Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane...Chefredakteur: Dilbixwîn Dara  (avesta@avestakurd.net)

P.O.BOX: 1403, 53004 BONN-GERMANY

Medya Kurdî

Partiyên Kurdî

Saziyên Cuda

Medya Tirkî

Medya Erebî

Arsîv


 

 

Hevpeyvînek ligel stranbêj Cemîl Murad

 

Salih Demicer (Bêrûd)

 

Yarê Yarê Yarê... Yara minê yarê...

Bi vê stranê û gelek stranên xwe ye germ  Hunermend Cemîl Mûrad îsal ahenga newrozê Li Beyrûtê vejand,   ev ahenga ku ji aliyê partiya Rizgarî kurdî û komela Al Erz ya kurdî de hatibû  çêkirin.hêjayî gotinê Ye ku Cemîl Mûrad yeke ji wan hunermendên kurde ku mafê wWan hatiye xwarin,   çimkî stîlê wî gelekî payedare û denê wî zor zelale.

Di dawiya ahengê de me hunermend Cemîl Mûrad spas kir û ev hevpeyvîna kurt pêre amade kir:

 

Hunermendê Hêja Cemîl Mûrad ez Newroza te pîroz dikim,    tu bi xêr hatî Beyrûtê,    berî her tiştî tu dikarî hinekî li ser destpêka xwe biaxivî? tu û hunerê hûn çawa pêrgî hev hatin?

 

Ez jî cejna Newrozê li we pîroz dikim u hêvîdarim ku demên we tevde cejn û Newroz bin.

 

Ji çûkaniya xwe de min ji huner û mûzîkê hez dikir,    wek her kurdekî min bi dilekî germ li mûzîkê gudarî dikir,   min li stranên kurdî,  farisî,   erebî,   û turkî guhdarî dikir û hino hino ev behreya li nik min şiyar bû,  lê min bi rengekî fermê di sala1986 an de destpêkir,   min bi gotin û awazên xwe stran çê kirin,  di destpêkê de min stranên sivik bi kar dianîn lê piştre ez gihîştim baweriyekê Ku tenê stiranên bi hêz ew dimînin. di sala 1991 de min kasêta xwe ye yekem derxist,   di wê demê de min ew wek kasêtekê didît lê aniha ez wê wek tecrûbakê dibînim.

 

Bi rastî şêweyê te di stranan de şêweyekî taybet û cudaye û te gavne hêja di vî şêweyî de avêtine lê nav û dengê te ne li gor hunera teye,   çima?

 

Ez xwe wilo nabînim,   ji bo min ev ji min re bese,  ez gelekî li navdariyê negerim û ez ne ji wan kesanim ku di her dawet û şahiyê de bistirêm.

 

Çi piroblem di navbera te û telefizyonên kurdî de  hene çima tu di ekranên wan de xuya nabî?

 

(bi ken) ev pirsa ji wan dibe,    kek salih di nerîna min de,   hîn gelek sal ji mere divên ku em bigihin astekê karibin têde mafê Her yekî li gor dahênana wî pêdin ne li gor nêzîkbûna wî ji mere an girêdana wî bi meve,   bibûre ez ji peyweriyê hez nakim û ez naxwazim kes tiştên xwe li min dagire.

 

Rewşa teye tenduristî çiqasî bandora xwe li hunera te heye,    tu carna di navbera xwe û ahenga xwe de dilgiraniyê Ji vê rewşê nakî?

 

Kek salih bawerke ez ticarî hest nebûme ku ez li ser gopalan digerim û tiştek ji min kême,   belê bi vajî vê yekê Gopalên min coşekê didine min ku ez hîn xwe pêşxim,    gelek tiştên ku ji min re xewn bûn min pêkanîn,   ev jî ne hindike di rewşeke wek ya min de,   teqez rûbereke fereh ji geşbîniyê Ji mirov re dive da ku karibe tengasiyan li dû xwe bihêle.

 

Awazên te çiqasî nêzîkî yên Hindî ne ? gelo tu awazên wan bi kar tînî an tenê şêweyê te di stranan de wek yê Hindî ye?

 

Ezê tiştekî ji tere bînim ziman çimkî min berê jî bihîstiye kesin wilo gotine,    mûzîka kurdî û ya Hindî ji hev ne dûrin û ez ji te venaşêrim ku mûzîka Hindî bala min kişand ser xwe,   ne tenê wê ya Erebî jî ,   min gelekî li Nazim El Xezalî guhdarî kir û min hewl da ku ez rêçûna wîye hunerî bişopînim. lê bi rastî awazên min ne Hindîne ew awazin kurdîne û ji xwerista kurdistanê ne. ez karim bêjim ku ez bi (Adîk) tesîr bûm bi (Elî Tico) tesîr bûm ez bi bavê xwe tesîr bûm bavê min dengbêj bû û carna dema ew ji mal derdiket min tembûra wî jê didizê û diçûm li cihekî din lê dida.

 

Di dawiyê de tu dixwazî çI ji gelê Kurd re bêjî?

 

Bav û kalên me dibêjin dema ku bar dikeve ji xwediyê bêr bi hêztir nîne ku rahije wî,   ezî vê yekê di jiyana xwe de pêk tînim û bi hêvî me ku gelê Kurd tevde tê bigihe ku kes ji mere nikare tiştekî bike eger em bi xwe nekin,   divê em xwe pêşbixin û destê xwe li ber kesî venegrin.

 

Mamoste Cemîl em ji bo keda teye îroj te spas dikin û serkeftinê Ji tere dixwazin.

 

Serçavan

 

veger

 

 ©www. avestakurd.net    2001-2006