Hejmar 95

reklamek

 

 

Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane ... Kurdish Daily News... Chefredakteur: Dilbixwîn Dara     avesta@avestakurd. net      P.O.BOX: 1403,  53004 BONN-GERMANY

Medya Kurdî

Partiyên Kurdî

Saziyên Kulturî

Medya Tirkî

Medya Erebî

Arşîv



Li radyoyên kurdî guhdarî bikin

FM2000

Radio SBS

D. Emerika


Elton John bi hevalê

xwe yê mêr re dizewice


Karîkatur

Rêber Kalo


Şandeya Kurdistanê

li Roma ye


Kawa Mewlûd

Hevpeyvînek ligel

Sernûserê rojnameya 

 dirêjiya hevpeyvînê


NAVEND 

di dayîna semîneran de

berdewam e


Ji bo kesên ku di sînorê

Hecî Omran re derbasî başûrê

Kurdistanê dibin:


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya Peyamî Kurdistan

li Mehabad Nasir Babaxanî


Hevpeyvînek ligel

Behman Qobadî


Hevpeyvîna li gel

hunermend Fatê


Hevpeyvîna ligel Çîroknivîs

Hesenê Metê


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya EVRO Behcet Hirorî


Hevpeyvînek ligel

sernivîserê rojnameya

Medya Ako Mihemed


serokê PSK yê berê

 Kemal Burkay

di hevpeyîneke taybetî de


Wezîrê Rewşenbîrî yê

Hikûmeta Kurdistanê-Hewlêr

 Samî Şoreş ji bo Avesta:


Hevpeyvînek ligel Serokê 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok 

Hesen Silîvanî:  


Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên

Zêrevan General Ezîz Weysî:


Musteşarê N. Barzanî yê

 rewşenbîrî û berpir. 

Dezgeha Aras 

Bedran E. Hebîb


Hevpeyvînek ligel rojnamevan

Farûq Hecî Mistefa


Dilbixwîn Dara

Sernivîserê AVESTA serokê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî ziyaret kir

 

 

 

 

 

 

Li Mêrdînê goristaneke giştî hate dîtin

MêrdinAVESTA: Li herêma Stewra girêdayî Mêrdînê di encama lêkolînekê de goristaneke giştî hate dîtin. Li gora lêkolîneke Dozgeriya Cumhuriyetê ya Mêrdînê di wê goristanê de şervanên PKK hatine dîtin. Di goristanê de hestiyên 9 gerîlayên PKK hatine dîtin, 2 ji wan jin in. Li gundê Dereiçi perçeyên hestiyên gerîlayan derketine ser axê, dema ku gundî hestiyan...berdewam


Yaşar Kaya:“Ezê mala xwe barkim başûr”

Hevpeyvînek ligel Yaşar Kaya

 

Dilbixwîn Dara/Köln: Di hevpeyvînekê de ligel AVESTA serokê berê yê partiya DEP nivîskar û siyasetvan Yaşar Kaya diyar kir ku ewê mala xwe barke başûrê Kurdistanê. Kaya got, ewê li zanîngehên Kurdistanê dersan bide xwendekarên Kurd. Em li jêr hevpeyvînê bi ferehî diweşînin:... berdewam


Kurd mezintirîn Konferans li Parlamentoya Fransî li dardixin

Paris/AVESTA: Di bin navê "Demokratîbûna Rojhilata Navîn û Pirsa Gelê Kurd" rêxistina Hevbendîya Demokratîk a Kurdên Bakur konferanseke mezin bi beşdariya berpirsiyarên rêxistinên her çar beşên Kurdistanê û gelek parlamenter û siyasetvanên ewropî roja 29.11.05 li Parîsê li parlamentoya Fransa tê li dardixe. Li gora daxuyaniyeke nivîskî ji bo çapemeniyê ku kopyayek gihişte AVESTA wê di vê konferansê pirsa kurdî û riyên çareseriyê bi dorferehî werin gotûbêjkirin. Em li jêr daxuyaniya çapemeniyê û programa konferansê diweşînin berdewam


Şivan Perwer ji gewriya xwe hate emeliyatkirin

Berlin/AVESTA: Hunermendê Kurd yê navdar Şivan Perwer li paytexta Almanya li bajarê Berlînê emeliyatek derbas kir.

Emeliyata Şivan Perwer li gora nûçeyeke di malpera Komkarê de baş derbas bû ye.

Komeleya Komkarê li Berlînê ji bo derketina Şivan ji nexweşxaneyê li xwaringehekê hevdîtinek pêk anî û xwarinek li ser tendurustiya hunermend da mêvanan. berdewam


Olli Rehn: „Sûcdarên Şemzînanê ceza bikin!“

 

Berpirsiyarê berferehkirina Yekîtiya Ewropa Komîser Olli Rehn ji Tirkiyê xwest ku sûcdarên bûyerên Şemzînanê ceza bikin.

 

Bruksel/AVESTA: Di civîna hevbeş ya di navbera meclîsa Tikriyê û delegasyona parlamenyerên Yekîtiya Ewropa de komîser Olli Rehn axifî û got: „kesên ku li Şemzînanê sivîl kuştibûn divê werin cezakirin…“

Rehn di axaftina xwe de diyar kir ku li herêmên Kurdan hikûmetên pêşveçûnên cidî pêk nehanîne. Rehn got, perwerdekirina kurdî...  berdewam


Wê Tirkiyê 10.500 Euro ceza bide Avukat Eren Keskin

 

AVESTA: Di daweyekê de li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa, seroka berê ya Komeleya Mafên Mirovan IHD parêzer Eren Kesin li dijî Tirkiyê mafdar hate dîtin.

 

Dadgeha ewropî biryar da ku Tirkiyê weke ceza 10 hezar û 500 Ewro bide Keskin. Di sala 1995 de hevpeyvînek ligel Eren Keskin di rojnameya Guneş de hatibû weşandin, ji ber vê hevpeyvînê Keskin li Tirkiyê hatibû mehkûmkirin. Di wê hevpeyvînê de Keskin gotinû Tirkiyê li herêmên Kurdan zorê bi kar tîne.

 


Girtina çalakvanên kurd li Sûriyê berdewam dike

Istixbaratên Sûriyê lêkolînê bi

zarokekî kurd yê 8 salî re dikin

(Wêne: Raman Ehmê û bavê wî Nesredîn Ehmê) 

Rêcîma partiya Baas li Sûriyê girtina çalakvanên kurd li Kurdistana Sûriyê berdewam dike. Li pey daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovên Kurd li Sûriyê (MAF), hêzên ewlekariya leşkerî li Qamişloyê, seat 2.30 sibeha roja...  berdewam


Li dibistaneke Nisêbînê mamostayek hate kuştin

Nisêbîna: Li Nisêbîna girêdayî Mêrdînê mamostayekî dibistana Yavuz Selim yê bi navê Adnan Çelik hate gulebarankirin û kuştin.

Kesên agir reşandine ser wî ne diyar in, ligel mamosta 3 şagirt jî birîndar bûn. Li gora agahdariyên di dest de ji ber meselyên xwînîtiyê mamoste hatiye kuştin.

Mamosta li ber deriyê dibistanê bi klaşnîkofê hate kuştin.


Mesûd Barzanî: ”Tirkiyê nikare pirsa kurdî bi sîlehê çareser bike”

 

Hewlêr: Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li parlamentoya Kurdistanê axaftinek pêşkêş kir û di derbrê serdana xwe ya ji bo Emerîka û Ewropa agahdarî dan. 

Di axaftina xwe de Barzanî ji gelê Kurd xwest bi hejmareke mezin beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin û diyar kir ku encama hilbijartinan wê ji bo Kurdan gelekî girîng be... berdewam


Yekemîn serokwezîra Alman: Angela Merkel

Yekemîn serokwezîra Alman: Angela Merkel

Merkel bi awayekî fermî bû serokwezîra Almanya

Seroka Partiya Xiristiyan CDU Angela Merkel îro sêşemê bi awayekî fermî li cihê serokwezîriyê rûnişt. 

Merkel bi dengdaneke giştî ji aliyê parlamentoya federal ve weke serokwezîra jin ya yekemîn li Almanya hate pejirandin.

 Di dengdaneke veşartî de, ji 611 dengan Merkel 397 deng birin û bû serokwezîr.

 Angela Merkel, ji binemaleke katolîk tê, ji rojhilatê Almanya ye, di sala 1954 de li rojavayê Almanya li bajarê Hamburgê jidayîk bû ye.


Mehkemeya Tacirê Gazên Helepçeyê li Hollanda dest pê kir

Den Haag/AVESTA:

 Mehemeya Tacirê Gazên Helepçeyê li Hollanda dest pê kir

Li Den Haagê mehkemeya Frans van Anraat kesê ku gazên li Helepçe hatibûn bikaranîn firotibûn Seddam Hisên dest pê kir.

Frans van Anraat (63) îro li Den Haag derdikeve pêşiya dadger.  

Li gora hejmarên fermî di sala 1988 de li başûrê Kurdistanê bajarê Helepçe, rejîma Baas gazên kîmawî reşandibûn ser gelê Kurd yê sivîl û bi qasî  5 hezar kes jehrî kiribû û kuştibûn. Ev yekemîn kese ku di doza Helepçe de tê mehkemekirin. berdewam


Li Diyarbekirê xortekî diya xwe bi 6 cihan kêr kir

AVESTA-Li Diyarbekirê ciwanekî ji ber ku diya wî xwestibû bizewice û keça xwe bizewicîne, bi kêrê êrîşî diya xwe kir û ew bi şeş cihan birîndar kir.

Li gora cîranan xortê bi navê I.K. li dijî zewaca herduyan derketiye û ew bi kuştinê tehdîd kirine û di encama pevçûnê de diya xwe ya bi navê E. B. birîndar kiriye û biştre reviya ye.


Barzanî piştî serdana Emerîka û Ewropa vegeriya Kurdistanê

AVESTA: Îro (19.11.05) piştî nîvro serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeyê gihiştine Hewlêrê paytexta Kurdistanê. Li balafirgeha Hewlêrê serokê Parlamentoya Kurdistanê Adnan Muftî û berpirsiyarê YNK li Hewlêrê Sadî Pîrê û gelek şexsiyet û berpirsiyarên din çûne pêşwaziya wî. Li dîwana Konseya wezîran Barzanî civîneke çapemeniyê lidarxist û têde li ser gera xwe ya Emerîka û Ewropa bersiva pirsên rojnamevanan da. Di derbarê yekkirina herdû hikûmetan de Barzanî got ew bi her awahî hewl dide ku her du hikûmet bibin yek. (foto Xebat)


Emerîka ji Danîmarka girtina Roj-Tv dixwaze

AVESTA-Rojnameyeke danîmarkî nivîsand ku Emerîka nameyek ji hikûmeta Danîmarka re şandiye û têde daxwaza televîzyona kurdî Roj-Tv kiriye.

Rojnameya Berlingske Tidende wiha dinivisîne: „Îdareya emerîkî nameyeke hişyarbûnê ji wezareta edaletê ya danîmarkî re nivîsandiye û têde diyar kiriye ku, jiber ku Roj-TV kanaleke girêdayî rêxistineke terorîste  divê were girtin…”

Li gora nûçeya rojnameyê wezîra edaletê ya danîmarkî Lene Espersen (foto) ev nûçe piştrast kiriye.


Wê li Mêrdînê zanîngeh were avakirin

Mêrdînî dibin xwediyê zanîngehekê.

Konseya Hînkirinê ya Bilind li Tirkiyê projeya avakirina zanîngehekê li Mêrdînê erê kir.

Li gora vê biryarê wê li Mêrdînê fakulteya Hunerên Ciwan û Endezyariya Mîmarî destpêkê were avakirin.

Avahiya fakulteyan wê ji aliyê parlementerê Mêrdînê yê serbixwe ve Süleyman Bölünmez ve were plankirin.


Li hewlêrê Konferansa Demokrasiyê

AVESTA: Di bin druşmeya “Demokratîkirina Rojhilata Navîn û Projeyên Pêşerojê” li Hewlêrê konferansek hate li darxistin. Konferansa ku Înstîtuya Kurdî li Parîsê û bi alîkariya wezareta rewşenbîrî ya Kurdistanê hatiye lidarxistin, gelek rewşenbîr, akademîsyen û siyasetvanên ewropî û emerîkî beşdar bûn. Di vekirina konferansê ji zanîngehên Kurdistanê, serokê parlamentoya Kurdistanê Adnan Muftî jî beşdar bû.


Tenê 500 kes beşdarî konsera Hewlêrê bûn

ÎBO konserên li Duhok û

Silêmaniyê îptal kirin

 Hewlêr-AVESTA: Ji bo pêşkêşkirina çend konsertan Îbrahîm Tatlises li başûrê Kurdistanê ye. Li Otela Sheraton Tatlises civîneke çapeniyê li darxist û di bersiva hinek pirsan de got: Ew Tirk e, bavê wî Tirk e, lê diya wî Kurd e, ew ji diya xwe fêrî kurdî bûye, zimanê wî yê zikmakî kurdî ye, ew hemwelatiyê Tirkiyê ye… 

Başûrê Kurdistanê ku bi awayekî fermî statuya wê diyar bûye, ku weke herêma Kurdistanê tê naskirin... berdewam


Fîlimê li ser hunermenda kurd Suzana Barmanî xelata yekem girt

Stockholm/AVESTA (17.11.2005) :

Li Amerîkayê li bajarê Vîrjînyayê, di pêşbirkeya navneteweyî ya fîlimên
domumenterî de fîlimê li ser hunermenda kurd Suzana Barmanî xelata yekem girt. Rêxistina IAWRT ku xelat daye vî fîlimî, sedema xelatdayinê weha tîne zimên: "Xelata fîlimê dokumenterî yê herî baş a sala 2005an hatiye dayin bo fîlime Maria Rinaldo ya li ser jineke kurd, dayik, hunermed....
berdewam


Gevera Çolemêrgê dikele

Bûyerên Şemzînanê gihiştin Çolemêrgê.

Xwepêşandanên Kurdan li Gever û Çolemêrgê berdewamin û di navbera polîs, hêzên leşkerî û meşvanan de cih bi cih şer derdikeve. Dikan hatine girtin û tankên leşkerî li kolanan digerin.  Birîndar û kuştî hene. Meşvan ji aliyê hêzên leşkerî ve têne gulebarankirin.  Van bûyeran piştî bûyerên Şemzînanê dest pêkirin.  Weke tê zanîn li Şemzînanê grupeke JITEM yên sivîl bi bombeyan êrîşî pirtûkxaneyekê kirin û 2 kes kuştin. Xelkê Şemzînanê ew êrîşbaz girtibûn, piştre jî hatibûne berdan û ji alyê artêşê ve hatibûne parastin.


Li Roma Barzanî ligel Silvio Berlusconi civiya

AVESTA/Xebat: Serokwezîrê Îtalya Berlusconî civiya li dîwana serokwezîriyê pêşwaziya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Di vê hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê bi giştî li ser rewşa Kurdistanê bi taybetî hate rawestandin. Di vê hevdîtinê de aliyê Kurd ji şîrketên îtalî daxwaz kirin ku di avakirina Kurdistanê de beşdar bibin. Aliyê Kurd ragihand ku li Kurdistanê ewlekarî heye. berdewam


Nesrîn Berwarî û Ghazî Yawer hev berdan

AVESTA/Medya: Hate ragihandin ku Nesrîn Berwarî (34) Şêx Ghazî Yawer ev meheke hev berdane.

Rojnameya heftane Medya di nûçyeke xwe de nivîsand ku wezîra Şarewanî ya Iraqê Nesrîn Berwarî û cîgirê serokomarê Iraqê Şêx Ghazî Ucêl Yawer ev meheke hev berdane û ligel hev najîn.

Ev nûçe ji tu aliyên din ve nehate piştrastkirin. Weke tê zanîn Nesrîn Berwarî jina 3. ya Ghazî Yawer. Û ji ber vê yekê Nesrîna ku bi eslê xwe Kurd e, ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve hate rexnekirin.  


Li Wanê mayînek teqiya: 3 leşker hatine kuştin

Li navçeya Başkale ya girêdayî Wanê mayîneke ku PKK bi cih kiribû  teqiya û di encama teqandina wê de 3 leşker hatine kuştin.

Di nava kuştiyan de çawûş Ramazan Kurumeydan û 2 leşkerên din hene. Hate ragihandin ku artêşî li dijî gerîlayên PKK li herêmê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.


Serokê Kurdistanê li Vatîkanê ye

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî serdana Nemsa û hevdîtina ligel serokkomar Hans Fischer, îro çû serdana Benedictus XVI Joseph Ratzinger. Li Vatîkanê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di nava şandeya kurdî de bû .


UNESCO NEWROZê weke mîrasa kultura resen îlan dike

Parîs-AVESTA: UNESCO amadekariyê dike ku cejna NEWROZê weke mîrasa çanda resen ragihîne. Juriyeke ji 20 zanyaran gotûbêj dikin ka gelo roja Newrozê dikare bibe rojeke navnetewî û tatîlê.

Heya niha ne diyar e, lê eger ev 20 zanyar biryarê bidin, wê NEWROZ bibe rojeke navnetewî û di wê rojê de wê tatîl be.

Di Tebaxa 2004 de çend welatan (Hindistan, Pakistan, Iran, Afganistan...) projeyek pêkêşşî UNESCO kiribû jê xwestibûn ku roja NEWROZê weke roja mîrasa kultura resen û navnetewî îlan bike. (ANF)


ÇEND SERPÊHATÎ ji DÊRÎKa Hemko  

DÊRÎK-AVESTA: TEVN a çand û huner a kurdî –DÊRÎK roja 11.11.2005 an şevek li ser kevnetora me li darxist, pêşî şehîdên zarok yên sînema AMÛDÊ hatin bi bîranîn û kêlîk bê deng li ser giyanê Hemî şehîdên Kurdistanê Rawestiyan, mamoste REMEZAN çend serpêhatî ji kevnetora kurdî berhev û amade kiribûn, serpêhatiyên ko mirovê... berdewam


Sernûserê Hawlatî dest ji kar berda

AVESTA- Sernivîserê rojnameya Hawlatî Aso Herdî dest ji kar berda. Li şûna Herdî Twana Osman bû sernûsera rojnameya Hawlat. Her wiha ligel Aso Herdî Şiwan Mihemed jî ragihand ku wî jî dest ji karê xwe berdaye. Rojnameya Hawlatî ji sala 2000 li Silêmaniyê derdikeve û yek ji wan ..(berdewam)


Serokê Iraqa Federal Mam Celal gihişte Viyena

AVESTA/PukMedia: Serokomarê Iraqa Federal Celal Talabanî ligel xanim Hêro Ehmed û şandeya ligel bi serdaneke fermî gihişte paytexta Nemsa Viyena. Li Viyena serok Talabanî ligel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinek pêk anî. Serokwezîr Nêçîrvan ragihand ku wan di vê hevdîtinê agahdarî di derbarê serdana xwe ya Emerîka û Brîtanya de dane Talabanî. Li Viyena her wiha Talabanî serokê Nemsa Hans Fischer jî dît.


Bi 6 mîlyar dolar ji îdamê rizgar bû

Avesta/ajans: Li Çînê dewlemendekî ji bo ku ji îdamê rizgar bibe hemû milk û malê xwe pêşkêşî dewletê kir.

 

Li gora biryara dadgehê wê roja 14 Cotmehê YUAN Baojing (39) bi fişekekê bihatiba kuştin, ew mehkûmê îdamê bû. Lê belê berî pêkanîna biryara îdamê bi rojekê diyar bû ku jina wî hemû milk û malê mêrê xwe (6 mîlyar dolar) xelatî dewletê kiriye.

Piştre jî pêkanîna biryarê hate rawestandin. YUAN Baojing (39) bi sûcê kuştina karkerekî xwe hatibû bi îdamê hatibû mehkûmkirin. Jina YUAN Baojing berdewam


Şemdin Sakik dixwaze li zindanê malperekê bi navê xwe veke

AVESTA-Yek ji berpirsiyarên PKK yên berê Şemdin Sakik (Parmaksiz Zeki) ji bo vekirina malperekê bi navê xwe serî li îdareya zindanê da. Weke tê zanîn Sakik niha li zindana Diyarbekirê (E Tipi) girtiye.

Sakik bi laptopa xwe ji hucreyê 3 pirtûk nivîsandine: Apo, Ji Şemdin Saik name, Esareta Şidetê. Li gora hinek çavkaniyan Sakik bi computera xwe rojê 2-3 saatan dikeve internetê.

Sakik dixwaze navê malpera xwe bike: Semdinsakik.com


"Thank You Amerika!"

Li Emerîka reklama Kurdistanê

Yek ji mezintirîn kanalên televîzyonê li Emerîka Foxnews di bin navê Iraqa din: Kurdistan reklamek belav kir. Di vê reklamê de Kurd spasiya Emerîka dikin: Thank You Amerika! Reklam 29 saniyan dirêj dike. Di reklamê de Kurd ji karmendên Emerîkî dixwazin biçin li Kurdistanê û di avakirina Kurdistanê de cih bigirin(diyarbekir.net). temaşe bike


Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serokomarê

Nemsa Heinz Fischer hevdîtinek pêk anî...

Viyena/AVESTA: Li Washingtonê Barzanî ligel G. W. Bush, li Londonê ligel Tony Blair û li Berlînê ligel Angela Merkel serok Barzanî hevdîtinên watedar pêk anîn.

Li Viyena jî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serokomarê Nemsa Heinz Fischer hevdîtinek pêk anî... 

Heinz Fischer bi germî pêşwaziya serok Barzanî kir û diyar kir ku em pêşwazîkirina serok Barzanî bextewar e. berdewam


Izzet Durî cîgirê Seddam Husên mir

 

 

Kesê duwemîn di rêjîma Baas de Izzet Durî ku Emerîka biryara girtina wî derxistibû, di encama nexweşiyekê de mir.

 

Partiya Baas ya tunekirî daxuyaniyek belav kir û mirina wî ragihand.


Derhênerê Surî-Hollywoodî xwediyê fîlma Omer Muxtar Mustafa Akkad di teqandinên Urdunê de hate kuştin

AVESTA-Derhênerê Surî yê navdar, xwediyê fîlma Omer Muxtar (Antony Quinn rola wî lîstibû)  Mustafa Aqad (68), di teqandinên Urdunê de tevî keça xwe (Rîma) hate kuştin. Weke tê zanîn li paytexta Urdunê li Ammanê roja 9.11 li sê otelan teqandinên intîharî çêbûbû û di encamê de bi kêmanî 56 hatibûne kuştin û bi sedan birîndar bûbûn. Piştî êrîşê bi du rojan rêxistina Al Qaîde-Bilad El Rafîdeyn ku terorîst Abu Masab Al Zarqawî rêberiya wê dike daxuyaniyek belav kiribû û çalakî hilgirtibû ser xwe.  Mustafa Akkad bi xwe ji bajarê Helebê bû. 


Xelatgirekî Nobelê 2 sal ceza xwarin

 

AVESTA: Sala derbasbûyî, John Robert Schrieffer (74) ku di sala 1972 de xelata Nobelê ya fîzîkî standibû, otobomîl bi lez ajotibû kesek kuştibû û 7 birîndar kiribûn.

 

John Robert Schrieffer otomobîla xwe ya sport li ser 160 km. ajotibû.

 

John Robert Schrieffer bi xwe li zanîngeha Florida profesorê fîzîkî ye.

 

Berî niha jî ji ber ajotina bi lez 9 caran cezayê trafîkê xwaribû. Dadgehê 2 sal ceza dane John Robert Schrieffer, çaverê tê kirin ku ew li zindaneke herêmî 8 mehan girtî bimîne.


Li Batmanê 2 cînayet:

 

- Abdullah Solmaz bi kêrê hate şerjêkirin

- Tehsîn şahîn kuştî hate dîtin

 

Batman/AVESTA:  Birayê Edîp Solmaz, ku di sala 1979 de serokê belediya Barmanê bû, û piştî ku hatibû hilbijartin hatibû kuştin, Abdullah Solmaz di roja dawiyê ya cejnê de di mala xwe de kuştî di nava xwînê de hate dîtin. Abdullah Solmaz (49) bi serê xwe li Barmanê dijiya û nezewicî bû... berdewam


Mam Celal gihişte Roma

 

AVESTA-PukMedia: Serokê Iraqê Celal Talabanî bi serdaneke fermî gihişte paytexta Italya Roma. 

Li balaforgehê gelek şexsiyet, siyasetvan û dîplomatan pêşwaziya Mam Celal kirin.

Di daxuyaniyeke çapemeniyê de li balafirgehê Talabanî armanca serdana xwe anî ziman û diyar kir û armanca wî ji vê serdanê ewe ku pêwendiyan di navbera Iraq û Îtalya de xurt bike.


 

 

Hejmar 95

Mijdar (2005)


Kurdên Turkiye û...

Salim Hassan/Lubnan


DAMEZIRANDINA

ÇAPXANA KURD

Hemreşê Aştî


Wêje ya berxwedaner

- 1 -

Heyder Omer


Semînera Ehmed Onal

di "Konferansa Standertkirina

zimanê kurdî" de li Diyarbekirê

 

Ehmed ONAL


Kurtepirsyar

Salih Kobanî


Şêr û mişk

Nevzat Bayram


Tu tu

 

Brahîm Mehmûd


PîVANA TERORÎZMÊ CIYE

Û TEROTÎST KIYE?

BAVÊ WELAT


NOJDAR

CIWAN DÊRIKÎ

(Dêrîka Hemko)


“Yeke ku 30 salî hunermendiyê

dike li kêleka te rûniştiye

birayê Miço…”

Dilbixwîn Dara


DAXÛYANIYEK JI

Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur li ser Bûyerên Şemzînan

>>>


Di mesela “Îlana Şamê” de:

“Ra li Axa dibe lê li Axmezûtan nabe”

Faruq Hecî Mistefa


Şemzînan:

Cihê ken û girînê!

Evdile Koçer


Miçhim (çîrok)

Dilbixwîn Dara


Nexwaşê bêderman

Celîlê Celîl


TIFAQ Û RASTÎ

Eskerê BOYÎK


GOŞT XWEŞE LI

BER GIRARÊ

Miço Kendeş


Li Dijî Calvin Castellio an...

Fadil Özçelik


Ez ji rastiya vê Mezopotamiyayê

bi guman im!.

Mihemed Elî, Efrîn


SOBARTO

Fadil Temo


KELA DILÊ MIN...

Bavê Welat


Romana Firat Cewerî,

Payiza dereng derket

 


Cegerxwîn

Konê Reş



"Penaber"

 ©www. avestakurd. net    2001-2005