|
Berê tecawizî bizinê kir û
piştre pê re zewicî
Avesta-Li
Sûdanê cezaya li kesekî di ser bizinê de hat girtin, 15
hezar Dînarê Sûdanê (li dora 50 dolar) û zewaca bi
bizinê re hat birîn.
Xwediyê bizinê
Alîfî ji Rojnameya Juba Post re mijar wiha ragihand: “Di
şeva 13ê Sibatê ez bi hin dengan xerîb ve hesiyam. Ez
çûm axur û min mêrikê ku navê wî Tombeye li ser bizinê
girt. Gava min jê pirs kir, `Tu li vir çi dike` tirsiya
û ji ser bizinê ket. Min jî ew girt û girê da”.
Xwediyê bizinê Alîfî mijarê
wiha bi dawî tîne: “ Min ji heyeta yextiyaran pirsî ku
divê ez çi bikim. Wan jî wiha bersîv da min, ´hewce ku
tu wî teslîmî polîs bike, ji ber ku bizinê wek jina xwe
dibîne bila 15 hezaran qelen bide te` Min jî wiha kir,
perê xwe ji Tombe stend û bizin jî da wî. Qasî ku ez
dizanim hîn jî ew bi hevdu re dijîn”.
|