mistefa ku di navbera Libnan û Suriyê de
xebata xwe ya rojnamegerî dike û di medyaya erebî de bi
dorferehî li ser pirsa kurdî dinivisîne, lê hate qedexekirin
ku ji Suriyê derkeve.
Peyamnêrê
me, Faruq Hecî Mistefa di bin çavdêriya istîxbaratên Sûrî de
ye û her ku diçe rewşa wî ya ewlekarî xerabtir dibe.
Li gora
hinek kesên ku Faruq Hecî Mistefa li ser sînorê Suriyê û
Libnanê dîtine, ew ji aliyê istîxbarat û hêzên ewlekariyê ve
paşve hatiye vegerandin û nehîştine ku derbasî Libnanê bibe.berdewam |
|
Sekreterê giştî yê Konseya Erebî Amro Mûsa serokê
herêm Kurdistanê Barzanî ziyaret kir |
|

Avesta (foto-PUKMedia):
Sekreterê giştî yê Konseya Erebî Amro Mûsa li Hewlêrê serokê
herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ziyaret kir.
Musa ji roja pênşemê li
Iraqê ye û gelek hevdîtin bi gelek şexsiyet û berpirsiyarên
Iraqî re pêk anîn.
Amro Musa ligel wezîrê
derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî îro roja şemiyê
gihişte paytext Hewlêrê. Li balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê...
berdewam |
|
Dezgeha Aras Festîvala şaîra Kurd Mestûre
li Hewlêrê
lidar dixe |
|

Hewlêr-AVESTA-Medya: Dezgeha Aras li Hewlêrê
festival 200 saliya jidayîkbûna şaîr û dîrokzana Kurd Meşref
Xanima Erdelanî ku bi nave Mestûre (foto, Medya) tê
naskirin lidardixe.
Di vê festîvala ku wê 3 rojan berdewam bike
de, wê gelek çalakiyên hunerî û wêjeyî çêbibin, weke
pêşkêşkirina çend semîneran li ser jiyan û xebata Mestûre.
Li gora daxuyaniyeke birêvebirê Dezgeha Aras
Bedran Ehmed Hebîb, wê festival roja 17 Kanûnê lidarkeve.
Hebîb bang li wan kesan dike ku bikaribin di
derbarê Mestûre de berheman pêşkêş bikin, heya roja
12.11.2005 berhemên xwe bişînin ser vê navnîşanê:
araspb2003@yahoo.com yan jî bi bê telephone re bikevin
têkiliyê: 2242847 |
|
Yaşar
Kaya li Hewlêrê navenda YNK ziyaret kir |
|
Hewlêr-PukMedia/AVESTA:
Serokê partiya DEP yê berê, siyasetvan û nivîskar Yaşar Kaya
ev demeke bi serdaneke taybetî li başûrê Kurdistanê ye.
Kaya
li Hewlêrê çû serdana liqê 3. yê YNK. Li wir berpirsiyarê
YNK Dr. Saadî Pîrê çû pêşwaziya Yaşar kaya.
Di vê
hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê bi giştî û bi taybetî li ser
pêşveçûnên li Kurdistanê hate rawestandin.
berdewam |
|
Rewşa
medyaya kurdî li başûrê Kurdistanê di semînerekê
de li Bonnê |
|

Bonn-AVESTA:
Li
bajarê Bonn di derbarê rewşa medyaya kurdî de li başûrê
Kurdistanê, sernivîserê rojnameya Kurdistanî Nû Kawa Mewlûd
û cîgirê serokê sendîkaya rojnamenûsên Kurdistanê
Mustafa Salih Kerîm civînek lidar xistin.
Piştî
ku serokê Navendê Metin Incesu ve bixêrhatina mêvanan kir,
sernûserê rojnameya Kurdistanî Nû Kawa Mewlûd li ser rewşa
rojnamegeriya kurdî li başûrê Kurdistanê bi giştî
û bi taybetî li ser Kurdistanû Nû axifî. berdewam |
|
Li
Dresdenê PENa KURD hevdîtineke wêjeyî pêk anî |
|
Dresden-AVESTA:
Li Almanya bajarê Dresdenê, PENa KURD ji bo nivîskarên
Kurd û Alman hevdîtineke wêjeyî pêk anî.
Serokê
PENê Dr. Zerdeşt Hajo di axaftina vekirinê de bal kişande
ser wê yekê ku ew bi van hevdîtinan armanc dikin ku nivîskarên
Kurd bigihînin hev û ji siyasetê dûr ew li berhemên hev
guhdarî bikin.
Hajo
got, derfetên wan têra wê yekê nakin ku ew çalakiyên
wiha bi dorferehî pêk bînin: “PENa KURD rêxistineke
serbixwe ye, heya niha wê tu alîkariyeke madî ji tu aliyan
nestandiye, xebatên heya niha hatine kirin wan bi xwe ji
endametiya endaman fînase kirine, heya gelek caran wan ji berîka
xwe jî dane…”
berdewam |
|
Sê
Rojên Tije û Şevek |
|
Arşevê
Oskan
Di
roja înê, di wan kêlîkên ku gelek dilgirê ziman û
gotina kurdî li hev civiyabûn, kongireya Hevgirtina Rewşenbîran
despêkir. Wek hercar gazin, gilî, hevgirtin û carnan jî,
hetikandin. Hevalekî bi hevokekê li ser nakokiyên ku di
navbera endaman de çêbûbûn, got: „Heger me hemiyan lihev
kiriba, ez guman ketibama, ku em ne Kurd in“. Daneşîneke
tije gotin û têbînî, tije zimanê kurdî. Ji bilî zimanê
kurdî, tu zimanên din nehatin peyivîn. Wan zimanên dinê,
erebî, turkî, farisî... ji ber xwe şerm kirin, dema ku
diser bîst dilgirtiyên zimanê kurdî lihev kom bûbûn,
xatirê xwe xwestin û ji odeya kongirê derketin.
Me
ji wir berê xwe da sînemeya kurdî, me hêsirên Bêxal
hijmartin, me di nêrîn û temaşekirina filimî de, (Hêsirên
Bêxal) gelek birînên din dîtin, ... berdewam |
|
Derçûna
Dewreyeke Pêşmergeyên Zêrevan |
|
AVESTA (HEWLÊR/HESEN ELÎ)
Di demeke
wiha de ku roja referandumê ji bo Destûra Bingehîn ya Iraqê
nêzîk dibe de (15 Cotmeh) li paytextê li Hewlêrê li serleşkeriya
Pêşergeyên Zêrevan dewreyeke leşkerî der çû.
Di vê
dewreyê de 200 pêşmerge derçûn.
Vê dewreyê
roja 16 Tebaxê dest pêkiribû. Navê Dewreyê jî “Dewreya
Tebaxê ya Perwerdeyê” bû.
16 Tebaxê salvegera damezirandina PDK bû.
Di merasîma derçûna Pêşmergeyan de ku saat 11.00 li gora
dema Hewlêrê dest pê kir, Serleşkerê giştî yê Pêşmergeyên
Zêrevan General Azîz Weysî, Parêzgerê Hewlêr Newzat Hadî,
endamê Felek Dr. Abdulrahman, serleşkerê Pêşmergeyên Helgort
General Helgort û gelek serleşker û
...berdewam |
|
|

Hejmar
93
Cotmeh
(2005)
Tîpa „W“ zarokekî
Kurd bê nasname hişt

Nevzat
Bayram
Cegerxwîn

Konê
Reş
 
Daxuyaniyeke hevbeş di
navbera PDK-Bakur
û PSK de
Fatê (Fatima Muxribî)
çûye Rûsya…
Şûjin

Min li Kurdistanê çi dît?

Perwîz Cîhanî
Stefan Zweig:
"Tiştek bi qasî mirovên biçûk
ku xwe mezin dibînin
bi telûke nîne".

Fadil Özçelik

Ew
"KEÇIKA BAKURÎ"
ez im
Fatma Savci

Pîzza
(çîrok)
Dilbixwîn Dara

Zankoya Duhok û
Çend Gotin
Hekar Findî

Wê rojekê ji rojan...
Brahîm Mehmûd

Ji
wan gere!
Konê
Reş (Qamişlo)
ev reklamek e
Malpereke li ser
zindana
Diyarbekirê

Bîranîna 45-saliya
şewata Sînema Amûdê

NE WEK BERÊ
Fadil temo
Pêşmergeyekî
ZÊREVAN


Leşkerên
Korî fêrî reqs û
dîlana
kurdî jî bûne
foto:
Azad Leşkirî
"Kurd
Neviyên Mîdya"
ne
Pirtûka
Mînorskî bi kurdî derket
wergerandin:
Elî Cefer

|

|
|
Fatê
Were Civatê -1- |

"Penaber"
PENABER
di rojnameya
Libnanî Al Musteqbel de
|