|
|
|
Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane...Chefredakteur: Dilbixwîn Dara (avesta@avestakurd.net) P.O.BOX: 1403, 53004 BONN-GERMANY |
|
Dilbixwîn Dara
Te behsa avakirina Foruma Demokratîk ya Kurd kir, tu dikarî hinekî behsa wê bikî, we bi çi armancê ew forum ava kir, hûnê çi bikin?
Armanca me ji avakirina forumê ewe ku em diyalogekê di navbera Kurd û Kurdan, Kurdan û Dewletê û di navbera Kurdan û Tirkan de ava bikin. Divê Kurd fêrî avakirina diyalogan bibin. Kurd çi dixwazin? Pêwîste daxwaza wan bibe yek yan jî gelekî nêzîkî hev bibin. Pêwîste em dijîtiya hev nekin û ji hev neqetin. Partî û komeleyên me zêde dibin, nêrînên wan cuda dibin, ew dibe, lê divê ji bo armanca netewî em nêzîkî hev bin. Ji bo vê yekê em dixwazin diyalogekê ava bikin. Bila Kurd werin cem hev, bi hev re li ser pirsgirêkan biaxifin, li nêrînên hev guhdarî bikin, dijîtiya hev nekin, dostaniyê di navbera xwe de ava bikin.
Te got em dixwazin forumeke serbixwe bin, mebesta te ji gotina „serbixwe“ çi bû?
Yanî ne bi dewletê ve û ne jî bi dereke din ve girêdayî be. Em naxwazin girêdayî tu partiyan bin jî. Ji girêdanê zêdetir emê hewl bidin dostanî û diyalogê ava bikin. Dixwazim vê bibêjim, em ne li dijî kesekî ne, ne jî di bin emrê kesekî de ne.
Hûn çawa li HAK-PAR û DTP dinêrin?
Ji bo me her du jî weke hev in, em xwe nêzîkî her duyan jî dibînin. Her du dostên me ne, eger ku di navbera wan de pirsgirêk hebin jî emê bixwazin pira dostaniyê deynin.
Me carekê bihîst tu tevlî DTP bû ye, carekê gotin "na" Feridun Yazar dibêje şertên min hene, te di nav de cih negirt, şertên te çi bûn?
Min xwest partiya ku nû were çêkirin, weke yên berê nebe. Em dixwazin dezgeheke serbixwe çêbikin. Di sîstema berê de pêşdeçûyîn tune ye. Sîstema û eqliyeta berê me marîjînal dike, em dixwazin ji ber van sedeman serbixwe bin, her kes bikaribe nêrîna xwe bibêje. Di partiyên weke DTP de, tenê gotina yek kesî dimeşe, ew çi bibêje, yên din dibêjin amîn. Ji ber vê yekê neketim nav…
Pêwendiyên we bi ronakbîran re bi taybetî yên ku neketine nava partiyên siyasî di çi redeyê de ye?
Pêwendiya me bi her kesî re heye, em her kesî ziyaret dikin, fikra xwe jê re dibêjin, lê guhdarî dikin, bi awayekî giştî her kes bi çavekî baş li vê xebata me dinêre.
Hûnê giraniya xebata xwe bidin çi warî?
Em dixwazin bêhtir ji bo diyalogê û karên diplomatik bixebitin. Wê platforma me ji bo van xebatan gelekî vekirî be, kî çi bixwaze wê bikaribe bibêje.
Gelek salên dûr û dirêjin tu bi siyaseta Kurd re mijûl dibî, çareserkirina pirsa kurdî çawa dibînî?
Di nêrîna min de çareserî ne girêdayî dewletê ye, ne jî girêdayî Ewropa ye, çareserî di dest Kurdan bi xwe de ye. Dema ku Kurdên bakur gotin û hêza xwe bikin yek, dikarin pirsê çareser jî bikin.
Dixwazim bersiveke zelal bibîhîsin, ji bo Kurdên bakur tu çareseriyeke çawa dixwazî, serxwebûn, federasyon, otonomî…
Ez niha nikarim şablonekî deynim. Lê hersê daxwaz jî dikarin werin munaqeşekirin. Lê tiştê herî girîng ewe ku Kurd werin cem hev û li hev guhdarî bikin. Di nêrîna min de, ji bo Kurdan çi baş be, çi armanc dikare zû pêk were, baştire ku em wê hedefê bidin pêşiya xwe. Pir rihete ez bibêjim, federasyon, yan jî serxwebûn. Divê em munaqeşe bikin, ka çiqas pêwîste, çiqas dikare pêk were.
Hûn difikirin di dema pêş de bibin partiyeke siyasî?
Niha tu xebateke me di vî warî de tune ye. Di dema pêş de gava ku were xwestin, emê bibin partî jî.
Spas
Ez jî spas dikim û ji Avesta re serkeftinê dixwazim. |
|
©www. avestakurd.net 2001-2006 |