Hejmar 98... Şibat 2006

 

 

5 zarokên malbateke Kurd

li ser destan dimeşin

Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane ... Kurdish Daily News... Chefredakteur: Dilbixwîn Dara     avesta@avestakurd. net      P.O.BOX: 1403,  53004 BONN-GERMANY

Medya Kurdî

Partiyên Kurdî

Saziyên Cuda

Medya Tirkî

Medya Erebî

Arsîv


FM 2000

RadioSBS

D. Emerika


LI ZANÎNGEHA ISTANBULê

ASTENGÎ LI BER MAFÊ

TEATROYÊ


berhemeke nû ya

Ezîz Xemcivîn

ZINDANA PIÇÛK


Çalakiyên

KÜRT-KAV


Malpereke nû

Nêrgiz


Karîkaturek ji

Rêber Kalo


Lêkolîneke nû ya

Evîn ÇÎÇEK derket

 


61 salî ye, lê...

Priscilla Presley

jina yekemîn ya

Elves Presley ye


dîmenek ji karnavala

Rio de Janerio


Berê tecawizî bizinê kir û piştre pê re zewicî


Beser Şahîn

îmaja xwe guhert

 

Di roja Yekşemê

12ê Avdarê de

li Hannover

 

BANGEWAZIYA Komkar ji bo NEWROZ


ev reklameke

XWPÊŞANDANEK LI LONDONÊ

10 ê AVDARÊ 2006.


ev reklameke

NEWROZ

li Halle tê pîrozkirin


Keçikên Amerîkî ji

xortan bêtir tîryakî ne


“Li Tirkiyê” her roj

120 bebek dimrin


Li Fezayê du Pergalên

rojê hatin dîtin

 

Hevpeyvîneke ligel

Şahînê B. Soreklî

(adar-2002)


Hevpeyvînek ligel derhênerê

fîlma Şêrko Bêkes

Sîrwan Rehîm:


Hevpeyvînek ligel

Selwa Gulî


Sero Qadir

Hevpeyvînek ligel berpirsyarê

Ragihandina Navendî

ya PDK birêz Sero Qadir  


Berpirsiyarê Pêwendiyên 

Derve yê PDK-Iran

Xusro Abdullahî

ji bo AVESTA axifî  


Serokê "Partiya Netewa Îraqî" Mîthal Alosî ji bo AVESTA axifî


Hevpeyvînek ligel

Yasar Kaya


Kawa Mewlûd

Hevpeyvînek ligel

Sernûserê rojnameya 

 dirêjiya hevpeyvînê


Ji bo kesên ku di sînorê

Hecî Omran re derbasî basûrê

Kurdistanê dibin:


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya Peyamî Kurdistan

li Mehabad Nasir Babaxanî


Hevpeyvînek ligel

Behman Qobadî


Hevpeyvîna li gel

hunermend Fatê


Hevpeyvîna ligel Çîroknivîs

Hesenê Metê


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya EVRO Behcet Hirorî


Hevpeyvînek ligel

sernivîserê rojnameya

Medya Ako Mihemed


serokê PSK yê berê

 Kemal Burkay

di hevpeyîneke taybetî de


Wezîrê Rewsenbîrî yê

Hikûmeta Kurdistanê-Hewlêr

 Samî Sores ji bo Avesta:


Hevpeyvînek ligel Serokê 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok 

Hesen Silîvanî:  


Fermandarê Gistî yê Pêsmergeyên

Zêrevan General Ezîz Weysî:


Mustesarê N. Barzanî yê

 rewsenbîrî û berpir. 

Dezgeha Aras 

Bedran E. Hebîb


Hevpeyvînek ligel rojnamevan

Farûq Hecî Mistefa


Dilbixwîn Dara

Sernivîserê AVESTA serokê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî ziyaret kir

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


FLAŞ… FLAŞ… FLAŞ…

 

Şehrîbana Kurdî li Diyarbekirê

ji aliyê polîsan ve hate girtin

 

Diyarbekir-Avesta: Hunermenda Kurd a navdar Şehrîbana Kurdî, ji bo beşdarbûna pîrozbahiyên 8 Adar ya jinên cîhanê yên kedkar, ev çend rojin li Amedê ye. Hunermend Şehrîbana Kurdî, îro pîştî pîrozbahîyên li qada mitîngê (Meydana Îstasyonê) bi dawîbûna bername ji hêla hêzên dewlata Tirk va hate binçavkirin.

 

Hunermend a Kurd heya amadekirina vê nûçeyê hîna dibin çavan da bû.


Pasdarên Îranê di nav erdê Iraqê de tevliheviya dikin

Avesta-Amerîkayê cara yekem bi awayekî eşkere bi lêv kir ku Îran hêzên xwe yên leşkerî dişîne Iraqê.

Li gora televîzyona NTV Wezîrê Parastina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Rumsfeld di civînek çapameniyê de got ku Îran ji bo ku li Iraqê tevliheviya bike hêzên El Kûdus ku bi Pasdaran ve girêdayîne şandiye vî welatî.

Rumsfeld got: “Îran ji bo ku tiştên zirarê bide pêşerojiya Iraqê bike mirovan dişîne wir. Em jî vêya zanin.” Pirseke rojnamevana ya, “Gelo ev hêzên çekdar bi talîmatên rêvebiriya Tehranê diçin Iraqê?” Rumsfeld wiha bersivand: “Bêguman wiha ye. Pasdar wiha bi serê xwe tevnagerin.” Di axaftina xwe de Rumsfeld anî ser zimên ku niha li Iraqê şerekî hundurîn tune ye, berdewam


‘’The Family that Walks on All Fours’’

“Malbata li ser destan dimeşe”

 

Avesta- BBC belgefîlmek li ser malbateke Kurd ku 5 zarokên wê li ser destan dimeşin çêkir.

 

Zanist meraqa vê yekê dikin û li gora hinek çavkaniyan dest bi lêkolînên di derbarê vê mijarê de kirine.

BBC li bakurê Kurdistanê li gundekî belgeya vê malbatê kişand, ku 5 zarokên... berdewam


Bilind Îbrahîm û Periya xwe

 

Avesta/Duhok: Hekar Findî

Piştî borîna çar salan li ser berhema wî ya pêşî, berhema nû ya hunermendê gênc Bilind Îbrahîm bi navê "Were Perî" derket.

 Bi vê berhemê hunermend tiştekî nû pêşkêşî guhdarên xwe dike, ku çend stranên gelêrî, bi çend devokan, çend zaravan stran di vê berhemê de cih digirin.

.. berdewam


Mêvanê xwe kuşt û piştre ew xwar

 

 

“Hûn nikarin filîmê min nîşan bikin”

 

Avesta- Nîşankirina filîma jiyana Armin Meiwes yê ku mêvanekî xwe kuştibû û piştre xwaribû bi biryara dadgehê hat qedexekirin.

Meiwes (44) bi îdiaya ku filîmê bi navê “Rohtenburg” mafên wî yên ferdî bin pê dike serî li dadgehê xistibû.

Dadgeha bajarê Kassel biryara, “Mafên ferdî yên Meiwes li ser azadiyên hunermendiyê ne” da û filîmê ku divêbû di 9ê adarê de di sînemayên Almanyayê de têkeve vîzyonê qedexekir.

Meiwes di sala 2001ê de îtiraf kiribû ku wî kesek kuştiye û piştre jî ew xwariye û jiber vê yekê jî heyş sal û nîv cezaya girtîgehê xwari bû... berdewam


Van Rojan Hamburg Êşên Kurd Himêz Dike

 

Di vê dema dewiyê de, li Hamburgê çalakiyên balkêş têne kirin, bi hevgirtina pilatforma kurdên li hamburgê ji her çar perçeyên Kurdistanê têde cih digrin û xebateke pîrz dimeşîn in, beriya niha bi demekê jî, li ser tevger û nîrên ku Kurdên Sûriyê tê re derbas dibin rawestiya û bi amadekirina berêz Ahmed Alî, ev civîn hat birêvebir û bi tijekirina dema xwe re, li ser „rewşa Kurd ya siyasî li Sûriyê“ rawestiya, bi beşdarbûna Kurdên li Hamburgê û di navbera … berdewam


Xelatên Oscar xwediyên xwe dîtin

 

 

Fîlma herî baş: Crash

Derhênerê herî baş: Ang Lee

Lîstikvana herî baş: Reese Witherspoon, foto

Lîstikvanê herî baş: Philip Seymour Hoffman


Hoşyar Zêbarî: "Em hebûna PKK li başûrê Kurdistanê napejirînin"

 

Avesta- Malpera CNN Turk daxuyaniyek li ser navê wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî weşand, ku têde dibêje: “Em hebûna PKK li bakurê Iraqê (başûrê Kurdistanê) napejirînin”.

Li gora nûçeyê, Zêbarî li Qahîre hevdîtinek ligel serokê Konseya Erebî Omro Musa pêk aniye û gotiye ku ew li ser pirsa PKK bi Emerîka û Tirkiyê re di pêwendiyê de ne.

CNN Turk radigihîne ku Zêbarî diyar kiriye ku helwesta wan li hember hebûna PKK li Iraqê diyare û ew qebûl nakin hêzên wê li bakurê Iraqê bimînin.  

Zêbarî dibêje: “Niha destelatiya hikûmetê li ser seranserê Iraqê tune ye, dema ku destelatiyeke kamil çêbû ewê nehêlin PKK li Iraqê bimîne…”


Têbiniyek

Nûçeya ku me belav kiribû: “Li Kurdistanê zewaca jin bi jinê tê qedexekirin”, şaş hatiye têgihiştin, hinek malperan ew weke zewaca Lezbiyenî fêm kirine, mebest zewaca Berdêlî ye... spas


Berpirsiyarê PKK yê Asya Navîn û Kazakistanê ji bo

Tirkiyê hate radestkirin

 

Avesta-Berpirsiyarê PKK yê Asya Navîn û Kazakistanê ji bo Tirkiyê hate radestkirin Yusuf Kaplan roja 19 cotmeha 2005 li Kazakistanê hatibû girtin. Ew duh roja 02.03 ji aliyê polîsên Înterpol ve ji bo Tirkiyê hate radestkirin.

Kaplan ji bo zindana Metris hate şandin.

Kaplan di sala 1969 de li Çolemergê jidayîk bûbû. (netkurd)


Bav û diya Medenî û Derwêş Ferho di mala xwe de kuştî hatine dîtin

 

Avesta-ANF: Bav û diya  Medenî û Derwêş Ferho di mala xwe de kuştî hatine dîtin

Bav û diya nivîskar Medenî Ferho û serokê Înstîtuya Kurdî li Brukselê Derwêş Ferho, Fatma Akgül (80), û Ferho Akgül kuştî hatine dîtin.

Medenî Ferho li gora nûçeyeke ANF, kuştina bav û diya xwe dixe stûyê hêzên dewleta Tirk. Medenî Ferho dibêje: berdewam


Li Kurdistanê zewaca “Jin bi Jinê” (Berdêl) tê qedexekirin

 

Qedexeye jin beramberî xwînê were zewicandin

markirin li kolanê û li cem mele qedexe ye

 

Hewlêr/ Karwan Mizû:Rojnameya Rêbaza Azadî belav kir ku ji layê Wezareta Ewqafê û Lijna Fitwê û çend dadweran ve diyar da (jin bi jin) û (mezin bi biçûk) û (zewicîna jinê beramber xwînê) li tuxîbê Herêma berdewam


Gelê Kurd Peymana Cezayîrê çirand,

dora Peymana Lozanê ye...

 

Fadil Özçelîk

Ji niha û 31 sal berê, di 6ê Adara 1975an de gelê Kurd bi peymanek navnetewî ya “Peymana Cezayîrê” pêrgî îxanet û şikestinek dijwar hat.

Sebeb û encamên ku Kurd li ser maseyên dîplomasiya mezin ya navnetewî de kir qurban piştî çend salekî li xwediyê xwe vegeriya.. Her du dewletên ku li ser xwîna gelê Kurd bazirganiya petrolê kirin û bi buhayiya îxaneta ... berdewam


Hevpeyvînek ligel Günter Grass

 

"Ev ne cenga kultûrane li dijî hev,

lê belê cenga ne-kultûran e

 

Ev bersiva Günter Grass li ser xwepêşandanên

îslametiya tundrew, li dijî karekî tundrew e.

 

Werger ji elmanî: Tengezarê Marînî

Di van demên dawî de, dema rojnameya Denîmarkî ya bi navê „Jyllands-Posten” 12 wêneyên karîkatorî ji Hz. Pexember Muhamad weşandin“.  Rojanameya Spanî  "El Pais"  hevpeyvînek di gel 2 nivîskarên hilgirên xelata Nobel ya toreyê José Saramago û  Günter Grass li ser wan xwepêşandanên li dijî weşana karîkatorên Hz pêxember Mihemed kiriye. Hêjayî peyvê ye... berdewam


Hikumeta Herêma Kurdistanê Olof Pale li bîr tîne

 

Avesta-Nuneratiya Hikumeta Herêma Kurdistanê (KRG) li Bakurê Europa di bîreweriya 20 saliya kuştina Olof Pale de, wî siyasetmedarê em ji kuratiya dilê xwe bêriya wî diken bi rêz u hurmet yad dike. Di 28-ê sibata 1986- ê de, ne bi tenê Swêd mezintirîn siyastvanê xwe yê wê demê winda kir, me Kurdan jî dostekê xwe yê hêja berze kir.

 

Ew piştgiriya ji bo Kurdan li Swêdê hebu, bitaybetî di salên 1980 an de, ji bingehê baweriya Palme bi qebukirina kurdan weke milet u gotarên wî yên piştgiriyê liser mafên kurdan dihat. Piştevanî bo gelê kurd u Kurdistanê weke beşek ji xebatên wî yên navnetewî ji bo aşitî u  hevkariyê, wêneyê siyaseta Palme a biwijdan u a êkane di dema deselata wî de nîşan dide.

 

berdewam


Kî hêkê bavêje serokwezîr: 13 sal ceza

 

Avesta- Li Mêrsînê ji bo kesekî ku hêk avêtibû serokwezîrê Tikriyê, 13 sal ceza tê xwestin.

Kesên ku Erdogan protesto kiribûn, derketin pêşberî dadger.

Bi sûcê ku heqaret li mezinên dewletê kirine, û meşên bê destûr li darxistine, di derbarê girtiyan de ji 6-13 ceza hate xwestin.
Erdogan roja 11 şibatê bi avêtina hêkan li Mêrsînê ji aliyê gelek kesan ve hatibû şermezarkirin. 

Yên ku bi sûcê avltina hêkan hatibûne girtin têne darizandin.


Xwendekarên Kurd li Libnanê Bawername girtin

 

Derwêşê Xalib, (Beyrut):Liqê Libnanê komîta fêrbûna zimanê Kurdî Ahenga bawernameyan*

Roja yekşemê 26-2-2006 ahengek ji bo belavkirina bawernameyan li şagirtên xulên zimanê kurdî pêkhat li bajarê Beyrûtê, li hola (Civata kurdî Libnanî Ya Qenciyê). Hol ji beşdaran hate dagirtin û bi dehan kes li ser piyan rawestiyan...berdewam


10 hezar kes beşdarî torena şehîdan bûn

Avesta-ANF: Li Mêrdînê di şerekî di navbera gerîlayên PKK û hêzên artêşa Tirk de, şervanên bi navê İdris Yakut (Serhildan Şemse) û İdris İmir (Ciwan Cizire) jiyana xwe ji dest da bûn.

Bi beşdarbûna nêzîkî 10 hezar kes û bi toreneke mezin her du gerîlay hatine binaxkirin. Heya goristanê ku nêzîkî 4 kîlometran dûr bû, beşdarên torenê bi sloganên weke “şehîd namirin”, “intîqam”, “Bijî Serok Apo” bi cenazeyan re meşiyan. Li ser cenaze serokê DTP yê Batmanê Ayhan Karabulut axaftinek kir û têde ragihand ku “aliyê Kurd her demê li ser aştiyê îsrar kiriye, lê belê bersiva dewletê her demê şer bû ye...”


Hesen Silêvanî li Swîsere semînerek da

 

Avesta-Roja 24/2 li bajerê Zurich ya Swêserî li ser vexwendina Navenda Rewşenbîrî  ya Swîserî-Erebî, serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok Hesen Silêvanî, semînerek li ser rewşa rewşenbîr li Kurdistanê pêşkêş kir. Silêvanî li dû axaftinê çend helbestên xwe xwendin. Helbestvan Xelat Ehmed (foto) ew helbest bi zimanê erebî wergerandin. Hunermende kurd Baran bi deng û tembora xwe stran û beşek ji mûzîka kurdî pêşkêş kir Hasan Silêvanî ji bo beşdaran 15 helbestvanên Kurd dane nasîn. li dawiya axaftina Silêvanî gotûbêjeke berfereh li ser wêje û helbesta kurdî hate kirin.


Êdî ew jî “Mehmetcîkekî” bê ritbe ye

 

Avesta- Dewleta Tirk dawiyê cilên eskerî li serokwezîrê Tirkiyê  Recep Tayyip Erdogan jî kirin û ew kirin “Mehmedcîkekî” ji rêzê ango bê ritbe. Serokwezîr Erdogan di 25ê mehê de li Kurdistanê bajarê Qersê beşdarî tetbîqeta zivîstanê ya 2006an bû.

 

Generalên Tirk Erdogan û Wezîrê Parastinê  Vecdî Gonul bi helîkoptereke xwe ya eskerî gîhandin warê tetbîqetê.

Piştî tetbîqatê Erdogan daxuyaniyek da rojnamevana û got: “Bi rastî jî me tetbîqatek serkeftî dît. Ez guman dikim ku ev serkeftina arteşa me roj bi roj zêde bibe û dom bike”.

 

Cilên leşkerî yên bê ritbe li siyasetmedar û rewşenbîran kirin şeweyek pûçkirina artêşa Tirk e.... berdewam


60 Saliya Damezirandina Komara Kurdistan

 

Pîrozkirina 9ê Reşemê roja bi fêrmî hatina Mela Mistefayê nemir bo Mehabadê

 

Elî Qazî/ Kurî Reş

Gelê bi şerefê Kurdistanê Netewa Kurd demeke pir dirêje ku xebateke bi xwîn ji bo rizgariya Kurd û Kurdistanê birêve dibe. Xuyaye ku ger ev dîroka tejî meznahî û ew serhildan û şoreş berdewam nebûna, .. berdewam


Bush rola Barzanî mezin nirxand

 

Karwan Mizûrî-Hewlêr:

Di peywendiyeke telefonî de, Serokê Emerîka rola serokê Kurdistanê di prosêsa pêkanîna hikumeteke nîştîmanî de bilind nirxand.

Di peywendiyeke telefonî de digel birêz Mesud Barzanî serokê Kurdistanê, George W. Bush serokê Emerîka spasiya rola serkirdayetîya serok Barzanî kir di rêvebirina pirosêsa qonaxa dumahiyê û qunaxa niha ya Iraqa federal, hewlên berêzî di berdewam


Krusçev: "Şerê Cîhanê yê II. ji rûyê Stalîn derket"

 

Avesta-Axaftina Serokê kevn yê Sovyetê ku di 20. kongreya Partiya Komunîst ya Rûsyayê de kir piştî 50 salî ji raya giştî re hat eşkerekirin.

Di vê axaftina xwe de Krusçev bi taybetî li ser siyaset û kesayetiya Stalîn radiweste, rexne û tewanên giran li wî dike.

Rapora ku li ser mohra  “50 salî diziye” hatiye xistin ji aliyê Arşîva federal ya Rûsyayê hat vekirin.

Krusçev di vê axaftina xwe de agahdariya encamên sîstema “yek mirov” radigihîne delegeyên kongreyê û dibêje: “Piştî mirina Stalîn me bi deh hezaran kes ji girtîgehan rizgar kirin.”

Krusçev dema rêvebiriya Stalîn wek “facia” bi nav dike û wiha dom dike: “Beguman sucdarê vê faciayê Stalîn e. Em dixwazin nivîsarên hevrê Lenîn berdewam


Di 3 salan de 1532 milîtanên PKK û  203 ji hêzên dewletê hatine kuştin

û birîndarkirin...

 

 

Avesta-Li gora wezîrê hundir yê Tirkiyê yê bi esil Kurd: di 3 salan de 1532 milîtanên PKK û  203 ji hêzên dewletê hatine kuştin.

Wezîrê Tirkiyê yê Hndir Abdulkadir Aksu ragihand ku di 3 salên buhurî de 1532 şervanên PKK 203 leşker, polis û cerdevan hatine kuştin.

Li gora daxuyaniya Aksu 147 kes ji hêzên dewletê birîndar bûne.

 

Rastiya vê bîlançoyê hîna ji aliyê PKK ve nehatiye piştrastkirin.


Tirkiyê mora Kurdistanê pejirand

 

Avesta- Wezareta Hundir ya Tirkiyê mora ku li pasporta rêwiyên di ser Kurdistanê re diçin Tikriyê dikeve qebûl kir. Wezaretê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku, rêwiyên ji Hewlêr, Bexda û Ammanê derbasî Tirkiyê dibin û li ser pasporta wan mohra KURDISTAN REGION (Herêma Kurdistan) hebe, ew mohr tê pejirandin, ew dikarin derbasî hundir Tirkiyê bibin.

Berî niha Tirkiyê ji bo vê morê pirsgirêk derxistibû û gotibû ku ew herêmeke bi navê Kurdistanê nas nake û mora li ser pasportan nayê pejirandin, ji ber vê yekê gelek kes li balafirgeha Istenbulê paşve hatibûne vegerandin. (Zaman)


"Konferansa Întegrasyona Kurdan" li Parîsê pêk hat

 

Çend dîmen ji konferansê

 

Parîs-Avesta: Roja 24.02.06 di bin navê “Întegrasyona Kurdan li Ewropa” de, Înstîtuya Kurdî li Parîsê, bi beşdarbûna gelek pispor û şexsiyetên navdar ji gelek welatên Ewropa, konferansek li darxist.

Di konferansê de kesên mîna Reşo Zîlan (Swêd)... berdewam


"Platforma Kurdan li Hamburg" Konsulusê Emerîkî ziyaret kir


Hamburg-Avesta: Di 21.02.2006  M. Ali  Yildirim serdanek  li gel Generalkonsulose Amerika
li Hamburg bi birêz Butcher, li ser lêdana Kurdistana –Başûr û gera xwe hinek danûsitendin
kirin. Wek tê dizanîn ji wexteke dûr û dirêj de, di navbera Konsolusê Amerîka û Platforma Kurdên li Hamburg têkiliyeke germ heye.

Haya niha gelek çalakiyên bi hev re jî pêk anîne û ji niha û pêve jî dixwazin berdevam bikin. berdewam


Li Diyarbekirê 35 kerxane hatine girtin

Di nava salekê de li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê 35 cihê fuhuşê (Kerxane) hatine girtin. 

Berpirsiyarekî asayîşê ragihand ku bi sûcê firotina jinan, bikaranîna wan di kerxaneyan de û peydakirina wan 137 kes bi sûcê fuhuşê hatine girtin.

Di operasyoneke hêzên asayîşê beşê exlaqî de 76 jinên laşfiroş ligel 61 mêrên ku wan bikartînin li Diyarbekirê hatine girtin.

Jinên ku di dema fuhuşê de hatine girtin, gelek ji wan nexweş derketin.


Li mezintirîn sînema Cinemaxx fîlma tirkî Newala Guran Iraq hate qedexekirin

Bi sedema ku fîlmeke nijadperest e, fîlma Newala Guran Iraq bi carekjê de li 6 sînemayên Cinemaxx li Almnaya hate qedexekirin.Hate ragihandin ku sînemayên din jî difikirin ku fîlmê ji programa xwe derxînin.


Li Hindistanê keçeke 7 salî bi segekî re hate zewicandin

 

Avesta-Li gora Ajansa PTI li Hindistanê zarokeke 7 salî bi navê Shivam Munda ji ber ku diranên wê yên jor berî yên pêş derketin, malbata wê ew bi segekî kolanan re zewicand.

Ligora bîr û baweriya eşîretan Shivam Munda jê tê (Santhal), derketina diranên jor berî yên jêr, îşareta bêşansiyê ye. Endamên eşîretê wiha bawer dikin ku malbata Santhal çavînî bû ye.

 

Bavê keçika 7 salî Kundan Munda li ser vê bûyerê dibêje: “ji bo ku ev nav ji ser keça  me ew bi segekî re zewicand...” Ligora erf û adetên vê eşîretê wê dawet 3 roj û 3 şevan dewam bike.(ajansa pakistanî PTI, Hurriyet)


Parlamentoya Kurdistanê bi piraniya dengan

Nêçîrvan Barzanî ji bo serokê Hikûmetê hilbijart

Cîgir: Omer Fettah

 

Avesta-PNA- Piştî rêkeftina Partîya Demokrata Kurdistanê û Yekîtîya Niştimana Kurdistan bo yekbûna herdu îdaran û xwendina rêkeftnameya di navbera wan de li parlemana Kurdistanê, ev roj katijmêr 11;7 deqe parlemanê civînek neasayî li darxist. Rûniştina ev roj ya Parlemana Kurdistanê, parlemanteran bi komê dengan birêz Nêçîrvan Barzanî bo postê serokê encûmenê wezîran û birêz Omer Fetah bo cîgirê serokê encûmenê wezîran pesend kirin. Herweha li bendê ye ku birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê serokê hikûmetê û cêgirî wî rabispêre ta ku de demê heyvekê de kabînê nû pêkbînin. Hêjayî gotinê ye ku di rûniştina ev roj yê Parlemana Kuridiistanê, projeya biryarê binbirkirina tîror li Kurdistanê hate xwendin, komîta wezareta mafê mirov jî raportê xwe xwend.


Filmê "Û Nêrgiz Bişkivîn" xelata Rêxistina Efûyê wergirt

Berlin-Avesta: Di Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya Berlînê "Berlinale" 2006 de, Rêxistina
Efûyê ya Navnetewî "Amnesty International" Filmê Kurdî " Û Nêrgiz Bişkivîn" xelat kir....
berdewam


Mossad li tercûmanên Kurdî digere

 

Li gora rojnameya îsraîlî Haretz Dezgeha Îstîxbarata Îsraîlê Mossad li wegêrekî kurdî digere. 

Rojname radigihîne ku wergervan divê bi kurdî-îbrî û înglîzî bizanibe.


Pîrên Holendî dikarin ji xwe re hevalan kirê bikin


Avesta- Li Holenda pîrên ku bi tenê dimînin û kesî nabînin ku pê re biaxivin, wê ji
niha û pê ve bikaribin ji xwe re hevalan kirê bikin.


Li Wîlayeta Brabant bi vê armancê fîrmayek bi navê "DGM Serwîsa Xizmeta  Navseran" hatiye damezirandin. Pîr û kalên ku bixwazin dikarin seetê bi 28,75 Euroyan jixwe re ji bo axaftin û alîkariyê hevalekî/ê kirê bikin. Kesê ku tên kirê kirin, wê him sebra pîr û kal bînin û him jî di kirîn û firotinê de alîkariya wan bikin, wan bigerînin û sohbetê bi wan re bikin. Midûr û
xwediyê fîrmayê Jan Meulemans di daxuyaniya xwe de dibêje, "Di roja me de gelek mirovên navser bi tenê dijîn, jiyana wan ya civakî bi sînor e û kesek pir bi wan re mijûl nabe. Ji bo em bikaribin vê valatiyê dagrin, me fîrmayek wiha ava kiriye.  Emê kesên ku li vir kar bikin, baş hilbijêrin...

berdewam


Ji bo kujerên Kemalê Sor: Muebet ji bo 7 kesan

 

 

Hewlêr, Mîdya-Avesta: Rojnameya Mîdya ku ku li başûrê Kurdistanê li Hewlêrê heftane derdiçe, dadgehekê li Silêmaniyê cezayê muebet da kujerên siyasetvanê Kurd Kemalê Sor. 

 

Kemalê Sor tevî hinek hevalên xwe ji PKK cuda bûbû û Partiya Rêkeftin ava kiribû.

 

Piştî demekê di encama êrîşekê de ew hatibû kuştin (17.02.2005).

 

Partiya Rêkeftin PKK û PÇDK bi vê cînayekê tewanbar kiribûn.

Kesên di vê cînayetê de cih girtî qebûl kiribûn ku wan Kemalê Sor kuştine, hate diyarkirin ku ew endamên PKK û PÇDK ne.

 

Di dema dayîna hukum de tewanbaran duruşme avêtin: Bijî PKK! Bijî Serok Apo!


Newsweek: Îsraîl dikare li Îranê bide

 

Avesta- Heftenameya Amerîkî Newsweek îdia kir ku Îsraîl dikare li Îranê bide.

Piştî Îranê diyar kir ku ewê dev ji çalakiyên xwe yên nukleerî bernede di çapameniya Ewrûpa û bi taybetî jî ya Amerîkayê de di derbarê şerekî bi Îranê re û rewşa Rojhilatanavîn senaryoyên cur bi cur tên weşandin. Kovara Newswwek jî îdia kir ku pisporên parastina Îsraîlê gotine ku, “ger pêwîst bibe Hêzên Hewayî yên Îsraîlê dikare navendên nukleerî yên Îranê bombe bikin.”berdewam


 Diyaloga dawîn di navbera Öcalan û Xeddam de

 

“Min bi nazikî Apo ji Şamê derxist”

 

Avesta- Cîgirê Serokê Suriyê yê berê Abdulhelîm Xeddam ku niha li Parîsê li sirgûnê dijî, rojên dawîn yên serokê PKK Abdullah Öcalan li Şamê (1998)  anîn ziman.

Xeddam wiha got: “Tirkiyê di şer de cidî bû. Me civîneke ku bi saatan dirêj kir çêkir. Li dawiyê me biryar stand ku Apo ji Suriyê derkeve. Min li bîroya xwe gazî wî kir.

Xeddam dibêje "min bi nazikî ji Apo re got ji Suriyê derkeve..."

Xeddam: Tirkiyê di şer de cidî ye?

ÖCALAN: Belê.

Xeddam: Şer derkeve wê li ku çêbibe?

ÖCALAN: li Qamişlo û Helebê.

Xeddam: Divê çi were kirin ji bo ku şer dernekeve?

ÖCALAN: Ji bo vê divê ji Suriyê derkevim.

Xeddam: Öcalan, tu mirovekî têgihiştîyî, başe, wê tu kengî derkevî?

ÖCALAN: Çend rojan zeman bidin min. berdewam


Melik Firat: “1000 salin mîsyona malbata min li Kurdistanê heye

 

Avesta-Di hevpeyvîneke bi rojnameya Bingöl Haberci 12 neviyê Şêx Seîd û serokê HAK-PAR A. Meilk Firat, got ew dixwaze bi nasnameya xwe ya kurdî têkeve meclîsê.

Firat Kemalîzm rexne kir û wiha got: “îdeolojiya kemalîzmê derketiye, xwedayê wê Atatürk e, li kuderê rûniştiye, li kuderê vexwariye li wê derê heykelekî wî heye.

Firat wiha behsa malbata xwe dike: “1000 salin mîsyona malbata min li Kurdistanê heye. Padîşahê Osmanî yê 4. Murat, bapîrê min yê nifşê 7. li gundê Celustum, girêdayî Bismila Diyarbekirê kuşt. Bi serhildana bapîrê min Şêx Seîd re sala 1925 sedî sed binemala min mîsyoneke siyasî stand. Firat dibêje kesên ku dewlet ava kirine û birêve birin yan Kurd yan jî ji miletên din in: “1. Atatürk, Arnavut e, 2. İsmet İnönü Kurd e, 3. Celal Bayar, Tatar e, 4. Cemal Gürsel, Kürt û Ermenî ye, 5. Cevdet Sunay, Ermenî û Rum e, 6. Fahri Korutürk, Çerkez e, 7. Kenan Evren, Boşnak e, 8. Turgut Özal, Kurd-Türk û Ermenî ye, 9. Süleyman Demirel, Arnavut e, 10. Ahmet Necdet Sezer, Çerkez e...“


PKK daxuyanî da: Me Kanî Yilmaz nekuştiye

PWD: Kanî Yilmaz ji aliyê PKK ve hate înfazkirin

 

Avesta-Di daxuyaniyeke xwe ya taybetî de Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistanê (PWD) diyar kir ku Kanî Yilmaz ji aliyê hêzên taybetî yên PKK ve hate kuştin.

Serokê PWD Nizamettin Taş (rast) di hevpeyvînekê de ligel rojnameya tirkî Vatan got, “me 10 kes ji PKK girtin, ew endamên tîmên taybetî yên PKK ne, ji bo kuştina me hatibûne wezîfedarkirin, me ew girtin û radestî  berdewam


Kanî Yilmaz hate veşartin

Berpirsiyarên Kurd-Der, Osman Karavil, avukat Sabahattin Korkmaz, berpirsiyarên Hak-Par B.Bozyel, H.Dağtekin û İbrahim Güçlü beşdarî torena veşartina cenaze bûn.

Serxweşiya Kanî Yılmaz û Sabrî Kaya piştî 3 rojan wê li Diyarbekirê çêbibe. 

 

Avesta-Rizgari- Kanî Yilmaz ku di encama suîkasteke terorîstî de roja şemiyê li Silêmaniyê hatibû kuştin, li cîbûna xwe li Serê Kaniyê hate veşartin. Di merasîma veşartina cenaze de zêdetirî 500 kesî beşdar bûn. Torena veşartin bû meşeke protestokirina terorê û sloganên Şehîd Namirin hatin avêtin. Zêdetirî 100 erebeyan beşdarî konvoya cenaye bûn.

Di meşê de sûretên Kanî Yilmaz bilindkirin. Her wiha Sebrî Torî jî ku bi Kanî Yilmaz re şehîd ketibû, bi sloganên Şehîd Namirin bi merasîmeke mezin li Gecûşê li kêleka bavê xwe hate veşartin. Bavê Sebrî M. Nuri Kaya di sala 1993 de bi destê hêzên dewletê hatibû kuştin.


Cenazeyê Kanî Yilmaz ji bo cîbûna wî hate şandin…

Hate ragihandin piştî otopsiyê, cenazeyê Kanî Yilmaz ji bo

herêma Ruhayê û cenazeyê kesê ku bi wî re hatibû kuştin ji bo Batmanê hate şandin.

 

Kanî Yilmaz di vê erebê de

Nr: 29676-Silêmanî  hate kuştin

 

Avesta-Koordînasyona Partiya PWD-K di malpera xwe de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Kanî Yilmaz ji aliyê hêzên taybetî yên PKK ve hatiye kuştin.

PWD-K dibêje: “di erebeya wî de bombe hatibû bi cih kirin û ji dûr ve ew hatiye teqandin… kesê-kesên ku erebeya wî bombe kiribûn ji aliyê asayîşa herêma Kurdistanê ve têne şopandin…” PWD-K diyar dike ku "di 7. salvegera girtina serokê PKK Abdullah Ocalan de qurbanek lazim bû, ew jî Kanî Yilmaz bû…” 

Hate ragihandin ku Kanî Yilmaz wê ji bo hevdîtineke ligel televîzyona Zagros biçûya Silêmaniyê


Kanî Yilmaz hate kuştin…

 

Silêmanî/AVESTA- Li gora nûçeyeke taybetî ji başûrê Kurdistanê ji Silêmaniyê ji bo Avesta, berpirsiyarê Kanî Yilmaz û hevalekî wî Sebrî Torî di otomobîleke bombakirî de hate kuştin. Li Silêmaniyê nêzîkî pêşangeheke otomobîlan, nêzkî Parka Bexda li cadeya 60 Kanî Yilmaz û hevalê xwe Sebrî Torî di otomobîla Dawoo hate kuştin. Hate diyarkirin ku zarokekî nêzîkî bûyerê giran birîndar bûye.

Li gora malpera Zêrevanî di trêmbêlê de gelek cureyên teqîneyan hebûne.

Hate ragihandinku Kanî Yilmaz ji Kampa Seyîd Sadiq ji bo hevdîtineke televîzyonî diçû Silêmaniyê. Heya niha tu aliyan ev bûyer negirtiye ser xwe. Kanî Yilmaz ji PKK cuda bûbû û ligel hinek hevalên xwe PWD ava kiribû.

- Kanî Yilmaz ji bo hevdîtineke televîzyonî diçû Silêmaniyê


Mezintirîn dîrokvanê Kemalîst-Tirk, bi eslê xwe Bedirxanî, Cemal Kutay mir

Avesta- Mezintirîn dîrokvanê Kemalîst-Tirk Cemal Kutay di 5ê mehê de di seet 21.17an de di 97 saliya xwe de li Stenbûlê mir.

Li gora daxuyaniya Academic Hospital ya Weqfa Zanîngeha Marmara Cemal Kutay ji ber nexweşiyên xwe yên bi yextiyariya wî ve girêdayî jiyana xwe winda kir.

Cemal Kutay di sala 1909an de li Konyayê ji dayik bû. Kutay di pêvajoya jiyana xwe de li gellek rojname û kovaran de xebitî û rêvebirî kir.

...berdewam


“Dengê miriyan tê guhê min”

Fadil Özçelik

Yek ji sembola wehşeta faşîzma Hîtler, kampên komkirina mirovan in.

Hîtler, yekem kampa komkirinê di sala 1933an de li Dachau damezirand. Di sala 1939an de hejmara van kampan digihêje 6an ku di nav wan de ya bêtir bi nav û deng (!) Auschwîtz e.

Li kampên naziyan piraniya wan Yahûdî, 6 milyon însan hatibûn kuştin. Li Auschwîtzê 1 milyon kes ya di firneyên gazê de an jiber sermê û birçîbûnê jiyana xwe ji ...

 

berdewam


Yekemîn Car…

 

 

Avesta destnivîseke hunermendê mezin Mihemed Şêxo belav dike.

Di vê nameya xwe ew behsa zewaca xwe ji keçeke Kurdên rojhilat dike 

Ev name ji aliyê hevkarê me Mesûd Xelef ve li Duhokê hatiye bidestxistin

 

nameyê bixwîne


Jiyana Şêrko Bêkes bû fîlm

Köln-Avesta: Jiyana helbestvanê mezin Şêrko Bêkes ji aliyê derhêner Sîrwan Rehîm ve bû fîlmeke dokumentar. Ev fîlma Firîn ku bi awayekî profesyonel li studyoya almanî şîrketa Fîlm-Mîlm hatiye montaj û doblajkirin, yekemîn fîlme ku jiyana helbestanê Kurd û bûyerên ku li Kurdistanê qewimîne tîne ser ekranan. Dîmenên vê filmê li gelek cihên Kurdistanê û Ewropa û bi taybetî li Stockholmê, bajarê penaberiya helbestvan, hatine kişandin, Xanima Faîq Bêkes û diya Şêrko, Şefîqe Xanim jî di filmê de cih digire. Di pêşerojeke nêzîk de, wê fîlm ji bo zimanên tirkî, înglîzî, almanî û swêdî were wergerandin û di televîzyonên ewropî de were weşandin. Fîlm 82 deqeyan dirêj dike.


Jiyana Barzanî dibe fîlm: Omer Serîf rola Barzanî dilîze

 

 

Hewler-Avesta: Li ser vexwendina serokê hikûmeta Kurdistanê derhênerê Kurd yê navdar Elî Bedirxan li basûrê Kurdistanê ye.

Hate ragihandin ku armanca serdana wî ya Kurdistanê çêkirina fîlmekê ye ku ser jiyana nemir Mele Mistefa Barzanî ye.

Bedirxan di cîvîneke çapemeniyê de li Hewlêrê got, ewê filmê bi alîkariya sînemaya Misr û Holywoodê çêbike.

Diyar bû ku ihîmaleke mezin heye ku actor û lîstikvanê navnetewî Omer Serîf rola Barzanî di filmê de bilîze.

berdewam


Wezîrê Derve yê Iraqê Hosyar Zêbarî li Parîsê

li Meclîsa Netewî ya Frensî hevdîtineke dîplomatîk pêk anî

Dilbixwîn Dara ji Parîsê radigihîne

 

Wezîrê Derve yê Iraqê Hosyar Zêbarî li paytexta Fransa li Parîsê li Meclîsa Netewî ya Frensî hevdîtineke dîplomatîk pêk anî.

Zêbarî li Parlamentoyê ligel parlamenter û endamên pêwendiyên derve civiya.

Di hevdîtinê de serokê komîsyoya Pêwendiyên derve di meclîsê de Eduard Bladour ji Zêbarî re diyar kir ku ew hêvîdarin pêwendiyên wan her berdewam bin û her ku biçin xurttir bibin. Bladour got bi qasî ku ji dest wan were ewê pistgiriya gelê Iraqê ji bo serkeftina hilbijartinan bikin. ... berdewam


 

 

Hejmar 98 (Şibat 2006)

Arsîva Avesta aktîv e

(2001-2006)


“Spîkera qelew nabe

derkeve ser ekranê”

 


“Newala Guran Iraq”

li Kurdistanê jî hate qedexekirin


Jana dil û nalîneke demdirêj


Bavê W
elat


Pêwîstiya Lotikxaneyeke Kurdî

 Arşevê Oskan


ROJNEMEVAN

Siyamend Brahim


Êdî bazara kurdayetiyê

li serê me nekin

 Mamosta Dîrok (Efrîn)


Bo mêyeke kurdî-
"Berî û paşî 8 Avdar ê"

Brahîm Mehmûd


«Huner di Navnîşanê

de Diruv nabe»

Mihemedê Seyid Husên

«Qamişlo»


Tirkiyê ji Caferî şerê

li dijî PKK xwest


RAKEVE

Fadil Temo


Di  radyoya SBS de hevpeyvîneke gelekî balkêş di derbarê girtina Kemal S. Qadir de guhdarî bike


Kengî wê tevgera kurdî bervehev were?

Salih Cefer



Damezirandina pirtûkxaneya Celadet Berdirxan li qamişlo


Erê CûdÎ

Kurdyar Dirê´î

Amûdê


Raya Azad

Di navbera ronî û tariyê de

Bêwar Ibrahîm


ROJA ZIMANÊ ZIKMAKÎ

 Şahînê B. Soreklî

 

Ji ferhenga Melayê Cizîrî

(MESTBÛN)

 Xalid Cemîl  Muhemmed

-Qamişlo-


Tv’yên kurdî berê xwe

dane kuderê?

Dilbixwîn Dara


Bîranîna

Kurd Reşîd


Li Tirkiyê bazara

jinan 3.6 milyar dolar e


Li Japonyayê

“xwekuştinên înternetê”

 

 

Profesor Dr. Mozefer

Pertomah

Seyid Feysel Moctevî


Lîstikvana Sûrî ya Kurd

Muna Wasif di fîlma Barzanî

de cih digire


Daxwaza bênav

"Dr. Noredîn Zaza...

Brahîm Mehmûd


Bekiro û Şakilo

M. Xarpêtî


Geşbûna şarekî Kurdistanî

Siyamend Brahîm



Di şkeftekê de wêneyên

27 hezar salî hat dîtin


Ji bo Komara Kurdîstan/Mehebat

Çend Xal...

 Ehmed ONAL


di 15 saniyan de şerabê

dike 20 salî


"Penaber"

 ©www.avestakurd.net    2001-2006