Hejmar 96

ev reklameke

 

Kompanya Dîlan Sersalê li

San Diego pîroz dike

ev reklameke

 

Mala Kurd li Toronto

(Canada)

sersalê pîroz dike

Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane ... Kurdish Daily News... Chefredakteur: Dilbixwîn Dara     avesta@avestakurd. net      P.O.BOX: 1403,  53004 BONN-GERMANY

Medya Kurdî

Partiyên Kurdî

Saziyên Kulturî

Medya Tirkî

Medya Erebî

Arşîv


Li radyoyên kurdî guhdarî bikin

FM 2000

RadioSBS

D. Emerika


Mala Kurd li Toronto

(Canada)

sersalê pîroz dike


Sero Qadir

Hevpeyvînek ligel berpirsyarê

Ragihandina Navendî

ya PDK birêz Sero Qadir  


Berpirsiyarê Pêwendiyên 

Derve yê PDK-Iran

Xusro Abdullahî

ji bo AVESTA axifî  


Serokê "Partiya Netewa Îraqî" Mîthal Alosî ji bo AVESTA axifî


Qado Şêrîn nîşan kir


Karîkatureke hunermend

Miço Kendeş


Mam Celal bû Hecî...



 

Hevpeyvînek ligel

Yaşar Kaya


Kawa Mewlûd

Hevpeyvînek ligel

Sernûserê rojnameya 

 dirêjiya hevpeyvînê


Ji bo kesên ku di sînorê

Hecî Omran re derbasî başûrê

Kurdistanê dibin:


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya Peyamî Kurdistan

li Mehabad Nasir Babaxanî


Hevpeyvînek ligel

Behman Qobadî


Hevpeyvîna li gel

hunermend Fatê


Hevpeyvîna ligel Çîroknivîs

Hesenê Metê


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya EVRO Behcet Hirorî


Hevpeyvînek ligel

sernivîserê rojnameya

Medya Ako Mihemed


serokê PSK yê berê

 Kemal Burkay

di hevpeyîneke taybetî de


Wezîrê Rewşenbîrî yê

Hikûmeta Kurdistanê-Hewlêr

 Samî Şoreş ji bo Avesta:


Hevpeyvînek ligel Serokê 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok 

Hesen Silîvanî:  


Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên

Zêrevan General Ezîz Weysî:


Musteşarê N. Barzanî yê

 rewşenbîrî û berpir. 

Dezgeha Aras 

Bedran E. Hebîb


Hevpeyvînek ligel rojnamevan

Farûq Hecî Mistefa


Dilbixwîn Dara

Sernivîserê AVESTA serokê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî ziyaret kir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Bîraya kurdî ROJ di Washington Post de

Avesta: Nedana lîsansê ji bo bîraya kurdî ROJ ji aliyê berpirsiyarên Tirk ve bû mijara yek ji mezintirîn rojnameyên cîhanê Washington Post.

Washington Post dinivisîne ku ev 18 mehin berpirsiyarên bîraya ROJ li bendê ne ku lîsansê bistînin, lê belê nikarin bi dest xwe ve bînin. Bîraya ROJ li paytexta Nemsa li Viyena tê amadekirin.

Bîraya kurdî ROJ bi slogana “Gulpek Azadî” derketiye.

Washington Post  diyar dike ku nûnerê Bîraya ROJ li Tirkiyê ji aliyê hêzên Ewlekariya Tirk ve bi şev ji mal hatiye derxistin û pêre tehqîq hatiye kirin.

 

berdewam


Rehîneya Alman ya berê Susanne Osthoff: „Navendeke çandî li Hewlêrê ava dike“  

 

AVESTA: Arkeologa Alman Susanne Osthoff dixwaze di projeyeke avakirina nevendeke kulturî de li Hewlêrê cih bigire.

Susanne Osthoff li Iraqê ji aliyê grûpeke terorîst ve hatibû girtin, piştre bi awayekî ku heya niha eşkere nebû ye serbest hate berdan.

Xanim Osthoff dixwaze li Kurdistanê bijî û projeyên xwe yên kulturî berdewam bike.

berdewam


Hevpeyvînek ligel helbestvan Selwa Gulî

 

Fadil Özcelik

Min Selwa Gulî bi helbestên wê yên di malpera Tîrêj de tên weşandin naskir. Yek ji taybetiyên helbestên hêja Selwa ku bala min kişand ew bû ku ji dil hatibûn nivîsandin. Selwa ne tenê liser maseyekê rûdinişt û ji xwe re rûpelek bi bêjeyan dadigirt. Di helbestan de gellekî eşkere

 

berdewam


Kî li pişt vê tevlîhevî û bêhurmetiya Kemal Qadir e?!

 

Tengezarê Marînî

Di van demên dawî de û bi taybetî van serkeftinên mezinên yên li başûrê Kurdistanê bi dest xistine- Ev destkeftinên ku hemî parçeyên Kurdistanê mefa jê werdigirin- hişê nehezên miletê kurd hejand û li hev êxist.

 

Di berî şerê rizgarkirina Iraqê de û ta vê rojê, helwest û bizavên kurdan, bizavên pir hêja ne û tenê di berjewendiyên gelê kurd de ne. Di vê qûnaxê de serkirdayetiya kurdistana başûr bi Duplomasiyeke zîrekane beramber pîlan û lîstikên siyasî yên qûnaxa nû rawestiyan, di vir de jî berjewendiyên kurdan û hêzên hevpeyman di hinek xalan de gîhane hev, ev bû sedema dûrkirina Turkiya ji qada Îraq û Kurdistanê... 

 

berdewam


Kurd û demokrasî

 

Heyder Omer

- Bikaranîna demokrasiyê xweamadekirin jê re divê, xweguhertin,

ne xwepînekirin, jê re divê.

- Her ku bergeh di navbera gotin û kirinan de fireh dibe, ewqas jî karînên miletan di wê bergehê werdibin, û ji hêz dikevin.

- Civaka gundîtî û bi paş ve mayî rexneyê wek sedema xirabkirinê dibîne.

- Guftugowên Kurdî li ba Kurdan pêrgî guhên guhdar nabin.

- Xuya ye, ku siyasetmedarên me hîn nbûne, ku cemawerê

Kurd nema tenê guhdar dimîne, belê rola hevpeyvîner jî standiye.

 

berdewam


Kitêba Giranbuha

Eskerê BOYÎK

Sitiran, reqas û sazbendya kurdî, çawa şaxekî hunurmendiya Rojhilatê ya xweyî xisûsî û dewlemend timê jî bala zanyarên gelên cînar û eweopî kişandye ser xwe û bilind hatiye qîmetkirin. Hê destpêka sedsala 19 an ji ailyê gelek nivîskar, zanyar, dîplomat, mûzîkzanên biyanî da gelek stran ji zarê dengbêjên Kurd hatine girtin, weşandin, li arşîv û kitêbxanên welatên cuda da heta niha jî tên xweyîkirin... Salên sîyî girtî (sedsala borî) gelek zanyarên Kurd jî: wek Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Ordîxan û Celîlê Celîl, Nûra Cewarî, Cemîla Celîl li weletên Sovêtstana berê û usan jî seydayê mezin Cegerxwîn, gelek zanyar, nivîskar, rojnemevanên Kurd e din li welêt û dervayî welêt ketine di nav vî karê welatparêzî pîroz... Karne piraktîke mezin ji alyê radyîoya Yêrêvanê ya Kurdî û Têlêvîzyon û radyoyên Kurdîye din va hatye û niha jî tê kirin...

 berdewam


Xelata Rêzgirtinê ji bo Keremê Seyad

Hewlêr/AVESTA: Wezareta Rewşenbîrî ya herêma Kurdistanê xelata Rêzgirtinê da birêvebirê radyoya Yêrîvanê-beşê kurdî Keremê Seyad.

 

Keremê Seyad dirêjiya 45 salan di radyoya Yêrîvanê de xizmet kiriye.

Ew di sala 1938 gundê Mekoyî li navçeya Talîn ji dayîk bû ye.

 

Wezîrê Rewşenbîrî Samî Şoreo di dema dayîna xelatê de got: cihê Radoya kurdî li Yêrîvanê di nava medyaya kurdî de cihekî berz û bilind e. cihekî taybetî heye. Keremê Seyad nêzîkî 50 salî di vê radyoyê de xebitî ye… cihê rêzgirtinê ye.

 

Keremê Seyad jî ji aliyê xwe ve behsa serdana nemir Mele Mistefa Barzanî ji bo radyoya Yêrîvanê kir û got: di sala 1958 de nemir... berdewam


Dadgehkirina Seddam Hisên berdewam dike

 

Îro (21.12.05) di bin sperperiştiya dadger Rizgar Mihemed Emîn de, dadgehkirina Seddam Hisên û 7 hevalbendên wî, di doza Dicêl de de berdewam kir. Şahidê bi navê Elî Hesen Mihemed Al Heyderî (foto) ku 7 birayên wî hatibûne îdamkirin derkete pêşiya dadgehê û rojên îşkencekirina xwe û serpêhatiyên ku dîtine anî ziman.

 

Tiştê balkêş di vê rûniştinê de ew bû ku Seddam bêdeng bû.

Dadger Rizgar di vê rûniştinê de, islûbê wî hinekî dijwartir bû.


Serokê Kurdistanê pêşwaziya hunermendê Kurd Şivan Perwer kir

AVESTA: Li Selaheddîn serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya hunermendê Kurd Şivan Perwer.

Barzanî di vê hevdîtinê de li ser rola hunermendê Kurd di şoreşa azadiya Kurdistanê de rawestiya û bilind nirxand.

Barzanî diyar kir ku Şivan Perwer ji bo êş û azadiya gelê Kurd stran gotine û bi salan xizmeta şoreşa Kurdistanê kiriye... berdewam


Li Ruha malbateke Kurd keça xwe bi zincîrê girêdan

Ruha/AVESTA: Li bakurê Kurdistanê li navçeya Akçakale ya girêdayî Ruhayê, malbata bi navê Bilmen keçika xwe ya 13 salî ji ber ku hinekî dîn e, bi zincîrê girêda. Malbata Bilmen ya ku li taxa Fatih Sultan Mehmet rûdine, ji ber nebûna derfetên aborî nikarin keça xwe Xedîce Bilmen (13) derman bikin. Kesek xwedî li Xedîceya 13 salî dernakeve. Xedîce, ji bo ku ji hewşa malê dernekeve wê bi zinzîrê girêdidin. Diya Xedîce Sebîha Bilmen diyar dike ku keçeke wê din jî heye bi navê Eyşê, ew jî ne temam e. Zilamê malê Cuman Bilmen bêkar e.. . berdewam


Ew Dest li

Beramberî...

Xizmeta Tirk û

Tirkîyayê!!!

17 Kanûnê 61´mîn Salroja Bilindkirina Ala..

Hunermendekî Kurd ÎSSA

 Hêvîdar Zana

Ehmed Onal

Kakşar Oremar

Selîm Hesen


Şivan Perwer ji aliyê waliyê Duhokê ve hate qebûlkirin

Duhok/AVESTA: Hunermendê mezin Şivan Perwer çû Duhokê. Li Duhokê Şivan ji aliyê waliyê Duhokê Temir Remezan ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtin li parêzgeha Duhokê pêk hat. Di hevdîtinê de fermandarê Pêşmergeyên Zêrevan General Ezîz Weysî jî beşdar bû.

 

Her wiha ligel Şivan Perwer Dr. Fazil Omer, Şakirê Xido, Keremê Seyad û gelek hunermendên herêmê beşdar bûn.

Parêzgerê Duhokê hêvî kir ku mêvan demeke xweş li Kurdistanê derbas bikin (xebat)


Çend dîmen ji hilbijartinên Almanya (Köln)

Foto: AVESTA

Li Almanya bajarê Köln Kurd û Îraqiyê ku li eyaleta NRW dijîn hatine ser sandiqên hilbijartinê. Hatina Kurdan gelekî balkêş bû. Hatina wab bi def û zirneyan, bi otubus û alên rengên bal her kesî dikişande ser xwe.

Me ji kê dipirsî, digot “me dengê xwe da lîsteya Hevpeymana Kurdistan (730)” 

Ji we re me ji hilbijartinên Köln çend wêne girtin. Fermo lê temaşe bikin: foto


Hunermendên Kurd lîstina bi kultura kurdî şermezar kirin  

AVESTA: Hunermendên Kurd di bin navê “Însîyativa Hunermendan” de, li Istanbulê konferanseke çapemeniyê lidarxistin û têde lîstina bi kultur, ziman û muzîka kurdî li Tirkiyê şermezarkirin.

Bi navê hunermendan Nilûfer Akbal aixifî û got: “di TRT de û li televîzyonên din li ser Kurdan rêzefîlm têne pêşkêşkirin, ew bi vî awahî bi ziman û mûzîka kurdî dilîzin…”  

Însîyatîva Hunermendan diyar dike ku ewê bi her awahî bixebitin ku çand û hunera Kurdî biparêzin. Li aliyê din Akbal di axaftina xwe de diyar kir ku ew rastî sansuran tên.

Nilûfer axaftina xwe berdewam kir û got ji hemû hunermendên Kurd tê xwestin ku hişyar bin û nehêlin wiha bi kultura kurdî were lîstin û bibe bazareke ticaretê.

Hunermendan nameyeke xwedîderketina li çand û hunera kurdî belav kirin.  

 

berdewam


Celal Talabanî: “Pêwendiya ligel birayê min Mesûd Barzanî di 

xweştirîn dem de ye”

AVESTA: Serokê Îraqê Mam Celal Talabanî li ser pêwendiya xwe û serokê Kurdistanê Mesûd Barmanî axifî û got: “Pêwendiya wan ewqas baş, di nava endamên partiyekê de wiha têkiliyên baş nayên dîtin…”

Serokê Îraqa Federal Mam Celal beşdarî programa “Mîne El Iraq” ya kanala televîzyona Al Arabiye bû û bersiva pirsên li ser pêwendiyên wî ligel Barzanî da.

  Talabanî got, “em ji her demê bêhtir nêzîkî hev in… gotina me ji bo berjewendiya pirsa Kurdî û Kurdistanê yek e, em di heman nêrînê de ne...” berdewam


Şivan Perwer gihişte Hewlêrê

AVESTA/PNA- îoj (13.12.05) serê sibehê hunermendê Kurd yê mezin Şivan Perwer gihîşte balefirgeha nêvdewletî ya Hewlêrê.

Şivan Perwer  ji alîyê birêz Sero Qadir berpirsê nivîsgeha navendî ya rewşenbîrî û ragihandina Partîya Demokratîya Kurdistanê ve û herweha ji alîyê desteyê hunermendan û rojnamevanan û rewşenbîran ve jî hate pêşwazîkirin.

Hunermend Şivan Perwer katijmêr 6:40 vê sibê gihîşte Kurdistan, sebaret mebesta wî ji vê hatinê bo Kurdistanê şivan got: Ez hatime Kurdistanê bo ewê ku pêwîete em hemû cemawerê Kurd hanbidin ta ku başdarîyê di proseya hilbijardinan de bikin.
Hêjayî gotinê ye ku Hunermendê Kurd Şivan Perwer ta dawîya proseya dengdanê li Kurdistanê dimîne. Kurê Şivan Perwer Serxwebûn jî ligel wî ye.


Dezgeha ARAS xelatên helbestvana Kurd belav kirin

 


Di teqandineke mezin de Parlamenterê Libnanî Cibran Tiwênî hate kuştin

Avesta: Li paytexta Libnanê li Bêrutê nivîskarê rojnameya Al Nahar, rojnamevan û parlamenter Cibran Tiwênî hate kuştin.

 

Tiwênî di encama teqandina otomobîlekê de hate kuştin.

Tiwênî di nivîsên xwe de li dijî rêjîma Suriyê derdiket.

Di teqandibê de 3 kesên din hatine kuştin û 10 birîndar bûn. Çavdêrên siyasî rêjîma Suriyê tewanbar dikin.

Lê belê wezîrê ragihandinê yê Suriyê ev ittîham red kir û got dijminên Suriyê bi karekî wiha rabûne...


Li zanîngeha Mugla li Tirkiyê axaftina bi kurdî qedxe ye

AVESTA: Xwendekarên zankoyê yên nijadperest (ji grupa ciwanên partiya nasyonalîst MHP)texmîn dema ku texmîn kirin ku xwendekarê bi navê O.T. bi kurdî diaxife, êrîşî wî kirin

  O.T. bi erebî diaxifî, lê ji ber ku xwendekarên ji MHP nikaribûn erebî û kurdî ji hev cuda bikin, li cem wan jî axaftina bi kurdî qedexe ye û rê nadin xwendekarên Kurd bi hev re bi kurdîbiaxifin, êrîşî xwendekarê bi navê O.T. kirin û ew bi kêran birîndar kirin.   Hevalên kesê birîndar êrîş protesto kirin.(aa)


10 mîlyon dolar ji bo avakirina zanîngeha Emerîkî li Silêmaniyê

Bingeha Zanîngeha Emerîkî li Silêmaniyê hate danîn

AVESTA: Serokê Îraqê Celal Talabanî ligel sefîrê Emerîka li Iraqê Zalmayî Xelîl Zade û wezîrê Plankirinê yê Iraqê Berhem Salih, serokwezîrê hikûmeta Silêmaniyê Omer Fettah û gelek akademisyen û beşdaran, bingeha Zanîngeha Emerîkî li Silêmaniyê danî. Omer Fettah di dema danîna kevirê yekemîn de spasiya xwe ji bo Mam Celal û hikûmeta Emerîkî pêşkêş kir û li xwendevanan pîroz kir.Fettah got: “wê ev bibe zanîngeha 3. li rojhilata navînberdewam


Raporeke berfereh li ser şevbêrka bîranîna 

Mehrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê li bajarê Dêrika Hemko

Berhevkirin: Komîta Amadekirina Şevbêrkê >>>


Rojîn bi ticarekî Kurd re zewicî

AVESTA: Stranbêj û şanogera Kurd Rojîn zewicî

Şahiya zewaca Rojîn li bajarê Uppsala li Swêdê pêk hat.

Rojîna ku bi bedewî û dengê xwe di dilê hezkiriyên xwe de ich girtiye, roja 02.12 pişta xwe bêkariyê. 

Gelo wê Rojîn li Swêdê bimîne yan jî li Tirkiyê hîna ne diyar e. 

Piştî zewacê wê tempoya Rojîn derbasî çi radeyê bibe, ne diyar e...

 berdewam


Festîvala Helbestvana Kurd Mestûre Erdelan dest pê kir

Hewlêr/AVETSA: Li başûrê Kurdistanê li Hewlêra paytext konferansa helbestvana Kurd ya Sineyî (ji rojhilatê Kurdistanê) Mestûre Erdelanî dest pê kir.  Di axaftina vekirinê de şêwirmenda serokweîzrê Kurdistanê ya kar û barên Jinan Mehabad Qeredaxî, bal kişande ser rola jina Kurd û di kesayetiya Mestûre Erdelan de anî ziman. Serokweîzrê Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî di axaftina xwe de li ser huner, edebiyat û wêjeya kurdî axifî û got, ew amade ne bi her awahî piştgiriya xebatên rewşenbîrî bikin.

Konferans bi serpereştiya Dezgeha ARAS hatiye amdekirin, wê li Otêla Xanzad konferans bi beşdarbûna gelek panelîstan ji her çar beşên Kurdistanê berdewam bike. (Peyker ji aliyê Hunermendd Hadî Ziyadîn ve hatiye amadekirin)


Xebata ji bo hilbijartinê ji her alî ve berdewam e

HASAN ALÎ HASAN/HARÎR

 

Hefteyek ji hilbijartinan re ma, xebata hilbijartinê bi hemû hêz û lezbûna xwe berdewam e.  

Bi vê mebestê, Serleşkerê giştî yê Pêşmergeyên Zêrevan General Ezîz Weysî (foto) ligel şandeyekê çû serdana serleşkeriya Pêşmergeyên Zêrevan li Spîlkê ya girêdayî navçeya Herîr... berdewam


Bûyerên Duhokê: 3 kuştî, 25 birîndar 

Serokê Kurdistanê Barzanî êrîş şermezar kir

 

Mesûd Barzanî got:

„Em kiryarên wiha şermezar û red dikin, li Kurdistanê hemû rêxistin û partî di çerçeveya zagonan de di xebata xwe de azad in… em rê nadin şidetê…“ Çaverê tê kirin ku serok Barzanî biçe serdana bargeha Partiya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê.


Daxuyaniyeke girîng ji Şivan Perwer

Bonn/AVESTA: Ji hunermendê navdar Şivan Perwer di derbarê tendirustiya wî de daxuyaniyek bi riya e.mailê daxuyaniyek gihişte AVESTA. Em li jêr bi temamî belav dikin:

 

"Ji Giştîya Gelê me yê hêja, evîndar, dilxwazên gel, welat, muzik û  hunerê re

Ji demek dirêj ve ye ku ji ber çend cuda sedeman ez ketim nava stres, bêhntengiyake giran, bi eş û nexweşî. Deng, hest, enerjî û hêza livbaziya min sekinîn û bi min re ketin şerê. Lê bi doz û daxwazîya pêşeroja welat û gel, nirxê xizmeta hezkirin û pêşxistina muzîk û huner, berdewam


Abdullah Öcalan: Em ne weke Çeçenistanê

serxwebûnê dixwazin ne jî Federasyonê…“

 

AVESTA: Di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re (30.11.05) serokê PKK Abdullah Öcalan diyar ku ew hîn li ser projeya Komara Demokratîk îsrar dike.

 

Ocalan berdewam kir û got: „daxwaza me diyar e, em ne weke Çeçenistanê serxwebûnê dixwazin ne jî Federasyonê… ez di çerçeveya dewleteke unîter de ez çareseriyeke demokratîk dixwazim…“

 

Ocalan dibêje, ew hîn jî şêweya Komara Demokratîk diparêze…  

berdewam


Serokê belediya Hezro ji mirinê xelas bû

Tîmeke çekdar îro xwestin serokê Belediya Hezro ya girêdayî Diyarbekirê Hamit Ergen bikujin. Li gora itîrafkarekî di nava tîmê de, ji bo kurştina Ergen grupek hatiye amadekirin.

Îtîrafkar dibêje wî xwe ji nava grupê kişandiye, û çûye cem serokê belediyê itîraf kiriye. (anf)


Hevdîtineke rewşenbîrî (kurdî-erebî) li ÎMARAT

Dubai-Sharîqa/AVESTA: Li Îmarata erebî, li bajarê Sharîqa li Otela Holiday International hevdîtineke rewşenbîrî mezin di navbera rewşenbîrên Kurd û Ereb de pêk hat. Di hevdîtina di bin rêberiya saziya rewşenbîrî SEMA de, gelek rewşenbîr, nivîskar û helbestvanên Kurd û Ereb beşdar bûn.

Berdevkê fermî yê SEMA Hac Arif Remedan bixêrhatina ....berdewam


Serokê Kurdistanê di konfiransekê de li gel Kurdên Feylî

PNA- Ev roj katjmêr 11 bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û hejmarek ji endamên herdu serkirdayetîyên Partîya Demokrata Kurdistanê û Yekîtîya Niştimana Kurdistanê û serokê Parlemana Kurdistanê û bi sedan kesên Kurd yên bi nav û deng ji Kurdên Feylî konferansa “Kurdên Feylî û rola wan di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de”li hotêl aXanzad li bajarê ... berdewam


Fehmî Balayî bû serokê Înstîtuya Kurdî li Berlînê

Berlin/AVESTA: Di kongreyeke awarte de Fehmî Balayî ji bo seroktiya Înstîtuya Kurdî ya Lêkolîn û Zanistê hate hilbijartin.

Di vê kongreyê de komîteyek ji 5 kesan hate hilbijartin.

Hilbijartina Balayaî ji bo înstîtuyê weke qonaxeke nû ya xebatê tê dîtin.

Weke tê zanîn Enstîtuya Kurdî ya li Berlînê di sala 1994 de hate avakirin.

Lê di van salên dawiyê de tu xebateke cidî pêk nehanî bû.

Fehmî Balayî di sala 1963 de li Herêma Berwarî Balayê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî li Gundê Mayê pêk aniye. Xwendina navîn li Dihokê xwendiye. Li Mûsilê “Peymangeha Hunerên Ciwan Besha Shêwekariyê” qedandiye.

Di sala 1991 an de li Dihokê bûye Serokê Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê.

Fehmî Balayî hevserê Helbestvan Hêvî Berwarî ye û ew bi navê Komate (12 salî) û Agirî (11 salî) xwediyê du zarokan in.


Rêxistina Efûyê ya Navnetewî ai: “Li Sûriyê 38 rengên îşkencê hene

 

 

 

 

AVESTA: Rêxistina Efûyê ya Navnetewî raporek belav kir û têde ragihand ku li Suriyê girtî têne îşkencekirin. Rêxistinê ji rêjîma Suriyê xwest ku dawiyê li îşkencekirinê bîne. Rêxistina Efûyê diyar kir ku xwendevanekî ku xwendevanekî tipê bi navê Mistefa Omer (19) ji roja 6 îlonê ve di bin îşkencê de ye. Rêxistin ragihand ku Omer li Şamê di zindana îstîxbaratê de ye (Şaxê Al Fayhaa). Li gora agahdariyan di vê zindanê de girtî pir xerab têne îşkencekirin. Di daxuyaniya rêxistinê de diyar dibe ku li Suriyê 38 rengên îşkencê hene.


Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî li Parîsê li Meclîsa Netewî ya Frensî hevdîtineke dîplomatîk pêk anî

Dilbixwîn Dara ji Parîsê radigihîne

 

Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî li paytexta Fransa li Parîsê li Meclîsa Netewî ya Frensî hevdîtineke dîplomatîk pêk anî.

 

Zêbarî li Parlamentoyê ligel parlamenter û endamên pêwendiyên derve civiya.

 

Di hevdîtinê de serokê komîsyoya Pêwendiyên derve di meclîsê de Eduard Bladour ji Zêbarî re diyar kir ku ew hêvîdarin pêwendiyên wan her berdewam bin û her ku biçin xurttir bibin. Bladour got bi qasî ku ji dest wan were ewê piştgiriya gelê Iraqê ji bo serkeftina hilbijartinan bikin. ...

berdewam


 

Di Konferansa kurdî de dîplomatê frensî Bernard DORIN nexşeya Kurdistanê çêdike

 

Sefîrê berê yê Fransa li pênc welatên mezin yên weke Japon, Brazîl, Afrîqa û li gelek welatên din, beşdarî konferansê bû û bi germayî piştgiriya doza Kurd kir û ji cihê xwe rabû nexşeya Kurdistanê çêkir û pêwîstiya Kurdistanê ji aliyê jeopolîtîk ve anî ziman (foto)

 

Konferansa Kurdî li Parlamentoya Fransî pêk hat

 

Parîs/AVESTA (taybetî): Li Parlamentoya Fransa rêxistina Hevbendî konferanseke berfereh di bin navê "Demokratîbûna Rojhilata Navîn û Pirsa Gelê Kurd" pêk hanî.

 

Di Konferansê de gelek rêxistin û partiyên kurdî û mêvanên ji beşên Kurdistanê yên cuda beşdar bûn. 

Ji başûrê rojavayê Kurdistanê Komîteya Karê Hevbeş (ji şeş partiyan pêk tê),  ji bakurê Kurdistanê PSK, PDK-Bakur, PWD, PIK, HAK-PAR... 

berdewam (sûretên konferansê)


 

 

Hejmar 96

Kanûn (2005)

Arşîva Avesta aktîv e

(2001-2005)

Kompanya Dîlan Sersalê li San Diego pîroz dike


Hunermend Şad sersalê

li Mosko pîroz dike


li Reqê pîrozkirina sersalê

 


Li Zaxo mudurê

asayîşê hate kuştin


15 sal ceza ji bo tacirê

çekên kîmawî yê Hollendî


PEYV-35 derket


HAJALNAMA

Hecelname ji bo weşana çanda Kurdî


Ev biraziya serokê 

Usama Bin Landen e


JI RAYA GIŞTÎ RE

Li Ser Bûyera

Dr. Kemal Seyid Qadir

Hasan Kaya


Piştî mehekê bi

nameyeke lêborînê 

Kemal Seyîd Qadir azad e


Der Spiegel:

„Destê Ehmedî Nejad di kuştina

Qasimlo de heye“


Albuma Şehrîbana Kurdî

Evîna Stranan

 derket


K O N F Ê R A N S

NEBÛNA MAFÊN

GELAN LI ÎRANÊ

Zaralî NIKRAWEŞ

Yekşem, 15.01.2006 – katjmêr 16

Navnîşan : Buroya Kurdî

Quai aux Pierres de Taille

(Arduinkaai) 11–1000 Bruxelles


Li gora çavkaniyên nefermî encama hilbijartinan li Hewlêrê,

Helepçe, Xaneqîn,  Zaxo, Duhok wiha ye:

 


Li Tirkiyê sextekarî ji bo berjewendiya Tirkmenan di hilbijatinên Iraqê de çêbû ye


Piştî "30" salî her bîranîna

Apê Mella Ehmedê Namî

li bîrê ciwantir vedijene

Mihemedê Seyid Husên

(Qamişlo)


Girîngiya rojîgirtinê û

hinek cejnên me Êzîdiyan

Kemal Tolan


Hevkarî bangî Kurdan

dike ji bo ku dengê xwe 

bidin lîsteya 730


Temenê “Internet

bû 15 sal


Çanda solan

Salih Cefer


Keça Kurd Hulya Avşar:

„Ez ji bavê xwe bi mesela

kurdî hesiyam“


Antolojiya çîrOkên kurdî

bi zimanê tirkî

Amadekar: Hasan Kaya


Kurdistan li ku ye;

Ey Dîroknas û Ey Coxrafîyazan?!

Selîm Hesen / Lubnan


Rahîbe Teresa:

"Tenê yek Xweda heye û

Ew Xwedayê herkesî ye"

Fadil Özçelik


DERBASÎBE JI TE RE,

DR. ŞIVAN PERWER

HESENÊ SEMSÛRÎ


Ezê Destaneke nû

biafirînim

Mihemed Elî, Efrîn

>>>


Wêjeya nivîskî ya kurdî de

(Zimanê Rojname,

TV, Kovar û Internetê)

Hesen îrandost


GulêSHOW

Miço Kendeş


Wêje ya berxwedaner

-2-

Heyder Omer


“Kurdên bi şeref

û namûs...”

Evdile Koçer


Evîn ÇÎÇEK li ber deriyê

dadgehê ye


Malbenda daxwazê

berê hêviyê

Lêkolîn

Brahîm Mehmûd


DAMEZIRANDINA

ÇAPXANA KURD

Hemreşê Aştî


Semînera Ehmed Onal

di "Konferansa Standertkirina

zimanê kurdî" de li Diyarbekirê

 

Ehmed ONAL


Kurtepirsyar

Salih Kobanî


Şêr û mişk

Nevzat Bayram


Tu tu

 

Brahîm Mehmûd


NOJDAR

CIWAN DÊRIKÎ

(Dêrîka Hemko)


Miçhim (çîrok)

Dilbixwîn Dara


TIFAQ Û RASTÎ

Eskerê BOYÎK


"Penaber"

 ©www. avestakurd. net    2001-2005