|

Beyrut-Avesta
Rojnamevanên
Ereb ligel serokê Kurdistanê li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn.
Rojnameya
libnanî Al Nihar hevpeyvîneke dirêj ligel Barzanî çêkir.
Em li jêr
beşekî ji hevpeyvînê bi kurdî diweşînin:
Pirsa kerkûkê
“Li ser pirsa
Kerkûkê dixwazim tiştekî bibêjim, ji aliyê cografî ve Kerkûk
dikeve sînorê Kurdistanê, ev jî rastiyeke dîrokî ye. Lê belê
li aliyê din Kerkû bajarekî Îraqî ye, weke Hewlêr, Bexda û
Duhok. Ji bo me Kerkûk sembola zilma li ser gelê Kurd e. Ne
ji ber hebûna petrolê em dibêjin Kerkûk Kurdistanî ye.
Petrol ji bo hemû gelê Iraqê ye. tiştê em dixwazin ewe ku em
şaşiya dîrokî ku li Kerkûkê pêk hatibû serrast bikin.
Kurd yek
milet e
“Kurd yek
milet e. Li perçeyek/ Kurdistanê tiştek çêbibe tesîra xwe li
perçeyê din dike, çi baş çi jî xerab. Lê belê em mudaxeleyî
welatên cîran nakin, ew welatên ku birayên me yên Kurd lê
dijîn. Lê belê ev nayên wê wateyê ku emê piştgiriya birayên
xwe yên Kurd nekin…”
Pirsa kurdî
çareser bikin
“…Em bang li
hikûmetên Suriyê, Iran û Iraqê dikin ku pirsa Kurdên li cem
xwe çareser bikin û mafên wan bipejirînin. Eger siyaseta
înkarkirina gelê Kurd bi serkevtiba, wê berî salan ew pêk
bihatiba. Pirsa Kurdî mecbûre bi riyên aştiyane û demokratîk
were çarserkirin…”
Ensar El Îslam ne li Kurdistanê
ye
Serok Barzanî
li ser pirsa rêxisina Ensar Al Îslam wiha got: “Ew niha ne
diyar in, lê navenda wan Musul, Remadî û Tekrît e. Ew bi
grupa Zerqawî re kar dikin. Her çiqas ew car caran bi dizî
derbasî Kurdistanê dibin jî, lê tu cihekî wan li Kurdistanê
tune ne…”
Dr. Kemal
Qadir poşman bû ye
Serok Barzanî
li ser Kemal Qadir ku berî demekê ji zindanên Kurdistanê
serbest hatibû berdan wiha got: “Dr. Kemal Qadir weke
hemwelatiyekî Nemsa hate Kurdistanê, gotarên bi dijûn li
dijî şexsiyetan nivîsandin, bêku rexne bike yan jî nêrîna
xwe di derbarê tiştekî de bîne ziman. Ew ji ber wan dijûn û
îhanetkirina şexsiyetan hate girtin. Tevî vê yekê jî ew
serbest hate berdan û niha li Nemsa dijî. Min bihîst ku ji
ber gotinên xwe poşman bû ye.
Pirsa kurdî
li bakur pirsa miletekî ye
Barzanî di
derbarê PKK de nêrîna xwe wiha tîne ziman: “Pirsgirêk bi xwe
siyasî ye. Eger PKK nemîne jî, divê pirsgirêk bi awayekî
aştiyane were çareserkirin. Pirsgirêk pirsgirêka mafan e,
divê bi awayekî aştiyane were çareserkirin. Pirs pirsa mafên
gelekî ye, ne pirsa partiyekê ye… em û PKK di gelek aliyan
de ne di yek nêrînê de ne…”
jêder: Al Nihar (27.04.06)
|