Hejmar 94

reklamek

 

 

 

mezin bike

Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane ... Kurdish Daily News... Chefredakteur: Dilbixwîn Dara     avesta@avestakurd. net      P.O.BOX: 1403,  53004 BONN-GERMANY

Medya Kurdî

Partiyên Kurdî

Saziyên Kulturî

Medya Tirkî

Medya Erebî

Arşîv

ziman hebûna me ye... bi kurdî bixwînin..!

Nûçe*** Sernûserê Hawlatî dest ji kar berda ***   Serokê Iraqa Federal Mam Celal gihiste Viyena ...*** Bi 6 mîlyar dolar ji îdamê rizgar bû *** Semdin Sakik                     dixwaze li zindanê malperekê bi navê xwe veke *** Li                     Emerîka reklama Kurdistanê ** Derhênerê                     Surî-Hollywoodî xwediyê fîlma Omer Muxtar Mustafa Akkad                     di teqandinên Urdunê de hate kustin *** Li vatîkan Celal                     Talebanî li gel Papa Bendekta 16. civîya ***  Serokê Kurdistanê Barzanî îro gihiste Viyena ***


 

Serok Barzanî ligel serokomarê

Nemsa Heinz Fischer

hevdîtinek pêk anî


Kawa Mewlûd

Hevpeyvînek ligel

Sernûserê rojnameya 

 dirêjiya hevpeyvînê


NAVEND 

di dayîna semîneran de

berdewam e


ji Rêber Kalo karîkaturek


Ji bo kesên ku di sînorê

Hecî Omran re derbasî başûrê

Kurdistanê dibin:


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya Peyamî Kurdistan

li Mehabad Nasir Babaxanî


Hevpeyvînek ligel

Behman Qobadî


Hevpeyvîna li gel

hunermend Fatê


Hevpeyvîna ligel Çîroknivîs

Hesenê Metê


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya EVRO Behcet Hirorî


Hevpeyvînek ligel

sernivîserê rojnameya

Medya Ako Mihemed


serokê PSK yê berê

 Kemal Burkay

di hevpeyîneke taybetî de


Wezîrê Rewşenbîrî yê

Hikûmeta Kurdistanê-Hewlêr

 Samî Şoreş ji bo Avesta:


Hevpeyvînek ligel Serokê 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok 

Hesen Silîvanî:  


Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên

Zêrevan General Ezîz Weysî:


Musteşarê N. Barzanî yê

 rewşenbîrî û berpir. 

Dezgeha Aras 

Bedran E. Hebîb


Hevpeyvînek ligel rojnamevan

Farûq Hecî Mistefa


Dilbixwîn Dara

Sernivîserê AVESTA serokê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî ziyaret kir

 

 

 

 

 

Serokê Kurdistanê li Vatîkanê ye

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî serdana Nemsa û hevdîtina ligel serokkomar Hans Fischer, îro çû serdana Benedictus XVI Joseph 

 

Ratzinger. Li Vatîkanê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di nava şandeya kurdî de bû .


UNESCO NEWROZê weke mîrasa kultura resen îlan dike

Parîs-AVESTA: UNESCO amadekariyê dike ku cejna NEWROZê weke mîrasa çanda resen ragihîne. Juriyeke ji 20 zanyaran gotûbêj dikin ka gelo roja Newrozê dikare bibe rojeke navnetewî û tatîlê.

Heya niha ne diyar e, lê eger ev 20 zanyar biryarê bidin, wê NEWROZ bibe rojeke navnetewî û di wê rojê de wê tatîl be.

Di Tebaxa 2004 de çend welatan (Hindistan, Pakistan, Iran, Afganistan...) projeyek pêkêşşî UNESCO kiribû jê xwestibûn ku roja NEWROZê weke roja mîrasa kultura resen û navnetewî îlan bike. (ANF)


ÇEND SERPÊHATÎ ji DÊRÎKa Hemko  

DÊRÎK-AVESTA: TEVN a çand û huner a kurdî –DÊRÎK roja 11.11.2005 an şevek li ser kevnetora me li darxist, pêşî şehîdên zarok yên sînema AMÛDÊ hatin bi bîranîn û kêlîk bê deng li ser giyanê Hemî şehîdên Kurdistanê Rawestiyan, mamoste REMEZAN çend serpêhatî ji kevnetora kurdî berhev û amade kiribûn, serpêhatiyên ko mirovê... berdewam


Sernûserê Hawlatî dest ji kar berda

AVESTA- Sernivîserê rojnameya Hawlatî Aso Herdî dest ji kar berda. Li şûna Herdî Twana Osman bû sernûsera rojnameya Hawlat. Her wiha ligel Aso Herdî Şiwan Mihemed jî ragihand ku wî jî dest ji karê xwe berdaye. Rojnameya Hawlatî ji sala 2000 li Silêmaniyê derdikeve û yek ji wan ..(berdewam)


Serokê Iraqa Federal Mam Celal gihişte Viyena

AVESTA/PukMedia: Serokomarê Iraqa Federal Celal Talabanî ligel xanim Hêro Ehmed û şandeya ligel bi serdaneke fermî gihişte paytexta Nemsa Viyena. Li Viyena serok Talabanî ligel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek pêk anî. Serokwezîr Nêçîrvan ragihand ku wan di vê hevdîtinê agahdarî di derbarê serdana xwe ya Emerîka û Brîtanya de dane Talabanî. Li Viyena her wiha Talabanî serokê Nemsa Hans Fischer jî dît.


Bi 6 mîlyar dolar ji îdamê rizgar bû

Avesta/ajans: Li Çînê dewlemendekî ji bo ku ji îdamê rizgar bibe hemû milk û malê xwe pêşkêşî dewletê kir.

 

Li gora biryara dadgehê wê roja 14 Cotmehê YUAN Baojing (39) bi fişekekê bihatiba kuştin, ew mehkûmê îdamê bû. Lê belê berî pêkanîna biryara îdamê bi rojekê diyar bû ku jina wî hemû milk û malê mêrê xwe (6 mîlyar dolar) xelatî dewletê kiriye.

Piştre jî pêkanîna biryarê hate rawestandin. YUAN Baojing (39) bi sûcê kuştina karkerekî xwe hatibû bi îdamê hatibû mehkûmkirin. Jina YUAN Baojing berdewam


Şemdin Sakik dixwaze li zindanê malperekê bi navê xwe veke

AVESTA-Yek ji berpirsiyarên PKK yên berê Şemdin Sakik (Parmaksiz Zeki) ji bo vekirina malperekê bi navê xwe serî li îdareya zindanê da. Weke tê zanîn Sakik niha li zindana Diyarbekirê (E Tipi) girtiye.

Sakik bi laptopa xwe ji hucreyê 3 pirtûk nivîsandine: Apo, Ji Şemdin Saik name, Esareta Şidetê. Li gora hinek çavkaniyan Sakik bi computera xwe rojê 2-3 saatan dikeve internetê.

Sakik dixwaze navê malpera xwe bike: Semdinsakik.com


"Thank You Amerika!"

Li Emerîka reklama Kurdistanê

Yek ji mezintirîn kanalên televîzyonê li Emerîka Foxnews di bin navê Iraqa din: Kurdistan reklamek belav kir. Di vê reklamê de Kurd spasiya Emerîka dikin: Thank You Amerika! Reklam 29 saniyan dirêj dike. Di reklamê de Kurd ji karmendên Emerîkî dixwazin biçin li Kurdistanê û di avakirina Kurdistanê de cih bigirin(diyarbekir.net). temaşe bike


Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serokomarê

Nemsa Heinz Fischer hevdîtinek pêk anî...

Viyena/AVESTA: Li Washingtonê Barzanî ligel G. W. Bush, li Londonê ligel Tony Blair û li Berlînê ligel Angela Merkel serok Barzanî hevdîtinên watedar pêk anîn.

Li Viyena jî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serokomarê Nemsa Heinz Fischer hevdîtinek pêk anî... 

Heinz Fischer bi germî pêşwaziya serok Barzanî kir û diyar kir ku em pêşwazîkirina serok Barzanî bextewar e. berdewam


Izzet Durî cîgirê Seddam Husên mir

 

 

Kesê duwemîn di rêjîma Baas de Izzet Durî ku Emerîka biryara girtina wî derxistibû, di encama nexweşiyekê de mir.

 

Partiya Baas ya tunekirî daxuyaniyek belav kir û mirina wî ragihand.


Derhênerê Surî-Hollywoodî xwediyê fîlma Omer Muxtar Mustafa Akkad di teqandinên Urdunê de hate kuştin

AVESTA-Derhênerê Surî yê navdar, xwediyê fîlma Omer Muxtar (Antony Quinn rola wî lîstibû)  Mustafa Aqad (68), di teqandinên Urdunê de tevî keça xwe (Rîma) hate kuştin. Weke tê zanîn li paytexta Urdunê li Ammanê roja 9.11 li sê otelan teqandinên intîharî çêbûbû û di encamê de bi kêmanî 56 hatibûne kuştin û bi sedan birîndar bûbûn. Piştî êrîşê bi du rojan rêxistina Al Qaîde-Bilad El Rafîdeyn ku terorîst Abu Masab Al Zarqawî rêberiya wê dike daxuyaniyek belav kiribû û çalakî hilgirtibû ser xwe.  Mustafa Akkad bi xwe ji bajarê Helebê bû. 


Li vatîkan Celal Talebanî li gel Papa Benediktê 16. civîya

Celal Talebanî û Papa Bendekta 16.

AVESTA/PNA- Roj pênşemê li Vatîkanê birêz Serokkomarê Îraqa federal û şanda ligel Celal Talebanî hevdîtinek ligel Papa Benedîkê 16. pêk anî.

Di hevdîtina xwe de birêz Talebanî li ser pirosesa sîyasî li îraqê axivî.

Talabanî got: "Ji hezar salan de hemû netew û olên li Îraqê di xweşî û aştiyê de dijîn."

Papa ji aliyê xwe ve hêvî kir ku aştî li Îraqê û hemû cîhanê pêk were û got: "Ji mafê gelê Îraqê ye ku weke gelên cîhanê di hêminî û aştîyê de bijîn" PukMedia


Xelatgirekî Nobelê 2 sal ceza xwarin

 

AVESTA: Sala derbasbûyî, John Robert Schrieffer (74) ku di sala 1972 de xelata Nobelê ya fîzîkî standibû, otobomîl bi lez ajotibû kesek kuştibû û 7 birîndar kiribûn.

 

John Robert Schrieffer otomobîla xwe ya sport li ser 160 km. ajotibû.

 

John Robert Schrieffer bi xwe li zanîngeha Florida profesorê fîzîkî ye.

 

Berî niha jî ji ber ajotina bi lez 9 caran cezayê trafîkê xwaribû. Dadgehê 2 sal ceza dane John Robert Schrieffer, çaverê tê kirin ku ew li zindaneke herêmî 8 mehan girtî bimîne.


Beşar Esed: “Emê pirsa hemwelatiyê çareser bikin”

AVESTA: Di axaftina xwe ya îro de (10.11.05) ku hinek şîroveger weke axaftineke dîrokî dinirxînin, Serokê Suriyê Beşar Esed li ser serdana xwe ya Hesîçe û pirsa çareserkirina hemwelatîbûnê û serhejmartina Kurdan, bêku bi nav bike wiha got: “pirsên teknîkî mane, me dest pê kiriye, me di sala 2002 de dest pê kiribû, em di merheleyên dawî de bûn, lê belê bûyerên Adarê di 2004 de û şertên siyasî bi derengî xist…”

Esed diyar kir ku di nava dewletê de hinek akî hene bi vê pirsê re mijûl dibin.


Li Batmanê 2 cînayet:

 

- Abdullah Solmaz bi kêrê hate şerjêkirin

- Tehsîn şahîn kuştî hate dîtin

 

Batman/AVESTA:  Birayê Edîp Solmaz, ku di sala 1979 de serokê belediya Barmanê bû, û piştî ku hatibû hilbijartin hatibû kuştin, Abdullah Solmaz di roja dawiyê ya cejnê de di mala xwe de kuştî di nava xwînê de hate dîtin. Abdullah Solmaz (49) bi serê xwe li Barmanê dijiya û nezewicî bû... berdewam


Di derbarê ROJ TV de li Danîmarka lêpirsînê dest pê kir

Kopenhagen-AVESTA: televîzyona Roj TV ku lîsansa xwe ji Danîmarka girtiye û bi destûra wir weşanê dike, di derheqê wê de lêpirsînê dest pê kir.

 

Li ser vê pirsê serdozgerê Danîmarkî daxuyaniyek da û diyar kir ku lêpirsîna wan di çerçeva wê yekê de ye ka gelo ROJ TV ji aliyê PKK ve tê fînasekirin ya na.

 ... berdewam


Mam Celal gihişte Roma

 

AVESTA-PukMedia: Serokê Iraqê Celal Talabanî bi serdaneke fermî gihişte paytexta Italya Roma. 

Li balaforgehê gelek şexsiyet, siyasetvan û dîplomatan pêşwaziya Mam Celal kirin.

Di daxuyaniyeke çapemeniyê de li balafirgehê Talabanî armanca serdana xwe anî ziman û diyar kir û armanca wî ji vê serdanê ewe ku pêwendiyan di navbera Iraq û Îtalya de xurt bike.


Serok Barzanî: “Dilê me bi gelê me re ye li beşên din yên Kurdistanê”

Avesta- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Al Arabiye, bal kişande ser Kurdên perçeyên din yên Kurdistanê û got: “Em neteweyek in, bê dawxaza me ev netewe hatiye perçekirin. Niha realîteyek heye em dijîn, lê belê dilê me bi gelê me re ye li beşên din yên Kurdistanê. Her wiha em têdigihên ku her perçeyekî taybetiyên wê hene. Em bi çareserkirina pirsa kurdî re li perçeyên din, li gora wan taybetmendiyan…”

Serok Barzanî diyar kir ku ew li dijî bikaranîna zorê ne: “Zemanê zorê derbas bû. Em ne ligel bikaranîna zorê ne. Ev çi zora hikûmetan dibe, çi jî zora ji aliyên din ve dibe…”

Barzanî diyar kir ku ji berjewendiya Tirkiyê û welatên dine ku Kurdistan di nava xwe de perçe kirine, ew bi awayekî realîst li pirsa Kurdî binêrin û bi riyên aştiyane û democratik pirsa kurdî çareser bikin.


Li bajarê Bonnê li Otela Bristol serxweşiya Fetahxan Qazî pêk hat

 Bonn/AVESTA: Îro li bajarê Bonnê li Otela Bristol serxweşiya Fetahxan Qazî pêk hat.

Kurê Pêşewa Qazî Mihemed siyasetvan Elî Qazî û malbata xwe pêşwaziya mêvanan kirin û serxweşiya wan pejirandin.

Di vê merasîma serxweşiyê de gelek siyasetvan, ronakbîr, û nas û dostên mala Qaziyan beşdar bûn...

berdewam


Konferanseke navnetewî li Hewlêrê pêk tê

 

Hewlêr/Parîs-AVESTA: Di navbera 19-20 Mijdarê de li paytexta Kurdistanê Hewlêrê wê konferanseke navnetewî li darkeve.

Di vê konferansa Navnetwî de wê gelek siyasetvan, akademîker û lêkolînvanên Ewropî cih bigirin.

Konferansa di bin navê “Li Rojhilata Navîn Demokrasî” de, wê ji aliyê Înstîtuya Kurdî li Parîsê ve were amadekirin.

Konferans wê li ser pênc xalên bingehîn yên girêdayî demokrasiya li Rojhilata Navîn, Iraq û Kurdistanê de rawste.

Li gora agahdariyên gihiştine AVESTA, ev Konferans bi piştgiriya hikûmeta herêma Kurdistanê li dardikeve.

Konferans wê li Hotela Sheraton li darkeve. foto: serokê Instîtya Kurdî li Parîsê Kendal Nezan


Li Adiyamanê jineke 39 salî ji birçîna mir

 

AVESTA: Li navçeya Gölbaşi ya girêdayî Adiyamanê, jineke bi navê Nigar Nohutoğlu (39) ji birçîna mir.

Piştî mirina wê, encama otopsiyê diyar kir ku ew ji tunebûna xwarinê, ji birçna mirice.

Li ajansa tirkî IHA Nohutoğlu çend rojan ji mala xwe derneketiye derve, cîranên wê lê ketine gumanan û polîs agahdar kirine.berdewam


Omer Şerîf bi kuştinê hate tehdîdkirin

AVESTA: Malpereke nêzîkî rêxistina terrorîst El Qaîde lîstikvanê sînemayê yê navdar Omer Şerîf bi kuştinê tehîd kir.

 

Rojnameyên înglîzî nûçeyek belav kirin û têde ragihandin ku Şerîf ji ber standina rolekê di fîlma Qeddîs Butrus ya îtalî de standiye, di malpereke nêzîkî rêxistina El Qaîde nameyeke tehdîdê belav kiriye.

 

Di nameyê ku di malperê de hatiye weşandin wiha hatiye nivîsîn: “Yahûdî Omer Şerîf qîmeta Îslamê daxistiye, divê were kuştin”

berdewam

 


Serokwezîra Almanya ya pêşerojê soza hevdîtinê neda Erdoğan:

„Niha ne vala me…“

Berlin/AVESTA: Serokwezîrê Almanya di 6 vê mehê de (mijdar) ji bo serdanekê diçe Almanya.Erdogan xwest ligel serokwezira Almanya ya pêşerojê Angela Merkel hevdîtinekê pêk bîne, lê belê Merkel bersiva wî da û got: „niha ne mala me, piştre em hev bibînin…“ Recep Tayyip Erdoğan, wê roja 6 mehê ligel serokwezîrê Almanya Gerhard Schröder beşdarî torena vekirina Yekîtiya Demokratîk ya Tirkên Alman bibe.

Weke tê zanîn seroka giştî ya partiya CDU ji bo endametiya Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa ne germ e. Tirk ji Merkel ne razî ne.


Li Şirnexê di navbera PKK û artêşa Tirk de şer derket: 2 leşker hatine kuştin

 

AVESTA: li gora daxuyaniyeke parêzgerê Şirnexê, duh bi şev di li herêma Uludere, li Girê Spî di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirk de şer derketiye û di wî şerî 2 leşker û parêzvanekî gundan hatine kuştin.

 

Di vî şerî de 4 leşkerên din giran birîndar bûne.

Daxuyaniya parêzgeriyê radigihîne ku gerîlayek kuştî ketiye dest û yek jî teslîm bûye.


Eren Kesin serbest hate berdan

 

Seroka Komeleya Mafên Mirovan-Istanbul, Eren Keskin serbest hate berdanPiştî ku îfadeya Keskin hate standin, serbest hate berdan.

Piştî serbestberdana xwe Keskin derkete pêşberî rojnamevanan û got, „ez dîsa dibêjim, hîna jî li Tirkiyê azadiya ramanê tune ye, ew sûc e...

 

 


The Time: “Berê Kurdan li serxwebûnê ye”

London-AVESTA: Rojnameya înglîzî The Time di nûçeyeke xwe de nivîsand ku li başûrê Kurdistanê Kurdan berê xwe dane serxwebûnê.

 Rojnamevan ji bo The Time wiha dinivisîne: Piştî şerekî demdirêj û giran Kurd êdî bendewarê serxwebûnê ne...berdewam


Koça Yadigarekî Din Yê Komara Kurdistanê

Li Pey Qezayeke Giran Fetahxan Sêyfê Qazî Jiyan Xwe Ji Dest da

 

Kakşar Oremar

Roja înê 28ê Cotmehê(28.10.05), demjimêr 10.30 (bi wextê Rojhilatê Kurdistanê), yadigarekî din yê komara Kurdistanê Fetahxanê kurê Heme Hûsênxanê Seyfê Qazî (wezîr cenga Komara Kurdistan)ê bi qezayeke tirimbêlê jiyana xwe ji dest da.
Fetahxan di sala 1938an da li Mehabadê hat dinê. Fetahxan kurê mezinê malê bû û ew tama tehla bêbabtiyê heya mirinê ji bîra wî neçû. Piştre ew bi Mûnîr xanima keça Pêşewa Qazî Mihemed re zewicî û li rex hev jiyaneke tejî bextewerî dan destpêkirin..
berdewam


Karayilan: Em ji serdana Barzanî ji bo Emerîka memnûn in

AVESTA: Serokê Konseya Koma Komelên Kurdistanê (KKK) Murat Karayilan, serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Washington bi awayekî erênî û bi memnûniyet nirxand. Karayilan diyar kir ku ev "sedan bi navê Kurdan pêk hatiye, ev jî cihê memnûniyetê ye..." Murat Karayilan, got "pirsa Kurdî pirseke giştî ye, pirsa hemû gelê Kurd e." Karayilan, daxuyaniyek da ajansa Firat ku nêzîkî PKK ye, û got, „çareseriya pirsê li perçeyekî Kurdistanê pir dewam nake…“ Karayilan ji bo Barzanî û Talabanî daxwaz kir ku di çareserkirina pirsa kurdî de bi awayekî giştî rolekê bilîzin.


- Serokê Herêma Kurdistanê gihişte London

- Vê carê jî Tirk ji Şal û Şapikê Barzanî aciz in

 

AVESTA- Li paytexta Brîtanya Londonê wê serok Barzanî ligel serokwezîrê Brîtanya li ser rewşa Kurdistanê û Îraqê hvdîtinekê pêk bîne.

Di şandeya Barzanî de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê Plankirinê yê Iraqê cih digirin.

 

Li aliyê din Cîgirê serokê CHP Onur Öymen (Sûretê biçûk, li hember pêşwazîkirina serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî weke Serokekî ji aliyê G. W. Bush ve li Qesra Spî li Washingtonê, bi pêşniyarnameyekê nerazîbûna xwe ji meclîsê re pêşkêş kir.

Öymen pir aciz e, jiber ku Barzanî bi kincên kurdî yên netewî çûye Qesra Spî.

 

CHP ku xwe partiyeke Sosyal Demokrat dibîne, li gora şîrovegerên siyasî di van demên dawiyê de ew bêhtir nêzîkî rastgiran bûye û êdî bêhna nasyonalîzm û nijadperestiyê jê tê. berdewam


Rojîn ligel Ciwan Haco di fîlma Hiner Salim de dilîze

 

AVESTA: Stranbêja Kurd Rojîn Ulker ku bi navê Rojîn tê naskirin û bi bedewiya xwe û dengê xwe yê xweş balak gelek guhdarên xwe kişandiye û di demeke kin de deng daye, xwest fîlmekê bi zimanê kurdî çêbike, lê belê nikaribû destûrê bistîne. Rojînê helwestek stand û dev ji şanoya dewletê berda.

Li aliyê din di hevpeyvîneke bi Bianet re ku Ayşe Durukan bi Rojînê re çêkiriye, ewê bi Ciwan Haco re di fîlma Hiner Salim ya nuh de cih bigire. Weke tê zanîn Rojîn, ji sala 1988 û vir ve di nava şanoyên dewletê de cih digire. Şanoyên dewletê li dije ku endameke wê di fîlmeke kurdî de cih bigire, û ji ber vê yekê Rojîn ji wir istîfa kiriye.


Ji bo demokratîzekirina Tirkiyayê û Yekîtiya Ewropayê Nimûne:

Tirkiya ne xwe, reqeman  digûherîne; 

Ji bo qanuna cezayê; reqemên weki 159,312 û 3713/8an avêt,

Lê belê di dewsa wan de  216,301 û 302 bi kar tîn e..

 

Amadekar: Av. Erhan ASLANER, Av.  Ümit TİMUÇİN

Wergêr: Ehmed ONAL

Berpirsyarê giştî, xwedî û xebatkarê Weşanên  Med, Zêl, Nûjen û Pêrî;

Navê ku di alema weşangeriyê de tevî  komkirin, qedexekirin, doz û dadkirin, parazvanê azadiya ramanê, ji aliyê kurdewarî û helwesta    xwe ya mafên mirovan bê tawiz e, bes ji rasteqîna tarixe re  giredayiye û hîn jî ceza  li ser cezayê digre û tê nasîn: Ehmed ONAL( foto) berdewam


Baskên Şikestî

Cibran Xelîl Cibran

Ji bo kurdî: Salih Demîger

 

Dilzariya lal

Gelî mirovan, hûn berbanga xortaniya xwe tînin bîra xwe û wêneyên wê bi şahî vedigerînin, û mixabiniya derbasbûna wan tînin ziman. lê yê min ez wek yekî azad î serbest ku dîwarên zîndana xwe û giraniya bendên xwe tîne bîra xwe, tînim bîra xwe.

Hûn wan salên di navbera zarokî û xortaniyê de wek rojgareke zêrîn bi nav dikin, ku qerfên xwe bi astengî û kederên demê dike, di ser serê stûbarî û xemên wê re difire wek mêşa hingiv ku di ser koncalan re dibuhure û diçe nav baxên bi gul. lê yê min, ez nikarim wê qonaxê bi nav bikim ji bilî qonaxa janên lal û nehênî, di dilê min de dijiyan û di keleka wî de wek bahozan gur dibûn û pir dibûn bi bixwehatina wî re, û rê nedidîn ku jê derkevin cîhana zanînê, ta ku evîn ketê û deriyên wî vekirin û qorzîkên wî ronî kirin.berdewam


Li rojnamevan Faruq Hecî Mistefa derketina ji welat hate qedexekirin

Avesta- Rojnamevanê Kurd û peyamnêrê rojnameya El Musteqbel ya libnanî Faruq Hecî Mistefa ku di navbera Libnan û Suriyê de xebata xwe ya rojnamegerî dike û di medyaya erebî de bi dorferehî li ser pirsa kurdî dinivisîne, lê hate qedexekirin ku ji Suriyê derkeve.

Peyamnêrê me, Faruq Hecî Mistefa di bin çavdêriya istîxbaratên Sûrî de ye û her ku diçe rewşa wî ya ewlekarî xerabtir dibe.

Li gora hinek kesên ku Faruq Hecî Mistefa li ser sînorê Suriyê û Libnanê dîtine, ew ji aliyê istîxbarat û hêzên ewlekariyê ve paşve hatiye vegerandin û nehîştine ku derbasî Libnanê bibe.berdewam



Dezgeha Aras Festîvala şaîra Kurd Mestûre li Hewlêrê lidar dixe

 

Hewlêr-AVESTA-Medya: Dezgeha Aras li Hewlêrê festival 200 saliya jidayîkbûna şaîr û dîrokzana Kurd Meşref Xanima Erdelanî  ku bi nave Mestûre (foto, Medya) tê naskirin lidardixe. 

Di vê festîvala ku wê 3 rojan berdewam bike de, wê gelek çalakiyên hunerî û wêjeyî çêbibin, weke pêşkêşkirina çend semîneran li ser jiyan û xebata Mestûre.

Li gora daxuyaniyeke birêvebirê Dezgeha Aras Bedran Ehmed Hebîb, wê festival roja 17 Kanûnê lidarkeve.

Hebîb bang li wan kesan dike ku bikaribin di derbarê Mestûre de berheman pêşkêş bikin, heya roja 12.11.2005 berhemên xwe bişînin ser vê navnîşanê:

araspb2003@yahoo.com yan jî bi bê telephone re bikevin têkiliyê: 2242847 



 

 

Hejmar 94

Mijdar (2005)


Miçhim (çîrok)

Dilbixwîn Dara


Wêje ya berxwedaner

- 1 -

Heyder Omer


Nexwaşê bêderman

Celîlê Celîl


TIFAQ Û RASTÎ

Eskerê BOYÎK


GOŞT XWEŞE LI

BER GIRARÊ

Miço Kendeş


Li Dijî Calvin Castellio an...

Fadil Özçelik


Ew çi ye?

Brahîm Mehmûd


Ez ji rastiya vê Mezopotamiyayê

bi guman im!.

Mihemed Elî, Efrîn


SOBARTO

Fadil Temo


KELA DILÊ MIN...

Bavê Welat


Romana Firat Cewerî,

Payiza dereng derket

 


Molotofên Kurdan!

Evdile Koçer


Tîpa „W“ zarokekî

Kurd bê nasname hişt

 

Nevzat Bayram


Cegerxwîn

Konê Reş


Fatê (Fatima Muxribî)

çûye Rûsya…

Şûjin


Min  li Kurdistanê çi dît?

Perwîz Cîhanî


Wê rojekê ji rojan...

Brahîm Mehmûd


Ji wan gere!

Konê Reş (Qamişlo)


Fatê Were Civatê -1-


"Penaber"


PENABER di rojnameya

Libnanî Al Musteqbel de

 ©www. avestakurd. net    2001-2005