|
|
|
Çand, Huner, Wêje û Nûçeyên Rojane...Chefredakteur: Dilbixwîn Dara (avesta@avestakurd.net) P.O.BOX: 1403, 53004 BONN-GERMANY |
|
Cejna jinê bi rêveberiya partiya Azadî li Kobanî hate pîrozkirin
Avesta – Kobanî
Di roja înê 10-3-2006 an de, li ser kaşê Miştenûr – bajarê Kobanî – cejna jinê bi rêveberiya partiya Azadî ya kurd li Sûriyê hate pîroz kirin, kat: 12 ê nîvro û bi beşdariya – bi hezaran - xelkê herêma Kobaniyê şadîmanê destpêkir, di destpêkê de gotina rêxistina Kobanî ya jinê di partiya Azadî de, ji aliyê keçekê de hate pêşkêş kirin, di pişt re serokê partiya Azadî – mamusta Xeyredîn Murad gotineke devkîn pêşkêş kir, Murad di gotina xwe de berfereh li ser rewşa jina kurd bi taybetî û ya milletê kurd bi gelemperî axifî, û mafên gelê kurd wek netewa duyem di hinderê Sûriyê de teqezekirin, û zilm û zora ku li miletê kurd dibe anî ziman û şermezar kir, hêjyayî gotinê ye ku gotina Murad bi dilgermî û çepik û zilxetên germ ji aliyê beşdaran de hate pêşwaz kirin, di pişt re koma Azadî ya huner û filiklorê kurdî li bajarê Kobanî dest bi movika hunerî kir, bi deng û stranên endamên koma Azadî yên navdar – Şad û Deham – û bi dîlaneke germ şahiyê berdewam kir û hate xemlandin û kuta kirin.
11-3-2006 |
|
©www. avestakurd.net 2001-2006 |