Hejmar 99... Gulan 2006

 

KÎLOMETRE ZERO

roja 25 Gulanê li Almanya

di sînemayan de ye

Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane...Kurdish Daily News...Chefredakteur: Dilbixwîn Dara  avesta@avestakurd. net   P.O.BOX: 1403, 53004 BONN-Germany

Medya Kurdî

Partiyên Kurdî

Saziyên Cuda

Medya Tirkî

Medya Erebî

Arsîv


web mail


Radyoyên Kurdî

FM 2000

SBS

D. Emerika

Nawa


 

Pêşengeha pirtûkan

ya  navnetewî li

Hewlêrê vedibe


Gelo roja sekinandina birûmet nehatiye?

Mihemed Elî, Efrîn


Ji nêzîk ve

Brahîm Mehmûd


Şêrko Bêkes bi helbesteke nû piştgirî da bakurê Kurdistanê

Erdhej


Fîlma Al Anfal di

televîzyona Swîserî de


Paşkoyî ÇAVDÊR 

Rojnameyeke kurdî

li Duhokê derdikeve


Feyrûz diçe

Kurdistanê lê,

1 mîlyon Dolar dixwaze


Tembûra Şivan bi 7500 Euro hate firotin…




Nasirê Rezazî:

“Heya bikaribim piştî

Merziye nazewicim”


Hevpeyvînek ligel şêwirmenda Serokwezîrê Kurdistanê ya Jin û Malbatê Mehabad Qeredax

 

Hevpeyvîn:

Hêvîdar Zana


Hevpeyvînek ligel

stranbêj Cemîl Murad

 

 Salih Demicer (Bêrûd) 


Dengbêjê mezin

Reşîdê Baso li Almanya mir

 


Jina Kurd di çi rewşê de ye


Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser bavê xwe nemir

Mistefa Barzanî û

jiyana xwe ya taybetî diaxife...


Hevpeyvînek ligel

serokê HEP yê berê Feridun Yazar

 

Hevpeyvîn-

Dilbixwîn Dara


Bêşîrove

 

Foto: Mîdya


ji Lotikxane


Serok Barzanî: “Werin em li Kurdistanê pirsgirêka Iraqê çareser bikin”


Cejna jinê li Kobanî

hate pîrozkirin


17. salvegera mirina

Mihemed Şêxo li Qamişlo

hate bi bîranîn


Li xwe miqatebe! Sharon

kare te maçî bike

 

Hevpeyvîneke ligel

Şahînê B. Soreklî

(adar-2002)


Hevpeyvînek ligel derhênerê

fîlma Şêrko Bêkes

Sîrwan Rehîm:


Hevpeyvînek ligel

Selwa Gulî


Sero Qadir

Hevpeyvînek ligel berpirsyarê

Ragihandina Navendî

ya PDK birêz Sero Qadir  


Berpirsiyarê Pêwendiyên 

Derve yê PDK-Iran

Xusro Abdullahî

ji bo AVESTA axifî  


Serokê "Partiya Netewa Îraqî" Mîthal Alosî ji bo AVESTA axifî


Hevpeyvînek ligel

Yasar Kaya


Kawa Mewlûd

Hevpeyvînek ligel

Sernûserê rojnameya 

 dirêjiya hevpeyvînê


Ji bo kesên ku di sînorê

Hecî Omran re derbasî basûrê

Kurdistanê dibin:


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya Peyamî Kurdistan

li Mehabad Nasir Babaxanî


Hevpeyvînek ligel

Behman Qobadî


Hevpeyvîna li gel

hunermend Fatê


Hevpeyvîna ligel Çîroknivîs

Hesenê Metê


Hevpeyvînek ligel sernivîserê

rojnameya EVRO Behcet Hirorî


Hevpeyvînek ligel

sernivîserê rojnameya

Medya Ako Mihemed


serokê PSK yê berê

 Kemal Burkay

di hevpeyîneke taybetî de


Wezîrê Rewsenbîrî yê

Hikûmeta Kurdistanê-Hewlêr

 Samî Sores ji bo Avesta:


Hevpeyvînek ligel Serokê 

Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok 

Hesen Silîvanî:  


Fermandarê Gistî yê Pêsmergeyên

Zêrevan General Ezîz Weysî:


Mustesarê N. Barzanî yê

 rewsenbîrî û berpir. 

Dezgeha Aras 

Bedran E. Hebîb


Hevpeyvînek ligel rojnamevan

Farûq Hecî Mistefa


Dilbixwîn Dara

Sernivîserê AVESTA serokê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî ziyaret kir

 
 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Ciwan Haco cara diwemîn dibe mêvanê

Hülya Avşar

 

Stranbêj Hülya Avşar ji bo pîrozkirina 10 saliya bernameya Hülya Avşar Show di kanala TGRT de, di bernameya xwe ya duwemîn de Ciwan Haco dike mêvanê xwe.

Di programê de, Ciwan Haco diyar kir ku ji ber klîpên wî li Tirkiyê weke ku tê xwestin nayên weşandin, gilî û gazin kirin. Ciwan dibêje, ew 27 salin li Ewropa dijî, ji ber vê yekê jî wî bi stîleke etnîkî muzîk çêkiriye.

 Di programê de Hulya Avşar bi Ciwan re bi kurdî, tirkî û înglîzî axifî.

Program roja 13.05.06, saat 21.45 li gora dema Diyarbekirê tê weşandin


Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Kiwêtê ye,

ji wir derbasî Çînê dibe

 

PNA/Avesta: Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gihişte Kiwêtê, li ser dawetnameya fermî ya hikûmeta Çînê, ewê ji wir derbasî Pekînê bibe.

 

serok Barzanî ji aliyê Şêx Nasir Ebdellah Sebah wezîrê Dîwana Emîrê Kiwêtê ve hate pêşwazîkirin.

Noşîrwan Mistefa cigarê serokê YNK, Mesrûr Barzanî, Azad Berwarî, Dr. Fûad Hisên, Sefîn Dizeyî û Pexşan Zengene di di nava şandeya serokê Kurdistanê de cih digirin.


Fatma Öcalan: "Nehîştim em bi kurdî biaxifin"

 

Avesta-  Xwişka serokê PKK Abdullah Öcalan, Fatma Öcalan di hevdîtina dawîn de ligel birayê xwe, got: “Nehîştin embi hev re bi kurdî biaxifin”

Piştî 5 hefteyan hevdîtinbi Öcalan re çêbû.

Öcalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re diyar kir ew doza redkirina jinûve dadkirina wî...

berdewam


Di Salvegera Yekemîm ya Şehîdbûna Şêx Maşûq Xiznewî ...

 

 

Selah Bedredîn

Di Yekemîn Salvegera revandin û kuştina zanyar û şêxê kurd, Şêx Maşûq Xiznewî  de, hêjî gelê Sûriyê bi hemî reng û tiwêjên xwe di bin nîrê zulm û zordariyê de ye, di dema ku li ser asta ramyarî hewildanên bê rawestan ji layê tevgera opozisyona niştimnaiya demokratîk ve têne kirin, ji bo rastkirina refên wê û gihştina çarçewekê  ku wê bidê s...  berdewam


Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst li Fransa François Hollande ji Tirkiyê xwest ku mafê otonomî bide Kurdan

 

Avesta / François Hollande di hevdîtineke bi rojnamevanan re diyar kir ku li Tirkiyê mafê Kurdan heye li ser axa xwe otonom bin.

 

François Hollande, her wiha got: ”Ji Tirkiyê tê xwestin ku qeb\l bike, wê li dijî Ermeniyan qirkirin pêk aniye...”

 

François Hollande got, li gora mercên niha Tirkiyê ne amade ye bibe endama Yekîtiya Ewropa.

 

Li ser pirseke girêdayî pirsa kurdî, François Hollan nêrîna xwe e[kere kir û got: ”weke partiya sosyalîst bi salane em nêrîna xwe diyar dikin,

berdewam


Li Duhokê Pirtûkxaneya Navnetewî ya Frensî vebû

 

 

Duhok\Avesta-Evro: AvestaParêzgerê Duhokê Temir Remezan bi amadebûna gireseyekî mezin ji rewşenbîr û xwendekaran Pirtûkxaneya Navnetewî ya Frensî vekir.

Di merasîmê de serokê Înstîtuya Kurdî Kendal Nezan jî beşdar bû. 


Tirkiyê Mam Celal bi tundî rexne kir

 

Avesta-CNN Turk: “Wezîra derve ya Emeîka Condoleezza Rice  û wezîrê Parastinê Donald Rumsfeld soz dane me ku wê Trkiyê nikaribin di operasyonên xwe de derbasî nava axa Iraqê bibin...” li dijî vê daxuyaniya Serokê Iraqa Federal Celel Talabanî, Tikriyê bi awayekî dijwar bersiv da û li dij derket. Berdevkê wezareta derve Namık Tan bersiva Mam Celal da û got: berdewam


Di hikûmeta Iraqê ya nû de:

6 wezaret ji bo Kurdan, cîgirê serokwezîr û wezareta derve

  

Avesta\AKI: Berpirsiyarên bilind di YNK de radigihînin ku di hikûmeta Iraqê ya nû de, wê 6 wezîrên Kurd hebin.

Heman çavkanî diyar dikin ku ihtîmaleke mezin heye ji wan wezîran wê Dr. Berhem Salih cîgirê serokwezîr be.

Ajansa Italî AKI diyar dike ku li kursiya Salih hemû alî li hev hatine.  berdewam


Daxuyaniya Civîna Komîteya Rêvebir

Ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî

 

Ji Raya Giştî Re Grûba Xebata Kurd a Neteweyî û Demokratik

 

Mersin-Meclîsa Grûba Xebata Kurd a Neteweyî û Demokratîk piştî sê mehan roja 6ê Gulana 2006a li Mêrsînê civiya. Piştî nîqaşa mijarên rojevê û nirxandina xebata sê mehên borî, biryar hate girtin ku daxwiyaniya li jêr were weşandin.

 

Grûba me, hêrîşên Tirkiyê û İranê yên li ser sînorê Kudîstana Iraqê û hundur, bi xeter dişopîne. Hewceyî gotinê berdewam


Hevbendî avakirina Hikûmeta Kurdistanê pîroz kir

 

Nunerê Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo avakirina hikûmetê pîroz kir. Em li jêr daxuyaniya nûnerê Hevbendî Dr. Musa Kaval diweşînin
 

Birêz Nêçîrvan BARZANÎ Serokê Hukmeta federe ya Kurdistanê,

Hevbendiya Demokratika Kurdên Bakur pir keyfxweş û bextewar e  bi damezirandina Hukmeta yekgirtî ya Kurdistanê, bi serokatiya cenabê we.
Yekkirina herdû Hukmetan ya  Erbîlê û ya Suleymaniyê  daxwaz û xewnên  Kurdistaniyên Başûr û yên  hemo gelê kurd bûn. Em ji dil û can we pîrozdikin,..
berdewam


Nêçîrvan Barzanî hiûmetek ji 42 wezîran ava kir

 

Avesta-PNA: Îro piştê nîvro Parlementoya Kurdistanê komcivînekî dîrokî li darxistin. Komcivîna Parlementoyê bi deqeyek rêz girtin hate destpêkirin. Îro kabîneya 42 kesan ya Partî û Yekitîya Niştimanê Kurdistanê li parlementoyê sondxwar û dest bi karên xwe kirin.
Nêçirvan Barzanî bû serok wezîr û Omer Fetah bû cigirê wî. Di vê komcivînê de li welatên Çîn, Koreya Başûr, Rûsya, Cumhûrîyeta Çek, Neteweyên Yekbûyî û nûnerên Bêrîtanyayê jî tevlê Komcivînên bibûn. Herwiha li Tirkîyeyê jî Hak-Par û nûnerên Kurd- Kavê jî cihên xwe di parlementoyê de girtibû. Piştê sondxarinê Nêçîrvan Barzanî, Zalmay Xelîl Zad, nûnerê Kofî Enan û cigîrên serokkamêrê Iraqê Adil Ebdulmehdî axaftinên .
berdewam


Yaşar Kemal: “Xwezî min Înce Memed nenivîsanda”

 

Avesta- Romanivîsê Kurd yê navdar Yaşar Kemal dibêje Înce Memed di jiyana wî de her demê weke bûyereke bi tirs maye.

"Heya wê demê kêm roman ji bo zimanên din hatibûne wergerandin, qet romaneke min li welatekî din ji bo zimanê wî welatî nehatibû wergerandin, cara yekemîn Înce Memed bû “bestseller” li seranserê dinyayê bi gelek zimanan hate weşandin. Destpêkê li Ingiltere, piştre li Îskandinavya, Almanya, Fransa, Emerîka û li gelek welatên din. 

Li Emerîka weke romana herî tê hezkirin hate dîtin..."

Yaşar Kemal dibêje, vê serkeftina Înce Memed ew gelekî meşhûr kir û ji ber vê yekê ew li welatê xwe pir hate êşandin.

berdewam


Parêzer û Siyasetvanê Kurd Îbrahîm Guçlu hate girtin.

 

Avesta/Peyama Kurd/SBS: Ibarîm Guclu, Zeynel Abidin Ozalp û Sedat Ogur, berî ku meşa xwe ya ji Amedê heya bi deriyê Xabur dest pê bikin, ji aliyê polîsan ve hatine girtin. Roja 3 mehê bi biryara dagder ew avêtin zindanê. Parêzvanê her sê çalakvanên Kurd Sebahetin Korkmaz daxuyaniyek da berdewam


Ahenga Kutahiyê ya Hefteya Rewşenbîrî ya Kombenda Kawa

Hewlêr/Avesta: Di dawiya rojên Hefteya Rewşenbîrî ya ku Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî û bi boneya konferansa wê ya pêncemîn û roja rojnamegeriya kurdî li Hewlêrê di navbera 18-25/4/2006 û di bin durişma " Ber bi pêşxistina çanda netewî li Rojavayê Kurdistanê " ew li darxistibû, ahengeke kutahiyê di şeva 24ê Nîsanê li hola berdewam


Ahengî Xolî Meşqî Serbazî 26 î Gulan

Le Baregay Fermandey Pêşmergey Zêrevanî berêweçû

Hewlêr /Karwan Mizûrî

Rojî 3.5.2006  be amadebûnî niwênerî mektebî Serok Barzanî û wezîrî nawxoy Hikumetî Herêmî Kurdistan û parêzgarî Hewlêr û niwêneranî supay Emrîka û Koriya û jimareyek le Fermande û berpirsanî hizbî û hikumî û leşkirî û çend kesayetîyekî Erebî deverî Mexmur, le rê û resmêkda berdewam


Fîlma Al Anfal beşdarî Festîvala 19. ya Singapur bû

 

Avesta- Fîlma derhênerê Kurd Mano Xelîl Al Anfal ya dokumentar di nava filmên ji bo festîvala Singapur ya 19. cih girt…

 

Di navbera navbera 1988-1991 de li dijî gelê Kurd qirkirinek pêk hat û zêdetirî 182 hezar hatine kuştin.

 

Navê Al Anfal ji suretê 8. ya Quranê tê. Sure li ser şerê Misilmanan li dijî kafiran diaxife.


Mano Xelî li Swîsere dijî, ev film di sala 2005 de hate kişandin, 52 deqeyan dirêj dike.


Tirkiyê dijminê çapemeniyê ye

 

Paris-Avesta:

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ku navenda wê Parîs e, Tirkiyê weke dijminê çapemeniyê binav kir. 

Roja 3 Gulanê rêxistinê bi boneya salvegera roja çapemeniyê li meydana Trocadero lîsteya welatên ku ku wan deran çapemenî tê binpêkirin ragihand. 

Her wiha di nava serokên ku dijminên rojnamevanan in, serokê Rusya, Iranê, Suriyê, Kuba û çend welatên din,  cih digirin. Di vê lîsteyê de nave 37 kesan derbas dibe. Rêxistin radigihîne ku, ji sere salê û virde 22 rojnamevan di dema kar de hatine kuştin. Her wiha bi kêmanî 807 rojnamevan hatine girtin û 1308 kes rastî êrîş û astengiyn hatine.


 

Piştî Leyla Zana Ahmet Turk mêvanê

Serok Barzanî û Mam Celal e

 

Avesta- Her du serokê Partiya Civaka Demokratî Ahmet Türk û Aysel Tuğluk wê bi şandeyeke ji 7 kesan biçin başûrê Kurdistanê. Wê şandeya Kurd beşdarî vekirina Parlamentoya Kurdistanê bebe. Xanim Tuğluk diyar kir ku ew ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatine vexwendin. Ahmet Turk jî got, eger ku tu pirsgir êk dernekevin ewê roja 7 Gulanê li Kurdistanê bin. Hate ragihandin ku wê hevdîtina şandeya Kurd ligel serokê Kurdistanê û Iraqê di derbarê çareserkirina Kurd be li bakurê Kurdistanê.


Merasima Veşartina Dengbêjê Navdar Reşîdê Baso

 

Avesta- Kakşar Oremar:  Roja çarşemê 12ê Nîsanê dengbêjê mezin Reşîdê Baso li mala xwe wefat kir. Roja sêşemê 18ê Nîsanê demjimêr 14.00 nîvro merasima veşartina dengbêjê Kurd Reşîd Baso destpêkir. Di merasimê da hemû endamên malbata Reşîdê Baso( hunermend Dilovan, Zûlfa Talê, Temar, Besê, Guhar, Nazê, Nigar, Artûr, Rostem, Nûrê, Fêrîk, Tîna, Reşo, Rostemê xwarzê, Cemal, Romî û …), berdewam


Gerîlayên ji rojhilatê Kurdistanê ji bo Iranê hatine şandin.

 

Avesta- Piştî 38 rojanên di nexweşxaneya Meledî ya dewletê, 2 gerîlayên HPG yên ji rojhilatê Kurdistan, ji bo malbatên wan hatine radestkirin.

Cenazeyê gerîlayan bi balafirê ji bo Iranê hatine şandin.

Wergêrê malbata şehîdan Xalid Ehmedî diyar kir ku her du cenaze gihiştine xwediyên xwe.

Gerîlayê bi navê berdewam


 

 

Lagendijk diçe Diyarbekirê

 

Avesta- Serokê Komîsyona têkiliya Tirkiyê ligel Ewropa Joost Lagendijk diçe Diyarbekirê.

Berpirsiyarê Komeleya Mafên Mirovan
Halil Bayhan ji ajansa Anadul re ragihand ku wê ji bo beşdariya civînên Projeya Mafên li Herêmên Kurdan, roja 6 Gulan biçe Amedê.

 

Tê çaverêkirin ku Joost Lagendijk ligel şaredarê Diyarbekirê Osman Baydemir hevdîtinekê pêk bîne.


Jineke Kurd dibe sefîra Rêxistina Efûyê ya Navnetewî AI li dijî îşkencê

 

Kopenhagen-Avesta: Parêzvana Mafên Mirovan û nivîskar Wîdad Aqrawî bû sefîra Amnesty International li dijî îkencê.

Ev cara yekemîne ku Kurd li cem Rêxistina Efûyê ya Navnetewî AI cihekî vê bepirsiyariyê hildigire.

Di navbera 29-30 Nîsanê de AI kongreya xwe ya li Danîmarka p êk anî. Di kongreyê de 475 delege ji hemû cîhanê beşdar bûn.

Di nava 2 rojên kongreyê de bi ferehî li ser binpêkirina mafên mirovan hate rawestandin. Di van gotûbêjan de, gelek rojnamevan, nivîskar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan beşdar bûn.

Di dawiya kongreyê de xanima Kurd Wîdad Aqrawî weke sefîra AI li dijî îşkencê hate hilbijaritn.

Wîdad Aqrawî ji başûrê Kurdistanê ye û li Danîmarka dijî...

berdewam


 

Berî Wezaret Û Dewleta Tirkiyayê,

Bila Kurd û Wezareta Hewlêrê Xwedîtîyê

Li Kurdî û Kitêbên Kurdî Bike

 

Ehmed ONAL*

Îro ji çapemenîyê geleke rojnamevanan bi rêya telefon û internetê nêrînê min xwestin ku  di derheqa daxwazîya Yekitiya Ewrupayê (YE) ji bo li Turkiyayê ku kitêbên kurdî divê di nav kitêbxanê  û arşîvên tirkîyayê de  cîhê xwe bigrîn. Li ser vê daxwazê jî Wezareta Turizm û Çandî yê Tirkiyayê Atilla Koç bersîvekî erênî dayê YEyê! De vêcarê hûn weke weşangerekî Kurdî ji bo van... berdewam


Bêdengiyeke ji mirinê bi tirstir

 

Şêrko Bêkes

 

Ji Newrozê heya niha bakurê welatê me dişewite…

 

Leşkerên Tirk, her roj ciwanên me yên aşiqê azadî û demokrasiyê, yê bi sirûdên evînê û qêrîna çavnetirsiya li ser cade û meydanên wan bajaran, tevlî xwîn û mirinê dikin.

 

Bi sedan ji wan ciwanan digirin û dişînin zindanan. Ev tiştekî ku em li bendê bûn,

berdewam


Polemîka afûkirina serokê PKK Abdulah Ocalan Tirkiyê tevlîhev kir

 

Avesta-SBS-

Serokê CHP rojeva Tirkiyê tevlî hev kir.

Serokê CHP Deniz Baykal di derbarê madeya 6 ji zagona cezayan ya di derbarê şerê li dijî terorê, diya kur ku, weke ku ew made ji bo azadkirina Abdullah Ocalan hatibe derxistin.

Wezîrê Edaletê Cemîl Çîçek jî civîneke çapemeniyê li darxist û idîayên Baykal vala derxist. Çîçek diyar kir ku ew amade ne bi her kesî vê vê madeyê gotûbêj bikin, lê belê tiştên ku Baykl dibêje iftîra ne. Çiçek got, zagona efûyê ji...

 

berdewam


Civîna kurmancî a 38 li Dihokê dest pê kir

 

Civîna zimanê kurdî (zaravayê kurmancî) a ku her sal du caran ji bal Enstîtuya Kurdî li Parîsê tê lidarxistin duh li Kurdistana azad li Dihokê destpêkir. Ev civîna îsal a buharê ye û civîna duduyê ye ku li Kurdistana azad tê pêkanîn.

 

Di civîna îsal de cardin ji hemû perçeyên Kurdistanê zimannas, nivîskar û pisporên warên cuda... berdewam


Şivan Perwer bû 50 salî

 

Frankfurt-Avesta: Hunermendê Kurd yê mezin Şivan Perwer li Almanya bajarê Frankfurtê li otela Hilton 50 saliya xwe ligel dost û nasan pîroz dike…

 

Di malpera Şivan Perwer de... berdewam


Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya erebî Al Nahar

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Beyrut-Avesta:

Rojnamevanên Ereb ligel serokê Kurdistanê li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn. Rojnameya libnanî Al Nihar hevpeyvîneke dirêj ligel Barzanî çêkir. Em li jêr beşekî ji hevpeyvînê bi kurdî diweşînin:

 

Pirsa kerkûkê

 

“Li ser pirsa Kerkûkê dixwazim tiştekî bibêjim, ji aliyê cografî ve Kerkûk dikeve sînorê Kurdistanê, ev jî rastiyeke dîrokî ye. Lê belê li aliyê din Kerkû bajarekî Îraqî ye, weke Hewlêr, Bexda û Duhok. Ji bo me Kerkûk sembola zilma li ser gelê Kurd e. Ne ji ber hebûna petrolê em dibêjin Kerkûk Kurdistanî ye. Petrol ji bo hemû gelê Iraqê ye. tiştê em dixwazin ewe ku em şaşiya dîrokî ku li Kerkûkê pêk hatibû serrast bikin... berdewam  


PKK li Dêrsimê êrîşek bire ser qereqolekê: 2 leşker hatine kuştin

 

Li Dêrsimê milîtanên PKK avêtine ser qereqoleke cendermeyan û 2 leşker kuştin.

 

Di êrîşê de 1 subay jî birîndar bû.
Gerîlayên HPG bê ziyan ji cihê bûyerê vekişiyan.

 

Subayê birîndar bi helîkopterê rakirin nexweşxaneya Elazigê.


Serok Berzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî

pêşwaziya Leyla Zana kirin

 

Avesta- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya xanim Leyla Zana kir.

 

Di vê hevdîtinê de xanim Zana kêfxwşeiya xwe li hember pêşveçûnên li Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku ew hêvî dike gelê Kurd jî li herêmê weke gelên din bi aştî bijî.

Serok Barzanî jî ji aliyê xwe ve rola Leyla Zana ji bo pirsa kurdî anî ziman û got ku ew jî hêvî dike pirsa kurdî bi riyele aştiyane were çareserkirin... berdewam


Leyla Zana çû Hewlêrê

 

Hewlêrê-Avesta: Li ser dawetnameya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Iraqê Celal Talabanî, parlementera Kurd ya berê Leyla Zana gihişte Hewlêrê.

 

Serdana xanim Zana ji bo Kurdistanê wê 4 rojan berdewam bike. Çavdêrên siyasî diyar dikin ku di vê serdana xwe de wê Leyla Zana ji Mam  Celal û Barzanî daxwaza navbênkariya di navbera Kurdan û hikûmeta Tirkiyê de ji bo agirbestê bike. Rojnameya Hurriyet dinivisîne ku berî 15 rojan Zana bi her du serokan re bi telefonê axifîye ye û di derbarê bûyerên... berdewam


Nêçîrvan Barzanî:

“Eger ku kesek destdirêjiya Kurdistanê bike,

wê bersiva me gelekî dijwar be..!”

 

Avesta- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel serokê Parlamentoya Kurdistanê Adnan Muftî, civîneke çapemeniyê çêkir û têde li ser rewşa li ser sînorê di navbera bakur û başûrê Kurdistanê de axifî.

 

Barzanî bal kişande ser hêzên leşkerî yên Tirk li ser sînor û wiha got: “li ser sînorê Kurdistanê şer derdikeve, eger ku ev şer derbasî başûrê Kurdistanê bibe, wê Bagdad bêdeng nemîne, û eger ku destdirêjiya Kurdistanê were kirin, ez bawer dikim wê bersiv gelekî dijwar be...”

 

berdewam

 

 


Şivan Perwer, Rojîn û Kardeş Turkuler bi hev re di bin navê

„Li dijî Şideta li hember Jinêde konserekê çêdikin…

 

 

 

Berlin-Avesta: Hunermendê Kurd yê navdar Şivan Perwer ligel hunermenda dengxweş Rojîn û grupa Kardeş Turkuler roja 20.05.0 li bajarê Berlînê Konsereke mezin pêşkêş dike.

Konsêr ji bo parastina mafên Jinên Kurd tê li darxistin. Ji bo agahdariyên berfereh:

 


Li Diyarbekirê ax û herî bariya

 

Avesta-Li Diyarbekir û gelek bajarên bakurê Kurdistanê ax û herî bariya.

Ji du rojan û vir de li Diyarbekirê û hinek bajarên din yên Kurdistanê ax û heriya ku ji başûrê rojavayê Kurdistanê hat, bariya.

Barana bi ax û herî, Diyarbekir di nava xwe de wenda kir.

Diyarbekirî ji vê yekê ditirsin û dibêjin: “Ev ne ji xêrê re ye...” berdewam


 

Hozan Fatê li Herwlêrê ye

 

Hunermenda Kurd ya dengxweş Fatê gihişte Hewlêrê.

 

Armanca Fatê ji vê serdanê ewe ku ku çend klîban bikişîne.

 

Weke tê zanîn ev sêwemîn serdana Fatê ye ji bo Kurdistana azad. berdewam


Mam Celal ligel balyoz Zelmay Khalilzad serok Barzanî ziyarek kirin

 

Avesta: Piştî ku weke serokê Iraqa federal hate hilbijartin serok Celal Talabanî ligel sefîrê Amerîka Zelmay Khalilzad çû serdana serokê Kurdistanê li Selahedîn.

Di civîneke çapemeniyê de serok Talabanî keniya û got, hinek dibêjin bila Mam Celal û serok Barzanî pir nêzîkî hev nebin, em ewqasî nêzîkî hev bûne ku êdî di navbera me de dorîdorek jî nemaye…

Serok Barzanî jî axaftineke kurt kir û piştgiriya xwe ji berdewam


Talabanî serokê Iraqê ye

 

Avesta- Mam Celal ji bo 4 salan careke din bu serokê Iraqê.

 

Di dema sondxwarinê de Talabanî, soz da ku ewê ji bo welatekî demokrat bixebite u ewlekriyê pêk bîne.

 

Talabanî got: Iraqa nû, Iraqa hemû Iraqiyan e, welatê Ereb, Kurd, Sinî, Şîî, misilman û fileyan e...

Serok Talabanî wiha berdewam kir: “Xebata me ya yekemîn pêkanîna ewlekarî û parastina yekîtiya Iraqê ye...

Li cihê Ceferî Cewad El Malikî weke serokwezîrê Iraqê hate hilbijartin.


Polîsan avêtin ser Koma Hezexê  û 1,5 kîlo zêrên xanima wî girtin

 

Avesta- Li Almanya bajarê Giessenê polîsan bi behaneya ku pêwendiya wî bi PKK re heye avêtin ser mala berpirsiyarê Koma Hezexê Mehmet Hezexî.

 

Di mala Mihemedê Hezexî de 1,5 kîlo zêr hate dîtin...

 

Polîsan mal, ko[e bi koşe kontrol kirin, di dema kontrolê de polîs rastî 1,5 zêr hatin.

 

Muhemedê Hezexî ji sala 1989 li Almanya weke penaber dijî.

 

Di Koma Hezexê de hemû endamên malbatê cih digirin, ev malbat zarokên xwe ji 3-4 salî de fêrî lêdana kemancê dike... berdewam


Yadî 108 salî ya Weşangerî û Rojnameya Kurdistan!

 

 - Tarîxa rojname û weşanên kurdî destpêkirina tarîxa milletê Kurd ya tekoşîna millî û medenî ye.

- Çapkirina Rojnamegerî û weşana Kurdî destpêkirina ronakbirîya nirxên Kurd û Kurdistanê ne.

- Destpêkirina Rojname û weşana Kurdî, destpêkirina berfirehbûna hest û helwestên neteweyîbûnêne.

- Derketina rojname û weşangerîya Kurdî, destpêkirina kirîtîk kirina nirx û nişana neteweyî û welat evînîyê ye.

- Destpêkirina rojname û weşana Kurdî, destpêkirina çand, huner û sîyaseta neteweyî ji bo azadî û serxwebûna welat û neteweyî ye.

- Destpêkirina rojname û weşangerîyê destpêka qelişandina reşetarîya dijwara ku li pêş miletê kurd disekine,vedide, hîşyar dike û Milet digîhîne hev... berdewam


Serok Barzanî:

„Tirkiyê qebûl bike neke, Kurdistan rastiyek e…“

 

"Eger ku cîranên me bixwazin rewşa me xerab bikin, emê jî nehêlin ew di cihê xwe de rihet bimînin… ev gotineke mezine dizanim..."

 

berdewam


Şanda Rojhilatnas û Kurd û Rus Seredana

Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî Kir

 

Hewlêr-Avesta (Karwan Mzûrî)

 

Li demjimêr 11:30 î  berî nîvro rêkeftî 16.4.2006 şanda rojhilatnas û Kurdnas û rewşenbîr û nivîserên Rusî yên Yekîtiya Sovyetê ya berê ku ji bo pişkdariya Konfransa Kurdolojî niha li Kurdistanê ne, seredana baregaya Fermandeya Pêşmergên Zêrevanî kir.

Ev şande pêkhatibû ji "Prof. Lazarêv ", "Prof. Mîntaşifîl ", "Prof. Lîbid Alkerîm", "arkiyalog Lîda ", "arkiyalog Girîgurîf " nivîskar Karlênê Çaçanî û gelek Kurdlog û dîroknivîs di gelda dipişkdarbun... berdewam


Berî 14 salan Rewşen xanim Bedirxan koça dawîn kir

 

Konê Reş

Di roja (01 î 06 î 2006)an de 14 sal di ser koçkirina emîre Rewşen Bedirxan re derbas dibin.

Rewşen Xanim tekane jine ji malbata Mîr Bedirxanê Botî mabû sax  û naskir di nav gel kurd de

Ew mîna dîdevaneke dîrokî bû li ser gelek bûyerên kurdî û bi taybetî neferên malbata Mîr Bedirxanê Azîzî.  Ew kebaniya Mîr Celadet Bedir Xan bû. Di pêvajoya dîrokî de ya ku Mîr Celadet di eniya wê de şer dikir, li kêleka wî disekinî û ew barê giran yê ku Mîr dibin de ditewtihî, pêre hildigirt mîna: berdewam


Li Almanya Kurdistan di civîneke berfereh de hate gotûbêjkirin

 

Köln -Avesta:

Li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê, li Almanya bajarê Kolnê semînerek hate pêşkêşkirin.

Di sermînerê de ku ji aliyê Dr. Cebbar Qadir, Dr. Musa Kaval, Dr. Îbrahîm Mehmûd û Seîd Seyîdî ve hate pêşkêşkirin de, bi ferehî li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û herêmê hate .. berdewam 


Hevpeyvînek