|
|---|
|
Rojnameyeke Çandî, Hunerî û Wêjeyî |
|
|
Ji wan gere ! Konê Reş Ji
wan gere ! Serxwe
çûne..! Riçinekî(Gîhayekî) bi difre ne, jibîr kirine ku va payîz tê, darê xwe dihejîne.. Vê payebûna derewîn ji wan re nahêle... Şev
dirêjin . Şev bi dûv şevê de rêz dibin.Tu jî mîna cirnê
kevirî ye, çendî hêza mîkutê textikî bi ser te de bê xwarê, bêtir
tu qewîn û navdar dibî... Ne
xeme! Riçin
ji pêlêkirina rojan û pêyan re ye... Xwe
bi danîna pilan û projeyên ku, tu
wan ji qurm ve rake newstîne ..Va payîz hat, bi
hatina ecacokek ji ecacokên wê re, wê ji ber çavan winda bibin û di
şûnd wan de, wê xakek tazî û rût xuya bike... Qet
bawer neke ku riçinê bi paye, bibe
ewir û baran jê bibare an bibe refê kevokan di ser welatekî aram re bi
firin... Her cihê wan li
xuwarê ye û ji kaboka min û te pêve bilindtir nabin... Ne
dikarin te veşêrin û ne di karin ronahiyê ji dor te bidin alî..Here
pêş ..pêş ji te re ye..Riçinê havînê nikare te bi westîne,
çendî stiriyên wan hebin nikarin bi te, ji ber ku riçin qet nabe şîndar...
Û wek ku kurdan ji mêj gotiye: Kesê ne kes be nabe kes, kurtanê
kerê nabe etles. Ji
wan gere, em dikarin ji bîr
bikin..Her dem dergehên me ji xewnên nû û hevalên nû re vekirîne..Lê
qet em riçin, gîha û
zexeliya ku di devê deriyê me de, di nav gul û kulîlkên me de şîn
tê, jibîr nakin... Gul
û kulîlk ji kêrên birrînê direvin.Lê ku kêr mîna kêrên gelac û
Bekoyan bin, ew bi dûv wan de dibez in..Vêca pêwiste em bi wan re biken
in, ji ber ku tu zerera wan nîne, rojên wan kurt in û li dahola
vala didin... Ji
wan gere..Teqize tu wan xweş nas dikî...Tu zanî ku ew, ava di zikê xwe de naçelqîn in, li cihê gerim di ger in,
beroşa kîjan malê li agir be, ew
mêvanê wê malê ne... Pirê caran benekî rengîn di gerdena xwe de girêdid in,
texmekî biha bi ser bedena xwe de berdid in, pêlava wan boyax kiriye, dêmê
wan têre xuya dike, lê ew nehêjane bihayê cilên xwe.. Mane
tu nizanî, ew mîna gîhayê di hewşê de ne, tu carî nikar in bibin
mîna dara di hewşa min de ..Tevî wilo jî, bi wan re bi gurnije û
bikene, li wan guhdarî bike û
baweriya wan bîne ku tu ji wan bawer dikî..Baweriya wan bîne ku ew mirov
in rind û giring in û qet li pêşiya wan nesekine ... Ji
wan gere û rê bide wan, ku di
vir û derewan de bibez in... Her
ew ji xwe pêve nikar in nameya xwe bigihîn in tu kesên din, ji bilî yên
wek xwe..Sibe an dusibe wê hin ji wan re bibêjin: Pêzevengino,
keysebazino, gelacino ..! Di cihê xwe de rawest in... Hingê
bi dengekî bilind, bi kêfa
xwe û li pêş wan bikene û her bikene.. Pişta xwe bide û wan û
wan di bêbexti û poşmaniya
wan de bihêle... Ez
bawerim ku tu xuleyekê ji temenê xwe
di bendewariya keysebazan de boş derbas nakî.Çax û demê ku
badilhewa bibohire ji zêr bihatire.Wê demê di hizûra guran de xerc neke...
Bilive pêş
û li paş ne zîvire..Jiyan bê rawestandine û her dem dar şipya
ne û şipya dimir in.. Ji
wan gere..Va payîz bi lez û bez êrîş dike, kirasê daran ji wan
dike û rastiya wan şanî me dide..Di be sibe an dusibe baran bibare û
tev serpêhatî bibin dengvedan, tevlî
xuşxuşa ava çemên ku berê xwe didin deryayê bibin.Hingê tê
ji riçin û gîhayê di hewşa xwe de bibehite, bê çawa bûye xwelî
û tev li binê binî, di nav lingên te de kom bûye... Ji
wan gere..Razana rastiyê di quncikên tarî de dirêj nake.Lehî û şapa
ku ji çiya tê xwarê, wê zû bi zû razanê ji xew şiyar bike..Pêwîste
tu bawer bikî ku, zêr û zeber bejin û bala jinên xerab spehî nake..Çax
û demê xwe bi gelac û Bekoyan re derbas neke, pişta xwe bide wan û
were em bi hev re bahozekê bi afirînin... Na
hevalo na, kanî ne ji zoran re derdibin, û ne jî teyrên Baz ji têkçûnan
li asmana di firin, dibe ku ji bêhintengîk bê dengî be, an ji ber çakîk
xweristî be..Belkî baweriyek be ku gotina rast û durist tale, şivîlekên hikişandina bi ser çiyayên bilind ve
çetîn û dijwar be... Lê
bela di bîra te de be, ku roj
tiştekî nepen û veşartî di bin kirasê xwe nahêle, tu jî
cewher û yaqûtan ji xenzîran navêje. Konê
Reş Qamişlo
10/10/2005
|
|
|
©www.avestakurd.net 2001-2005 |