Hejmar 97... Çile 2006

 

Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane ... Kurdish Daily News... Chefredakteur: Dilbixwîn Dara     avesta@avestakurd. net      P.O.BOX: 1403,  53004 BONN-GERMANY

Medya Kurdî

Partiyên Kurdî

Saziyên Kulturî

Medya Tirkî

Medya Erebî

Arşîv


Li radyoyên kurdî guhdarî bikin

FM 2000

RadioSBS

D. Emerika


101 Saliya

Osman Sebrî li Hollanda


Hevpeyvînek ligel

Selwa Gulî


Sero Qadir

Hevpeyvînek ligel berpirsyarê

Ragihandina Navendî

ya PDK birêz Sero Qadir  


Berpirsiyarê Pêwendiyên 

Derve yê PDK-Iran

Xusro Abdullahî

ji bo AVESTA axifî  


Serokê "Partiya Netewa Îraqî" Mîthal Alosî ji bo AVESTA axifî


Hevpeyvînek ligel

Yaşar Kaya


Kawa Mewlûd

Hevpeyvînek ligel

Sernûserê rojnameya 

 dirêjiya hevpeyvînê


Ji bo kesên ku di sînorê

Hecî Omran re derbasî başûrê

Kurdistanê dibin:


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya Peyamî Kurdistan

li Mehabad Nasir Babaxanî


Hevpeyvînek ligel

Behman Qobadî


Hevpeyvîna li gel

hunermend Fatê


Hevpeyvîna ligel Çîroknivîs

Hesenê Metê


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya EVRO Behcet Hirorî


Hevpeyvînek ligel

sernivîserê rojnameya

Medya Ako Mihemed


serokê PSK yê berê

 Kemal Burkay

di hevpeyîneke taybetî de


Wezîrê Rewşenbîrî yê

Hikûmeta Kurdistanê-Hewlêr

 Samî Şoreş ji bo Avesta:


Hevpeyvînek ligel Serokê 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok 

Hesen Silîvanî:  


Fermandarê Giştî yê Pêşmergeyên

Zêrevan General Ezîz Weysî:


Musteşarê N. Barzanî yê

 rewşenbîrî û berpir. 

Dezgeha Aras 

Bedran E. Hebîb


Hevpeyvînek ligel rojnamevan

Farûq Hecî Mistefa


Dilbixwîn Dara

Sernivîserê AVESTA serokê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî ziyaret kir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Jiyana Barzanî dibe fîlm: Omer Şerîf rola Barzanî dilîze

 

 

Hewler-Avesta: Li ser vexwendina serokê hikûmeta Kurdistanê derhênerê Kurd yê navdar Elî Bedirxan li başûrê Kurdistanê ye.

 

Hate ragihandin ku armanca serdana wî ya Kurdistanê çêkirina fîlmekê ye ku ser jiyana nemir Mele Mistefa Barzanî ye.

 

Bedirxan di cîvîneke çapemeniyê de li Hewlêrê got, ewê filmê bi alîkariya sînemaya Misr û Holywoodê çêbike.

 

Diyar bû ku ihîmaleke mezin heye ku actor û lîstikvanê navnetewî Omer Şerîf rola Barzanî di filmê de bilîze.

 

berdewam


Serokê Konseya Koma Komelên Kurdistan Murat Karayilan:

 

Tenê li pêşiya me „Yan Azadî yan Mirin“ maye

 

Avesta-ANF: Berpirsiyarê giştî yê PKK û serokê Konseya Koma Komelên Kurdistan Murat Karayilan, di derbarê înkarkirina pirsa kurdî de ji aliyê dewleta Tirk ve got: „

Dewleta Tirk dixwaze me bêîrade bihêle, emê tu caran nepejirînin… 

Karayilan di hevpeyvînekê de ligel ajansa ANF got: „Dewleta Tirk li pêşiya me tenê riyek hîştiye, Yan Azadî yan jî Mirin, wekî din tu rê nemane…“

 

Murat Karayilan dibêje „di nava dewleteke wiha de karê Kurdan çi ye, ich ji me re tune ye…“


Li Norwêcê pîrozkirina yekkirina herdu hikûmetên Kurdistanê

 

Avesta-Stavanger: Bi mebesta pîrozkirina yekbûna herdû îdareyên Kurdistana azad û damezradina hukumeta Kurdistanê ya yekgirtî, Komelya Kurd Çarçira li Rogaland ahengek saz kir. Di ahenga ku jimarek ji revenda Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê têde  Beşdarbûn, rêzdar Mustafa Kilic serokê komelê peyvek pêşkêş kir û têde ji bilî pîrozkirina vê bûyera dîrokî, hêviya xwe derbarî ku ev dê bibe pêngaveka girîng li ser riya çespandin û bihêzkirina -Kurdistana azad- a ku ji zû ve bûye nimûneyeke ronak ji bo demokrasî û pêşveçûnê li  seranserê Rojhilata Navîn.  Aheng roja 15.01.2006 an li bajarê Norwecê - Stavanger - hate sazkirin û ew  i stran û dîlanên  kurdî hate xemlandin


Roja şemiyê her du hikûmetên Kurdistanê dibin yek

Avesta: Roja şemiyê bi merasîmeke taybetî û bi beşdarbûna Mam Celal û Mesûd Barzanî wê bi awayekî fermî hikûmeta Silêmaniyê û hikûmeta Hewlêrê bibin ye. Di vê civîna berfereh de wê Nêçîrvan Barzanî weke serokê hikûmetê were hilbijartin.

Bi vê munasebetê wê roja 21.01.06 parlamentoya Kurdistanê bi awayekî awarte bicive.


Giraniya wî zêdetirî NÎVTONEKî ye: 550 kîlo

 

Navê wî: Manuel Uribe, ji Meksîka ye, temenê wî 40 sal in. giraniya wî 550 kîlo ne. Ji bin kontrola bijîşkan dernakeve.

 

Ew bi nexweşia obezite ketiye, vê nexweşiyê hîştiye ku evqasî qelew bibe.

Doktor dibêjin kesên ku bi vê nexweşiyê dikevin di nava 20 salan de dimirin. 

 


 

Îro li parlamentoya Ewropa pirsa Kurdên

Suriyê, Iran û Iraqê tê gotûbêjkirin

 

Avesta: Li Parîsê îro Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa pirsgirêka Kurdan gotûbêj dike.
 

Ev civîn divabû berî niha bihatiba kirin, lê ji ber ku Tirkiyê mudaxele kirin û berpirsiyarê maseya Tikriyê Murat Marcan civîn protesto kir, ew bi paş ket.
Di vê civîna îro de wê rapora parlamenterê înglîz Lord Russell Johnston
(foto) di derbarê Kurdan de were munaqeşekirin.


Rejîsorê Kurd yê navdar Elî Bedirxan gihişte Kurdistanê

 

Avesta-PNA- Roja 17.01.06 derhênerê misrî yê Kurd, xwediyê gelek fîlmên bi nav û deng Elî Bedirxan (foto, Pukmedia) gihişte paytexta Kurdistanê Hewlêrê.

 

Armanca Elî Bedirxan ji vê serdanê ewe ku fîlmeke dokumentar û dîrokî di navbera Hewlêr, Qahîra û Hollywod çêbike.

 

Çavkanî diyar dikin ku wê ev film jiyana rehmetî Melle Mistefa Barzanî bîne ser berdeya sînemayê.

 

Li balafirgeha navnetewî û Hewlêrê hejmareke mezin ji rewşenbîr, hunermend çûne pêşwaziya derhênerê Kurd.

 

Elî Bedirxan ji binemala Bedirxaniyan e, ew bi xwe kurê derhênerê navdar Ehmed Bedirxan e.


Hunermenda navdar û dilciwan Aslîka Qadir dizewice...

 

 

Porê wê reş bû... Porê wê zer bû... Porê wê kej...

Ew Aslika Qadir e...

 

Dengê Radyoya Yerîvanê bû...

 

Li gor agahiyên ku gehiştine  destê me, berendamê zavatiyê bazirganekî dönerê ye.
 

Zavayê berendam ji bajarê Agirî ye û berê li Radyoya Yerîwanê guhdarî dikir.

Ji ber Aslîka Qadir jî di wê radyoyê de stran digotin, ew evîndarê wê bû ye. 

 

Çarenûsê ew li Elmanyayê anîn cem hevdu... Pîroz be! (netaktuel)


Daxuyanî û lêborînek ji Elî Qazî

“Festîvala 60. salvegera Komara Kurdistanê li Hewlêrê pêk nayê”

 

Bonn-Avesta-Siyasetvan Elî Qazî (Kurî Reş) di derbarê pêknehatina Festîvala Komara Kurdistanê daxuyaniyek bi riya çapemeniyê li raya giştî belav kir.

Di daxuyaniya xwe de ku kopiyek jê gihişte Avesta, birêz Elî Qazî bi “ji bo gelê Kurdistan, ji bo hemû partî û aliyên siyasî, ji bo raya giştî û dezgehên ragihandinê, ji bo wan birêzan ku ji bo festivalê hatibûn vexwendin…” dest bi daxuyaniya xwe dike.

Qazî radigihîne ku “biryara hikûmeta herêma Kurdistanê wiha bû ku bi boneya 60. salvegera damezirandina komara Kurdistanê, Festîval roja 22.01.06 pêk bihata û 2 rojan berdewam bikira…”

Ji bo pîrozkirina 60. salvegera Komarê hejmareke mezin ji mêvanan ji her çar perçeyên Kurdistanê hatibûn vexwendin.

 

Kurê Pêşewa Qazî Mihemed Elî Qazî diyar dike ku ew kes ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve hatibûn dawetkirin.berdewam


Berpirsiyarê giştî yê Kurdistan-TV Studyoya Ewropa Xelîl Sincarî ji bo Avesta axifî

Fotoyên Kokteyla K-tv  bi objektîva AVESTA

Kleve/Dilbixwîn Dara 8 sal di ser destpêka weşana Kurdistan TV re derbas bûn. Di van 8 salan de Kurdistan Tv sînor derbas kirin û li her çar perçeyên Kurdistanê li her malekê bû mêvan. Bi munasebeta 8. salvegera avakirina televîzyona Kurdistanê me xwest hinek agahdariyan ji birêz Xelîl Sincarî bistînin.

Roja (15.01.06) Studyoya Ewropa ya Kurdistan TV, kokteyleke taybetî bi boneya 8 saliya destpêkirina K-TV pêşkêş kir.

Gelek hunermend, rewşenbîr û nivîskarên weke Elî Qazî, Mehmûd Kilinc, Bayram Ayaz, Dr. Zerdeşt Hajo, helbestvan Hekîm Sefkan, Yilmaz Camlibel, Fettah Timar, serok Komkar, Cankurd û gelekên din beşdarî vê şahiyê bûn.

 

berdewam


Birayê Yaşar Kaya intîhar kir

 

Mehmet Kaya Boran Kaya Mehmet Kaya, cenaze

 

Köln/Avesta- Bînbaşiyê teqawût, birayê siyasetvan û nivîskar Yaşar Kaya, Mehmet Kaya îro bi sîlehê intîhar kir. Mehmet Kaya li Antalya xwediyê ronjnameya bi navê Akdeniz Haber Gazetesi bû.

Mehmet Kaya (66), bavê sipîkerê televîzyonê Bora Kaya bû ku berî 5 salan di qezayeke trafîkê de miribû.

Me ji mamosta Yaşar Kaya re telefon vekir, wî ev nûçe bi xemgînî piştrast kir. 

Kaya got, heya niha ew nizane bê çima birayê wî bi vî awahî dawî... berdewam


Kanî Yilmaz vedigere Almanya?

Avesta - Li gora nûçeyeke rojnameya Azadiya Welat, li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaiyê di navbera berpirsiyarê PKK yê Ewropa yê berê Kanî Yilmaz û berpirsiyarên Almanî de hevdîtinek pêk hatiye.

 

Yilmaz ku berî demekê ji PKK veqetiya bû û ligel Nizamettin Taş û gelek berpirsiyarên PKK yên berê PWD avakiribû, bi Almanan re pirsa vegera Almanya gotûbêj kiriye.

 

Rojname radigihîne ku berpirsiyarên Alman ji Kanî Yilmaz re alîkariya xwe ya ji bo parastina wî anîne ziman...  .berdewam


Hêzên Tirkiyê 2 endamên PKK li Îzmirê girtin

 

 

Polîsên Tirk li Îzmirê 2 milîtanên Kurd ku tê gumankirin ew endamên PKK ne girtin. 

 

Li gora ajansa Anadulu ligel wan her du kesan 20 kîlo TNT hatiye girtin.

Li gora ajansê wan kesan xwestibûn li Tirkiyê bi çalakiyên teqandinê rabin.

Heya tu aliyên din ev nûçe piştrast nekirine.


Piştî demeke dirêj malpera efrin.net careke din dest bi weşana xwe kir

Malpera Kovara Mehnamê hate hack kirin 


Berpirsê El Qaîde yê Îspanyayê Tirk derket

Avesta: Polîsê Îspanyayê li Madrîdê, Katalonya û Baskê li dijî rêxistina terorîst El Qaîde operasyonên fireh li dar xist. Tirkêkî bi navê Saffet Karakoçak ku li Barselonayê hat girtin diyarbû ku berpirsê vê rêxistinê li Îspanya ye.

 

Li gora agahdariyên polîs, Saffet Karakoçak di anîn û birina terorîstên ji Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê ku ji bo çalakiyên întixarî hatine perwerdekirin bi awayekî aktîf dixebitî.

Di jêpirsîna yekem de eskere bû ku Karakoç ji bo vî karî gellek car çûye Tirkiyê û Iraqê. Karakoçan komandoyên întixarê ku li Îspanya perwerdedibin dişand Iraqê. Li gora agahdariyên polîs, Saffet Karakoç berî ku terorîstên li Îspanyayê hatine perwerdikirin (Foto, endamekî El Qaîde li Spanya Ömer Nakhcha, ji Maroko berdewam


Spîkerê ROJ-TV: „Hêro xanim nehîşt ez Kurd-Sat ziyaret bikim“

 

Avesta: Spîkerê nûçeyên Roj Tv û moderatorê gelek programên cuda Mehmud Onder idîa dike ku xanima serokê Iraqa Federal Hêro Xanim nehîştiye ew li başûrê Kurdistanê televîzyona Kurd  Sat ziyaret bike.

Onder di malpera Kurdistan Post de wiha dinivisîne: „ Niha hun li vê bûyera ecêb mêzekin! heman Hêro Xanim, nehişt, ku ez çi li ser navê televîzyona Roj Tv û çi weke şexs li Silêmanî avahiya Kurd-Satê ziyaret bikim û serkeftin û serfirazî ji bo bixwazim…“ 

Onder diyar dike ku Hêro Xanim dijbertiya dewleta Tirk, weke sedem nîşan daye û ew 5 hezar kilometir paşve vegerandiye.
Onder dib
êje: „Her çend paşê birêz Şaxewan "berpirsiyarê Pêşmergeyên Ranya" bû navbeynkar  û xwest em careke din biçin jî, carek dilê min şikiya bû û ez neçûm û lewma min cesaret nekir, ku biçim Seleheddîn û Kurdistan Tv jî ziyaret bikim…“ berdewam


 

Kurdekî endamê Ansar El Îslam li Munîhê 7 sal ceza xwar

 

Avesta: Li Almanya bajarê Munîhê Kurdekî başûrî bi navê Lokman M. ji ber endametiya rêxistina terorîst Ansar El Îslam 7 sal cezaya hepsê xwar.

Di doza ku li Dadgeha Bilind ya Herêma Munîhê de li dar ket, eşkere bû ku bertewan Lokman M. endamê rêxistina terorîst Ansar El Îslame û alîkariya madî û lojîtîk dide rêxistinê.

 

Dozger jî ji dadgehê xwestibû ku Lokman M. 7 salan bi cezaya hepsê bê cezakirin.


162 caran zewicî ye.. dixwaze hîna 100 carên din jî bizewice

 

Avesta: Mirovekî ji Bosna-Hersek bi navê Nedeljko Ilincic eşkere kir ku ew ji 15 saliya xwe û vir de 162 caran zewicî ye û dixwaze ku hîna 100 carên din jî bizewice. Di hevpeyvîna xwe ya li gel kovara Svet de, Ilincic got: “Min yekem zewaca xwe di zaroktiya xwe de bi zora malbata xwe li gel jineke dewlemend ku 20 salan ji min mezintir bû kir. Lê jiber ku min ji wê hez nedikir zewaca me dirêj nekir. Piştre qismetê min vebû û min 162 zewacên ku carna çend salekî û carna jî çend hefteyekî dom kirin pêkanîn. Niha ez bekar im û du jin li benda zewaca bi min re ne. Jineke min ya kevn jî dixwaze li min vegere. Ez dixwazim têkevim Pirtûka Rekoran ya Guinness”. Nedeljko Ilincic niha 75 salî ye û ji 162 zewacan bûye  xwediyê 14 zarokan.


 

Careke din leşekeran gundê şêx Maşoq dorpêçkirin

 

Mesûd Xelef – Avesta- taybet: Duh û pêr hêzên ewlekariya Sûriyê gundê XEZNE, gundê şêx Maşoqê Xeznewî bi 400 leşkeran ve dorpêçkirbûn û hemi jî bi sîlahên giran ve hatibûn dora gund û nehiştin ku gundî ji malê xwe wan roja derkevin û digotin "em hatine ji ber ku em li ser we ditirsin ji ber nakokiyên ku... 

gundî ji malê xwe wan roja derkevin û digotin "em hatine ji ber ku em li ser we di tirsin ji ber nakokiyên ku di navbera malbata Xeznewî de derketine piştî mirina Şêx Mihemed Alxeznewî di qezayeke tirafîkê de li Siudiya Arebistanê..."

 

berdewam


Riya azadiyê li pêşiya Dr. Kemal Seyîd Qadir vedibe

 

Hewlêr/Avesta-: Rojnameya Hewlêr Post di nûçeyeke xwe de ragihand û nivîsand ku riya azadiyê li pêşiya Dr. Kemal Seyîd Qadir vedibe. 

Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema civîneke ji bo yekkirina Herdu Hikûmetan de, ji hejmarek rojnamevan û nivîskaran re diyar kir ku ew li ser dixebitin Kemal Qadir serbest berdin.

Barzanî got: „Pirsa Kemal Qadir pirseke qanûnî ye, pirseke girêdayî biryara dadgehê ye, lê belê ewê ji bo serbestberdana wî di demeke nêşîk de alîkariyê bikin…“

Rojnameya Hewlêr Post ji Hewlêrê nivîsand „wê Kemal Qadir pir nêzîk were berdan“

 

Rojnameya Hewlêr Post heftê du caran li Hewlêrê derdiçe.


Dilniya Qeredaxî xwe bi 300 dolar lawaz kir

Berî operasyonê

Piştî operasyonê

 

AVESTA: Kesên ku stranbêj Dilniya Qeredaxî li ser ekranên televîzyonê dibînin ji xwe re dibêjin: “Ev xanim çiqas zeîf bû ye!”

 

Dilniya berê gelekî qelew bû. “We demê modana qelewbûnê bû… niha modana lawazbûnê ye” dibêje.

 

Dilniya ji bo rojnameyeke li başûrê Kurdistanê derdikeve Hewlêr Post dibêje: “Dema ku min di televîzyonê de li xwe temaşe dikir, ez gelekî aciz dibûm,  wiha min nikaribû kincekî bi dilê xwe bikirim, min biryar da xwe lawaz bikim…”

 

Dilniya diçe cem cerahekî xwe dixe bin kêran.

 

berdewam


Ji Berîtanîya balefirek gihişte balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê

 

Zeredeşt Helebceyî/ Hewlêr
Avesta/PNA- Katijmêr 7:30 vê sibê Çarşemê yekser ji Berîtanîya balefirek gihêşte balefirgeha nêvdewletî ya Hewlêrê, 57 Kurdên niştecîyê wê welatî hilgirtibû.
Ji nav wan welatîyan kesekî bi navê Mihemed Îbrahîm ku jin û 5 zarokên wî li gel bûn, sedema vegera xwe bo Kurdistanê ragihand, ji ber ku 5 salin li wê welatî roniştine...
berdewam


Kosret Resûl cîgirê serokê  Kurdistanê ye

 

 

Hewlêr/Avesta: Li gora çavkaniyeke pêbawer wê cîgirê serokê herêma Kurdistanê Kosret Resûl be.

 

Nêçîrvan Barzanî wê ji bo 2 salan seroktiya herêmê bike.  

 

Li aliyê Hevpeymana Kurdistanê careke din mam Celal ji bo seroktiya Îraqê pêşniyar kir.

 

Mam Celal ev pêşniyar pejirand, lê belê bi şertê ku însiyatîva wî berferehtir bibe.


Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur yekkirina herdu hikûmetên Kurdistanê pîroz kir

  

Paris/Avesta: Ji berpirsiyarê Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur  daxuyaniyeke nivîskî ji Avesta re şand û têde biryara yekkirina her du hikûmetên Kurdistanê pîroz kir.

Li jê em daxuyaniyê bi temamî diweşînin:

"Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur:

Daxweyaniya Yekkirina herdu Hukmrtên Kurdistanê.

Gelê Kurdistan bi munasebeta îlankirina  yekkirina herdu Hukmetên Kurdistanê, Hukmeta  Erbilê û ya Suleymaniyê qunaxek nû ya dîrokî derbazdike. Qunaxa yekitiya netewî û damezirandina  yekkirina Dewleta Kurdistana federalkirî .

Di pey vê qunaxê de  pêvajoya  pêşveçunên din yên siyasî, aborî , sînaî, civakî û çandî tên.  Hevîdarin ku  di demek nêzuk de  Kurdistana azad, di van waran de bibe numeneyek  mezin  ji bo hemo Rojhelata Navîn. berdewam


Suriyê kurdekî ji Efrînê li balafirgeha Şamê girt

Avesta: Hêzên Ewlekariyê li balafirgeha baytexta Suriyê li bajarê Şamê Kurdekî ji Efrînê bi navê Remzî Mistefa (ji gundê Şêx Mebetlî) girtin.

Li gora agahdariyên gihiştine me, Remzî Mistefa li Yunanê dixebitî û li wê derê mafê rûniştinê standibû.

Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê li meydana balafirgehê li pêşiya malbata wî ew dane bin lêdanê û xeber û dijûn jêre gotine.

Heya niha kesek nizane çi bi Remzî Mistefa hatiye û ne diyare ka ew bi çi sûcan girtine.


Stranbêja navdar Yildiz Tilbe:

Ez Kurd keça Kurda me, yê ku koka xwe înkar bike heramzade ye

 

Avesta: Di bernameya Yildiz Tilbe ya bi navê „Di bin stêrkan de“ krîza zimanê Kurdî derket. Mêvana bernameya Yildiz Tilbe ya ku di Star TV de tê belavkirin, Rojîn bû. Piştî ku Rojînê strana diwemîn jî bi zimanê Kurdî got, Yildiz Tilbe ji aliyê wezaretê ve bi riya telefonê hat hişyarkirin. Hunermenda esilkurd Yildiz Tilbe ji telefona wezaretê aciz bû û nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman, ''Berî kêliyekê rayedarên dewletê di derbarê naveroka bernameya me de telefonek kirine. Hinek kes me hişyar dikin. Ezê navê wan jî bibêjim, ji wezaretê telefon kirine. Ez ji ber stranên Kurdî yên ku di bernameya min de tên gotin, hatime hişyarkirin. Divê herkes vê yekê bizanibe: Bavê min ji Agirî ye û diya min ji Tunceli (Dêrsim) ye, ez Kurd keça kurda me. Yê ku eslê xwe înkar bike heramzade ye. Ez ne kurdbûna xwe înkar dikim û ne jî dikim serbilindiyek. Em tev bira ne. Heger min wiha qebûl nakin, bela werin di nîvê eniya min de lêxin’’.

Piştî axaftina xwe Tilbe derket ser sehnê û bi Rojînê re li gel muzîka Kurdî govend gerand.

 


GIRINGIYA ÇÛHINA HECÊ Û MAHNA QURBANÊ

Kemal Tolan

Li goriya ku ez di şûnwarên me Êzdiyaye kevn de dibînim, hîna di demên berê de jî me Êzdiyan gelek ciyên bawerî pêanîn(sediqandin)a bi Milyaket, Xwedan û Qelenderan hebune.

Her çiqas dujminên dîn û netewa me, di wexta fermanên tûnekirina bav-kalên me de xwastine bi hemda xwe van hemû ciyên ziyaret, bawerî û dîroka me jî ...

berdewam


Mijde bo te Ehmedê Xanî!

 

Konê Reş (Qamişlo)

Va herdû îdareyên kurdan yekîtîyek danîn,Kurdistanek ava kirin,  Êdî bes bibêje :  

Ger dê hebûya me îttîfaqek

Vêkra bikira me inqiyadek

Tekmîl dikir me dîn û dewlet

Tehsîl dikir me ilm û hikmet..

Îro (07.01.06) polîtbîroyên her du partiyên me (PDK û YNK ) gihiştin biryara yekkirina her du hikûmetan…”

Bi vê helkeftinê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gelê kurd pîroz kir û got:

 “Ez gelê Kurdistanê, malbatên şehîdan û hemû partiyên siyasî û Kurdistanî bi vê gavê pîroz dikim… cejna we pîroz be:...

berdewam


Berpirsiyarekî Yekîtiya Alimên Ola Îslamî li Kurdistanê

ji aliyê emerîkiyan ve li Duhokê hate kuştin

 

Duhok/Kuna, Avesta: Yekîtiya Zanyarên Ola Îslamî li Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku berpirsiyarê Yekîtiyê li Duhokê ji aliyê hêzên emerîkî ve di navbera Duhokê û Hewlêrê ve hate kuştin.

Yekîtiya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berpirsiyarê Yekîtiyê Mele Mihemed Mizurî bûye qurbanê vê êrîşa çekdar.

Yekîtî daxwaza lepersîna vê êrîşê dike... berdewam


 FLAŞ... FLAŞ... FLAŞ...

Her du îdareyên hikûmeta Kurdistanê bûne yek

Nêçîrvan Barzanî heya 2007 serokê Hikûmeta Kurdistanê ye

 

YNK: serokê parlamentoyê, wezareta hundir, Edalet, Plankirin, Tendurustî, Hatûçûn, Mafên Mirovan, Perwerde, Avakirin û Wezîrê Dewletê...

PDK:  Maliye, Pêşmerge, Xwendina Bilind, Ziraat, Karûbarên Şehîdan, Elektirîk û Belediye...berdewam


Li Nisêbînê kirîn û firotina mirîşkan hate qedexekirin

Avesta: Piştî ku nexweşiya mirîşkan li bakurê Kurdistanê belav bû, li gelek bajaran, di nav de Nisêbîn, kirîn û firotina mirîşkan, xistin û derxistina wan ji bajêr hate qedexekirin.

Qameqamê Nisêbînê Emiroğlu konuya daxuyaniyek da û got „ev tedbîreke li dijî belavbûna grîpa çûkan...“

 

Îro li Nisêbînê ji aliyê belediyê ve di hoparlonên mizgeftan de bang li hemwelatiyan hate kirin ku mirîşk û hemû heywanên bi bask nekirin û nefroşin.


Kurdistan Tv piştgirî da Roj Tv

HewlêrAvesta/Anf: Dewleta Tirkiyê di van rojên dawiyê de bi her awahî ji bo girtina televîzyona kurdî Roj TV, ketiye nava hemû liv û tevgeran.

Lê li aliyê din Kurd jî bi her awahî piştgiriyê didin Roj Tv.

Kurdistan TV ku ji Hewlêrê weşanê dike, di programeke bi navê Ronî de pirsa girtina Roj Tv û êrîşên dewleta Tirk li ser wê gotûbêj kir. Serokê belediya Diyarbekirê Osman Baydemir, Cîgirê Serokê partiya Civaka berdewam


Serokê Banka Kurdistanê Ethem Kerîm Derwîş:

„Em ji bo çapkirina peran amade ne“

 

Avesta: Serokê Banka Kurdistanê ya Navendî Ethem Kerîm Derwîş ji bo kovara tirkî Aksiyon axifî û got ku ew ji bo “çapkirina peran amade ne”

 

Bankaya ku berî du salan hate avakirin û di nava gelê Kurdistanê de weke Banka Herêmê tê naskirin, Kerîm Derwîş tevî 23 salên tecrubeya xwe seroktiya bankaya Kurdistanê dike.

Kerîm Derwîş diyar dike ku eger Kurdistan serbixwe bibe ew amade ne peran çap bikin.

Derwêş dibêje, “eger were xwestin, em dikarin niha jî peran çap bikin, lê belê mercên niha rê nadin”


OSMAN SEBRî

 

Siyamend Brahîm

Dewlemendiya jiyana Osman Sebrî çi di warê rêzanî, civakî, an jî berzbûna wî ya herî balkêş di cîhana rewşenbirya kurdî de cihekî bilind girtiye. Dr. Nurdîn Zaza der mafê Osman Sebrî dibêje: "Osman peyakî zîrek û hingê bi kurmanciya axaftinê xweş dizanî, xwedan kurmanciyeke bilind bû û xweşik bi rengekî berz û bilind bala mîr Celadet Bedirxan kişand. Di hejmara yekê ji kovara "HAWAR" gava mamoste Qedrî Can helbesta xwe ya pêşî diyarî hevalê xwe Osman Sebrî kir û têde jiyana xwe li welatê xwe, li nav bav, bira hestê xwe diyar dike û dibêje:

berdewam


Seddam Hisên: “Min daneleqînin, min gulebaran bikin"

 

Avesta: Seddam Hisên ji mirinê natirse, lê naxwaze were daleqandin, eger ku cezayê îdamê bidin wî, ew dixwaze were qurşînkirin. Wiha dinivisîne rojnameya Washington Post

Rojnameya Washington Post  li ser navê parêzerê Seddam Hisên Îsam Ghazzawî diyar dike ku Seddam îdamkirina bi riya qurşînkirinê tercîh dike.

Seddam bi qasî 5 saatan ligel avukatê xwe hevdîtinek pêk aniye û wî di wê hevdîtinê de gotiye ku ew hîn jî serokê qanûnî yê Iraqî ye.

 

Avukat ji Washington Post re dibêje: “Seddam ji min re got, ez ji mirinê natirsim, eger ku bixwazin min bikujin jî bila ne daleqandin be, bila min bidin ber qurşînan…”


Piştî 76 salan bi riya internetê xûşka xwe dît

London (AFP/Avesta): Doris Coughtrey (79), ya înglîz xûşka xwe ya ku ev 76 sal bûn nedîtibû , bi riya înternetê Irene (85) dît.Li bakurê Londonê Doris û Irene ji dayîk bûbûn. Piştî ku diya wan miribû, ew li cem malbatên cuda hatibûne xwedîkirin. Cara herî dawîn wan di sala 1929 hev dîtibûn. Wê demê Doris 3,  Irene jî 9 salî bû. Doris di 2005 ji cîrenekî xwe re behsa xûşka xwe dike. Cîranê wê Gordon Low piştî ku li çîroka Doris guhdarî dike, bi riya malpereke internetê li xûşka wê digere. Piştî 4 rojan Doris xûşka xwe dibîne.Doris destpêkê neviyekî Irene dibîne, piştre jî piştî 76 sala cara yekemîn bi xûşka xwe re bi telefonê diaxife. „Em gelekî giriyan“ dibêje.


Parlamentoya Suriyê Xeddam xayîn îlan kir

Meclîsa Suriyê îro di rûniştineke taybetî de hevpeyvîna cîgirê serokê Suriyê yê berê Ebdulhelîm Xeddam ligel televîyona Al Arabiye gotûbêj kir.

Xeddam di hevpeyvîna xwe de êrîşî serokê Suriyê û hêzên istîxbaratê kir û ew weke qatilên serokwezîrê Libnanê Refîq Herîrî bi nav kir. Îro (31.12.05) parlamentoya Suriyê îro êrîşeke tund bire ser Xeddam û ew weke xayînekî mezin bi nav kir û xwest ew bi sûcê xiyanetê mehkeme were mehkemekirin...


Cîgirê serokê Suriyê yê berê Abdulhelîm Xeddam

rexneyên dijwar li Beşar Esed digire:

 

“Beşar Suriyê xistiye nava mayînan...”

“Rustem Xezalî qatil û dizek bû”

“Li Suriyê qanûn tu neye, qanûn di dest grupa Beşar Esed de ye”

Beşar ji Herîrî re got: “Emê wan kesan bi erdê re bikin yek eger ku bi gotina me nekin”

 

Paris/Avesta:  Cîgirê serokê Suriyê yê berê Abdulhelîm Xeddam di hevpeyvîneke taybetî de ji Parîsê ji bo televîzyona Al Arabiye, rexneyên dijwar li serokê Suriyê girt û got...”  berdewam


Los Angeles Times: “Tirkiyê xwest 14 mîlyon Kurd asîmîle bike”

 

Rojnameya emerîkî   Los Angeles Times di nûçeyeke xwe de nivîsand ku li Tkrkiyê bi qasî 14 mîlyon Kurd dijîn. “Kurd kêmnetewa herî mezine li Tkrkiyê, nimûsa Kurdan li Tirkiyê 14 mîlyon in. Zimanê kurdî ji tirkî cuda ye. Tirkiyê heya 1991 polîtîkaya asîmîlekiirne li hember Kurdan meşand. Ji ber vê yekê jî kurdî hate qedexekirin”   Los Angeles Times nivîsand. Di nûçeyê de hate nivîsandin ku ji ber nivîsandina bi kurdî gelek kes hatine cezakirin û gelekî jî ketine zindanan. Kurdî li Tirkiyê sûcek bû. Los Angeles Times radigihîne ku TRT dest bi weşana kurdî kir, lê ji ber naveroka wê, nehate temaşekirin.


Posta serokomariyê dîsa para Kurdan e

Avesta: Li gora hinek çavkaniyan, di hikûmeta Iraqê ya pêşerojê de, wê posta serokomariyê dîsa para Kurdan be.

Ew çavkanî diyar dikin ku, Kurd û Erebên Şîî li ser hinek postan li hev kirine.  

Li gora vê lihevhatinê wê hikûmeteke berfereh were damezirandin.

 

Di hikûmeta pêşerojê de, serokomarî dibe para Kurdan, serokwezîrî ji bo Şîîyan, (Adil Ebdulmehdî), ji Eniya Tewafiq ya Iraqê Dr. Tariq El Haşimî ji bo seroktiya Parlamentoyê.

 

Çavdêrên siyasî diya dikin ku posta serokomariyê careke din bibe para Mam Celal, lê belê di civîneke çapemeniyê de serokê Iraqê Celal Talabanî li Dukan got, eger ku çerçeveya hukumdariya wî neyê ferehkirin ewê careke din nebe kandîdat, û berendamiya wî di destê Hevpeymana Kurdistanê de ye.


Sefîn Dîzayî ji bo PKK efûyeke giştî xwest

 

Ankara/Avesta: Şandeyeke Partiya Demokrata Kurdistana Kurdistan bi serdaneke giştî gihişte Enqerê.  

Di hevdîtinên fermî de, şandeya PDK ji berpirsiyarên Tirkiyê xwest ku ji bo milîtanên PKK efûyeke giştî derxîne.

PDK çareserkirina pirsa kurdî li bakurê Kurdistanê di çerçeveya efûyeke giştî bi riyên diyalogê dinirxîne.

Çandeya di bin seroktiya Safîn Dîzayî de (foto), her wiha bi berpirsiyarên Tirk pirsa hebûna PKK li başûrê Kurdistanê jî gotûbêj kirin.

 

Li gora agahdariyên di dest de, serdana vê şandeyê wê riya ziyareta serokê Kurdistanê Barzanî ji bo Tirkiyê veke.


Bîraya kurdî ROJ di Washington Post de

Avesta: Nedana lîsansê ji bo bîraya kurdî ROJ ji aliyê berpirsiyarên Tirk ve bû mijara yek ji mezintirîn rojnameyên cîhanê Washington Post.

Washington Post dinivisîne ku ev 18 mehin berpirsiyarên bîraya ROJ li bendê ne ku lîsansê bistînin, lê belê nikarin bi dest xwe ve bînin. Bîraya ROJ li paytexta Nemsa li Viyena tê amadekirin.

berdewam


Kî li pişt vê tevlîhevî û bêhurmetiya Kemal Qadir e?!

 

Tengezarê Marînî

Di van demên dawî de û bi taybetî van serkeftinên mezinên yên li başûrê Kurdistanê bi dest xistine- Ev destkeftinên ku hemî parçeyên Kurdistanê mefa jê werdigirin- hişê nehezên miletê kurd hejand û li hev êxist.

 

Di berî şerê rizgarkirina Iraqê de û ta vê rojê, helwest û bizavên kurdan, bizavên pir hêja ne û tenê di berjewendiyên gelê kurd de ne. Di vê qûnaxê de serkirdayetiya kurdistana başûr bi Duplomasiyeke zîrekane beramber pîlan û lîstikên siyasî yên qûnaxa nû rawestiyan, di vir de jî berjewendiyên kurdan û hêzên hevpeyman di hinek xalan de gîhane hev, ev bû sedema dûrkirina Turkiya ji qada Îraq û Kurdistanê... 

 

berdewam


Kurd û demokrasî

 

Heyder Omer

- Bikaranîna demokrasiyê xweamadekirin jê re divê, xweguhertin,

ne xwepînekirin, jê re divê.

- Her ku bergeh di navbera gotin û kirinan de fireh dibe, ewqas jî karînên miletan di wê bergehê werdibin, û ji hêz dikevin.

- Civaka gundîtî û bi paş ve mayî rexneyê wek sedema xirabkirinê dibîne.

- Guftugowên Kurdî li ba Kurdan pêrgî guhên guhdar nabin.

- Xuya ye, ku siyasetmedarên me hîn nbûne, ku cemawerê

Kurd nema tenê guhdar dimîne, belê rola hevpeyvîner jî standiye.

 

berdewam


Kitêba Giranbuha

Eskerê BOYÎK

Sitiran, reqas û sazbendya kurdî, çawa şaxekî hunurmendiya Rojhilatê ya xweyî xisûsî û dewlemend timê jî bala zanyarên gelên cînar û eweopî kişandye ser xwe û bilind hatiye qîmetkirin. Hê destpêka sedsala 19 an ji ailyê gelek nivîskar, zanyar, dîplomat, mûzîkzanên biyanî da gelek stran ji zarê dengbêjên Kurd hatine girtin, weşandin, li arşîv û kitêbxanên welatên cuda da heta niha jî tên xweyîkirin... Salên sîyî girtî (sedsala borî) gelek zanyarên Kurd jî: wek Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Ordîxan û Celîlê Celîl, Nûra Cewarî, Cemîla Celîl li weletên Sovêtstana berê û usan jî seydayê mezin Cegerxwîn, gelek zanyar, nivîskar, rojnemevanên Kurd e din li welêt û dervayî welêt ketine di nav vî karê welatparêzî pîroz... Karne piraktîke mezin ji alyê radyîoya Yêrêvanê ya Kurdî û Têlêvîzyon û radyoyên Kurdîye din va hatye û niha jî tê kirin...

 berdewam


Xelata Rêzgirtinê ji bo Keremê Seyad

Hewlêr/AVESTA: Wezareta Rewşenbîrî ya herêma Kurdistanê xelata Rêzgirtinê da birêvebirê radyoya Yêrîvanê-beşê kurdî Keremê Seyad.

 

Keremê Seyad dirêjiya 45 salan di radyoya Yêrîvanê de xizmet kiriye.

Ew di sala 1938 gundê Mekoyî li navçeya Talîn ji dayîk bû ye.

 

Wezîrê Rewşenbîrî Samî Şoreo di dema dayîna xelatê de got: cihê Radoya kurdî li Yêrîvanê di nava medyaya kurdî de cihekî berz û bilind e. cihekî taybetî heye. Keremê Seyad nêzîkî 50 salî di vê radyoyê de xebitî ye… cihê rêzgirtinê ye.

 

Keremê Seyad jî ji aliyê xwe ve behsa serdana nemir Mele Mistefa Barzanî ji bo radyoya Yêrîvanê kir û got: di sala 1958 de nemir... berdewam


Ew Dest li

Beramberî...

Xizmeta Tirk û

Tirkîyayê!!!

17 Kanûnê 61´mîn Salroja Bilindkirina Ala..

Hunermendekî Kurd ÎSSA

 Hêvîdar Zana

Ehmed Onal

Kakşar Oremar

Selîm Hesen


Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî li Parîsê li Meclîsa Netewî ya Frensî hevdîtineke dîplomatîk pêk anî

Dilbixwîn Dara ji Parîsê radigihîne

 

Wezîrê Derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî li paytexta Fransa li Parîsê li Meclîsa Netewî ya Frensî hevdîtineke dîplomatîk pêk anî.

 

Zêbarî li Parlamentoyê ligel parlamenter û endamên pêwendiyên derve civiya.

 

Di hevdîtinê de serokê komîsyoya Pêwendiyên derve di meclîsê de Eduard Bladour ji Zêbarî re diyar kir ku ew hêvîdarin pêwendiyên wan her berdewam bin û her ku biçin xurttir bibin. Bladour got bi qasî ku ji dest wan were ewê piştgiriya gelê Iraqê ji bo serkeftina hilbijartinan bikin. ...

berdewam


 

 

 

Hejmar 97 (Çile 2006)

Arşîva Avesta aktîv e

(2001-2005)


Hevpeyvîn Bi Mihemed Şapesendî:

Yadîgarekî Din Yê Komara Kurdistan (22.01.1946)

Amadekar û Hevpeyvîn:

Kakşar Oremar


Pîroz be 

Taman Şakir dizewice


 

Ji KÜRT-KAVê semînera

Mahabadê


Çalakiyên Mala Êzîdiyan

ya sala 2006


Weqfa Şivan Perwer dest bi çalakiyên hunerî kir


Îran dinyê bi buhakirina

petrolê tehdît dike


Hadê jinên Kurd

dora we ye!

Li Şîliyê jina sosyalîst Michelle Bachelet bi ser ket


Tuhmetên

Mehmûd Onder

 

Bavê Zerdeşt


Axaftina Berî Mirinê

berhemeke Mesud Xelef


Şewba firindeyan li Kurdistanê

Kî wê gundiyan ji birçîbûn û nexweşiyê biparêze?

Ebdulbaqî Huseynî / Oslo

 


Tirkiye di Dadgeha Mafên

Mirovan ya Ewrûpa

de têk çû


Qilçixa Qado Şêrîn


Ziman hîma bingihîne di avakirina nijad de

Hemreş Aştî


Jinên Îngilîz ji dêvla zekayê

dixwazin xwedî pêsîrên

mezin bin


Video-Klîpên Kurdî

Dilbixwîn Dara


BIHARA HEWLÊRÊ

Eskerê BOYÎK


Komela Tîrêj komeke

Folklorî damezirand


Di sala 2006î de jî Demokrasî

û Dîroka Tirkan: İslamîyetî,

Gundayetî û Tirkayetî ye!

Ehmed Onal


Bîst sal û êvarek


"Kurdên Sovyetê"

lêkolîneke dîrokî û rojane:

Hejarê Şamil


Bask û Katalonya ne

Îspanya be, Kurdistan

qet ne Tirkiye ye

Nevzat Bayram


hejmara nû derket


 

Bûyerên sala 2006-an!

Evdile Koçer


Li Zaxo mudurê

asayîşê hate kuştin


15 sal ceza ji bo tacirê

çekên kîmawî yê Hollendî


PEYV-35 derket


Ev biraziya serokê 

Usama Bin Landen e


JI RAYA GIŞTÎ RE

Li Ser Bûyera

Dr. Kemal Seyid Qadir

Hasan Kaya


Piştî mehekê bi

nameyeke lêborînê 

Kemal Seyîd Qadir azad e


Der Spiegel:

„Destê Ehmedî Nejad di kuştina

Qasimlo de heye“


 Girîngiya rojîgirtinê û

hinek cejnên me Êzîdiyan

Kemal Tolan


Ey Dîroknas û Ey Coxrafîyazan?!

Selîm Hesen / Lubnan


DAMEZIRANDINA

ÇAPXANA KURD

Hemreşê Aştî


Tu tu

 

Brahîm Mehmûd


"Penaber"

 ©www. avestakurd. net    2001-2006