|
 Avesta-
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya xanim Leyla Zana
kir.
Di vê
hevdîtinê de xanim Zana kêfxwşeiya xwe li hember pêşveçûnên
li Kurdistanê anî ziman û diyar kir ku ew hêvî dike gelê
Kurd jî li herêmê weke gelên din bi aştî bijî.
Serok Barzanî
jî ji aliyê xwe ve rola Leyla Zana ji bo pirsa kurdî anî
ziman û got ku ew jî hêvî dike pirsa kurdî bi riyele
aştiyane were çareserkirin.
Li aliyê din
serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya
parlamentera Kurd ya berê Leyla Zana kir û rola wê bi
bilindî nirxand û kêfxweşiya xwe ji bo serdana wê anî ziman.
|