|
|
|
|
|
Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane...Chefredakteur: Dilbixwîn Dara (avesta@avestakurd.net) P.O.BOX: 1403, 53004 BONN-GERMANY |
|
Köln -Avesta:
Li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê, li Almanya bajarê Kolnê semînerek hate pêşkêşkirin.
Di sermînerê de ku ji aliyê Dr. Cebbar Qadir, Dr. Musa Kaval, Dr. Îbrahîm Mehmûd û Seîd Seyîdî ve hate pêşkêşkirin de, bi ferehî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û herêmê hate rawestandin.
Dr. Cebbar Qadir di axaftina xwe de bal kişnade ser rewşa başûrê Kurdistanê û rewşa heyî rexne kir û wiha got: “Mixabin piraniya siyasetvanên Kurd naxwînin û ji rewşê ne agahdar in. heya niha hejmara Enfaliyan ne diyar e. her hine tiştekî dibêjin, medya Kurdî jî heya niha lêkolîneke baş li ser Enfalan çênekiriye… pêwîste li ser Enfalan pir were axaftin…”
Cebbar Qadir berdewam kir û got: “Kurdên beşên din yên Kurdistanê dema ku alê, pêşermergeyan dibînin pir kêfxweş dibin, ew tiştekî baş e, lê belê li başûr rewş bi awaykî din e. Li başûr Kurd bêkar in, xizmetê dixwazin… cudabûnên mezin di nava civakê de hene, ruşwet gelek e, feqîr pir in, hejmara bêkaran her ku diçe zêde dibe. Pirsgirêkên Kurdên başûr yên bingehîn gelek in. mesele ne tenê hebûna alê û hikûmetê ye. Kurd ji vê yekê ne razî ne, wekheviya civakî tune ye…şewitandina Monementên Helepçê jî ji vê reakisyonê tê”
Dr. Qadir axaftineke balkêş pêşkêş kir û berdewam kir: “Kesên ne cihê wan be, li wir berpirsiyar in…”
Dr. Musa Kaval jî, piştî ku li ser rewşa rojhilata navîn û projeya Emerîka axifî bal kişande ser bakurê Kurdistanê û wiha got: “Li bakurê Kurdistanê adrêseke siyasî tune ye. Muxateb tune ye. Pirsgirêka kurdî li bakur di labîrentekê de ye, diçe û tê û çare jêre nayê dîtin…”
Kaval got: “Tevgera Kurd nikare ji pirsa kurdî re çareyekê bibîne… Tirkiyê jî ji vê yekê re ne amade ye…”
Kaval diyar kir ku sîstema herî baş ji bo bakurê Kurdistanê federasyon e.
Dr. Musa Kaval ragihand ku ji bo Kurdên bakur nûneriyek lazim e, berdevk û muxatebek lazim e.
Dr. Kaval pêşniyar kir ku ji Kurdên Bakur Konseyeke Bilind ya Şêwirmendiyê were avakirin. Kaval diyar kir ku li Tirkiyê siyaset jî di dest leşker de ye.
Seydî ji Kurdistanê bêhtir li ser sîstema îslamî ya Îranê axifî.
Dr. Îbrahîm Mehmûd li ser rewşa rojavayê Kurdistanê axifî û di axaftina xwe de bal kişande pirsgirêka kurdî bi tevayî û got: “Li her çar beşên Kurdistanê pirsa kurdî yek pirs e.
Mehmûn berdewam kir û got: “Ev sedsal sedsala çareserkirina pirsa kurdî ye û ji partiyên Kurdên Suriyê tê xwestin xwe bigihînin hev û dengê xwe li hember derve bikin yek û hêza xwe nîşan bidin…”
Bi gotûbêjê dawî li civînê hat.
|
|
©www. avestakurd.net 2001-2006 |